Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 18

Dev ji Beza Jiyanê Bernede

Dev ji Beza Jiyanê Bernede

“Min hevbezîna xwe qedand” (2. TÎM. 4:7).

KILAM 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

PÊŞGOTIN *

1. Lazim e ku em gişt çi bikin?

GAVA tu nexweş î yan betilî yî, ma tu dixwazî di bezeke bizehmet de birevî? Bi îhtimaleke mezin, na. Lê belê, Pawlosê şandî gotibû ku hemû şagirtên Îsa di bezekê de direvin (Îbr. 12:1). Ferq nake ku em ciwan in yan kal û pîr in, biqewet in yan betilî ne – lazim e ku em sebat bikin ku em bigihîjin xelata ku Yehowa pêşkêşî me dike (Met. 24:13).

2. Pawlos çima bi rihetî dikaribû kesên din teşwîq bike ku ew beza xwe biqedînin?

2 Ji ber ku Pawlos beza xwe bi serkeftî qedandibû, wî bi rihetî dikaribû kesên din teşwîq bike ku ew jî beza xwe biqedînin (2. Tîmotêyos 4:7, 8 bixwîne). Gelo Pawlos behsa kîjan bezê kir?

EM DI KÎJAN BEZÊ DE DIREVIN?

3. Pawlos behsa kîjan bezê kir?

3 Ji bo nîşandayîna hin dersên muhîm, Pawlos carinan lîstikên Yewnanistanê wek mîsal bi kar dianîn (1. Kor. 9:25-27; 2. Tîm. 2:5). Mesela, wî jiyana şagirtên Îsa çend caran dişiband bezekê (1. Kor. 9:24; Gal. 2:2; Flp. 2:16). Gava kesek jiyana xwe dide destê Yehowa û bin av dibe, ew dest bi vê bezê dike (1. Ptr. 3:21). Wexta ku Yehowa xelata jiyana herheyî dide wî, ew digihîje hedefê (Met. 25:31-34, 46; 2. Tîm. 4:8).

4. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

4 Bezeke dirêj çawa dişibe jiyana şagirtên Îsa? Li vê meqaleyê, emê li ser sê nuqteyan xeber bidin: A yekê, gerek em li ser riya rast bimînin. A diduyan, gerek em bala xwe bidin hedefê. A sisêyan jî, gava em rastî tengasiyan tên, gerek em dev ji bezê bernedin.

LI SER RIYA RAST BIMÎNE

Lazim e ku em li ser riya şagirtên Îsa bimînin (Li paragrafên 5 heta 7an binêre) *

5. Gerek em li ser kîjan rê bimînin, û çima?

5 Di bezekê de, lazim e ku bezvan li ser riya nîşankirî bimînin da ku ew xelatê bistînin. Mîna vê, eger em dixwazin xelata jiyana herheyî bistînin, gerek em li ser riya rast bimînin, a ku Îsa Mesîh rêyî me daye (Kar. 20:24; 1. Ptr. 2:21). Lê belê, Îblîs û alîgirên wî dixwazin ku em li riya wan bimînin (1. Ptr. 4:4). Ew riya me kêm dibînin û dibêjin ku riya wan baştir e û ber bi azadiyê ve dibe. Lê ev yek ne rast e (2. Ptr. 2:19).

6. Serpêhatiya Brian çi rêyî me dide?

6 Ên ku tevî kesên ku ketine ber bayê dinyaya Îblîs direvin zû fehm dikin ku riya wan naçe azadiyê, lê diçe koletiyê (Rom. 6:16). Serpêhatiya Brian bîne ber çavê xwe. Ji zaroktiya wî ve, dê û bavê wî ew teşwîq dikir ku ew bibe şagirtê Îsa. Lê belê gava ew ciwan bû, wî şik dibir ka riya rastiyê ji bo wî baş e. Loma Brian qerar da ku bikeve riya kesên ku li gor daxwaza Îblîs dijîn. Ew wisa dibêje: “Azadiya ku min dixwest ez dixistim bindestiyê, lê min ev yek fehm nedikir. Ez hêdî hêdî diketim tora alkol û narkotîkan, û min jiyaneke bêexlaq diajot. Bi çend salan, min her ku diçû narkotîkên hê qewîtir bi kar dianî, û ez hînî gelek narkotîkan bûm. ... Ji bo ku debara xwe bikim, min dest bi firotina narkotîkan kir.” Bi zeman re, Brian dixwest vegere riya Yehowa. Loma, wî jiyana xwe rast kir û di sala 2001ê de bin av bû. Niha ew pir şa ye ku ew êdî şagirtê Îsa ye. *

7. Li gor Metta 7:13, 14, li ber me kîjan du rê hene?

7 Pir muhîm e ku em bikevin riya rast! Îblîs dixwaze ku em dev ji riya teng, a “ku dibe jiyanê”, berdin û derbasî riya fireh bibin. Piraniya mirovên vê dinyayê li ser vê rê dimeşin, çimkî ev rê li mirovan xweş tê û rihet e. Lê belê ev rê “dibe helakê” (Metta 7:13, 14 bixwîne). Ji bo ku em ji riya rast dernekevin, gerek em xwe bispêrin Yehowa û guh bidin wî.

BALA XWE BIDE HEDEFÊ

Gerek em bala xwe bidin hedefê û hay ji xwe hebin ku em nebin sebeb ku kesên din bikevin (Li paragrafên 8 heta 12yan binêre) *

8. Gava bezvanek dikeve, ew çi dike?

8 Ji bo ku lingê bezvanan neşemite, gerek ew bi dîqat li pêşiya xwe binêrin. Dîsa jî, bezvanekî din dikare wan bê hemdî biterpilîne, yan jî lingê wan dikare bikeve çalekê. Lê gava lingê wan dişemite, ew ji nû ve radibin ser piyan û bezê berdewam dikin. Ew herî zêde bala xwe didin, ne ser tiştê ku bû sebeba ketina wan, lê ser hedefê û ser xelata ku ew dixwazin bistînin.

9. Eger lingê mê bişemite, gerek em çi bikin?

9 Di beza me de, lingê me gelek caran dişemite, yanî em bi gotin û kirinên xwe şaşiyan dikin. Wekî din, şaşiyên bezvanên din jî dikarin êşê bidin me. Gerek em ji bo tiştên wisa hazir bin. Em gişt qisûrdar in, û em bi hev re li ser riya teng direvin, a ku dibe jiyanê. Loma em carinan bê hemdî hev dehf didin. Pawlos got ku car caran, dibe ku “gazina yekî ji yê din hebe” (Kol. 3:13). Çi dibe bila bibe, gerek em bala xwe bidin, ne ser tiştê ku lingê me şemitand, lê ser xelatê. Eger em bikevin jî, bila em dîsa rabin ser piyan û dewam bikin. Eger em bi hêrs bin û ranebin, emê nikaribin bigihîjin hedefê û xelatê bistînin. Bi ser de, eger em wisa bikin, em dikarin ji kesên din re bibin asteng, ên ku li ser riya teng direvin.

10. Ji bo ku em “astengekê daneynin” ber kesên din, gerek em çi bikin?

10 Ji bo ku em “astengekê daneynin” ber bezvanên din, wê baş be ku em heta ku mumkin be tercîhên wan qebûl bikin û ser heqên xwe israr nekin (Rom. 14:13, 19-21; 1. Kor. 8:9, 13). Ji vî aliyî, em naşibin bezvanên li bezeke herfî. Ew li dijî hev micadele dikin, û her yek ji wan dixwaze xelatê tenê ji bo xwe bistîne. Ew herî zêde li menfaetên xwe digerin. Loma ew carinan kesên din dehf didin ku bikevin pêşiyê. Em ne mîna wan in (Gal. 5:26; 6:4). Em li dijî hev micadele nakin, lê armanca me ev e ku alî kesên din bikin ku ew jî bigihîjin hedefê û xelata jiyanê bistînin. Loma em xîret dikin ku vê şîreta Pawlos bînin cih: “Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre” (Flp. 2:4).

11. Bezvan bala xwe didin çi, û çima?

11 Bezvanên li bezeke herfî hem bala xwe didin riya li ber xwe hem jî hedefê. Hedef her çi qas hê xuya neke jî, ew xeyal dikin ku ew çawa digihîjin hedefê û xelatê distînin. Ji bo ku bezvan ji revînê newestin, ew xelatê her tim tînin ber çavê xwe.

12. Yehowa soz daye ku ewê çi bide me?

12 Yehowa bi dilovanî soz daye xizmetkarên xwe ku eger ew beza jiyanê biqedînin, ewê xelatekê bide wan – jiyana herheyî ya li ezmanan yan jî li rûyê erdê. Nivîsarên Pîroz vê xelatê terîf dikin, loma em dikarin xeyal bikin ku jiyana me wê çi qas xweş be. Eger em vê hêviyê rind bixin hiş û dilê xwe, emê îznê nedin ku tiştek bibe sebeb ku em dev ji beza jiyanê berdin.

LI HEMBERÎ ZEHMETAN DEV JI BEZÊ BERNEDE

Eger tengasiyên me hebin jî, gerek em dev ji beza jiyanê bernedin (Li paragrafên 13 heta 20an binêre) *

13. Halê me çima ji halê bezvanên herfî baştir e?

13 Bezvanên li lîstikên Yewnanistanê rastî tengasiyên wek êş û westiyayîbûnê dihatin. Lazim bû ku ew xwe bi temamî bispêrin qeweta xwe û perwerdeya ku wan stendibû. Wek wan, em jî ji bo beza xwe tên perwerde kirin. Lê belê, halê me ji halê wan baştir e, çimkî em dikarin xwe bispêrin çavkaniya qeweta herî mezin. Yehowa soz dide ku eger em xwe bispêrin wî, ewê me hem perwerde bike hem jî qewetê bide me (1. Ptr. 5:10).

14. Gotinên 2. Korîntî 12:9, 10 çawa alî me dikin ku em li hemberî zehmetan sebat bikin?

14 Pawlos rastî gelek zehmetan dihat. Ji xeynî vê ku kesên din lê zilm û zordarî dikir, wî xwe carinan bêqewet hîs dikir, û problemeke wî hebû, a ku wek striyekî êş dida wî (2. Kor. 12:7). Lê belê, wî seba van zehmetan dev ji beza jiyanê berneda, lê problemên wisa wek fersendekê didît ku ew xwe bispêre Yehowa (2. Korîntî 12:9, 10 bixwîne). Seba vê nêrîna Pawlos, Yehowa di hemû tengasiyên wî de ji wî re bû alîkar.

15. Wê çima baş be ku em Pawlos ji xwe re bikin emsal?

15 Belkî em jî seba baweriya xwe zilm û zordariyê dibînin. Belkî em westiyayî ne, yan jî siheta me ne baş e. Lê eger em Pawlos ji xwe re bikin emsal, her yek ji van zehmetan dikare bibe fersendeke ku em xwe bispêrin alîkariya Yehowa.

16. Eger siheta te ne baş be jî, tu dikarî çi bikî?

16 Gelo tu ketî nav cih û nivînan yan li erebeya seqetan rûdinî? Gelo çokên te diêşin yan çavên te baş nabînin? Di halekî wisa de, gelo tu dikarî bi xort û ciwanan re ji Yehowa re xizmet bikî? Belê, tu dikarî! Gelek kesên ku nexweş in yan êdî kal û pîr bûne li ser riya jiyanê direvin. Ew helbet nikarin vî îşî bi qeweta xwe bikin, loma ew xwe dispêrin Yehowa. Ji bo vê, ew bi telefonê yan bi Înternetê guh didin civînan. Wekî din, ew mizgînê didin doktor, hemşîre û merivên xwe.

17. Yehowa li kesên ku siheta wan ne baş e, çawa dinêre?

17 Tu caran nefikire ku tu seba kal û pîrbûnê yan seba nexweşiyê nikarî li ser riya jiyanê birevî. Yehowa qîmetê dide bawerî û dilsoziya ku te bi gelek salan eyan kiriye. Niha tu hê jî zêdetir hewceyî alîkariya wî yî, û ewê te terk neke (Zeb. 9:10). Bi ser de, ewê hê jî nêziktirî te bibe. Xwişkeke ku siheta wê ne baş e wisa dibêje: “Her ku nexweşiyên min zêde dibin, fersendên ku ez mizgînê bidim kesên din, kêmtir dibin. Dîsa jî, ez dizanim ku kirinên min yên biçûk jî dilê Yehowa şa dikin, û ev yek min dilşad dike.” Gava tu xwe bêcesaret hîs dikî, bîne bîra xwe ku tu ne tenê yî. Ji emsala Pawlos cesaretê bistîne, yê ku wisa gotibû: “Ez ... bi lewazî .... kêfxweş im; çimkî kengê ez lewaz bim, hingê ez hêzdar im” (2. Kor. 12:10).

18. Hin kes rastî kîjan tengasiya giran tên?

18 Hin kesên ku li riya jiyanê direvin rastî tengasiyeke din tên. Mirovên li derdora wan belkî derdê wan nabînin yan fehm nakin. Mesela, dibe ku ew di depresyonê de ne yan bi zêdeyî xemxur in. Halê van xizmetkarên Yehowa çima ew qas zor e? Çimkî tengasiyên wan belkî ji derve xuya nakin. Gava kesek milê xwe dişikîne yan li erebeya seqetan rûniştî ye, her kes dikare tengasiya wî bibîne û alîkariyê teklîf bike. Lê belê, kesên ku ji aliyê psîkolojîk ve nexweş in carinan nexweşiya xwe eyan nakin. Nexweşiya wan wek milekî şikestî êşê dide wan, lê ji ber ku êşa wan nayê dîtin, ew belkî ji kesên din hezkirin û alîkariya lazim nastînin.

19. Em ji emsala Mefîboşet çi dersê distînin?

19 Eger derdên te hene û tu difikirî ku kesên din te rind fehm nakin, tu dikarî ji serpêhatiya Mefîboşet cesaretê bistînî (2. Sam. 4:4). Lingên wî seqet bûn. Wekî din, Dawid Padîşah li wî neheqî kir. Tengasiyên Mefîboşet ne sûcê wî bû. Dîsa jî, wî bi zêdeyî bala xwe nedida tiştên xerab, lê ew seba tiştên baş şikurdar bû. Mesela, ew seba dilovaniya ku Dawid berê ji wî re eyan kiribû, spasdar bû (2. Sam. 9:6-10). Loma gava Mefîboşet ji aliyê Dawid ve neheqî dît, Mefîboşet bala xwe da “wêneyê mezin”. Ew seba şaşiya Dawid nebû yekî xemgîn yan bihêrs. Wekî din, wî seba kirinên Dawid Yehowa sûcdar nekir. Mefîboşet bi dil û can bala xwe da xizmeta Dawid Padîşah, ê ku ji aliyê Yehowa ve hatibû tayîn kirin (2. Sam. 16:1-4; 19:24-30). Yehowa serpêhatiya Mefîboşet di Kitêba Pîroz de daye nivîsandin da ku em jê feydeyê bistînin (Rom. 15:4).

20. Xemxurî li ser hinekan çawa tesîr dike, lê ew dîsa jî dikarin bi çi bawer bin?

20 Hin xwişk û bira ew qas xemxur in ku ew xwe li cem mirovên din rihet hîs nakin. Ew belkî ji cihên qelebalix aciz dibin, lê ew dîsa jî diçin civînên li Salona Îbadetê û civînên mezin. Li wan zor tê ku bi kesên nenas re xeber bidin, lê ew dîsa jî derdikevin xizmetê. Eger halê te wisa ye, bawer be ku tu tenê nînî. Gelek kesên din jî bi problemên wisa micadele dikin. Ji bîr neke ku Yehowa qîmetê dide xîreta te. Ev yek ku te dev ji beza jiyanê bernedaye nîşan dide ku Yehowa te bibereket dike û qewetê dide te * (Flp. 4:6, 7; 1. Ptr. 5:7). Eger tu li gel nexweşî yan depresyonê ji Yehowa re xizmet dikî, tu dikarî bawer bî ku Yehowa ji te razî ye.

21. Bi alîkariya Yehowa, emê karibin çi bikin?

21 Çi baş e ku beza jiyanê ji hin aliyan ve naşibe bezeke herfî. Li demên berê, xelat tenê ji yek bezvanekî re dihat dayîn. Lê belê, hemû şagirtên Îsa, yên ku wê beza jiyanê bi dilsozî biqedînin, wê xelata jiyana herheyî bistînin (Yûh. 3:16). Wekî din, li bezên herfî, lazim bû ku siheta hemû bezvanan baş be da ku ew bigihîjin hedefê. Lê belê li beza jiyanê, siheta me çi qas xerab be jî, em dev ji revînê bernadin (2. Kor. 4:16). Bi alîkariya Yehowa, emê beza jiyanê bi hev re biqedînin û bigihîjin hedefê!

KILAM 144 Ewan Soza Tu Bîr Neke!

^ par. 5 Gelek xizmetkarên Yehowa êdî kal û pîr bûne. Hinek giran nexweş in. Em gişt jî carinan dibetilin. Loma em belkî difikirin ku qeweta me nagihîje ku em di bezekê de birevin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin sebat bikin û di beza jiyanê de bi ser bikevin.

^ par. 6 Li meqaleya “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” binêre (The Watchtower, 1 Çile 2013; bi zimanê Îngilîzî).

^ par. 20 Ji bo şîretên ji bona kesên xemxur û serpêhatiyên kesên ku bi serkeftî bi vê problemê micadele dikin, li bernameya meha Gulanê ya sala 2019an temaşe bike. Li jw.org® (bi zimanê Îngilîzî), here LIBRARY > JW BROADCASTING®.

^ par. 63 RESIM: Birayekî extiyar derdikeve xizmetê û bi vî awayî di beza jiyanê de dimîne.

^ par. 65 RESIM: Eger em bi zêdeyî alkolê vexwin yan zorê li kesên din bidin ku ew vexwin, ev yek dikare bibe sebeb ku lingê wan bişemite.

^ par. 67 RESIM: Birayekî ku li nexweşxaneyê raketiye ji doktorê xwe re behsa mizgînê dike û bi vî awayî di beza jiyanê de dimîne.