Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Li çapa 2013an a “Wergera Dinyaya Nû” (ya bi zimanê Îngilîzî), Zebûr 144:12-15 behsa xizmetkarên Xwedê dike. Lê belê li tercûmeya berê, van ayetan behsa xerîbên xerab dikir, ên ku di ayeta 11an de derbas dibin. Tercûme çima hatiye guherandin?

Li gor metna Îbranî, her du tercûme jî mumkin in. Lê belê, tercûmeya nû xwe dispêre li ser van sebeban:

  1. Tercûmeya nû bi ferheng û bi gramerê ve ahengdar e. Îrtibata li nav Zebûr 144:12-15 û ayetên berê xwe dispêre li ser maneya peyva pêşîn a ayeta 12an. Ev peyva Îbranî, aşer e. Ev peyv dikare cure cure bê wergerandin. Mesela, ev peyv dikare wek “yê ku” bê wergerandin. Li tercûmeya berê, ev peyv wisa hatibû wergerandin. Loma, tiştên baş, ên ku li ayetên 12 heta 14an derbas dibin, ji bo kesên xerab, ên ku di ayetên berê de derbas dibin, dihatin gotin. Lê belê, peyva aşer dikare wek “da ku” an “hingê” jî bê wergerandin. Çapa 2013an a Wergera Dinyaya Nû û wergerên din jî peyvên wisa bi kar tînin.

  2. Tercûmeya nû bi ayetên din ên vê zebûrê ve ahengdar e. Peyva “hingê” (ayet 12) tê maneya ku kesên rast – yanî yên ku dixwazin ji kesên xerab “rizgar” û “azad” bibin (ayet 11) – wê nîmetên behskirî (ayet 12-14) bistînin. Bi saya tercûmeya nû, gotinên ayeta 15an êdî bi ayetên jorîn ve ahengdar in. Loma, peyva “xwezî bi wî gelî” du caran ji bo xizmetkarên Xwedê tê bi kar anîn. Wê çaxê, di zimanê Îbranî de, nuqte û vîrgul tune bûn. Ji ber vê yekê, tercûman gerek li stîla şiîr, kontekst û ayetên girêdayî binêre ku gotinên Kitêba Pîroz rast tercûme bike.

  3. Tercûmeya nû bi ayetên ku behsa nîmetan dikin, ên ku Xwedê wê bide xizmetkarên xwe, li hev tê. Bi saya tercûmeya nû ya peyva aşer, ev zebûr êdî hêviya Dawid rind eyan dike. Dawid hêvîdar bû ku Xwedê wê xizmetkarên xwe ji dijminan rizgar bike û paşê jî bextewarî û halxweşiyê bide wan (3. Mû. 26:9, 10; 5. Mû. 7:13; Zeb. 128:1-6). Mesela, 5. Mûsa 28:4 wisa dibêje: “Dê hilbera bedena te û hilbera erdê te û hilberê heywanên te û golikên dewarên te û berxikên keriyên te, bi bereket bin.” Bi rastî jî, di dema padîşahiya kurê Dawid Silêman de, miletê Îsraêl di aştî û halxweşiyê de dijiya. Bi ser de, padîşahiya Silêman ji hin aliyan ve hikumdariya Mesîh temsîl dike (1. Qra. 4:20, 21; Zeb. 72:1-20).

Tercûmeya nû ya Zebûr 144 li ser maneya temelî ya Kitêba Pîroz tesîr nake. Dîsa jî, tercûmeya nû bala me zêdetir dikişîne li ser hêviya xizmetkarên Yehowa – ku kesên xerab wê bên helak kirin û kesên nefsbiçûk wê heta bi hetayê di aştî û halxweşiyê de bijîn (Zeb. 37:10, 11).