Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 15

Ji Gotinên Dawîn ên Îsa Mesîh Dersan Bigire

Ji Gotinên Dawîn ên Îsa Mesîh Dersan Bigire

“Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e. Guhdariya wî bikin!” (METTA 17:5).

KILAM 17 “Dixwazim”

PÊŞGOTIN *

1-2. Gava Îsa Mesîh gotinên xwe yên dawîn digotin, ew di çi halî de bû?

ROJ, roja 14ê Nîsanê ya sala 33yan a P.M. ye. Îsa Mesîh ji aliyê zaliman ve bi derewan hat sûcdar derxistin. Paşê, wan qerfên xwe bi wî kir, lê îşkence kir û ew li ser stûnekê mix kir. Dest û piyên wî bi mixan hatine qulkirin. Îsa pir êşê dikişîne, û her peyva ku ew dibêje êşa wî hê jî zêde dike. Dîsa jî, gerek ew hin tiştên muhîm bibêje.

2 Gava Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê dimir, gelo wî çi got, û em dikarin ji gotinên wî çi dersan bistînin? Ka em bala xwe bidin van gotinan û “guhdariya wî bikin” (Metta 17:5).

“BAVÊ MIN, LI WAN BIBIHÛRE”

3. Gava Îsa Mesîh got: “Bavê min, li wan bibihûre”, wî bi îhtimaleke mezin behsa kê dikir?

3 Îsa Mesîh çi got? Gava Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê hat mixkirin, wî wisa dua kir: “Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!” (Lûqa 23:33, 34). Bi van gotinan, gelo Îsa Mesîh behsa kê dikir? Bi îhtimaleke mezin, wî behsa leşkerên Romayî dikir, yên ku dest û piyên wî bi mixan qul dikirin, çimkî wan nizanibû ku ew bi rastî kî ye. Wekî din, Îsa Mesîh belkî hin kesên ku mirina wî xwestibû, lê paşê baweriya xwe bi wî anî, dianîn ber çavê xwe (Karên Şandiyan 2:36-38). Gava mirovan li Îsa Mesîh neheqî dikir, dilê wî dîsa jî bi kîn û nefretê ve tije nedibû (1. Petrûs 2:23). Bi ser de, wî ji Yehowa rica kir ku bila ew mirovên ku ew dikuşt, efû bike.

4. Em ji vê ku Îsa Mesîh hazir bû ku muxalifên xwe efû bike, çi hîn dibin?

4 Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh çi hîn bibin? Wek Îsa Mesîh, gerek em hazir bin ku kesên din efû bikin (Kolosî 3:13). Merivên me yan kesên din belkî muxalefetê li me dikin ji ber ku ew baweriya me fehm nakin. Ew belkî di heqê me de derewan belav dikin, me li ber kesên din biçûk dixin, weşanên me diçirînin yan jî me ditirsînin. Çi dibe bila bibe, wê baş be ku em kînê neajon, lê ji Yehowa rica bikin ku bila ew çavê muxalifan veke, da ku ew rastiyê fehm bikin (Metta 5:44, 45). Carinan belkî li me zor tê ku em mirovan efû bikin, bi xisûsî eger em ji aliyê wan ve rastî neheqiyên mezin hatine. Lê belê, eger em îznê bidin ku kîn û nefret di dilê me de kok berdin, emê zerarê bidin xwe. Xwişkekê wisa gotibû: “Ez fehm dikim ku ev yek ku gerek em mirovan efû bikin nayê maneya ku gerek em çavê xwe li ser sûcên wan bigirin yan îznê bidin ku ew li ser serê me rûnin. Maneya efûkirinê tenê ev e ku gerek em dev ji hêrsa xwe berdin” (Zebûr 37:8). Gava em qerarê didin ku mirovan efû bikin, em xwe diparêzin, da ku serpêhatiyên negatîf li ser me xerab tesîr nekin (Efesî 4:31, 32).

“TÊ ... BI MIN RE DI BIHIŞTÊ DE BΔ

5. Îsa Mesîh ji zilamekî re çi soz da, û çima?

5 Îsa Mesîh çi got? Du zilamên din jî li kêleka Îsa Mesîh dihatin îdam kirin. Di serî de, her diduyan jî qerfên xwe bi wî dikirin (Metta 27:44). Lê paşê, yekî ji wan fikra xwe guherand. Wî fehm kir ku Îsa Mesîh “tiştekî nerast nekiriye” (Lûqa 23:40, 41). Wekî din, wî baweriya xwe anî zimên ku Îsa Mesîh wê ji mirinê bê rakirin û rojekê bibe padîşah. Loma, wî ji Îsa re wisa got: “Îsa, çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe!” (Lûqa 23:42). Çi baweriyeke mezin! Îsa Mesîh wisa cewab da: “Bi rastî ez ji te re dibêjim ku tê ... bi min re di bihiştê de bî!” * (Lûqa 23:43). Bi gotina “ez ji te re dibêjim”, Îsa Mesîh ji wî re sozeke şexsî da. Îsa dizanibû ku Xwedê çi qas dilrehm e, loma wî dilê vî zilamî bi gotinên xwe rihet kir (Zebûr 103:8).

6. Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh ên ji sûcdar re çi hîn bibin?

6 Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh çi hîn bibin? Şexsiyeta Îsa Mesîh wek şexsiyeta Yehowa ye (Îbranî 1:3). Yehowa hazir e ku me efû bike. Ji bo vê, helbet lazim e ku em seba şaşiyên xwe yên berê ji dil poşman bin û bawer bikin ku em dikarin bi saya fîdyeya Îsa Mesîh bên efûkirin (1. Yûhenna 1:7). Hin kes belkî difikirin ku sûcên wan ên berê ew qas mezin in ku Yehowa wê wan efû neke. Eger tu jî car caran wisa difikirî, vêya bîne bîra xwe: Zilamê ku bi Îsa Mesîh re dihat îdamkirin, hê teze baweriya xwe bi Îsa anî. Madem ku dilê Îsa bi mirovekî wisa dişewitî, ma dilê Yehowa bi xizmetkarên wî yên dilsoz, ên ku xîret dikin ku guh bidin qanûnên wî, naşewite? (Zebûr 51:1; 1. Yûhenna 2:1, 2).

“VA YE KURÊ TE! ... VA YE DIYA TE!”

7. Li gor Yûhenna 19:26, 27, Îsa Mesîh ji diya xwe re û ji Yûhenna re çi got, û çima?

7 Îsa Mesîh çi got? (Yûhenna 19:26, 27 bixwîne). Gava Îsa Mesîh dihat îdam kirin, wî xema diya xwe dixwar, çimkî zilamê wê Ûsiv bi îhtimaleke mezin çend sal berê miribû. Xwişk û birayên wî belkî dikaribû debara diya xwe bikira, lê kê wê bi hewcedariyên wê yên ruhî eleqedar bibûya? Wisa tê fehmkirin ku li wê demê, birayên Îsa hê nebûbûn şagirtên wî. Lê belê, Yûhenna bi rastî jî hem şandiyekî dilsoz hem jî dostê Îsa bû. Îsa Mesîh kesên ku bi wî re ji Yehowa re xizmet dikir, wek xwişk û birayên xwe yên ruhî didîtin (Metta 12:46-50). Loma, ji ber ku Îsa xema Meryemê dixwar û ji wê hez dikir, wî ew emanetî Yûhenna kir, çimkî wî dizanibû ku Yûhenna wê bi hewcedariyên wê yên ruhî eleqedar bibe. Loma, Îsa ji diya xwe re wisa got: “Va ye kurê te!” Û wî ji Yûhenna re jî wisa got: “Va ye diya te!” Ji wê rojê û pê ve, Yûhenna ji Meryemê re bû kur, û wî ew wek diya xwe didît. Belê, Îsa Mesîh pir qîmet dida jinika ku ew anîbû dinyayê û li dema mirina wî li cem wî disekinî, û wî jê re hezkirineke mezin nîşan da!

8. Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh ên ji Meryemê re û ji Yûhenna re çi hîn bibin?

8 Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh çi hîn bibin? Em helbet ji merivên xwe hez dikin û xwe nêzîkî wan hîs dikin. Lê belê, em dikarin xwe hê jî nêzîktirî xwişk û birayên xwe yên ruhî hîs bikin. Merivên me dikarin muxalefetê li me bikin yan me terk bikin, lê wek Îsa Mesîh soz dabû, eger em nêzîkî Yehowa û teşkîlata wî bimînin, emê ji tiştên ku me winda kirine “sed qatî” zêdetir bistînin. Gelek xwişk û bira wê ji me re bibin wek keç, kur, dê yan bav (Marqos 10:29, 30). Ma bawerî û yekîtiya xwişk û birayan, yên ku hem ji Yehowa hem jî ji hevdû hez dikin, dilê te germ nake? (Kolosî 3:14; 1. Petrûs 2:17).

“XWEDAYÊ MIN, TE ÇIMA EZ BERDAM?”

9. Em ji gotinên Îsa Mesîh, yên ku li Metta 27:46 derbas dibin, çi hîn dibin?

9 Îsa Mesîh çi got? Demeke kin berî mirina xwe, wî wisa got: “Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?” (Metta 27:46). Kitêba Pîroz rasterast zelal nake ku wî çima wisa got. * Dîsa jî, em dikarin ji van gotinan hin tiştan hîn bibin. Mesela, bi van gotinan, Îsa Mesîh pêxemberiya li Zebûr 22:1 anî cih. Wekî din, ev gotin nîşan didin ku Yehowa li derdora Kurê xwe ‘çeper nezivirand’ (Eyûb 1:10). Îsa Mesîh fehm dikir ku Bavê wî ew bi temamî teslîmî dijminan kiribû, da ku ew karibe heta mirinê bê ceribandin. Tu kesekî din bi qasî wî nehatiye ceribandin. Ji xeynî vê, van gotinan nîşan dida ku Îsa Mesîh bêsûc bû û cezayê mirinê heq nekiribû.

10. Em dikarin ji gotinên ku Îsa Mesîh ji Bavê xwe re gotibûn, çi hîn bibin?

10 Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh çi hîn bibin? Derseke muhîm ev e ku gerek em nefikirin ku Yehowa wê me ji hemû tengasiyên ku baweriya me diceribînin, biparêze. Çawa ku Îsa Mesîh heta mirinê hat ceribandin, gerek em jî hazir bin ku heta mirinê dilsoz bimînin (Metta 16:24, 25). Dîsa jî, Xwedê soz daye ku ewê îznê nede ku em “ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin” (1. Korîntî 10:13). Derseke din jî ev e ku wek Îsa Mesîh, em jî dikarin rastî neheqiyê bên (1. Petrûs 2:19, 20). Sebeba muxalefetê ne ev e ku me tiştekî xerab kiriye, lê ev e ku em şagirtên Îsa Mesîh in, û em “ne ji dinyayê ne” (Yûhenna 17:14; 1. Petrûs 4:15, 16). Îsa Mesîh dizanibû ku Yehowa çima îznê dide ku ew êşê bikişîne. Lê belê, hin xizmetkarên Yehowa yên dilsoz carinan fehm nakin ku Yehowa çima îznê dide ku hin tiştên xerab bên serê wan (Habaqûq 1:3). Xwedayê meyî dilovan û sebirdar dizane ku baweriya wan sist nîne, lê ew hewceyî teseliya wî ne (2. Korîntî 1:3, 4).

“EZ TÎ ME”

11. Li gor Yûhenna 19:28, Îsa Mesîh çi got?

11 Îsa Mesîh çi got? (Yûhenna 19:28 bixwîne). Gelo Îsa Mesîh çima got “Ez tî me”? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji bo ku Nivîsara Pîroz bê cih.” Bi van gotinan, Îsa Mesîh ev pêxemberiya li Zebûr 22:15 anî cih: “Wek perçê qafikê, ziwa bû hêza min, zeliqî ziman, bi ezmanê devê min.” Jixwe, Îsa Mesîh pir êş û jan kişandibû û li ser darê îşkenceyê hatibû mixkirin, loma ew bêguman tî bû. Hingê ji wî re alîkariya kesekî din lazim bû ku tîbûna wî bişikîne.

12. Em dikarin ji vê ku Îsa Mesîh got “Ez tî me” çi hîn bibin?

12 Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh çi hîn bibin? Îsa Mesîh fedî nedikir ku hîsên xwe eyan bike. Gerek em jî fedî nekin ku hîsên xwe eyan bikin. Em belkî gelek caran nabêjin ku hewcedariyên me çi ne. Bi eslê xwe, gava hewcedariyeke me çêdibe, gerek em fedî nekin ku ji kesên din alîkariyê bixwazin. Mesela, eger em êdî kal û pîr in yan eger siheta me ne baş e, wê belkî lazim be ku em ji hevalekî rica bikin ku ew me bibe ba doktor yan ji bo îşên herrojî alî me bike. Gava em xemgîn in, belkî hewcedariya me heye ku em dilê xwe ji rîspiyekî re yan ji xwişk yan birayekî gihîştî re vekin yan jî ku kesek me bi “gotina xweş” teşwîq bike (Methelokên Silêman 12:25). Xwişk û bira ji me hez dikin, û ew hazir in ku “di roja teng de” alî me bikin (Methelokên Silêman 17:17). Lê belê, heta ku em ji wan re rasterast nebêjin, ew belkî nizanin ku derdê me çi ye û çi hewcedariya me heye.

“TEMAM BÛ”

13. Bi saya dilrastiya heta mirinê, Îsa Mesîh çi “temam” kir?

13 Îsa Mesîh çi got? Li 14ê Nîsanê, piştî nîvro weke saet li sisêyan, Îsa Mesîh got: “Temam bû” (Yûhenna 19:30). Mirina wî êdî nêzîk bû, û wî daxwaza Bavê xwe “temam” kiribû. Îsa Mesîh îsbat kir ku Îblîs derewçîn e û ku însanekî bêqisûr dikare heta mirinê dilrast bimîne. Wekî din, wî canê xwe wek fîdye da. Bi saya qurbanbûna wî, însanên qisûrdar dikarin ji aliyê Xwedê ve wek kesên rast bên hesibandin û bigihîjin jiyana bêdawî. Ji xeynî vê, Îsa Mesîh îsbat kir ku Yehowa hikumdarê herî baş e, û wî navê Xwedê birûmet kir.

14. Gerek em roj bi roj çawa bijîn?

14 Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh çi hîn bibin? Gerek em dilrastiya xwe roj bi roj biparêzin. Birayê Maxwell Friend, ê ku li Mekteba Gîleadê mamoste bû, li civîneke navnetewî di gotareke li ser dilsoziyê de wisa got: “Îşê îro nehêle sibê. Ma tu emîn î ku sibeh wê bê? Roj bi roj wisa bijî qey ev roj fersenda te ya dawîn e ku tu îsbat bikî ku tu hêja yî ku heta bi hetayê bijî.” Belê, bila em roj bi roj wisa bijîn qey ev roj fersenda me ya dawîn e ku em dilrastiya xwe nîşan bidin! Bi vî awayî, eger em li ber mirinê bin jî, emê bi rihetî karibin bibêjin: “Yehowa, min çi ji destê min dihat dikir ku dilrast bimînim, îsbat bikim ku Îblîs derewçîn e, navê te pîroz bikim û piştgiriya serweriya te bikim!”

“EZ RUHÊ XWE DIDIM DESTÊN TE”

15. Li gor Lûqa 23:46, Îsa Mesîh bi çi bawer bû?

15 Îsa Mesîh çi got? (Lûqa 23:46 bixwîne). Bi baweriyeke tam, Îsa Mesîh wisa got: “Ya Bavê min, ez ruhê xwe didim destên te!” Îsa Mesîh dizanibû ku tenê Yehowa dikare wî vegerîne jiyanê, û ew bawer bû ku Bavê wî ewê ji bîr neke.

16. Serpêhatiya birayekî 15 salî çi rêyî me dide?

16 Em dikarin ji gotinên Îsa Mesîh çi hîn bibin? Jiyana xwe teslîmî destê Yehowa bike. Ji bo vê, “bi hemûya dilê xwe, bi XUDAN ve ewle bibe” (Methelokên Silêman 3:5). Serpêhatiya birayekî ciwan ê bi navê Joshua bîne ber çavê xwe. Gava ew 15 salî bû, ew bi losemiyê nexweş ket, lê wî tedawiyên ku li dijî qanûnên Xwedê ne, red kirin. Berî mirina xwe, wî ji diya xwe re got: “Dayê, ez di destê Yehowa de me ... ez ji dil bawer im ku Yehowa wê min ji mirinê rake. Ew dizane ku di dilê min de çi heye, û ez ji wî pir hez dikim.” Wê baş be ku em jî ji xwe bipirsin: “Eger ez mîna vî birayê ciwan li ber mirinê bûma, gelo minê jî jiyana xwe teslîmî destê Yehowa bikira û bawer bibûma ku ewê min ji bîr neke?”

17-18. Em çi dersan hîn bûne? (Li çarçoveya “ Maneya Gotinên Dawîn ên Îsa Mesîh” jî binêre.)

17 Gotinên dawîn ên Îsa Mesîh dersên pir muhîm rêyî me didin. Em fehm dikin ku gerek em kesên din efû bikin û bawer bin ku Yehowa wê me efû bike. Em pir şa ne ku xwişk û birayên me hene, yên ku hazir in ku alî me bikin. Gava hewce dibe, helbet lazim e ku em rasterast alîkariyê bixwazin. Me dît ku eger em rastî tengasiyan bên, Yehowa wê alî me bike. Wekî din, me dît ku gerek em roj bi roj wisa bijîn qey ev roj fersenda dawîn e ku em dilrastiya xwe nîşan bidin, û em dikarin bawer bin ku eger em bimirin jî, Yehowa wê me ji mirinê rake.

18 Belê, wexta ku Îsa Mesîh li ser darê îdamê dimir, wî hin tiştên pir muhîm gotin. Wê baş be ku em ji van gotinan ji xwe re dersan bistînin, çimkî Yehowa di heqê Kurê xwe de wisa emir dabû: “Guhdariya wî bikin!” (Metta 17:5).

KILAM 126 Hişyar, Qayim û Mêrxas Be

^ par. 5 Wek em li Metta 17:5 dibînin, Yehowa dixwaze ku em guh bidin Îsa Mesîh. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çend dersên ku em dikarin ji gotinên dawîn ên Îsa Mesîh bigirin.

^ par. 5 Îsa Mesîh ji vî zilamî re negot ku ewê bi wî re di Padîşahiyê de be, lê ku ewê di “bihiştê” de, yanî li cenetê be.

^ par. 9Pirsên Xwendevanan” bala me dikişînin ser hin sebebên muhtemel ku Îsa Mesîh çima gotinên Zebûr 22:1 anîn zimên.