Here Naverokê

Here naverokê

Yehowa Xwedê – Kaniya Cesaretê

Yehowa Xwedê – Kaniya Cesaretê

“Xwedayê hemû handanê pîroz be. Ew di her tengahiya me de hanê [an ‘cesaretê’] dide me” (2. KOR. 1:3, 4).

KILAM: 7, 3

1. Piştî serhildana Adem û Hewayê, Yehowa çawa cesaret da mirovan?

YEHOWA her tim cesaretê dide însanan. Piştî ku Adem û Hewayê serê xwe li ber Xwedê hilda û ketin halê gunehkar, Yehowa bi gotinên 1. Mûsa 3:15 hêvî û cesaret da mirovan. Li gor vê ayetê, Îblîs û hemû karên wî yên xerab wê rojekê ji holê bên rakirin (Pey. 12:9; 1. Yûh. 3:8).

YEHOWA CESARET DIDA XIZMETKARÊN XWE

2. Yehowa çawa cesaret da Nûh?

2 Di dema Nûh pêxember de, dinya pir xerab bû. Tenê Nûh û malbata wî ji Yehowa re xizmet dikir (1. Mû. 6:4, 5, 11; Chd. 6). Gelo Nûh seba zordarî û bêexlaqiya li derdorê cesareta xwe winda kir? Na! Yehowa cesaret da Nûh ku ew karibe ‘di riya Xwedê de bimeşe’ (1. Mû. 6:9). Yehowa ji Nûh re got ku ewê dinyaya xerab helak bike. Wekî din, Xwedê jê re got ku gerek ew çi bike ku ew tevî malbata xwe sax bimîne (1. Mû. 6:13-18). Belê, Yehowa ji Nûh re bû kaniya cesaretê.

3. Yehowa çawa cesaret da Yêşû? (Li resmê ewilî binêre.)

3 Çend sedsal piştî vê, ji Yêşû re jî pir cesaret lazim bû. Îşê wî ev bû ku miletê Îsraêl derbasî Welatê Sozdayî bike û ordiyên xurt, ên ku li wê derê hebûn, mexlûb bike. Ji bo ku Yeşû netirse, Yehowa ji Mûsa re got ku ew cesaretê bide Yêşû. Xwedê wisa got: “Emir bide Yêşû, cesaretê bide wî û wî xwurt bike; ji ber, yê ku derbasî pêşiya vê netewê bibe û welatê ku tuyê bibîne bi mêrasî li wan par bike ew e” (5. Mû. 3:28). Berî ku Yêşû bi rê ket, Yehowa bi van gotinan cesaret da wî: “Ma min ji te re; xwurt be û dilawêr be negot? Metirse û bêzar nebe! Ji ber ku Xwedayê te XUDAN, di her derê ku tu biçî de, dê bi te re be” (Yêşû 1:1, 9).

4, 5. (a) Li demên berê, Yehowa çawa cesaret dida xizmetkarên xwe? (b) Yehowa çawa cesaret da Kurê xwe?

4 Yehowa hem yek bi yek hem jî wek komekê cesaret dida xizmetkarên xwe. Mesela, gava Cihû li Babîlê di sirgûnê de bûn, Yehowa dilê wan bi van gotinan rihet kir: “Metirse, ji ber ku ez bi te re me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ez ê te zexm bikim; belê, ez ê bi destê rastê dadiya xwe ji te re bibim alîkar” (Îşa. 41:10). Di sedsala yekê de, Yehowa cesaret da şagirtên Îsa, û îro jî, ew “hanê” an cesaretê dide me (2. Korîntî 1:3, 4 bixwîne).

5 Wekî din, Xwedê cesaret dida Kurê xwe Îsa jî. Wexta ku Îsa hat bin av kirin, Îsa ji ezmanan dengek bihîst: “Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e” (Met. 3:17). Îsa bi saya van gotinan bêguman pir qewet stend.

ÎSA CESARET DIDA ŞAGIRTÊN XWE

6. Mesela telantan çawa cesaretê dide?

6 Wek Yehowa, Îsa jî cesaret dida şagirtên xwe ku ew dilsoz bimînin. Li mesela telantan, axa ji hemû xizmetkarên xwe re wisa got: “Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!” (Met. 25:21, 23). Belê, van gotinan cesaret dida şagirtên Îsa ku ew her tim ji Yehowa re dilsoz bimînin.

7. Îsa çawa cesaret da şandiyên xwe û bîlhese Petrûs?

7 Şandiyên Îsa gelek caran muneqeşe dikir ku di nava wan de yê herî mezin kî ye, lê Îsa bi sebir şîret da wan ku ew xwe nizm bikin û ji hevdû re xulamtiyê bikin (Lûqa 22:24-26). Petrûs çend caran dilê Îsa xemgîn kir (Met. 16:21-23; 26:31-35, 75). Dîsa jî, Îsa ew red nekir, lê cesaret da wî. Bi ser de, Îsa ji Petrûs re got ku ew cesaretê bide birayên wî (Yûh. 21:16).

LI DEMÊN BERÊ, XIZMETKARÊN XWEDÊ CESARET DIDA HEVDÛ

8. Hîzkiya çawa cesaret da serokên ordiyê û xelkê Cihûdayê?

8 Berî ku Kurê Yehowa daket dinyayê û di warê cesaretdayînê de ji me re bû emsal, xizmetkarên Yehowa cesaret dida hevdû. Mesela, gava padîşahê Asûrê hicûmî welat kir, Hîzkiya serokên ordiyê û xelkê Cihûdayê li hev top kir û cesaret da wan (2. Dîrokan 32:6-8 bixwîne).

9. Kitêba Eyûb der heqê cesaretdayînê de çi rêyî me dide?

9 Halê Eyûb her çi qas perîşan bû jî, ew ji aliyê cesaretdayînê ve bû emsaleke baş. Eyûb ji hevalên xwe re got ku eger ew li şûna wan bûya, wiyê dilê wan neêşanda, lê cesaret û teselî bidaya wan (Eyûb 16:1-5). Paşê, Elîhû û Yehowa cesaret da Eyûb (Eyûb 33:24, 25; 36:1, 11; 42:7, 10).

10, 11. (a) Qîza Yeftah çima hêjayî pesn û teşwîqê bû? (b) Îro kî hêjayî pesn û teşwîqê ne?

10 Qîza Yeftah jî hewceyî teşwîqê bû. Berî ku Yeftah çû ku bi Ammoniyan re şer bike, wî sond xwaribû ku eger Yehowa zaferê bide wî, kesê pêşîn ê ku ji mala wî derkeve û rastî wî bê, wê bibe aîdî Yehowa. Gava Yeftah vegeriya malê, serê pêşîn qîza wî derket ku zafera wî pîroz bike. Dilê Yeftah pir şewitî. Dîsa jî, wî sonda xwe anî cih. Wî qîza xwe şand Şîloyê ku ew heta dawiya emrê xwe di konê îbadetê de xizmet bike (Ser. 11:30-35).

11 Ev yek ji bo Yeftah zor bû, lê belê ji bo qîza wî hê jî zortir bû. Dîsa jî, wê qerarê bavê xwe bi dilxwazî anî cih (Ser. 11:36, 37). Loma wêyê êdî nikaribûya mêr bike, zarokan bîne dinyayê û nav û mîrasa malbata xwe berdewam bike. Ew bi rastî jî hewceyî teselî û teşwîqê bû. Kitêba Pîroz dibêje ku her sal, keçikên Îsraêl çar rojan li cem wê diman û ew teşwîq dikir (Ser. 11:39, 40). Îro jî, xwişk û birayên me yên ku nazewicin ji bo ku ew karibin bala xwe zêdetir bidin “tiştên Xudan” jî hêjayî pesn û teşwîqê ne! (1. Kor. 7:32-35).

ŞANDIYÊN ÎSA CESARET DIDA XWIŞK Û BIRAYAN

12, 13. Petrûs xwişk û birayên xwe çawa “qayîm” kirin?

12 Şeva berî mirina xwe, Îsa ji Petrûs re wisa got: “Şimûn, Şimûn, va ye, Îblîs xwest ku we wek genim li bêjingê bixe. Lê min ji bo te dua kir, da ku baweriya te sist nebe û çaxê tu dîsa vegerî, dilê birayên xwe qayîm bike” (Lûqa 22:31, 32).

Li sedsala yekê, civatan ji nameyên şandiyan pir teşwîq bûn, û em jî ji van nameyan teşwîq dibin (Li paragrafên 12 heta 17an binêre)

13 Petrûs ji bo civatê wek stûnekê bû (Gal. 2:9). Li roja Pentîkostê û paşê jî, cesareta Petrûs ji xwişk û birayan re bû kaniya teşwîqê. Nêzikî dawiya xizmeta xwe, wî wisa got: “Min ... bi kurtî ji we re nivîsî, da ku ez we bişidînim û şahidî bikim ku kerema Xwedê ya rastîn ev e” (1. Ptr. 5:12). Her ku em nêziktirî roja Yehowa dibin, em jî wek wan şagirtên Îsa ji nameyên Petrûs pir teşwîqê distînin (2. Ptr. 3:13).

14, 15. Nivîsên îlhamkirî yên Yûhenna çawa teşwîq û cesaretê didin şagirtên Îsa?

14 Yûhennayê şandî jî yek ji stûnên civatê bû. Qeyda ku wî der heqê jiyan û xizmeta Îsa de nivîsî, teşwîq û cesaretê dide hemû şagirtên Îsa. Mesela, gotinên Îsa ku nîşana şagirtên wî hezkirin e, tenê di Încîla Yûhenna de derbas dibin (Yûhenna 13:34, 35 bixwîne).

15 Di sê nameyên Yûhenna de dîsa xezîneyên ruhî hene. Gava em seba barê guneh aciz dibin, ma em rihet nabin ku ‘xwîna Îsa me ji her gunehî paqij dike’? (1. Yûh. 1:7). Û eger dilê me dîsa jî me sûcdar derxîne, ma em teselî nabin gava em dixwînin ku “Xwedê ji dilê me mezintir e”? (1. Yûh. 3:20). Tenê Yûhenna nivîsî ku “Xwedê hezkirin e” (1. Yûh. 4:8, 16). Nameyên Yûhenna yên didu û sisêyan pesnê şagirtên Îsa didin, ên ku “di rastiyê de rêve diçin” (2. Yûh. 4; 3. Yûh. 3, 4).

16, 17. Pawlos çawa cesaret da xwişk û birayan?

16 Li sedsala yekê, Pawlosê şandî jî xwişk û birayên xwe pir teşwîq dikir û cesaret dida wan. Xuya ye ku li wê demê, piraniya şandiyan li Orşelîmê diman, yanî li cihê koma rêberiyê (Kar. 8:14; 15:2). Şagirtên Îsa, yên ku di Cihûdayê de dijiyan, mizgîn dida kesên ku bawer dikir ku Xwedê yek e. Lê belê Pawlosê şandî bi rêberiya ruhê pîroz mizgîn dida kesên ji miletên Yewnanî, Romayî û miletên din, ên ku bawer dikir ku gelek xweda hene (Gal. 2:7-9; 1. Tîm. 2:7).

17 Pawlos li herêmên Anatolya, Yewnanistan û Îtalyayê pir digeriya û li nav kesên ku ne Cihû ne, gelek civat saz kirin. Piştî ku wan rastî qebûl kir, wan “cefa ji destê miletê xwe kişand”. Loma, ew hewceyî teşwîq û cesaretê bûn (1. Sel. 2:14). Nêzikî sala 50yî a P.M., Pawlos ji civata Selanîkê, a ku nû hatibû saz kirin, wisa nivîsî: “Em hergav ji bo we hemûyan ji Xwedê re şikir dikin û di nav duayên xwe de bê rawestin we tînin bîra xwe. Em li ber Bavê xwe Xwedê kirinên we yên ji baweriya we, keda we ya ji hezkirinê û ragirtina we ya ji hêviya ku bi Xudanê me Îsa Mesîh e, tînin bîra xwe” (1. Sel. 1:2, 3). Wekî din, wî ew wisa tembîh kirin: “Wek ku hûn niha dikin, di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. Sel. 5:11).

KOMA RÊBERIYÊ CESARETÊ DIDE CIVATAN

18. Koma rêberiyê çawa alîkariya Filîpos kir?

18 Di sedsala yekê de, koma rêberiyê cesaret dida hem kalên civatê hem jî xwişk û birayên din. Gava Filîpos mizgîna der heqê Îsa de da xelkê Sameryayê, koma rêberiyê piştgiriya wî kir. Du endamên koma rêberiyê – Petrûs û Yûhenna – çûn wê derê û dua kir ku xwişk û birayên nû ruhê pîroz bistînin (Kar. 8:5, 14-17). Hem Filîpos hem jî xwişk û birayên nû seba vê alîkariya koma rêberiyê bêguman pir teşwîq bûn!

19. Nameya koma rêberiyê li ser civatan çawa tesîr kir?

19 Rojekê, pirseke çetin derket meydanê: Gelo lazim e ku şagirtên Îsa, yên ku ne Cihû ne, wek Cihûyan li gor Qanûna Mûsa sinet bibin? (Kar. 15:1, 2). Bi rêberiya ruhê pîroz û şîrovekirina li ser Nivîsarên Pîroz, koma rêberiyê qerar da ku sinet êdî ne lazim e. Pişt re, wan der heqê qerarê xwe de nameyek nivîsî û bi destê temsîlkaran şand civatan. Netîce bû çi? “Gava wan xwend, bi handana wê şa bûn” (Kar. 15:27-32).

20. (a) Koma Rêberiyê îro çawa cesaretê dide xwişk û birayên li seranserê dinyayê? (b) Li meqaleya bê, emê cewaba kîjan pirsê bistînin?

20 Îro jî, Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa cesaretê dide malbata Beytelê, xizmetkarên tamrojî û xwişk û birayên din. Wek xwişk û birayên li sedsala yekê, em jî seba vê teşwîqê pir şa dibin! Wekî din, li sala 2015an, Koma Rêberiyê broşûra Return to Jehovah (Vegere ba Yehowa) derxist. Ev broşûr kesên ku ji Yehowa dûr ketine, teşwîq dike ku ew vegerin ba wî. Gelo mesûliyeta cesaretdayînê tenê aîdî kalên civatê ye? Li meqaleya bê, emê cewaba vê pirsê bistînin.