Here Naverokê

Here naverokê

Ciwanno, Armancên We Çi ne?

Ciwanno, Armancên We Çi ne?

“Karên ku tuyê bikî, emanetî XUDAN bike û wê çaxê dê pêşniyarên te bibin” (MTL. 16:3).

KILAM: 135, 144

1-3. (a) Halê ciwanan dişibe halê kê? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Ji bo ku ciwan serkeftî bibin, gerek ew çi bikin?

BIFIKIRE ku tuyê herî bajarekî dûr. Gerek tu li otobusê siwar bibî. Lê belê, li îstasyonê gelek mirov û otobus hene, û seba vê tu aciz dibî. Dîsa jî, armanca te li ber çavê te ye: Lazim e ku tu otobusa rast bibînî, çimkî otobusên din diçin bajarên din.

2 Ciwanên îroyîn mîna mirovên li îstasyonê ne. Li ber wan, riya jiyanê heye. Carinan dibe ku ew nizanin ku gerek ew ku ve herin. Ciwanno, wê baş be ku hûn rind zanibin ku hûn dixwazin bigihîjin ku derê. Lê belê armanca herî baş kîjan e?

3 Ev meqale cewaba van pirsan dide û cesaretê dide we ku hûn di jiyana xwe de bala xwe bidin daxwaza Yehowa. Maneya vê ev e ku hûn di her tiştî de – yanî di warên xwendin, îş û malbatê de – li gor şîreta Yehowa hereket bikin. Wekî din, xîret lazim e ku hûn bigihîjin armancên xwe yên ruhî. Eger hûn bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin, Yehowa wê bereketan bide we û alî we bike ku hûn serkeftî bibin (Methelokên Silêman 16:3 bixwîne).

GEREK HÛN ÇIMA BALA XWE BIDIN ARMANCÊN RUHÎ?

4. Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin?

4 Ciwanno, wê baş be ku hûn ji xwe re armancên ruhî hilbijêrin. Çima? Niha emê li ser sê sebeban şêwir bikin. Sebeba yekê û sebeba didûyan wê alî we bikin ku hûn fehm bikin ku armancên ruhî çawa dikarin dostiya we bi Yehowa re xurttir bikin. Sebeba sisêyan jî wê rêyî we bide ku ji bo hilbijartina armancên ruhî, wê baş be ku hûn dereng nemînin.

5. Gerek hûn çima bikevin li pey armancên ruhî?

5 Wê çima baş be ku hûn bikevin li pey armancên ruhî? Sebeba herî muhîm ev e ku hûn ji bo hezkirina Yehowa û ji bo nîmetên wî şikurdar in. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ya Xudan, ji te re spaskirin ... çi xweş e! Çimkî ya Xudan, te bi karê xwe ez şa kirim, li ber karên destê te, ez bi şahî lavijan dibêjim” (Zeb. 92:1-4). Jiyana we, baweriya we, Kitêba Pîroz, civat û hêviya jiyana herheyî – nîmetên ku we ji Yehowa stendine bi rastî jî pir in! Loma eger hûn ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin meseleyên ruhî, hûn bi vî awayî dikarin nîşan bidin ku hûn ji Yehowa re çi qas şikurdar in. Wekî din, armancên ruhî wê alî we bikin ku hûn nêziktirî Yehowa bibin.

6. (a) Armancên ruhî wê li ser dostiya we bi Yehowa re çawa tesîr bikin? (b) Gava zarok hê biçûk in, ew dikarin kîjan armancan hilbijêrin?

6 Sebeba diduyan ev e ku gava hûn xîret dikin ku bigihîjin armancên ruhî, hûnê li ber Yehowa bibin xwediyê xezîneyên ruhî. Bi saya vê, hûnê hê jî nêziktirî Yehowa bibin. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê wê keda we qet ji bîr neke (Îbr. 6:10). Zarokên biçûk jî dikarin ji xwe re armancan hilbijêrin. Mesela, gava Christine 10 salî bû, wê ji xwe re kiribû armanc ku serpêhatiyên Şahidên dilsoz her tim bixwîne. Wexta ku Toby 12 salî bû, wî qerar dabû ku heta roja binavbûnê, ewê temamiya Kitêba Pîroz bixwîne. Gava Maxim û xwişka wî Noemi hatin bin av kirin, Maxim 11 salî bû, û Noemi jî 10 salî bû. Paşê, van zarokan ji xwe re kiribû armanc ku ew rojekê li Beytelê xizmet bikin. Ji bo ku ew bala xwe bidin vê armancê, wan forma xizmeta Beytelê li ser dîwarê odeya xwe darde kir. Gelo armanca we heye? Wê baş be ku hûn jî armancên xwe hilbijêrin û hêdî hêdî bikevin li pey van armancan (Filîpî 1:10, 11 bixwîne).

7, 8. (a) Ji bo ku ciwan karibin qerarên rast bidin, wê çima baş be ku armancên wan hebin? (b) Xwişkeke ciwan çima neçû zanîngehê?

7 Sebeba sisêyan çi ye? Lazim e ku ciwan di warên xwendin û xebatê de û di gelek warên din de qeraran bidin. Eger hûn rind dizanin ku hûn dixwazin herin ku derê, hûnê karibin riya rast hilbijêrin. Mîna vê, eger hûn dizanin ku armancên we çi ne, hûnê karibin qerarên rast bidin. Methelokên Silêman 21:5 wisa dibêje: “Ramanên [an “planên”] yê jîr dibe bereketê.” Hûn armancên baş çi qas zû hilbijêrin, hûnê ew qas zû serkeftî bibin! Serpêhatiya Damarisê nîşan dide ku ev yek çi qas muhîm e.

8 Damarisê mekteba xwe bi dereceyeke pir baş xelas kir. Loma wê bikaribûya bêpere biçûya mekteba hiqûqê. Lê belê li şûna ku ew here zanîngehê, Damarisê li bankayekê dest bi îşekî kir. Çima? Wê wisa got: “Gava ez hê biçûk bûm, min ji xwe re armanc danîbû ku ez bibim pêşeng. Ji bo vê, lazim bû ku ez ji xwe re îşekî nîvrojî bibînim. Bi saya dîplomaya hiqûqê, minê bikaribûya pir pere qezenc bikira, lê belê wê pir zor bûya ku min ji xwe re îşekî nîvrojî bidîta.” Niha 20 sal e ku Damaris pêşengiyê dike. Ew der heqê armanc û qerarê xwe de çi difikire? “Li bankayê, ez her tim rastî avuqatan têm. Eger min hiqûq bixwenda, minê jî ev îş bikira. Lê belê gelek ji wan ji îşê xwe aciz dibin. Bi saya xizmeta pêşengiyê, ez neketime halê wan, lê ez bi gelek salan ji xizmeta Yehowa kêfê distînim.”

9. Ciwanên me çima hêjayî pesnan in?

9 Li seranserê dinyayê, bi hezaran ciwan ji Yehowa re weqf bûne û bala xwe didin armancên ruhî. Ew bi rastî jî hêjayî pesnan in! Ew hem ji jiyana xwe kêfê distînin hem jî di her tiştî de dikevin li pey rêberiya Yehowa. Li warên xwendin, îş û malbatê û li warên din, ew guhdariya van gotinên Silêman dikin: “Bi hemûya dilê xwe, bi XUDAN ve ewle bibe. ... Di her karê ku tu dikî de, wî nas bike û ew[ê] jî rêya te derxe rastiyê” (Mtl. 3:5, 6). Belê, Yehowa qîmetê dide ciwanên ku ji wî re xizmet dikin. Ew ji wan pir hez dike û sitar, rêberî û bereketê dide wan.

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

10. (a) Xizmet çima pir muhîm e? (b) Em çawa dikarin rastiya Kitêba Pîroz hê zelaltir xuyanî bikin?

10 Eger em dixwazin ku Yehowa ji me razî be, gerek em bala xwe bidin xizmetê. Îsa Mesîh gotibû ku “divê pêşî Mizgînî ji hemû miletan re bê dayîn” (Mar. 13:10). Xuya ye ku belavkirina mizgînê îşekî pir muhîm e. Gelo tu dikarî zêdetir derkevî xizmetê an bibî pêşeng? Eger tu ji belavkirina mizgînê pir kêfê nastînî, tu dikarî çi bikî? Wekî din, tu çawa dikarî rastiya Kitêba Pîroz hê zelaltir xuyanî bikî? Gerek tu du gavên muhîm bavêjî: A yekê, xwe rind hazir bike, û ya diduyan, qet dev ji belavkirina mizgînê bernede. Tuyê bibînî ku ev îş bi rastî jî pir kêfê dide!

Tu çawa dikarî xwe ji bo xizmetê hazir bikî? (Li paragrafên 11 û 12an binêre)

11, 12. (a) Ciwan çawa dikarin xwe hazir bikin ku behsa Yehowa bikin? (b) Luca li mektebê çawa behsa Yehowa kir?

11 Serê pêşîn, tu dikarî ji bo pirsên hevaldersên xwe cewaban hazir bikî. Mesela, dibe ku ew ji te wisa bipirsin: “Tu ji ku dizanî ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?” Bi alîkariya weşanên li ser malpera jw.org, tu dikarî cewaba vê pirsê bibînî. Mesela, here WEŞAN > KITÊB & BROŞÛR. Li wê derê, kitêba Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? veke. Ayetên li dawiya beşa 2yan wê alî te bikin ku tu karibî cewabên baş bidî hevaldersên xwe (1. Petrûs 3:15 bixwîne).

12 Malpera jw.org rêyî hevaldersên xwe bide. Birayê me Luca wisa kir. Luca dît ku kitêbeke mektebê der heqê Şahidên Yehowa de tiştên nerast dibêje. Loma Luca cesareta xwe top kir û ji mamoste îzin xwest ji bo ku ew van fikrên şaş serrast bike, û mamoste jî îzin da wî. Luca hem behsa baweriya xwe kir hem jî malpera jw.org ji hemû sinifê re nîşan da. Mamoste ji xwendekaran xwest ku ew li malê li anîmasyona Beat a Bully Without Using Your Fists (Bê Zordarî ji Heqê Zordaran Derkeve) temaşe bikin. Luca pir kêfxweş bû ku fersend ketibû destê wî ku behsa Yehowa bike.

13. Eger tengahî derkevin jî, gerek em çima dev ji armancên xwe bernedin?

13 Eger carinan tengahî derkevin jî, cesareta xwe winda neke û her tim bala xwe bide armancên xwe (2. Tîm. 4:2). Xwişka me Katharinayê wisa kir. Gava ew 17 salî bû, wê ji xwe re danîbû armanc ku ji hemû hevalkarên xwe re behsa mizgînê bike. Yek ji hevalkarên wê çend caran lê heqaret kir, lê Katharînayê dîsa jî dev ji armanca xwe berneda. Bi saya hal û hereketên wê, hevalkarekî wê yê bi navê Hans dest bi xwendina weşanên me kir, Kitêba Pîroz lêkolîn kir û hat bin av kirin. Katharinayê mala xwe bar kiribû û nizanibû ku çi qewimî. Lê belê 13 sal bi şûn de, gava ew tevî malbata xwe çû Salona Îbadetê, gotarvan, Hans bû! Katharina pir dilşad bû ku wê dev ji armanca xwe bernedabû û mizgîn dabû hevalkarên xwe!

ARMANCÊN XWE JI BÎR NEKE

14, 15. (a) Gerek ciwan çi ji bîr nekin? (b) Ciwan çawa dikarin xwe ji bandora derdorê biparêzin?

14 Belê, wê baş be ku tu di hemû emrê xwe de bala xwe bidî xizmeta Yehowa. Ji bo vê, lazim e ku tu bikevî li pey armancên ruhî. Bi îhtimaleke mezin, ciwanên din bala xwe bi zêdeyî didin kêf û şahiyê, û dibe ku ew gazî te bikin ku tu jî bikevî li ber bayê wan. Zû dereng wê lazim bibe ku tu ji wan re bibêjî ku riya te cuda ye. Seba bandora derdorê armancên xwe ji bîr neke! Mîsala otobusê dîsa bîne ber çavê xwe: Gelo tuyê li otobuseke nerast siwar bibî tenê ji ber ku mirovên li wê otobusê kêf û şahiyê dikin? Helbet na!

15 Da ku tu nekevî li ber bayê derdorê, wê baş be ku tu ji tiştên ku dikarin te biceribînin, dûr bisekinî (Mtl. 22:3). Wekî din, bîne bîra xwe ku netîceya guneh çi qas xerab e (Gal. 6:7). Ji xeynî vê, bi dilnizmî qebûl bike ku tu hewceyî şîretan î. Guh bide dê û bavê xwe û xwişk û birayên bitecrûbe (1. Petrûs 5:5, 6 bixwîne).

16. Serpêhatiya Christoph çawa nîşan dide ku dilnizmî pir muhîm e?

16 Bi saya dilnizmiyê, birayê me Christoph şîreteke baş qebûl kir. Piştî ku Christoph hatibû bin av kirin, wî dest bi fîtnesê kir. Li wê derê, ciwanên din dixwest ku Christoph tevî wan bikeve komeleyeke sporê. Christoph ji kalekî civatê re behsa vê meseleyê kir, û vî kalî jî bala wî kişand li ser hin talûkeyan. Mesela, wî got ku li cihên wisa, dibe ku mirov li bin bandora ruhê reqabetê bimîne. Lê belê Christoph dîsa jî ket wê komeleyê. Bi zeman re, wî dît ku ev spor bi şidetê tije ye û pir bitalûke ye. Ew dîsa çû ba çend kalên civatê, û wan gişt ji Kitêba Pîroz şîret dan wî. Îcar Christoph fehm kir ku şîretên kalan bi eslê xwe ji Yehowa tên, û wî guh da wan. Gelo tuyê jî şîretên baş bi dilnizmî qebûl bikî?

17, 18. (a) Yehowa dixwaze ku ciwan çi bikin? (b) Gelek kes seba çi poşman in? Gerek ciwan çi bikin ku ew nekevin vî halî?

17 “Ya zilamê [an keça] ciwan, di ciwantiya xwe de şa bibe û di rojên ciwaniya xwe de bila dilê te, te kêfxweş bike” (Waiz 11:9). Belê, Yehowa dixwaze ku dilê ciwanan kêfxweş bibe. Vê meqaleyê nîşan daye ku ji bo vê, gerek tu bala xwe bidî armancên ruhî û di hemû planên xwe de daxwaza Yehowa bikî hesabê. Tu vê yekê çi qas zû bikî, tuyê rêberî, sitar û bereketa Yehowa ew qas zû bistînî. Li ser şîretên baş ên Kitêba Pîroz bifikire û “di rojên ciwaniya xwe de” Yehowa di bîra xwe de bîne (Waiz 12:1).

18 Ciwantî zû xelas dibe. Paşê, gelek kes poşman dibin ku ew di ciwantiya xwe de ketibûn li pey armancên şaş an jî ji xwe re qet armanc nedanîbûn. Lê belê ciwanên ku niha bala xwe didin armancên ruhî wê her tim seba tercîhên xwe dilşad bibin. Mesela, serpêhatiya Mirjanayê bîne ber çavê xwe. Gava Mirjana ciwan bû, ew sporvaneke pir serkeftî bû. Lê belê li şûna ku ew here Lîstikên Olîmpîk ên Zivistanê, ew bû pêşeng. Zêdetirî 30 sal piştî vê, Mirjana hê tevî zilamê xwe xizmeta tamrojî dike. Mirjana wisa dibêje: “Şan û şohret û mal û milk bi zeman re winda dibin. Armancên wisa pûç in. Lê belê armancên herî xweş ev in ku mirov ji Xwedê re xizmetê bike û ji aliyê ruhî ve alîkariya kesên din bike.”

19. Wê çima baş be ku ciwan bikevin li pey armancên ruhî?

19 Ciwanno! Hûn bi rastî jî hêjayî pesnan in ji ber ku hûn li hemberî tengahiyan ji Yehowa re xizmet dikin. Ji bo vê, hûn dikevin li pey armancên ruhî û ji her tiştî zêdetir bala xwe didin îşê belavkirina mizgînê. Wekî din, hûn nakevin li ber bayê vê dinyayê. Xîreta we pir biqîmet e. Xwişk û birayên din jî dixwazin alî we bikin. Loma “Karên ku tuyê bikî, emanetî XUDAN bike û wê çaxê dê pêşniyarên te bibin”.