Here Naverokê

Here naverokê

“Hê Zêdetir Cesaretê Bidin Hevdû”

“Hê Zêdetir Cesaretê Bidin Hevdû”

“Hay ji hev hebin ... çawa ku hûn dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû” (ÎBR. 10:24, 25).

KILAM: 90, 87

1. Pawlos ji şagirtên Îsa re çima got ku gerek ew “hê zêdetir” cesaretê bidin hevdû?

GEREK em çima hê zêdetir cesaretê bidin hevdû? Pawlos wisa got: “Em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin. Wek ku hinekan ji xwe re kiriye adet, em dev ji civînên xwe bernedin, lê çawa ku hûn dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû” (Îbr. 10:24, 25). Pênc sal piştî vê, şagirtên Îsa, yên ku li bajarê Orşelîmê dijiyan, nêzikî “Roja Xudan” bûn. Gava wan dît ku nîşana ku Îsa dabû wan, hat cih, ew ji Orşelîmê reviyan ku bifilitin (Kar. 2:19, 20; Lûqa 21:20-22). Li sala 70yî a P.M., roja Yehowa hat. Bi destê ordiya Romayê, Yehowa fermana xwe anî ser Orşelîmê.

2. Îro çima lazim e ku em zêdetir cesaretê bidin hevdû?

2 Îro gelek îsbat hene ku em êdî nêzikî roja Yehowa ya “mezin û zehf tirsehêz” in (Yow. 2:11). Tsêfanya pêxember wisa got: “Roja mezin ya XUDAN nêz e, nêz e û zehf bilezî tê” (Tsf. 1:14). Ev pêxembertî ji bo me jî muhîm e. Ji ber ku roja Yehowa nêzik e, Pawlos ji me re dibêje ku gerek “em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin” (Îbr. 10:24). Loma gerek em bi xwişk û birayên xwe re zêdetir eleqedar bibin û cesaretê bidin wan.

KÎ HEWCEYÎ CESARET Û TEŞWÎQÊ NE?

3. Pawlos der heqê cesaretdayînê de çi got? (Li resmê ewilî binêre.)

3 “Dilê bi xem mirov dixîne, lê belê gotina xweş kêfxweş dike” (Mtl. 12:25). Car caran em gişt hewceyî cesaret û teşwîqê ne, ne wisa ye? Pawlos got ku kesên ku cesaretê didin kesên din bi xwe jî hewceyî teşwîqê ne. Wî wisa nivîsî: “Çimkî ez pirr dixwazim we bibînim, da ku ez diyariyeke ruhanî bidim we ku hûn qayîm bibin, yanî em bi hev re, hûn bi baweriya min û ez bi baweriya we, em bên handan” (Rom. 1:11, 12). Belê, Pawlos bi rastî jî pir cesaret dida kesên din, lê carinan ew jî hewceyî teşwîqê dibû (Romayî 15:30-32 bixwîne).

4, 5. Wê baş be ku em cesaretê bidin kê?

4 Îro, wê baş be ku em cesaretê bidin xwişk û birayên xwe, yên ku bi xîret ji Yehowa re xizmet dikin. Pêşeng, nazirên herêmî û pîrekên wan, mizgînvanên wezîfedar, endamên Beytelê û endamên ofîsên wergerandinê pir fedakariyê dikin ku ji bo vê xizmeta pîroz zêdetir wext çêbe. Loma gerek em wan teşwîq bikin. Wekî din, hin xwişk û bira ji xizmeta pêşengiyê pir hez dikin, lê belê sihet an emrê wan êdî îzin nade ku ew pêşengiyê bikin. Wê baş be ku em kesên wisa jî teşwîq bikin û cesaretê bidin wan.

5 Kitêba Pîroz dibêje ku gerek kesên azip tenê bi kesekî ku ‘bi Xudan ve girêdayî ye’, bizewicin. Ji xwişk û birayên wisa re teşwîq lazim e (1. Kor. 7:39). Wekî din, jinên jîr û jêhatî jî şa dibin gava zilamên wan pesnê wan didin (Mtl. 31:28, 31). Ji xeynî vê, şagirtên Îsa, yên ku seba zilm an nexweşiyê di tengahiyê de ne, hewceyî teşwîqê ne (2. Sel. 1:3-5). Yehowa û Îsa her tim teseliyê didin xwişk û birayên wisa (2. Selanîkî 2:16, 17 bixwîne).

KALÊN CIVATÊ CESARETÊ DIDIN XWIŞK Û BIRAYAN

6. Li gor Îşaya 32:1, 2 kalên civatê çi dikin?

6 Îşaya 32:1, 2 bixwîne. Îro, Îsa Mesîh bi destê birayên xwe yên meshkirî û ‘serokên’ alîkar ên ji miyên din, cesaret û rêberiyê dide kesên dilşikestî û bêzar. Kitêba Pîroz der heqê kalên civatê de wisa dibêje: “Em naxwazin ku bibin serwerê baweriya we; lê belê em alîkarên kêfxweşiya we ne” (2. Kor. 1:24, KP).

7, 8. Kalên civatê çawa dikarin cesaret û teseliyê bidin xwişk û birayan?

7 Pawlosê şandî ji bo me nimûneyeke pir baş e. Wexta ku xwişk û birayên li Selanîkê zilm didît, Pawlos ji wan re wisa nivîsî: “Em bi hezkirineke wisa bi we ve hatibûn girêdan ku êdî me dixwest em ne bi tenê Mizgîniya Xwedê bidin we, lê jiyana xwe jî bi we re leva bikin, çimkî hûn bûbûn hezkiriyên me” (1. Sel. 2:8).

8 Kalên civatê dikarin bi peyvên xwe teşwîq û cesaretê bidin xwişk û birayan. Gelo ev bes e? Na! Pawlos ji kalên civata Efesê re wisa nivîsî: “Min di her tiştî de nîşanî we da, ku divê em bi vî awayî gelek bixebitin û alîkariya lewazan bikin û peyvên Xudan Îsa bînin bîra xwe; wî bi xwe digot: ‘Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e’” (Kar 20:35). Ji xeynî vê ku ew cesaretê bide xwişk û birayan, Pawlos hazir bû ku “malê xwe jî, xwe jî” xerc bike (2. Kor. 12:15, KP). Loma lazim e ku kalên civatê ne tenê bi peyvên xwe, lê bi kirinên xwe jî cesaret û teseliyê bidin xwişk û birayan û bi wan re eleqedar bibin (1. Kor. 14:3).

9. Kalên civatê çawa dikarin bi dilgermî şîretan bidin?

9 Carinan lazim dibe ku kalên civatê şîretan bidin xwişk û birayan. Kitêba Pîroz nîşan dide ku ew çawa dikarin vê yekê bi dilgermî bikin. Piştî ku Îsa ji miriyan rabû û çû ezmanan, wî ji aliyê şîretdayînê ve nimûneyeke pir baş hişt. Lazim bû ku ew şîretên cidî bide civatên Efes, Smîrna û Tiyatîrayê. Lê berî ku wî şîret da wan, wî pesnê wan da ji bo karên wan ên baş (Pey. 2:1-5, 12, 13, 18, 19). Îsa ji civata Lawdikyayê re wisa got: “Ez dengê xwe li hemûyên ku ez ji wan hez dikim hildidim û wan edeb dikim. Loma bi xîret be û tobe bike!” (Pey. 3:19). Gava kalên civatê şîretan didin, wê baş be ku ew vê yekê wek Îsa bikin.

MESÛLIYETA CESARETDAYINÊ AÎDÎ HER KESÎ YE

Dê û bavno, gelo hûn zarokên xwe perwerde dikin ji bo ku ew cesaretê bidin kesên din? (Li paragrafa 10an binêre)

10. Em çawa dikarin cesaretê bidin hevdû?

10 Mesûliyeta cesaretdayînê ne tenê aîdî kalên civatê ye. Pawlos ji hemû şagirtên Îsa re got ku gerek ew kesên din bi peyvên xwe teşwîq bikin (Ef. 4:29). Ji bo ku em karibin alî kesên din bikin, gerek em bala xwe bidin hewcedariyên wan. Pawlos wisa got: “Destên xwê yên daketî û çokên xwe yên bêtaqet bişidînin, ji bo lingên xwe riyên rast çêkin, da ku tiştê kulek ji movikê dernekeve, lê belê sax bibe” (Îbr. 12:12, 13). Belê, di civatê de her kes – xwişk û bira, ciwan û extiyar – dikare cesaretê bide hevdû.

11. Gava Martha di depresyonê de bû, kê alî wê kir? Çawa?

11 Xwişka me Martha *, ya ku ketibû depresyonê, wisa dibêje: “Rojekê, min dua kir ku Yehowa cesaretê bide min. Wê demê ez rastî xwişkeke extiyar hatim. Ew pir dilgerm û dilşewat bû. Wê behsa tengahiyên xwe kir, ên ku berê hatibûn serê wê. Bi saya gotinên wê, min fehm kir ku ez ne tenê me.” Dibe ku ew xwişka extiyar qet tê dernexist ku peyvên wê çi qas alîkariya Marthayê kir.

12, 13. Em çawa dikarin şîreta li Filîpî 2:1-4 pêk bînin?

12 Pawlos ji civata Filîpyayê re wisa got: “Eger cesaretdaneke bi Mesîh, handaneke ji hezkirinê, hevpariyeke we bi Ruh, hezkirineke ji dil û dilovaniyek heye, şahiya min temam bikin. Bila fikra we yek be, eynî hezkirina we hebe, fikra we û dilê we yek be. Tu tiştî bi hevrikiyê an bi pesindana pûç nekin. Lê bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire. Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre” (Flp. 2:1-4).

13 Belê, gerek em gişt bi xwişk û birayên xwe re eleqedar bibin, wan bi hezkirinê teselî bikin û bi dilovanî cesaretê bin wan.

KANIYÊN TEŞWÎQÊ

14. Çi dikare me teşwîq bike?

14 Gava em alî mirovan dikin û paşê dibihîzin ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve çûne, em pir şa dibin û teşwîqê distînin. Yûhennayê şandî wisa got: “Ji bo min, ji vê yeka ku ez dibihîzim zarokên min di rastiyê de rêve diçin, şahiyeke mezintir tune” (3. Yûh. 4). Gelek pêşeng pir teşwîq dibin gava ew dibihîzin ku xwendekarên wan li ser riya rastiyê mane an jî bûne pêşeng. Loma, ji bo ku em cesaretê bidin pêşengekî, yê ku cesareta xwe winda kiriye, em dikarin serkeftinên wî yên berê bînin bîra wî.

15. Em çawa dikarin kesên ku bi dilsozî xizmet dikin, teşwîq bikin?

15 Gelek nazirên herêmî û pîrekên wan jî pir teşwîq dibin gava xwişk û bira ji bo ziyareta wan spas dikin. Kalên civatê, mizgînvanên wezîfedar, pêşeng û endamên malbata Beytelê jî şa dibin gava em pesnê wan didin ji ber ku ew bi dilsozî xizmet dikin.

EM GIŞT ÇAWA DIKARIN BIBIN KANIYÊN CESARETÊ?

16. Em çawa dikarin cesaretê bidin hevdû?

16 Eger ji te re zor bê ku tu fikrên xwe bînî zimên, tu dikarî çi bikî? Gava tu xwişk û birayan dibînî, bi dilgermî silavan bide wan. Eger ew xemgîn xuya dibin, tuyê fehm bikî ku derdên wan hene. Paşê, tu dikarî guh bidî wan û bi vî awayî cesaretê bidî wan (Aqûb 1:19).

17. Birayekî ciwan çawa alîkarî stend?

17 Birayekî ciwan ê bi navê Jean, gelek dilşikestî bû gava bavê wî – ku berê kalê civatê bû – û hin merivên wî yên din ji riya rastiyê derketin. Nazirê herêmî ew bir cihekî ku qehwe vexwin û sohbet bikin. Jean fehm kir ku ew ancax bi dilsoziya xwe ya ji Yehowa re dikare alî merivên xwe bike ku ew vegerin ba Yehowa. Xwendina Zebûr 46, Tsêfanya 3:17 û Marqos 10:29, 30 jî dilê wî rihet kir.

Em gişt dikarin cesaretê bidin hevdû (Li paragrafa 18an binêre)

18. (a) Silêman Padîşah der heqê cesaretdayînê de çi got? (b) Pawlosê şandî çi şîret da?

18 Serpêhatiyên Jean û Marthayê nîşan didin ku her kes dikare teşwîq û cesarete bide yên ku hewceyî teseliyê ne. Silêman Padîşah wisa got: “Gotina ku di cîhê xwe de tê gotin, çiqas xweşik e! Çavên ku dikenin dil kêfxweş dikin; xebera qenc bedenê berfireh dike” (Mtl. 15:23, 30). Ji xeynî vê, meqaleyên ji Birca Çavdêriyê an ji malpera me dikarin ji kesên dilşikestî re bibin derman. Wekî din, kilamên pesndayînê jî dikarin cesaretê bidin. Pawlos wisa got: “Bi hemû şehrezayiyê hevdû hîn bikin, şîretan li hev bikin; bi gotina Zebûran, lavije û stranên ruhanî, di dilê xwe de bi şikirdarî ji Xwedê re bistrînin” (Kol. 3:16; Kar. 16:25).

19. Îro çima muhîm e ku em cesaretê bidin hevdû?

19 Ji ber ku roja Yehowa her ku diçe “nêzîk dibe”, pir muhîm e ku em cesaretê bidin hevdû (Îbr. 10:25). Loma Pawlos wisa got: “Wek ku hûn niha dikin, di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. Sel. 5:11).

^ par. 11 Navên li vê meqaleyê hatine guherandin.