Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Çima îzin tune ku weşanên Şahidên Yehowa li ser malperên şexsî an medyaya civakî bên weşandin?

Ji ber ku weşanên me bêpere tên belav kirin, hinek difikirin ku îzin heye ku ew van weşanan li ser malperên din an medyaya civakî biweşînin. Lê belê ev yek li gor Mercên Bikaranînê * neqanûnî ye û dibe sebeba problemên giran. Li Mercên Bikaranînê tê gotin ku “weşandina Naveroka vê malperê li înternetê (li malpereke înternetê, li malpereke parvekirina dosyayan an li toreke civakî) qedexe ye”. Çima?

Îzin tune ku kesek weşanên me li ser malperên din biweşîne

Hemû malzemeyên li ser malpera me bi mafê telîfê tên parastin. Kesên ku serê xwe li hemberî rastiyê hildidin û muxalifên din carinan weşanên me di malperên xwe de diweşînin da ku Şahidên Yehowa û kesên din têkevin van malperan. Mexseda van malperan ev e ku di dilê xwendevanan de şik çêbibin (Zeb. 26:4; Mtl. 22:5). Hinek jî malzemeyên ji malpera me an logoya jw.org li reklaman, li ser eşyayên ji bo firotinê an di sepanên mobîl (yanî “app”) de bi kar tînîn. Bi saya tescîlkirina markaya me û mafê telîfê, em dikarin mafên xwe biparêzin (Mtl. 27:12). Eger em îzin bidin ku kesek – xwişk an birayê me jî be – naveroka me ya dîjîtal li ser malperên din biweşîne an markaya jw.org ji bo tîcaretê bi kar bîne, dibe ku mehkeme êdî alî me nekin ku em muxalif û fîrmayan bisekinînin.

Daxistina weşanên me ji kaniyên nefermî bitalûke ye. Yehowa mesûliyeta hazirkirina xwarina ruhî tenê daye “xulamê dilsoz û şehreza” (Met. 24:45). Ev “xulam” ji bo weşandina xwarina ruhî tenê van malperên fermî bi kar tîne: www.pr418.com, tv.pr418.com û wol.pr418.com. Ji xeynî vê, ji bo cîhazên mobîl tenê 3 sepan hene: JW Language®, JW Library® û JW Library Sign Language®. Em dikarin bawer bin ku di van malper û sepanan de reklam û bandora dinyaya Îblîs tune. Eger xwarina ruhî ji kaniyeke din bê, dibe ku ew hatibe guherandin an xera kirin (Zeb. 18:26; 19:8).

Eger em weşanan têxin malperên ku îzin didin şîrovekirinê, kesên ku serê xwe li hemberî rastiyê hildidin û muxalifên din dikarin îtimada me bi teşkîlata Yehowa xera bikin. Çi heyf e ku hin xwişk û bira li ser înternetê dikevin muneqeşeyan û dibin sebeb ku leke bê avêtin li ser navê Yehowa. Di forûmên înternetê de, em nikarin bi “nermî şîretan li yên dijraber” bidin (2. Tîm. 2:23-25; 1. Tîm. 6:3-5). Ji xeynî vê, hin malper û hesabên medyaya civakî di bin navê teşkîlat, Koma Rêberiyê û endamên Koma Rêberiyê de hatine vekirin. Ev malper û hesab sexte ne! Endamên Koma Rêberiyê malperên sexşî û hesabên medyaya civakî bi kar naynin.

Mizgînê bi alîkariya jw.org belav bike (Met. 24:14). Hacetên dîjîtal, ên ku em ji bo xizmeta xwe distînin, her ku diçe baştir dibin. Em dixwazin ku her kes ji van feyde bistîne. Wek ku di Mercên Bikaranînê de tê gotin, em dikarin lînkên ji bo jw.org parve bikin an weşanên ku li ser jw.org hene bi e-peyamê bişînin kesên din. Eger em bala kesên eleqedar bikişînin li ser malpera me, ewê bi vî awayî xwarina ruhî ji kaniya rast bistînin, yanî ji “xulamê dilsoz û şehreza”.

^ par. 1 Lînka Mercên Bikaranînê li dawiya rûpela serî ya jw.org tê nîşan dayîn.