Here Naverokê

Here naverokê

Riya Azadiya Rastîn

Riya Azadiya Rastîn

“Eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin” (YÛH. 8:36).

KILAM: 54, 36

1, 2. (a) Hinek di oxira azadiyê de çi dikin? (b) Netîceya van metodan bûye çi?

ÎRO gelek mirov behsa wekhevî, rizgarî û azadiyê dikin. Li gelek welatan, mirov dixwazin ji bindestî, kêmxistin û feqîriyê bifilitin. Gelek kes jî dixwazin azadiya fikir û îradeyê bi dest bixin. Xuya ye ku însanên li her derê dixwazin li gor dilê xwe hereket bikin û bijîn.

2 Di oxira azadiyê de, hinek protesto an şoreşan dikin. Gelo metodên wisa serkeftiyê tînin? Çi heyf e ku di netîceyê de, gelek kes canê xwe winda dikin. Belê, ev gotinên îlhamkirî yên Silêman Padîşah çi qas rast in: “Serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara wî ye” (Waiz 8:9).

3. Ji bo ku em bi rastî bextewar bin, gerek em çi bikin?

3 Şagirtê Îsa Aqûb nîşan da ku em çawa dikarin bi rastî bextewar bin. Wî wisa got: “Yê ku li Şerîeta bêkêmahî [an “qanûna bêqisûr”] ya ku azad dike, qenc dinêre û di wê de dimîne ... ewê di karê xwe de bextewar be” (Aqûb 1:25). Qanûna bêqisûr ji Yehowa tê. Ew rind dizane ku ji însanan re çi lazim e ku ew bi rastî bextewar bin. Loma wî her tişt dabû Adem û Hewayê ku ew bextewar bin. Bi ser de, Xwedê azadiya rastîn dabû wan.

ÇAXA MIROV BI RASTÎ AZAD BÛN

4. Azadiya Adem û Hewayê çawa bû? (Li resmê ewilî binêre.)

4 Beşên 1 û 2yan ên kitêba 1. Mûsa nîşan didin ku Adem û Hewa bi rastî azad bûn. Belê, ew ji feqirî, tirs û bindestiyê azad bûn. Ne lazim bû ku ew seba xwarin, îş, nexweşî an mirinê xeman bikişînin (1. Mû. 1:27-29; 2:8, 9, 15). Gelo ev tê maneya ku azadiya Adem û Hewayê bêsînor bû?

5. Ji bo ku mirov azad be, gelo sînor lazim in?

5 Îro gelek kes difikirin ku azadiya rastîn ev e ku mirov çi dixwaze bila bike û ne lazim e ku ew li ser netîceyan bifikire. Li gor The World Book Encyclopedia, azadî ev e ku mirov dikare “tercîhan bike û li gor van hereket bike”. Lê belê, “ji aliyê hiqûqî ve, eger civak sînorên neheq, nelazim an nemaqûl daneyne, wê çaxê mirov azad dibin”. Yanî, ji bo ku her kes feydeyên azadiyê bibîne, lazim e ku hin sînor bên danîn. Niha ev pirs tê meydanê: Heqê kê heye ku qerar bide ku kîjan sînor heq, lazim û maqûl in?

6. (a) Çima tenê Yehowa xwediyê azadiya bêsînor e? (b) Azadiya mirovan azadiyeke çawa ye? Çima?

6 Di warê azadiyê de, gerek em ji bîr nekin ku tenê Yehowa xwediyê azadiya bêsînor e. Çima? Çimkî Afirandêrê her tiştî û Serwerê kaînatê ew e (1. Tîm. 1:17; Pey. 4:11). Dawid Padîşah behsa vê mertebeya Yehowa ya bilind kiribû (1. Dîrokan 29:11, 12 bixwîne). Lê belê ji bo melek û însanan, sînorên azadiyê hene. Gerek ew qebûl bikin ku otorîteya herî bilind aîdî Yehowa Xwedê ye, û tenê ew dikare qerar bide ku sînorên heq, lazim û maqûl çi ne. Bi eslê xwe, Yehowa Xwedê di hemû tarîxê de sînorên wisa danîne.

7. Em ji hin mecbûriyetan çawa kêfê distînin?

7 Adem û Hewa her çi qas di gelek waran de azad bûn jî, sînorên wan hebûn. Hinek ji van sînoran ji bo wan heyatî bûn. Mesela, ew mecbûr bûn ku nefes bistînin, xwarinê bixwin û rakevin. Gelo van mecbûriyetan azadiya wan teng dikir? Helbet na! Yehowa wisa kir ku mirov ji tiştên mecbûr jî kêfê bistîne (Zeb. 104:14, 15; Waiz 3:12, 13). Ma kêfa me nayê gava em hewaya pak distînin, xwarineke xweş dixwin û piştî xeweke kûr radibin ser xwe? Gava em van mecbûriyetan pêk tînin, em aciz nabin, û Adem û Hewa jî ji van mecbûriyetan aciz nedibûn.

8. Xwedê çi emir dabû Adem û Hewayê, û çima?

8 Yehowa emir dabû Adem û Hewayê ku ew dinyayê bi zarokên xwe ve tije bikin û dinyayê bikin cenet (1. Mû. 1:28). Gelo vî emrî azadiya wan teng dikir? Helbet na! Bi saya vî emrî, wanê hemû dinya bikira cenet, û ewê tevî zarokên xwe heta bi hetayê tê de bijiyana (Îşa. 45:18). Îro, Yehowa zorê li însanan nade ku ew bizewicin û zarokan bînin dinyayê. Loma eger kesek azip an bêzarok bimîne, ev yek nayê maneya ku ew guhdariya emrê Xwedê nake. Dîsa jî, zewac carinan ne hêsan be jî, piraniya însanan dizewicin û zarokan tînin dinyayê (1. Kor. 7:36-38). Çima? Çimkî însan bi saya van tiştan bextewar dibin (Zeb. 127:3). Adem û Hewayê wê bikaribûya heta bi hetayê ji zewac û malbata xwe kêf bistenda.

AZADIYA RASTÎN ÇAWA WINDA BÛ

9. Emrê 1. Mûsa 2:17 çima heq, lazim û maqûl bû?

9 Yehowa emrekî din jî dabû Adem û Hewayê û ji wan re got ku eger ew guh nedin vî emrî, çi wê bê serê wan: “Ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Çimkî gava tu jê bixwî, bêguman tê bimirî” (1. Mû. [Destpêkirin] 2:17). Gelo ev emrê Xwedê neheq, nelazim an nemaqûl bû? Gelo vî emrî azadiya Adem û Hewayê teng dikir? Helbet na! Hin zanyarên Kitêba Pîroz dibêjin ku ev emir pir aqilmend bû. Mesela, zanyarek wisa şîrove dike: “Tenê Xwedê dizane ku çi qenc e ... û çi ne qenc e. Ji bo ku mirov ‘qenciyê’ bibîne, gerek ew xwe bispêre Xwedê û guh bide wî. Eger mirov guh nede, gerek ew xwe bi xwe qerar bide ku çi qenc e ... û çi ne qenc e.” Xuya ye ku mirovan nikaribû vî barê giran bi serkeftî hildin.

Tercîha Adem û Hewayê felaket anî! (Li paragrafên 9 heta 12an binêre)

10. Îradeya azad çima nayê maneya ku mirov dikare xwe bi xwe qerar bide ku çi qenc e û çi xerab e?

10 Hinek difikirin ku emrê Yehowa azadiya Adem teng dikir. Gelo ev rast e? Gerek em rind fehm bikin ku pêkanîna îradeya azad nayê maneya ku mirov dikare xwe bi xwe qerar bide ku çi qenc e û çi xerab e. Adem û Hewayê dikaribû bi îradeya azad guh bida an guh neda Xwedê. Lê belê heqê qerardayîna li ser vê ku çi qenc e û çi xerab e, tenê aîdî Yehowa ye. Li baxçeyê Adenê, “dara zanîna qencî û xerabiyê” ev heqê Xwedê temsîl dikir (1. Mû. 2:9). Belê, em carinan nizanin ku netîceya qerarên me wê baş be an xerab be. Gelek mirov bi dilekî pak qeraran didin, lê netîce dibe êş û jan (Mtl. 14:12). Belê, qeweta însan nagihîje her tiştî. Bi saya emre Yehowa, Adem û Hewayê wê bielimiyana ku azadiya rastîn gerek çawa bê xebitandin. Gelo wan çi kir?

11, 12. Tercîha Adem û Hewayê çima xerab bû?

11 Çi heyf e ku Adem û Hewayê guh neda Xwedê. Sozê Îblîs ku “çavên we [wê] vebin, hûnê bibin wek Xwedê û bi qencî û xerabiyê bizanin” ji Hewayê re bi zêdeyî xweş hat (1. Mû. 3:5). Gelo tercîha Adem û Hewayê azadiya wan zêde kir? Na! Gotinên Îblîs derew derketin. Pir wext derbas nebû ku wan fehm kir ku netîceya redkirina rêberiya Xwedê felaket e (1. Mû. 3:16-19). Çima? Çimkî Yehowa azadî neda însanan ku ew xwe bi xwe qerar bidin ku çi qenc e û çi xerab e (Methelokên Silêman 20:24; Yêremya 10:23 bixwîne).

12 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Ji bo ku teyare bigihîje cihekî, lazim e ku pîlot li ser riya nîşankirî bimîne. Bi saya cîhazên navîgasyonê û alîkariya rêberên teyaran, pîlot dikare bigihîje hedefê. Lê belê eger pîlot li gor vê rêberiyê hereket neke û riyeke li gor dilê xwe hilbijêre, dibe ku qeza çêbe. Mîna vî pîlotî, Adem û Hewayê xwest li gor dilê xwe hereket bikin. Wan rêberiya Xwedê red kir. Di netîceyê de, wan “qeza” kir – yanî wan guneh û mirin anîn li ser xwe û li ser zarokên xwe (Rom. 5:12). Belê, ji ber ku wan xwest xwe bi xwe qerar bidin ku çi qenc e û çi xerab e, wan azadiya rastîn winda kir.

EM ÇAWA DIKARIN AZADIYA RASTÎN BISTÎNIN?

13, 14. Em çawa dikarin azadiya rastîn bistînin?

13 Hinek difikirin ku azadiya bêsînor tiştekî baş e. Gelo ev fikir rast e? Eger di dinyayê de qet sînor nebûya, halê dinyayê wê kaos bûya! Li gor The World Book Encyclopedia, qanûnên civakê hem azadiya mirovan diparêzin hem jî sînoran datînin. Lê belê qanûnên vê dinyayê pir tevlihev in. Bi hezaran qanûn hene, û carinan avuqat û hakim jî nikarin vana rind şîrove bikin û bi kar bînin.

14 Îsa Mesîh got ku em çawa dikarin bi rastî azad bin: “Eger hûn di peyva min de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in. Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike” (Yûh. 8:31, 32). Li gor vê ayetê, ji bo ku em azadiya rastîn bistînin, gerek em du tiştan bikin: A yekê, gerek em gotinên wî qebûl bikin. A diduyan jî, gerek em bibin şagirtên wî. Eger em wisa bikin, emê bigihîjin azadiya rastîn. Emê ji çi azad bibin? Îsa wisa got: “Her kesê ku gunehan dike, ew xulamê guneh e. ... Eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin” (Yûh. 8:34, 36).

15. Azadiya ku Îsa pêşkêş kiriye çawa dikare me “bi rastî” azad bike?

15 Xuya ye ku azadiya ku Îsa pêşkêşî şagirtên xwe kiriye ji azadiya civakî û siyasî pir û pir bilindtir e. Gava Îsa got, “Eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin”, wî behsa azadiya ji bindestiya guneh kir. Ev bindestî, bi rastî jî bindestiya herî xerab e. Seba guneh, em carinan xerabiyê dikin û carinan jî nikarin tiştên rast bikin. Loma em ‘xulamên guneh’ in, û netîceya guneh kul û derd, xemgînî û mirin e (Rom. 6:23). Pawlosê şandî ev êş û jan rind dizanibû (Romayî 7:21-25 bixwîne). Ji bo ku em bigihîjin azadiya rastîn, a ku Adem û Hewayê winda kiriye, gerek em ji zincîrên guneh bifilitin.

16. Em çawa dikarin bi rastî azad bibin?

16 Gotina Îsa ku “eger hûn di peyva min de bimînin” nîşan dide ku eger em dixwazin ku Îsa me azad bike, gerek em bala xwe bidin hin qanûn û sînoran. Şagirtên Îsa “xwe înkar” dikin û li gor qanûn û sînorên ku Îsa danîne, dijîn (Met. 16:24). Wexta ku em feydeyên fîdyeyê bi temamî bistînin, emê bi rastî azad bibin!

17. (a) Em çawa dikarin bi rastî bextewar bibin? (b) Li meqaleya bê, emê li ser çi şêwir bikin?

17 Eger em bibin şagirtên Îsa û li gor gotinên wî bijîn, emê bi rastî bextewar bibin. Wek Îsa soz daye, emê rojekê ji bindestiya guneh û mirinê bi temamî xelas bibin (Romayî 8:1, 2, 20, 21 bixwîne). Li meqaleya bê, emê bibînin ku gerek em azadiya xwe çawa bi kar bînin da ku em heta bi hetayê rûmetê bidin Yehowa, Xwedayê azadiya rastîn.