Here Naverokê

Here naverokê

TEWSIYEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ

Ji Xwe re Cihekî Rehet Hilbijêre

Ji Xwe re Cihekî Rehet Hilbijêre

Gelo tu dixwazî ji lêkolîna şexsî hê jî zêdetir feydeyê bistînî? Ka van tewsiyeyan biceribîne:

  • Cihekî baş hilbijêre. Eger mumkin be, bila cihê lêkolînê, cihekî rêk û pêk be, û bila têra xwe ronahî hebe. Mesela, tu dikarî li ber maseyekê rûnî, yan jî tu dikarî li derve ji xwe re cihekî rehet bibînî.

  • Cihekî tenha bibîne. Îsa Mesîh “serê sibehê” çû “cihekî tenha” ku dua bike (Marqos 1:35, NWT). Eger ne mumkin be ku tu bi tena serê xwe bimînî, ji berê ve ji maliyên xwe re bibêje ku tuyê kengê lêkolînê bikî û ji wan rica bike ku ew te aciz nekin.

  • Îznê nede ku tiştek dîqata te belav bike. Eger tu bi destê telefon yan tabletê lêkolîn dikî, dengê cîhazê vêsîne yan moda teyareyê veke. Eger di dema lêkolînê de îşekî ku gerek tu bikî bê bîra te, ji xwe re not bike, da ku tu wî ji bîr nekî. Eger dîqata te belav bibe, hinek bimeşe yan hereket bike.