Here Naverokê

Here naverokê

Ji Xwedayê Azadiyê re Xizmet Bike

Ji Xwedayê Azadiyê re Xizmet Bike

“Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê azadî heye” (2. KOR. 3:17).

KILAM: 49, 73

1, 2. (a) Mirovên li Împeratoriya Romayê çima der heqê koletî û azadiyê de pir difikirîn? (b) Li gor gotinên Pawlos, azadiya rastîn ji kê tê?

ŞAGIRTÊN Îsa yên pêşîn li Împeratoriya Romayê dijiyan. Welatiyên Romayê bi qanûn, edalet û azadiya xwe pir serbilind bûn. Lê belê, qudret û îhtişama Împeratoriya Romayê bi xwîna koleyan hatibû ava kirin. Di demekê de, yek ji her sisê mirovan kole bû. Xelk û şagirtên Îsa bêguman der heqê koletî û azadiyê de pir difikirîn.

2 Nameyên Pawlosê şandî pir caran behsa azadiyê dikin. Dîsa jî, Pawlos nedixwest reformên civakî an siyasî pêk bîne. Li şûna vê, Pawlos û hevalên wî pir xîret dikir ku bala mirovan bikişîne li ser mizgîna Padîşahiya Xwedê û qîmeta mezin a fîdyeya Îsa Mesîh. Pawlos nîşan da ku azadiya rastîn ji kê tê. Mesela, li nameya diduyan a ku wî şand civata Korîntê, wî bi aşkerahî wisa got: “Xudan Ruh e û Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê azadî heye” (2. Kor. 3:17).

3, 4. (a) Li ayetên berî 2. Korîntî 3:17, Pawlos behsa çi kir? (b) Ji bo ku em azadiya Yehowa bistînin, gerek em çi bikin?

3 Li destpêka nameya xwe ji Korîntiyan re, Pawlos behsa serpêhatiyeke Mûsa kir. Piştî ku melekê Yehowa li ser çiyayê Sînayê ji Mûsa re xuya bû, rûyê wî dibiriqî. Wexta ku milet ruyê Mûsa dît, tirs ket dilê wan, û Mûsa rûyê xwe bi xêliyekê nixumand (2. Mû. 34:29, 30, 33; 2. Kor. 3:7, 13). Pawlos wisa got: “Lê kengê mirov li Xudan bizivire, ev xêlî tê rakirin” (2. Kor. 3:16). Maneya gotinên Pawlos çi ye?

4 Wek em li meqaleya berê elimîbûn, azadiya bêsînor tenê aîdî Yehowa ye. Loma li hizûra Yehowa û “ruhê Xudan li ku derê be”, li wê derê azadî heye. Ji bo ku em vê azadiyê bistînin, gerek em ‘li Yehowa bizivirin’, yanî bibin dostên wî. Gava miletê Îsraêl li çolê bû, nêrîna wan li ser xwestekên nefsê bû, ne li ser tiştên ruhî. Piştî ku ew ji Misrê azad bûn, hiş û dilê wan mîna ku bi xêliyekê nixumandî bû. Loma wan dixwest vê azadiyê tenê ji bo xwestekên bedenî bi kar bînin (Îbr. 3:8-10).

5. (a) Ruhê Yehowa çi cure azadiyê dide me? (b) Em ji ku dizanin ku koletî azadiya Yehowa kêm nake? (c) Niha emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

5 Azadiya ku ji ruhê Yehowa tê ne tenê rizgarkirina ji koletiyê ye. Ruhê Yehowa dikare me ji bindestiya guneh û mirinê azad bike û me ji dîn û baweriyên sexte bifilitîne (Rom. 6:23; 8:2). Çi azadiyeke mezin! Eger mirov kole an girtî be jî, ew dîsa jî dikare azadiya Yehowa bistîne (1. Mû. 39:20-23). Mesela, xwişka Nancy Yuen û birayê Harold King seba baweriya xwe bi gelek salan li hebsê man. Li ser JW Broadcasting, tu dikarî li serpêhatiyên wan temaşe bikî. Em çawa dikarin qîmetê bidin azadiya xwe? Gerek em vê azadiyê çawa bi kar bînin?

QÎMETÊ BIDE AZADIYA KU XWEDÊ DAYE TE

6. Miletê Îsraêl azadiya ku Yehowa dabû wan, çawa kêm dît?

6 Gava kesek tiştekî pir biqîmet dide me, em ji wî pir razî dibin. Lê belê gava Yehowa miletê Îsraêl ji koletiya Misrê filitand, wan qîmet neda vê azadiyê. Piştî ku ew ji Misrê derketibûn, pir wext derbas nebû ku wan bêriya xwarinên Misrê kir û seba xwarina ku Yehowa dabû wan, gazinên xwe kir. Bi ser de, wan dixwest vegerin Misrê! Xwedê azadî dabû wan ku ew karibin ji wî re îbadetê bikin, lê ji bo wan, “sîr û pîvaz û pirase û zebeş û xiyar û masî” muhîmtir bûn. Loma Yehowa ji wan re pir hêrs ket (4. Mû. 11:5, 6, 10; 14:3, 4). Çi derseke muhîm!

7. Pawlos çawa li gor şîreta xwe ya ji Korîntiyan re hereket dikir? Em çawa dikarin li gor vê şîretê hereket bikin?

7 Pawlos hemû şagirtên Îsa hişyar kir ku ew azadiya ku Yehowa bi destê Kurê xwe Îsa Mesîh daye wan, kêm nebînin (2. Korîntî 6:1 bixwîne). Bîne bîra xwe ku Pawlos seba bindestiya guneh û mirinê çi qas êş dikişand. Dîsa jî, wî wisa got: “Bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, şikir ji Xwedê re!” Çima? Pawlos wisa got: “Qanûna Ruhê ku bi Mesîh Îsa jiyanê dide, ez ji Şerîeta guneh û mirinê azad kirim” (Rom. 7:24, 25; 8:2). Wek Pawlos, bila em jî şikurdar bin ku Yehowa em ji bindestiya guneh û mirinê azad kirine. Bi saya fîdyeyê, em dikarin bi wijdanekî rihet û bi dilşadî ji Xwedê re xizmet bikin (Zeb. 40:8).

Gelo tu azadiya xwe ji bo daxwaza Yehowa an jî ji bo kêfa xwe bi kar tînî? (Li paragrafên 8 heta 10an binêre)

8, 9. (a) Petrûsê şandî got ku gerek em azadiya xwe çawa bi kar neynin? (b) Îro çi talûke hene?

8 Ji xeynî vê ku em şikurdar bin, gerek em azadiya xwe ji bo xwestekên nefsê nekin bahane (1. Petrûs 2:16 bixwîne). Gerek em hay ji xwe hebin ku em nebin wek Îsraêliyan. Îro, Îblîs û dinya gelek tişt pêşkêşî me dikin – kinc, xwarin û vexwarin, kêf û şahî û gelek tiştên din. Seba reklamên qurnaz, dibe ku dilê me bikeve ser tiştên ku bi eslê xwe ji me re ne lazim in. Talûkeyeke pir mezin heye ku em jî bikevin van dafikan û azadiya xwe bi awayekî nerast bi kar bînin!

9 Gerek em şîreta Petrûs li warên xwendin û xebatê jî bînin bîra xwe. Mesela, gelek kes difikirin ku bêyî xwendina bilind, mirov nikare ji xwe re îşekî baş bibîne. Li gor hin îstatîstîkan jî, mezûnên zanîngehê zêdetir pere qezenc dikin. Loma gelek ciwan difikirin ku wê baş be ku ew jî bikevin li pey armanca xwendina bilind. Lê belê gerek ciwan û dê û bavê wan çi bînin bîra xwe?

10. Di warê tercîhên şexsî de, gerek em çi ji bîr nekin?

10 Hinek difikirin ku qerarên wisa, qerarên şexsî ne, û heta ku wijdanê wan îzin bide, ew dikarin li gor dilê xwe qerar bidin. Belkî ew van gotinên Pawlos tînin bîra xwe: “Gelo çima wijdana yekî din, azadiya min dadbar [hikum] bike?” (1. Kor. 10:29). Em helbet azad in ku em li warên xwendin û xebatê qerarên xwe bidin. Dîsa jî, gerek em ji bîr nekin ku sînorên azadiya me hene, û em nikarin ji netîceyên qerarên xwe birevin. Loma Pawlos wisa got: “‘Her tişt serbest e’, lê belê her tişt ne bi feyde ye. ‘Her tişt serbest e’, lê belê her tişt ava nake” (1. Kor. 10:23). Li gor vê, gava em azadiya xwe bi kar tînin, gerek em ne tenê li gor tercîhên xwe qerar bidin.

BI AZADIYA XWE JI XWEDÊ RE XIZMET BIKE

11. Yehowa em çima azad kirine?

11 Di nameya xwe de, Petrûs got ku li şûna ku em azadiya xwe bi awayekî xerab bi kar bînin, gerek em “wek xulamê Xwedê bijîn”. Yanî, sebeba ku Yehowa em bi destê Îsa ji qanûna guneh û mirinê azad kirine ev e ku em bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin.

12. Nûh û malbata wî ji me re çawa bûn nimûne?

12 Ji bo ku em azadiya xwe bi awayekî xerab bi kar neynin û dîsa nebin koleyên xwestekên nefsê, gerek em bala xwe bi temamî bidin armancên ruhî (Gal. 5:16). Mesela, bîne ber çavê xwe ku Nûh pêxember û malbata wî çi kiribû. Li wê demê, dinya bi xerabî û bêexlaqiyê ve tije bû. Dîsa jî, Nûh û malbata wî wek însanên din nediketin li pey xwestekên nefsê. Li şûna vê, wan bala xwe dida îşê ku Yehowa dabû wan: çêkirina gemiyê, topkirina erzaq ji bo xwe û ji bo heywanan û hişyarkirina mirovan ji bo Tofanê. “Nûh li gor hemû tiştê ku Xwedê jê re emir kiribû, ûsa kir” (1. Mû. 6:22). Di netîceyê de, Nûh û malbata wî di Tofanê de sax man (Îbr. 11:7).

13. Îsa çi îş daye şagirtên xwe?

13 Îro, Xwedê îşekî muhîm daye şagirtên Îsa (Lûqa 4:18, 19 bixwîne). Îblîs hişê piraniya însanan kor dike, loma ew di bindestiya dînî, ekonomîk û civakî de ne (2. Kor. 4:4). Wek Îsa, em dikarin alî mirovan bikin ku ew Xwedayê azadiyê Yehowa nas bikin û jê re îbadetê bikin (Met. 28:19, 20). Helbet, ev ne îşekî hêsan e. Li hin welatan, gelek kes naxwazin der heqê Xwedê de melûmatê bistînin. Hinek jî ji me nefret dikin. Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirisin: “Ez çawa dikarim azadiya xwe bi kar bînim ji bo ku ez îşê Padîşahiya Xwedê zêdetir destek bikim?”

14, 15. Gelek xwişk û birayên me azadiya xwe çawa bi kar tînin? (Li resmê ewilî binêre.)

14 Gelek xwişk û birayên me fehm kiriye ku dawiya vê dinyayê pir nêzik e. Loma ew heyateke mutewazî dijîn û xizmeta tamrojî dikin (1. Kor. 9:19, 23). Hinek ji wan li civatên xwe xizmet dikin. Hinek jî diçin xerîbiyê. Li gor îstatîstîkan, di hundirê pênc salên berê de, zêdetirî 250.000 kes bûne mizgînvanên tamrojî, û hejmara pêşengên daîmî bûye zêdetirî 1.100.000. Em gelek şa ne ku xwişk û birayên me azadiya xwe wisa bi kar tînin ku bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin! (Zeb. 110:3).

15 Ev xwişk û bira azadiya xwe çawa bi aqilmendî bi kar tînin? Bala xwe bide serpêhatiya Judith û John: Heta niha, wan nêzikî 30 salî li çend welatan xizmet kiriye. Wexta ku Kursa Xizmeta Pêşengiyê li sala 1977an dest pê kir, xwendekar dihatin teşwîq kirin ku ew herin cihekî ku li wê derê hewcedarî mezin e. Ji bo ku ew bigihîjin vê armancê û karibin heyateke mutewazî bijîn, John di gelek îşên cuda de dixebitî. Bi zeman re, ew çûn xeribiyê. Ji bo ku ew zimanê nû bielimin û hînî kultur û hewayê bin, wan alîkariya Yehowa dixwest. Ew der heqê van salên xizmetê de çi difikirin? John wisa dibêje: “Xizmeta min pir xweş e. Ez nêziktirî Yehowa bûme, û ew ji min re bûye wek bavekî dilovan. Niha ez gotinên Aqûb 4:8 hê rind fehm dikim: ‘Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe.’ Belê, jiyana min bi rastî jî biarmanc bûye.”

16. Bi hezaran xwişk û birayên me azadiya xwe çawa bi aqilmendî bi kar tînin?

16 Her kes nikare wek Judith û John bi gelek salan pêşengiyê bike. Dîsa jî, gelek xwişk û birayên me ji bo demeke kin pêşengiyê dikin an jî li welatekî din di projeyên avakirinê de dixebitin. Mesela, gava merkeza me ya cîhanî li Warwickê (New York) dihat ava kirin, nêzikî 27.000 xwişk û birayên me li wê derê xebitîn – hinek ji bo du hefteyan, hinek ji bo salekê, hinek jî zêdetir. Ji bo vê, gelek ji wan fedakariyên mezin kirin. Belê, wan azadiya ku Xwedê daye wan rind xebitand ji bo ku rûmetê bidin Xwedayê azadiyê Yehowa!

17. Eger em azadiya xwe bi aqilmendî bi kar bînin, em dikarin li hêviya çi bin?

17 Em şa ne ku em Yehowa nas dikin. Ji ber ku em xizmetkarên wî ne, em bi rastî azad in. Bi tercîhên xwe, em dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin vê azadiyê. Li şûna vê ku em azadiya xwe bi awayekî xerab bi kar bînin, bila em azadî û derfetên xwe wisa bi kar bînin ku em bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin. Eger em wisa bikin, emê gelek nîmetan bistînin gava Yehowa vî sozê xwe bîne cih: “Afirandin [wê] bi xwe jî, ji xulamtiya rizîbûnê azad bibe û bigihîje azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet” (Rom. 8:21).