Padîşahiya Xwedê wê Kîjan Tiştên Xerab Tune Bike?
“Îcar dinya û xwesteka wê derbas dibe, lê yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî” (1. YÛH. 2:17).
KILAM: 139, 144
1, 2. a) Dinyaya îroyîn çawa mîna mehkûmekî îdamê ye? (Li resmê ewilî binêre.) b) Gava ev dinyaya xerab bê helak kirin, her kes wê çi bifikire?
“VA MIRÎ DIMEŞE!” Gava mehkûm ji hucreya xwe tê derxistin, gardiyan li pey wî wisa dibêjin. Maneya van gotinan çi ye? Mehkûm ne kal e, û siheta wî jî baş e. Lê belê ew wî dibin îdamê. Di çavên wan de, ew jixwe wekî mirî ye. *
2 Dinyaya îroyîn mîna vî mehkûmê îdamê ye. Fermana dinyaya xerab gelek sal berê hat derxistin, û înfaza wê nêzik e. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Dinya . . . derbas dibe” (1. Yûh. 2:17). Dîsa jî, navbera dawiya dinyayê û dawiya zilamekî mehkûm ferqeke mezin heye. Gava mirovek tê îdam kirin, dibe ku hinek bibêjin ku qerar şaş e û protesto bikin. Ji ber vê yekê, dibe ku ew dixwazin ku înfaz bê sekinandin. Lê belê fermana vê dinyayê ji aliyê Serwera kaînatê ve hatiye derxistin, û ew her tim adil e (5. Mû. 32:4). Tu kes nikare vê înfazê bisekinîne, û tu kes nikare bibêje ku qerarê Xwedê şaş e. Piştî helakkirina vê dinyayê, hemû mexlûqên biaqil ên di kaînatê de wê qebûl bikin ku edalet hatiye cih. Wê demê emê ci qas dilrehet bin!
3. Niha emê li ser kîjan çar tiştan şêwir bikin, ên ku Padîşahiya Xwedê wê tune bike?
3 Kitêba Pîroz dibêje ku “dinya . . . derbas dibe”. Maneya vê çi ye? Mesela, gelek taybetiyên dinyaya îroyin wê tune bibin. Gelo ev xebera reş e? Helbet na! Bi rastî ev qismekî muhîm ê ‘mizgîna Padîşahiyê’ ye (Met. 24:14). Niha emê bibînin ku Padîşahiya Xwedê wê mirov, teşkîlat, îş û halên xerab tune bike. Emê şêwir bikin ku (1) bandora van çar kategoriyan li ser jiyana me çi ye, (2) Yehowa wê wan çi bike û (3) Yehowa wê wan çawa tune bike û li cihê wan tiştên baş bîne.
MIROVÊN XERAB
4. Bandora mirovên xerab çi ye?
4 Îro bandora mirovên xerab çi ye? Pawlosê şandî ji berê ve gotibû ku dema me wê zor be. Paşê wî got: “Mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin” (2. Tîm. 3:1-5, 13). Bi dîtina te, gelo ev gotinên pêxembertiyê hatine cih? Piraniya me ji aliyê kesên zalim, mirovên fanatîk û sûcdaran ve ziyan û zerar dîtiye. Hinek xerabiya xwe bi aşkerahî xuya dikin, hinek jî rûyê xwe vedişêrin û xwe wek mirovên qenc nîşan didin. Eger ew rasterast ji me re xerabî nekin jî, em dîsa jî li bin bandora kirinên wan dimînin. Mesela, gava em wehşeta wan dibihîzin, dilê me li hev dikeve. Kesên xerab ji zarok, kal, pîr û mirovên mesûm re pir zilm dikin. Fikir û kirinên wan hem ji mirovatiyê dûr in, hem jî heywanî û carinan jî cindar in (Aqûb 3:15). Lê şikir ji Yehowa re ku ew bi destê Peyva xwe xebereke xêrê dide me.
5. a) Ji bo mirovên xerab kîjan fersend heye? b) Çi wê bê serê mirovên xerab ên ku naxwazin xwe rast bikin?
5 Yehowa wê çi bike? Niha Yehowa fersend dide kesên xerab ku ew xwe rast bikin (Îşa. 55:7). Fermana dinyayê her çi qas hatiye derxistin jî, hikmê her kesî nehatiye dayîn. Lê eger yekî naxwaze xwe rast bike û heta dema tengasiya mezin dev ji destekkirina vê dinyayê bernede, halê wî wê çi be? Yehowa soz daye ku ewê mirovên xerab bi temamî helak bike (Zebûr 37:10 bixwîne). Ji ber ku gelek mirovên xerab îro kirinên xwe rind vedişêrin û ceza nastînin, ew belkî difikirin ku ewê karibin ji hikmê Xwedê bifilitin (Eyûb 21:7, 9). Lê Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Çavên wî [Xwedê] li ser rêyên zilam in û hemû gavên wî dibîne. Tarî nîne û siya mirinê nîne ku, bila yên xerabiyê kiribin xwe li wir veşêrin” (Eyûb 34:21, 22). Belê, tu kes nikare xwe ji Yehowa Xwedê veşêre. Mirovên hîlekar nikarin wî bixapînin. Sî çi qas reş û tarî be jî, Xwedê her tiştî dibîne. Eger em piştî Harmegedonê li mirovên xerab bigerin, emê nikaribin wan bibînin, çimkî ewê tune bibin – heta bi hetayê! (Zeb. 37:12-15).
6. Kî wê li dinyayê bimîne? Ev çima xebera xêrê ye?
Zeb. 37:11, 29). Mirovên “nefsbiçûk” û “rast” kî ne? Ên nefsbiçûk ew in ên ku gotin û rêberiya Yehowa bi dilnizmî qebûl dikin. Ên rast jî ew in ên ku ji tiştên ku li ber çavê Yehowa rast in hez dikin. Îro mirovên xerab ji mirovên rast pir zêdetir in. Lê li dinyaya nû, mirovên xerab wê qet tune bin; li ser erdê, tenê mirovên rast wê hebin! Mirovên wisa wê erdê bikin cenet.
6 Kî wê li dinyayê bimîne? Yehowa sozekî xweş dide me: “Wê nefsbiçûk mîras bistînin welat, ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet.” Ayeteke din jî wisa dibêje: “Yên rast welat [an erdê] mîras distînin, her û her li wê derê rûdinin” (TEŞKÎLATÊN XERAB
7. Bandora teşkîlatên xerab çi ye?
7 Îro bandora teşkîlatên xerab çi ye? Xerabiya dinyaya îroyîn pir caran ne ji aliyê ferdan ve, lê ji aliyê teşkîlatan ve tê. Mesela, teşkîlatên dînî bi milyonan mirovan dixapînin. Ew der heqê Xwedê de, der heqê ewlemendiya Kitêba Pîroz de, der heqê îstiqbala dinya û însanan de û der heqê gelek mijarên din de jî derewan dikin. Wekî din, gelek dewlet şeran û nefreta etnîk dikişkişînin, ji reben û belengazan re zulm û zordarî dikin û rişwetxûrî û alîgirtinê destek dikin. Wekî din, şîrketên çavbirçî tebîatê xera dikin û çavkaniyên xwezayî talan dikin. Ev teşkîlatên tîcarî ji bo menfaeta xwe mirovên saf dixapînin û bêrîkên hinekan tije dikin. Ji hêla din ve, bi milyonan mirov feqîr û birçî dimînin. Belê, gelek kul û derdên dinyaya îroyîn bê guman ji teşkîlatên xerab tên.
8. Li gor Kitêba Pîroz, çi wê bê serê teşkîlatên xerab?
8 Yehowa wê çi bike? Kitêba Pîroz hemû teşkîlatên dînê sexte wek fahîşeyeke bi navê “Babîla Mezin” nîşan dide. Gava hêzên siyasî li hemberî wan rabin, tengasiya mezin wê dest pê bike (Pey. 17:1, 2, 16; 18:1-4). Ev teşkîlatên dînî wê bi temamî bên helak kirin. Lê halê teşkîlatên xerab ên din wê çi be? Kitêba Pîroz teşkîlat û rêxistinên beşerî wek “çiya” û “girav” bi nav dike, çimkî mirov difikirin ku ew xurt û saxlem in (Peyxam 6:14 bixwîne). Lê Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku hemû hikumdarî û rêxistinên wan wê bên hejandin. Li dawiya tengasiya mezin, hemû hikumdariyên vê dinyayê û her kesê ku alî wan digire û li hemberî Padîşahiya Xwedê disekine wê bên helak kirin (Yêr. 25:31-33). Piştî vê, teşkîlatên xerab wê êdî tune bin!
9. Em ji ku dizanin ku erda nû wê biîntizam be?
9 Çi wê bê li cihê teşkîlatên xerab? Piştî Harmegedonê, gelo li dinyayê qet teşkîlat wê hebin? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Em li hêviya erdeke nû û ezmanên nû ne ku rastî wê di wan de bimîne” (2. Ptr. 3:13). Erd û ezmanên berê – yanî civaka dinyaya îroyîn û hikumdariyên xerab ên li ser vê civakê – wê tune bibin. Çi wê bê li cihê wan? Maneya “erdeke nû û ezmanên nû” ev e ku li ser erdê civakeke nû wê bê pêk anîn û hikumdariyeke nû, yanî Padîşahiya Xwedê, wê li ser vê civakê hikum bajo. Padîşahê vê hikumdariyê Îsa Mesîh e. Wekî ku Yehowa Xwedayê întizamê ye, Îsa jî bi temamî wisa ye (1. Kor. 14:33). Ji ber vê yekê, ‘erda nû’ wê biîntizam be. Mesûliyet wê ji mirovên baş re bê dayîn (Zeb. 45:16). Ewê mesûliyeta xwe li gor rêberiya Îsa Mesîh û 144.000 hevpadîşahên wî bînin cih. Wexta ku teşkîlateke durist û yekbûyî wê bê li cihê hemû teşkîlatên xerab, emê çi qas kêfxweş bibin!
ÎŞÊN XERAB
10. Li derdora te kîjan îşên xerab hene? Bandora van tiştan li ser te û malbata te çi ye?
10 Bandora îşên xerab çi ye? Îro dinya bi îşên xerab tije ye. Bêexlaqî, sextekarî, zilm û zordarî li her derê hene. Ji bo dê û bavan carinan pir zor e ku ew zarokên xwe ji tiştên wisa biparêzin. Îro medya her ku diçe xerabiyê wek tiştekî cazîb xuya dike, lê belê standardên Yehowa yên der heqê qencî û xerabiyê de wek tiştekî fizûlî nîşan dide (Îşa. 5:20). Şagirtên Îsa ji fikrên wisa dûr disekinin. Dinya hurmet nade standardên Yehowa, lê şagirtên Îsa pir xîret û dîqat dikin ku ew dilsoz bimînin.
11. Em ji hikmê Yehowa ya li hemberî Sodom û Gomorayê çi dielimin?
11 Yehowa wê îşên xerab çi bike? Bîne bîra xwe ku Yehowa der heqê xerabiya bajarên Sodom û Gomorayê de çi kiribû (2. Petrûs 2:6-8 bixwîne). Mirovê rast Lût seba xerabiya li derdora xwe pir aciz dibû. Çaxa Yehowa ew herêm bi temamî wêran kir, wî hem xerabiya wê derê tune kir hem jî Sodom û Gomora “ji wan ên ku wê bi nepakî bijîn re kirin mînak”. Belê, mîna ku Yehowa wê demê hemû bêexlaqî tune kir, ewê hikum bide vê dinyayê û îşên xerab tune bike.
12. Di dinyaya nû de, tu dixwazî xwe bi kîjan îşan mijûl bikî?
12 Çi wê bê li cihê îşên xerab? Di Cenetê de, her kes wê bi îşên kêfdar mijûl bibe. Mesela, bîne ber çavê xwe ku gava em erdê bikin cenet û ji bo xwe û malbata xwe xaniyan ava bikin, emê çi qas kêfxweş bibin! Wekî din, bi milyonan kesên mirî wê bên rakirin, û wê lazim be ku em riyên Yehowa hînî wan bikin û rêyî wan bidin ku Yehowa heta niha ji bo mirovan çi kiriye (Îşa. 65:21, 22; Kar. 24:15). Belê, îşên ku emê di dinyaya nû de bikin wê me dilşad bikin û pesnê Yehowa bidin!
HALÊN XERAB
13. Seba serhildana Şeytan, Adem û Hewayê, halê dinyayê çi ye?
13 Bandora halên xerab çi ye? Mirov, teşkîlat û îşên xerab bi hev re halê dinyayê xerab dikin. Hinek ji şeran, hinek ji feqîriyê, hinek jî ji nefreta etnîk û miletperestiyê zerar dibînin. Wekî din, tu kes nikare ji nexweşî û mirinê bireve. Ev halên xerab rasterast ji neticeya serhildana Şeytan, Adem û Hewayê hatine
meydanê. Îro her kes ji geremoliya ku serhildana wan a li ber Yehowa derxistiye, bandor digire.14. Yehowa wê halên xerab çi bike? Mîsalekê bide.
14 Yehowa wê halên xerab çi bike? Mesela, Yehowa soz daye ku ewê şeran bi temamî biqedîne (Zebûr 46:8, 9 bixwîne). Wekî din, nexweşî wê êdî tune bin (Îşa. 33:24). Lê mirin? Yehowa wê mirinê ji kokê ve tune bike! (Îşa. 25:8) Feqîrî wê xelas be (Zeb. 72:12-16). Hemû halên xerab wê bên qedandin. Bi ser de, Yehowa wê ‘hewaya’ xerab a vê dinyayê ji holê rake, çimkî bandora xerab a Şeytan û cinên wî wê tune be (Ef. 2:2).
15. Piştî Harmegedonê, kîjan tişt wê êdî tune bin?
15 Gelo tu dikarî heyal bikî ku dinya bê şer, bê nexweşî û bê mirin wê çi qas xweş be? Carekê bifikire: Êdî leşker tune, tifing tune, bombe tune, nexweşxane tune, hekîm tune û mezel jî tune! Ji ber ku sûc û zordarî qediyan, polîs, sîstemên alarmê û belkî jî kilîd wê ne lazim bin! Di hiş û dilê me de êdî tirs û xem wê tune bin.
16, 17. a) Halê kesên ku di Harmegedonê de sax bimînin wê çi be? b) Gerek em çi bikin da ku em ji fermana vê dinyayê bifilitin?
16 Çaxa xerabî êdî tune be, jiyan wê çawa be? Îro carinan zor e ku em van tiştan heyal bikin. Hin mirovên ku li nêzikî kolaneke mezin dijîn êdî dengê trafîkê nabihîzin. An jî, kesên ku li ber çopgehê dijîn carinan êdî bêhna çopê hilnaynin. Mîna wan, dibe ku em jî hînî halên xerab bûne û êdî fehm nakin ku ew çi qas stres didin me. Lê gava ku em ji van tiştan bifilitin, emê bi rastî bibêjin “ox”!
17 Çi wê bê li cihê stresa îroyîn? Zebûr 37:11 dibêje ku emê “ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet”. Ma ev gotin teselî nadin dilê te? Belê, mexseda Yehowa ya ji bo me ev e. Ji ber vê yekê, di van rojên zor de çi ji destê te tê bike ku tu nêzikî Yehowa Xwedê û teşkîlata wî bimîni. Umîda xwe xurt bike, li ser wê kûr bifikire, wê her dem di hiş û dilê xwe de xwedî bike û vê mizgînê ji kesên din re jî bibêje (1. Tîm. 4:15, 16; 1. Ptr. 3:15). Eger tu wisa bikî, tuyê ji fermana li ser vê dinyayê bifilitî. Belê, tuyê heta bi hetayê di bextewariyê de bijî!
^ par. 1 Gelek sal berê, di hin girtîgehên Amerîkayê de adeteke wisa hebû.