Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 15

Tu li Mirovan Çawa Dinêrî?

Tu li Mirovan Çawa Dinêrî?

“Çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne binêrin” (YÛH. 4:35).

KILAM 64 Eşq û Şa Kar Bikin Şixulê Nandirûnêda

PÊŞGOTIN *

1-2. Dibe ku Îsa gotinên ku li Yûhenna 4:35, 36 hatine qeyd kirin, çima anî zimên?

GAVA Îsa Mesîh ji zeviyan re derbas dibû, hê çar meh hebûn heta ku zevî zer bibûna (Yûh. 4:3-6). Loma ev gotinên Îsa belkî li guhdarên wî ecêb dihatin: “Çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne binêrin” (Yûhenna 4:35, 36 bixwîne). Gelo Îsa behsa çi dikir?

2 Wisa tê fehm kirin ku Îsa behsa topkirina mirovan dikir. Gelo sebeba gotinên Îsa çi bû? Piraniya Cihûyan xwe ji Sameriyan dûr digirt, lê Îsa ne wek wan bû. Wî mizgîn da jinikeke Samerî, û wê jî rind guh da. Bi ser de, gava Îsa behsa “zeviyên ku zer bûne” dikir, çend Sameriyên ku ji vê jinikê di heqê Îsa de bihîstibû hatin ba wî ku ji wî zêdetir melûmatê bistînin (Yûh. 4:9, 39-42). Kitêbeke li ser Kitêba Pîroz di heqê vê qeydê de wisa dibêje: “Hewesa mirovan ... nîşan dide ku ew wek zeviyan bûn, ên ku ji bo dirûtinê hazir in.”

Gerek em çi bikin eger em difikirin ku zeviyên me êdî “zer bûne” û “ji dirûtinê re amade ne”? (Li paragrafa 3yan binêre)

3. Eger tu li mirovan binêrî çawa ku Îsa li wan dinêrî, ev yek wê li ser xizmeta te çawa tesîr bike?

3 Li xizmetê, gelo tu li mirovan çawa dinêrî? Gelo tu wan wek zeviyan dibînî, yên ku ji bo dirûtinê hazir in? Eger wisa ye, tuyê 3 tiştan bikî: A yekê, tuyê ji bo belavkirina mizgînê hê jî zêdetir bixîret bibî. Dema dirûtinê, demeke kin e. Lazim e ku mirov wexta xwe îsraf neke. A diduyan, tuyê dilşad bibî gava mirov mizgînê qebûl dikin. Wek Kitêba Pîroz dibêje, dema dirûtinê demeke kêfxweşiyê ye (Îşa. 9:3). A sisêyan jî, tuyê her kesî wek şagirtekî muhtemel bibînî. Loma tuyê gotinên xwe li gor tiştên ku guhdarê te pê eleqedar e, eyar bikî.

4. Li vê meqaleyê, emê di heqê Pawlosê şandî de çi hîn bibin?

4 Hin şagirtên Îsa belkî difikirîn ku mirovên Samerî wê mizgînê tu caran qebûl nekin, lê Îsa wisa nedifikirî. Wî ew wek şagirtên muhtemel didîtin. Gerek em jî mirovên li saheya xwe wek şagirtên muhtemel bibînin. Pawlosê şandî ji me re emsaleke pir baş hişt. Gelo em dikarin ji wî çi hîn bibin? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku (1) haya wî ji baweriyên guhdarên wî hebû, (2) wî fehm dikir ku ew bi çi eleqedar in û (3) wî ew wek şagirtên muhtemel didîtin.

EW BI ÇI BAWER DIKIN?

5. Pawlos xwe çima li kenîşteyê rihet hîs dikir?

5 Pawlos mizgîn gelek caran li kenîşteyên Cihûyan belav dikir. Mesela, li kenîşteya Selanîkê, ew “sê rojên Şemiyan li ser Nivîsarên Pîroz bi wan [Cihûyan] re peyivî” (Kar. 17:1, 2). Eşkere ye ku ji ber ku Pawlos di dînê Cihûyan de mezin bûbû, wî xwe li kenîşteyê rihet hîs dikir (Kar. 26:4, 5). Pawlos mirovên Cihû rind fehm dikirin, loma wî dikaribû mizgînê bi awayekî tesîrdar bide wan (Flp. 3:4, 5).

6. Mirovên li sûka Atînayê çawa ji mirovên li kenîşteyê cuda bûn?

6 Piştî ku Pawlos seba zilmê ji bajarên Selanîk û Beroyayê reviya, ew çû Atînayê. Li wê derê, ew dîsa li kenîşteyê bi Cihû û Yewnaniyên xwedêperest re peyivî (Kar. 17:17). Lê belê, gava wî mizgîn li sûkê belav dikir, hin ji guhdarên wî fîlozof û mirovên Necihû bûn, ên ku gotinên Pawlos wek “hîndariya nû” didît. Wan ji wî re got: “Tu hin tiştên xerîb tînî guhên me” (Kar. 17:18-20).

7. Li gor Karên Şandiyan 17:22, 23, Pawlos metoda xwe çawa guherand?

7 Karên Şandiyan 17:22, 23 bixwîne. Xeberdana Pawlos a bi mirovên li Atînayê re ji xeberdana wî ya bi Cihûyên li kenîşteyê re cuda bû. Bi îhtimaleke mezin, Pawlos ji xwe wisa pirsî: “Gelo xelkê Atînayê bi çi bawer dike?” Wî rind bala xwe da derdorê û adetên dînî yên mirovan. Wekî din, Pawlos hişê xwe da ser nuqteyên ku wanê bi hêsanî qebûl bikirana. Şîrovekarekî Kitêba Pîroz wisa got: “Pawlos Mesîhiyekî Cihû bû, loma wî dizanibû ku Yewnaniyên pûtperest ji Xwedayê ‘rastîn’ ê Cihû û Mesîhiyan re îbadetê nakin, lê wî dixwest rêyî Atînayiyan bidaya ku Xwedayê ku ew îlan dike bi eslê xwe ji wan re xerîb nîne.” Ji ber vê yekê, Pawlos hazir bû ku metoda xwe biguherîne. Wî ji Atînayiyan re got ku mizgîna wî ji “XWEDAYÊ NENAS” e, yê ku wan jixwe jê re îbadet dikir. Mirovên Necihû her çi qas Nivîsarên Pîroz nedizanibûn jî, Pawlos hêviya xwe ji wan nedibirî, lê wî ew wek “zeviyên ku zer bûne” didîtin, yên ku “ji dirûtinê re amade ne”. Loma wî mizgîn bi awayekî cuda pêşkêşî wan kir.

Wek Pawlosê şandî, rind bala xwe bide derdorê, xeberdana xwe li gor mirovan eyar bike, û mirovan wek şagirtên muhtemel bibîne (Li paragrafên 8, 12 û 18an binêre) *

8. (a) Tu çawa dikarî fehm bikî ku mirov bi çi bawer dikin? (b) Eger kesek bibêje ku dînê wî heye, tu dikarî çi bibêjî?

8 Wek Pawlos, bala xwe bide derdorê. Carinan, hin tişt nîşan didin ku mirov bi çi bawer dikin. Gelo xwediyê malê mala xwe yan erebeya xwe çawa xemilandiye? Gelo navê wî, kincên wî yan xeberdana wî nîşan didin ku ew aîdî kîjan dînî ye? Belkî ewê ji te re rasterast bibêje ku dînê wî heye. Gava mirov wisa dibêjin, pêşengeke xisûsî ya bi navê Flutura wisa cewabê dide: “Mexseda min ne ev e ku baweriya xwe bi zorê bidim qebûl kirin, lê ev e ku di heqê [...] de sohbetê bikim.”

9. Tu çawa dikarî bi kesekî dîndar re xeber bidî?

9 Gelo tu dikarî bi kesekî dîndar re di heqê çi de sohbetê bikî? Xîret bike ku pirekê ava bikî. Mesela, belkî ew bawer dike ku Xwedê yek e, ku Îsa Mesîh pêxemberekî muhîm e yan ku em nêzikî dawiya dinyayê ne. Li ser esasê baweriyên mişterek, mizgîna Kitêba Pîroz bi awayekî ku li xwediyê malê xweş tê, pêşkêş bike.

10. Wê baş be ku em çi bikin, û çima?

10 Ji bîr neke ku dînê mirovan her çi qas hebe jî, ev yek her tim nayê maneya ku ew hemû hîndariyên dînê xwe qebûl dikin. Loma, piştî ku te fehm kiriye ku kesek aîdî kîjan dînî ye, pê bihese ku ew bi xwe bi çi bawer dike. David, pêşengekî xisûsî yê li Awistralyayê, wisa dibêje: “Gelek kes êdî felsefe û baweriyên dînî tev li hev dikin.” Xwişkeke li Albanyayê ya bi navê Donalta dibêje: “Hin mirov dibêjin ku ew aîdî dînekî ne, lê paşê dibêjin ku ew bi eslê xwe bi Xwedê bawer nakin.” Li Arjantînê, mizgînvanekî wezîfedar ferq kiriye ku hin mirov dibêjin ku ew bi Teslîsê (Sêyane) bawer dikin, lê bi eslê xwe bawer nakin ku Bav, Kur û ruhê pîroz yek in. Birayê me wisa dibêje: “Gava wisa dibêjin, li min hê hêsantir tê ku bi vî kesî re esaseke mişterek bibînim.” Loma, pê bihese ku mirov bi rastî bi çi bawer dikin. Eger tu wisa bikî, tuyê wek Pawlos ‘bi her kesî re bibî her tişt’ (1. Kor. 9:19-23).

EW BI ÇI ELEQEDAR IN?

11. Li gor Karên Şandiyan 14:14-17, Pawlos xeberdana xwe çawa li gor xelkê Lîstrayê eyar kir?

11 Karên Şandiyan 14:14-17 bixwîne. Pawlos pê dihesiya ku mirov bi çi eleqedar in, û wî xeberdana xwe li gor vê eyar dikir. Mesela, mirovên Lîstrayê Nivîsarên Pîroz yan rind nizanibûn yan jî qet nizanibûn. Ji ber vê yekê, gava Pawlos bi wan re dipeyivî, wî peyv û mîsalên hêsan bi kar dianîn, ên ku wan bi rihetî fehm dikirin. Mesela, wî behsa “demsalên berdar” û kêfxweşiya jiyanê kir.

12. Tu çawa dikarî fehm bikî ku kesek bi çi eleqedar e û xeberdana xwe li gor vê eyar bikî?

12 Wê baş be ku tu jî fehm bikî ku mirovên li saheya te bi çi eleqedar in û xeberdana xwe li gor vê eyar bikî. Gava tu diçî ba kesekî, tu çawa dikarî pê bihesî ku ew bi çi eleqedar e? Ji bo vê, bala xwe bide derdorê. Belkî ew li baxçe dixebite, kîtebekê dixwîne, erebeya xwe dişo yan bi tiştekî din mijûl e. Eger minasib be, belkî tu dikarî bi saya tiştê ku xwediyê malê pê mijûl e dest bi sohbetê bikî (Yûh. 4:7). Kincên mirovan jî carinan nîşan didin ku ew ji kîjan miletî ne, çi îşî dikin yan ji kîjan taxima futbolê hez dikin. Gustavo dibêje: “Carekê, min bi xortekî 19 salî re dest bi sohbetê kir. Ser tîşorta wî resmê stranbêjekî navdar hebû. Min di heqê vî resmî de jê pirsî, û wî got ku ew ji vî stranbêjî çima hez dike.” Bi saya vê sohbetê, vî xortî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir û di netîceyê de bû birayê me.

13. Tu çawa dikarî kursa Kitêba Pîroz bi awayekî xweş teklîf bikî?

13 Gava tu kursa Kitêba Pîroz teklîfî kesekî dikî, rêyî wî bide ku kursa Kitêba Pîroz tiştekî xweş û bifeyde ye (Yûh. 4:13-15). Mesela, xwişkeke bi navê Poppy çûbû mala jinikeke ku dixwest di heqê Kitêba Pîroz de melûmatê bistîne. Li ser dîwêr, sertîfîkayek hebû, ya ku nîşan dida ku ew profesora perwerdeyê ye. Gava Poppy’yê ev sertîfîka dît, wê got ku em jî mirovan bi destê bernameya lêkolîna Kitêba Pîroz û civînan perwerde dikin. Vê jinikê kursa Kitêba Pîroz qebûl kir, rojek bi şûn de çû civîneke li Salona Îbadetê û çendek bi şûn de çû civîneke yekrojî. Piştî salekê, ew hat bin av kirin. Ji xwe bipirse: “Kesên ku ez ziyaret dikim bi çi eleqedar in? Ez çawa dikarim bi awayekî ku wê li wan xweş bê behsa kursa Kitêba Pîroz bikim?”

14. Tu çawa dikarî kursa Kitêba Pîroz li gor hewcedariyên xwendekaran eyar bikî?

14 Ji bo her yek ji xwendekarên xwe bi xisûsî haziriyê bike. Bîne bîra xwe ku her yek ji wan bi çi bawer dike û bi çi eleqedar e. Gava tu haziriyê dikî, bifikire ku tu dikarî kîjan ayetan bixwînî, kîjan vîdeoyan nîşan bidî û ji bo zelalkirina gotinên Kitêba Pîroz kîjan mîsalan bi kar bînî. Ji xwe bipirse: “Çi wê li dilê vî xwendekarî xweş bê?” (Mtl. 16:23). Li Albanyayê, jinikeke ku bi pêşengeke bi navê Flora re Kitêba Pîroz lêkolîn dikir bi eşkereyî got ku ew fikra rabûna miriyan qebûl nake. Florayê zor li wê neda ku ew vê hîndariya Kitêba Pîroz qebûl bike. Xwişka me wisa dibêje: “Min fehm kir ku gerek ew serê pêşîn Xwedê nas bike, yê ku sozê dide ku ewê miriyan rake.” Ji wê demê û pê ve, Florayê li her dersê bala xwendekara xwe dikişand ser hezkirin, hîkmet û qudreta Yehowa. Bi zeman re, vê jinikê baweriya xwe bi rabûna miriyan anî, û ew niha Şahideke bixîret e.

WAN WEK ŞAGIRTÊN MUHTEMEL BIBÎNE

15. Li gor Karên Şandiyan 17:16-18, Pawlos seba kîjan adetên Yewnaniyan aciz dibû, lê wî çima hêviya xwe ji wan nebirî?

15 Karên Şandiyan 17:16-18 bixwîne. Bajarê Atînayê bi pûtperestî, bêexlaqî û felsefeyê ve tije bû, û hin kesên li vî bajarî çêrî Pawlos dikir. Dîsa jî, Pawlos cesareta xwe winda nekir, û wî hêviya xwe ji wan nebirî. Berî ku Pawlos bû şagirtê Îsa, ew jî mirovekî “zalim” û “kufurbaz” bû (1. Tîm. 1:13, KP). Çawa ku Îsa bawer dikir ku Pawlos dikare bibe şagirtê wî, Pawlos jî bawer dikir ku mirovên Atînayê dikarin bibin şagirtên Îsa. Bi rastî jî wisa bû (Kar. 9:13-15; 17:34).

16-17. Em ji ku dizanin ku her cure mirov dikarin bibin şagirtên Îsa?

16 Li sedsala yekê, cure cure mirov bûn şagirtên Îsa. Gava Pawlos ji şagirtên li Korîntê re name nivîsand, wî got ku berê, hin ji wan bêexlaqî û tiştên pir xerab kiribûn. Paşê, wî got: “Hin ji we weha bûn; lê belê ... hûn hatin şuştin” (1. Kor. 6:9-11). Gelo te kesên wisa wek şagirtên muhtemel bidîtana?

17 Îro, gelek kes hazir in ku jiyana xwe biguherînin û bibin şagirtên Îsa. Mesela, li Awistralyayê, pêşengeke xisûsî ya bi navê Yukina dît ku her cure mirov dikarin mizgîna Kitêba Pîroz qebûl bikin. Carekê, gava ew li ofîseke emlakê bû, wê jinikeke ciwan dît, a ku deqkirî bû û kincên perîşan li xwe kiribûn. Yukina dibêje: “Di serî de, ez bêqerar bûm ka pê re bipeyivim yan na, lê paşê, min dest bi sohbetê kir. Jinikê ji Kitêba Pîroz ew qas hez dikir ku wê hin ayetên ji kitêba Zebûrê ser bedena xwe dabûn nivîsandin!” Vê jinikê dest bi kursa Kitêba Pîroz kir û hat civînan. *

18. Gerek em çima di bin bandora pêşhikuman de nemînin?

18 Gava Îsa got ku zevî “zer bûne”, gelo ev yek dihat maneya ku wî bawer dikir ku piraniya mirovan wê biketana pey wî? Helbet na! Nivîsarên Pîroz ji berê de gotibû ku yên ku wê baweriya xwe bi wî bînin wê hindik bin (Yûh. 12:37, 38). Wekî din, Îsa dizanibû ku di dilê mirovan de çi heye, loma wî herî zêde bala xwe dida kesên ku wê guh bidaya wî (Met. 9:4). Dîsa jî, Îsa mizgîn bi xîret ji her kesî re belav kir. Madem ku em nizanin ku di dilê mirovan de çi heye, wê baş be ku em pêşhikuman ji dilê xwe derxin û mirovan wek şagirtên muhtemel bibînin. Marc, mizgînvanekî wezîfedar ê ku li Burkîna Fasoyê xizmetê dike, wisa dibêje: “Gelek kesên ku ez ji bo wan hêvîdar im, dev ji kursa Kitêba Pîroz berdidin, lê kesên ku ez ji bo wan hêvîdar nînim ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçin! Min fehm kiriye ku wê baştir be ku em xwe bispêrin rêberiya ruhê Yehowa.”

19. Gerek em li mirovên li saheya xwe çawa binêrin?

19 Di serî de, em belkî difikirin ku dilê gelek mirovan hazir nîne ku ew mizgînê qebûl bikin. Lê belê, bîne bîra xwe ku Îsa ji şagirtên xwe re çi gotibû. Zevî “zer bûne”, yanî ji bo dirûtinê hazir in. Belê, mirov dikarin xwe biguherînin û bibin şagirtên Îsa. Yehowa van şagirtên muhtemel wek “tiştên birûmet” dibîne (Hag. 2:7). Eger em jî wek Yehowa û Îsa li mirovan binêrin, emê hîn bibin ku ew bi çi bawer dikin û bi çi eleqedar in. Emê wan, ne wek kesên xerîb, lê wek xwişk û birayên muhtemel bibînin!

KILAM 57 Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya

^ par. 5 Ev yek ku em li mirovan çawa dinêrin li ser xizmeta me çawa tesîr dike? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Îsa û Pawlosê şandî li guhdarên xwe çawa dinêrîn, û em çawa dikarin wek wan bikin hesabê ku mirov bi çi bawer dikin û bi çi eleqedar in. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin mirovan wek şagirtên muhtemel bibînin.

^ par. 17 Rêza meqaleyan a bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” serpêhatiyên gelek mirovan vedibêje, yên ku jiyana xwe guherandiye. Ev rêza meqaleyan heta sala 2017an li kovara Birca Qerewiliyê (bi zimanê Kurmanciya Qafkasyayê) derketibû. Niha, ev rêza meqaleyan bi gelek zimanan li jw.org® tê weşandin.

^ par. 57 RESIM: Jin û mêrek li xizmeta mal bi mal diçin (1) maleke rêk û pêk, a ku bi kulîlkan xemilandî ye; (2) mala malbateke ciwan; (3) maleke tevlihev; û (4) maleke dîndar. Gelo ewê kesê herî eleqedar li kîjan malê bibînin?