Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Berî mirina xwe, Îsa Mesîh çima gotinên Dawid Padîşah ên ji Zebûr 22:1 anîn zimên?

Li gor Metta 27:46, Îsa Mesîh berî mirina xwe wisa got: “Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?” Bi van gotinan, Îsa Mesîh gotinên Dawid Padîşah anîn zimên, ên ku li Zebûr 22:1 hatine qeydkirin (Marqos 15:34). Gerek em nefikirin ku Îsa Mesîh wisa got ji ber ku wî hêviya xwe yan baweriya xwe winda kiribû. Wî rind dizanibû ku çima lazim e ku ew bimire, û ew hazir bû ku canê xwe feda bike (Metta 16:21; 20:28). Wekî din, wî dizanibû ku li dema mirina wî, Yehowa gerek ‘çeperê’ li derdora wî rakira (Eyûb 1:10). Loma, Yehowa fersend da Îsa Mesîh ku ew bi zelalî îsbat bike ku çi dibe bila bibe, ewê heta mirinê dilsoz bimîne (Marqos 14:35, 36).

Gelo Îsa Mesîh çima gotinên vê zebûrê anîn zimên? Em her çi qas cewaba vê pirsê tam nizanin jî, çend sebebên muhtemel hene *:

Bi van gotinan, Îsa Mesîh belkî dixwest nîşan bidaya ku li dema mirina wî, Yehowa wê wî tenê bihêle. Lazim bû ku Îsa Mesîh fîdyeyê bê alîkariya Yehowa bide. Lazim bû ku ew wek însan bimire, da ku “ji bo her kesî mirinê tam bike” (Îbranî 2:9).

Bi van gotinan, Îsa Mesîh belkî dixwest bala mirovan bikişanda ser temamiya vê Zebûra 22yan. Li rojên Îsa Mesîh, Cihûyan gelek zebûr ezber dikirin. Gava ayeteke ji zebûrekê dihat gotin, temamiya vê zebûrê dihat bîra wan. Li Zebûra 22yan, gelek pêxemberiyên di heqê mirina Mesîh de hene. Îsa Mesîh belkî dixwest bala şagirtên xwe bikişanda ser tiştên din, ên ku li vê zebûrê ji berê ve di heqê wî de hatibûn eyankirin (Zebûr 22:7, 8, 15, 16, 18, 24). Wekî din, ev zebûr dibêje ku Padîşahiya Yehowa wê bigihîje çar aliyên dinyayê (Zebûr 22:27-31).

Bi van gotinan, Îsa Mesîh belkî dixwest bigota ku ew bêsûc e. Berî mirina xwe, Îsa Mesîh nîvê şevê bi awayekî bêqanûnî hat dîwankirin û wek kafir hat mehkûmkirin (Metta 26:59, 65, 66; Marqos 14:56-59). Bi van gotinan, Îsa Mesîh belkî dixwest nîşan bidaya ku wî ev ceza heq nekir.

Îsa Mesîh belkî dixwest zelal bikira ku Dawid Padîşah jî rastî tengasiyan dihat, lê ev yek nayê maneya ku Dawid rizaya Xwedê winda kiribû. Dawid baweriya xwe winda nekiribû. Piştî ku Dawid ev pirs pirsî, wî baweriya xwe anî zimên ku Yehowa dikare wî xelas bike, û Yehowa ew bi dewamî bibereket dikir (Zebûr 22:23, 24, 27). Mîna vê, “Kurê Dawid” Îsa Mesîh her çi qas li ser stûnekê hat mixkirin jî, ev yek nedihat maneya ku Yehowa êdî ji wî razî nîne (Metta 21:9).

Îsa Mesîh belkî dixwest nîşan bidaya ku ew çi qas xemgîn e ji ber ku Yehowa destê xwe ji wî kişand, da ku ew karibe dilrastiya xwe îsbat bike. Armanca eslî ya Yehowa ne ew bû ku Îsa Mesîh bê kuştin. Ev yek ancax piştî serhildana Adem û Hewayê hewce bû. Îsa Mesîh tu tiştekî nerast nekiribû, lê lazim bû ku ew êşê bikişîne û bimire, da ku dozên ku Îblîs avêtibû holê safî bike û fîdeyeyê bide (Marqos 8:31; 1. Petrûs 2:21-24). Ji bo vê, lazim bû ku Yehowa destê xwe ji bo demekê ji ser Îsa Mesîh bikişîne û wî cara pêşîn neparêze.

Îsa Mesîh belkî dixwest ji şagirtên xwe re zelal bikira ku Yehowa çima îzin da ku ew bi vî awayî bimire. * Îsa Mesîh dizanibû ku vê yekê ku ew wek sûcdarek li ser stûnekê tê îdamkirin wê gelek kes biterpilandana (1. Korîntî 1:23). Ji bo ku şagirtên wî maneya mirina wî fehm bikin, lazim bû ku ew bala xwe bidin sebeba mirina wî (Galatî 3:13, 14). Vê yekê wê alî wan bikira ku ew wî ne wek sûcdarekî, lê wek Xelaskar bibînin.

Sebeba van gotinên Îsa Mesîh her çi bû jî, eyan e ku wî dizanibû ku mirina wî li gor daxwaza Yehowa bû. Piştî ku Îsa Mesîh gotinên vê zebûrê anîbû zimên, wî got: “Temam bû” (Yûhenna 19:30; Lûqa 22:37). Belê, ji ber ku Yehowa destê xwe ji bo demekê ji Îsa Mesîh kişandibû, wî dikaribû daxwaza Yehowa bi temamî bîne sêrî. Wekî din, wî dikaribû hemû tiştên ku “di Şerîeta Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de” li ser wî hatibûn nivîsîn, bîne cih (Lûqa 24:44).

^ par. 2 Wekî din, li paragrafên 9 û 10an a meqaleya “Ji Gotinên Dawîn ên Îsa Mesîh Dersan Bigire” binêre.

^ par. 5 Ji bo ku şagirtên xwe teşwîq bike ku ew fikrên xwe bînin zimên, Îsa Mesîh carinan tiştekî ku ne li gor fikra wî bû, digot yan dipirsî (Marqos 7:24-27; Yûhenna 6:1-5; li kovara The Watchtower, 15 Cotmeh 2010, rûp. 4 û 5an binêre).