Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 16

Li Gor Qeweta Xwe ji Yehowa re Xizmet Bike û Dilxweş Be

Li Gor Qeweta Xwe ji Yehowa re Xizmet Bike û Dilxweş Be

“Bila her kes karê xwe biceribîne” (GALATÎ 6:4).

KILAM 37 Bi Dil û Can ji Yehowa re Xizmet Bike

PÊŞGOTIN a

1. Dilê me bi çi şa dibe?

 YEHOWA dixwaze ku em dilşad bin. Jixwe, dilxweşî pareke “berê Ruh” e (Galatî 5:22). Gava em bi xizmetê mijûl in yan bi cure cure şeklan alî xwişk û birayan dikin, em dilxweş dibin, çimkî “bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Karên Şandiyan 20:35).

2-3. (a) Li gor Galatî 6:4, çi wê alî me bike ku em dilxweşiya xwe winda nekin? (b) Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

2 Li Galatî 6:4, Pawlosê şandî behsa du tiştan kiribû, yên ku alî me dikin ku em dilxweşiya xwe winda nekin (bixwîne). A yekê, gerek hedefa me ev be ku em ji bo Yehowa çi ji destê me tê bikin. Eger em vêya bikin, emê dilxweş bibin (Metta 22:36-38). A diduyan, gerek em xwe bi kesên din muqayese nekin. Sihet, perwerde yan hunerên me çi qas îznê didin, gerek em ew qas ji Yehowa re xizmet bikin û ji wî re şikurdar bin, çimkî di destê me de her çi hebe jî, me her tişt ji wî standiye. Ji aliyê din ve, eger kesên din li hin warên xizmetê ji me hostetir in, gerek em şa bin ku ew hunerên xwe ne ji bo kara xwe, lê ji bo rûmeta Yehowa bi kar tînin. Loma, li şûna ku em bi wan re bikevin reqabetê, wê baş be ku em ji wan hîn bibin.

3 Eger qeweta me nagihîje ku em li gor dilê xwe xizmet bikin, em çawa dikarin dilxweşiya xwe biparêzin? Wekî din, em çawa dikarin hunerên xwe bi awayê herî baş bi kar bînin û ji emsala kesên din hîn bibin? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin.

SEBA SÎNORÊN XWE XEMGÎN NEBE

Şertên me her çi bin jî, bila em çi ji destê me tê bikin, da ku Yehowa ji me razî be (Li paragrafên 4 heta 6an binêre) b

4. Hin xwişk û bira çima xemgîn dibin?

4 Eger em êdî kal û pîr bûne yan jî eger siheta me ne baş e, dibe ku em nikarin li gor dilê xwe xizmet bikin. Xwişkeke me ya bi navê Carol rastî çetinahiyeke wisa hat. Berê, wê li cihên ku mizgînvan li wê derê hindik bûn, xizmet dikir. Wê demê, Carolê bi 35 kesan re kursa Kitêba Pîroz îdare kiribû û alî çend kesan kiribû ku ew bibin xizmetkarên Yehowa. Carolê ji xizmeta xwe pir kêf distand. Lê paşê, siheta wê xerab bû, û lazim bû ku ew bi gelemperî li malê bimîne. Carol dibêje: “Seba nexweşiya min, ez nikarim bi qasî kesên din xizmet bikim, loma ez xwe bêkêr hîs dikim. Ji ber ku qeweta min nagihîje ku ez her tiştî li gor dilê xwe bikim, ez xemgîn dibim.” Carol dixwaze bi dil û can ji Yehowa re xizmet bike, û niyeta wê bi rastî pir baş e. Xwedayê meyî dilovan bê şik ji wê razî ye.

5. (a) Eger em seba sînorên xwe xemgîn in, gerek em çi bînin bîra xwe? (b) Birayê ku em di resman de dibînin çawa her tim li gor qeweta xwe ji Yehowa re xizmet kiriye?

5 Eger tu carinan seba sînorên xwe cesareta xwe winda dikî, ji bîr neke ku Yehowa tenê li hêviyê ye ku tu çi ji destê te tê bikî. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Xwişkeke 80 salî xemgîn e ji ber ku ew nikare wek berê xizmet bike. Ew çi ji destê wê tê dike, lê ew difikire ku ev yek ji bo Yehowa ne bes e. Gelo bi rastî wisa ye? Ka bifikire: Gava ew 40 salî bû, wê çi qas dikaribû ew qas xizmet dikir, û niha jî, ew çi qas dikare ew qas xizmet dike. Eger em ditirsin ku xizmeta me ji bo Yehowa ne bes e, gerek em bînin bîra xwe ku Yehowa li ser vê mijarê çi difikire. Eger em çi ji destê me bê bikin, Yehowa wê ji me re bibêje: “Aferim!” (li Metta 25:20-23 jî binêre).

6. Em dikarin ji emsala Mariayê çi hîn bibin?

6 Li şûna ku em seba tiştên ku ji destê me nayên xemgîn bin, gerek em bala xwe bidin tiştên ku ji destê me tên. Ev yek wê alî me bike ku em dilxweş bin. Xwişkeke bi navê Maria seba nexweşiyê nikare li gor dilê xwe xizmet bike. Di serî de, ew pir xemgîn bû, û wê xwe bêkêr hîs dikir. Lê paşê, wê qerar da ku destekê bide xwişkeke ku ketiye nav nivînan. Maria dibêje: “Min tevî wê bi telefonê û bi destê nameyan xizmet dikir. Her cara ku ez piştî xizmeta bi wê re vegeriyam malê, ez pir şa bûm ji ber ku min alî wê kiriye.” Ji bo ku em hê dilxweştir bibin, wê baş be ku em jî bala xwe bidin tiştên ku ji destê me tên. Lê eger derfeta me heye ku em xizmeta xwe zêde bikin yan eger hin hunerên me yên xisûsî hene, gerek em çi bikin?

HUNERÊN XWE BI KAR BÎNE

7. Petrûsê şandî çi şîret da şagirtên Îsa Mesîh?

7 Di nameya xwe ya pêşîn de, Petrûsê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re gotibû ku bila ew hunerên xwe ji bo teşwîqkirina hevdû bi kar bînin: “Her yek ji we, çi diyariya ruhanî standibe, bi wê wek şahneyên qenc ên kerema Xwedê ya cûr bi cûr, ji hev re xizmetê bikin” (1. Petrûs 4:10). Hin kes ditirsin ku eger ew “diyariya” xwe – yanî hunerên xwe – bi temamî bixebitînin, kesên din wê çavnebariya wan bikin yan jî cesareta xwe winda bikin. Eger kesek xwe ji ber sebebên wisa paş bigire, ew nikare bi dil û can ji Yehowa re xizmet bike.

8. Li gor 1. Korîntî 4:6, 7, çima lazim e ku em xwe seba hunerên xwe qure nekin?

8 Lazim e ku em hunerên xwe bi awayê herî baş bi kar bînin, lê gerek em xwe bi wan qure nekin (1. Korîntî 4:6, 7 bixwîne). Mesela, belkî li te hêsan tê ku dest bi kursên Kitêba Pîroz bikî. Ji aliyekî ve, gerek tu xwe paş negirî ku vê hunerê bi kar bînî, lê ji aliyê din ve, gerek tu xwe seba vê hunerê qure nekî. Mesela, ferz bike ku te dest bi kursa Kitêba Pîroz kiriye û tu dixwazî piştî xizmetê ji xwişk û birayên din re behsa vê serpêhatiyê bikî. Lê belê, gava koma xizmetê li hev top dibe, xwişkek dibêje ku ew pir şa ye ji ber ku kesekî kovarek qebûl kir. Ka bifikire: Wê kovarek da, te jî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Niha tuyê çi bikî? Tu dizanî ku serpêhatiya te wê li xwişk û birayan xweş bihata, lê ji ber ku tu naxwazî dilxweşiya xwişka ku tenê kovarek dabû, bitemirînî, tu qerarê didî ku rojeke din behsa serpêhatiya xwe bikî. Ev yek qerareke baş e. Lê belê, xwe ji destpêkirina kursên Kitêba Pîroz paş negire. Belê, hunera xwe bi kar bîne!

9. Gerek em hunerên xwe çawa bi kar bînin?

9 Gerek em ji bîr nekin ku hunerên me hediyeyên ji Xwedê ne. Lazim e ku em van hediyeyan ji bo xêra civatê bi kar bînin, ne ji bo ku em xwe bilind bikin (Filîpî 2:3). Eger em qewet û hunerên xwe li gor daxwaza Xwedê bi kar bînin, emê şa bin – ne ji ber ku em ji kesên din bilindtir in, lê ji ber ku em van hediyeyan ji bo rûmeta Yehowa bi kar tînin.

10. Gerek em çi nekin, û çima?

10 Carinan, mirov hunerên xwe bi kêmasiyên kesên din muqayese dikin. Mesela, dibe ku birayek gotarên pir xweş pêşkêş dike. Ev yek hunereke wî ye. Seba vê, ew belkî birayekî din, ê ku nikare gotarên ew qas xweş pêşkêş bike, biçûk dibîne. Lê belê, birayê din belkî ji aliyê xizmet, mêvanhezî yan perwerdekirina zarokan ve ji wî zêdetir jîr û jêhatî ye. Ma em şikurdar nînin ku ew qas xwişk û birayên me hene, yên ku bi hunerên xwe ji Yehowa re xizmet dikin û alî kesên din dikin?

JI EMSALÊN KESÊN DIN HÎN BIBE

11. Wê çima baş be ku em çav bidin Îsa Mesîh?

11 Her çi qas lazim e ku em xwe bi kesên din muqayese nekin jî, wê helbet baş be ku em ji emsala kesên dilsoz hîn bibin. Mesela, em dikarin ji emsala Îsa Mesîh hîn bibin. Em kamil nînin, lê em dikarin ji sifetên wî yên baş û ji kirinên wî dersan bistînin (1. Petrûs 2:21). Eger em çi ji destê me tê bikin ku çav bidin Îsa Mesîh, emê bikaribin bi awayekî baştir ji Yehowa re xizmet bikin û mizgînê belav bikin.

12-13. Em dikarin ji Dawid Padîşah çi hîn bibin?

12 Kitêba Pîroz behsa gelek kesên dilsoz dike, yên ku li gel kêmasiyên xwe ji me re bûn emsalên baş (Îbranî 6:12). Mesela, Yehowa Dawid wek “zilamekî li gor dilê xwe” didît (Karên Şandiyan 13:22). Dawid Padîşah her çi qas gunehên giran kiribûn jî, ew ji gelek aliyan ve ji me re emsaleke baş e. Gelo çima? Çimkî ew hazir bû ku şîretên cidî qebûl bike, û ew seba gunehên xwe ji dil poşman dibû, loma Yehowa ew efû dikir (Zebûr 51:3, 4, 10-12).

13 Ji xwe bipirse: “Wek Dawid Padîşah, gelo ez şîretan qebûl dikim? Gelo ez hazir im ku şaşiyên xwe qebûl bikim? Yan gelo ez sûcên xwe her tim davêjim ser kesên din, da ku ez xwe rastdar derxînim? Gelo ez xîret dikim ku şaşiyên xwe dubare nekim?” Gava tu di Nivîsarên Pîroz de serpêhatiyên kesên dilsoz dixwînî, li ser pirsên wisa bifikire. Gelo tengasiyên wan dişibin tengasiyên te? Wan kîjan sifetên baş eyan dikirin? Ji xwe bipirse: “Ez çawa dikarim vî kesê dilsoz ji xwe re emsal bigirim?”

14. Wê çima baş be ku em çav bidin xwişk û birayên dilsoz?

14 Îro jî, xwişk û birayên me yên ciwan û extiyar ji me re emsal in. Mesela, xwişk û birayên li civata te çawa li gel bandora derdorê, muxalefeta malbatê yan nexweşiyê bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin? Ma tu naxwazî sifetên wan ên baş ji xwe re emsal bigirî? Ev yek dikare alî te bike ku tu jî li hemberî tengasiyên xwe ji Yehowa Xwedê re dilsoz bimînî. Ma ev yek ku xwişk û birayên me yên wisa hene, dilê me şa nake? (Îbranî 13:7; Aqûb 1:2, 3).

BI DILXWEŞÎ JI YEHOWA RE XIZMET BIKE

15. Kîjan tembîha Pawlosê şandî dikare alî me bike ku em bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bikin?

15 Gerek her kes çi ji destê wî tê bike ku aştî û yekîtiya di nav me de bi pêş bixe. Di sedsala yekê de, cure cure huner û wezîfeyên şagirtên Îsa Mesîh hebûn (1. Korîntî 12:4, 7-11). Dîsa jî, wan bi hev re nediketin reqabetê, û wan yekîtiya di nav xwe de xerab nedikir. Pawlos ji wan re got ku bila her kes xîret bike, da ku “bedena Mesîh bê avakirin”. Wî ji Efesiyan re jî nivîsî ku “her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin” (Efesî 4:1-3, 11, 12, 16). Yên ku li gor tembîha Pawlosê şandî hereket dikir aştî û yekîtiya di nav xwe de bi pêş dixist, û îro jî, xwişk û birayên me wisa dikin.

16. Gerek em çi bikin? (Îbranî 6:10)

16 Xwe bi kesên din muqayese neke. Ji Îsa Mesîh hîn bibe û sifetên wî ji xwe re emsal bigire. Çav bide hem kesên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike hem jî xwişk û birayên dilsoz. Çi ji destê te tê bike, û bawer be ku Yehowa wê keda te ji bîr neke (Îbranî 6:10 bixwîne). Bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bike, û ji bîr neke ku ew pir qîmetê dide xîreta te.

KILAM 65 Tu Caran Nesekine!

a Em helbet dikarin ji emsala kesên din feydeyê bistînin. Lê belê, eger em xwe bi kesên din muqayese bikin, dibe ku em yan pozbilind bin yan jî cesaret û dilxweşiya xwe winda bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin xwe ji vê talûkeyê dûr bigirin.

b RESIM: Birayekî di xortaniya xwe de li Beytelê xizmet dikir. Piştî ku ew zewicî, wî bi xanima xwe re wek pêşeng xizmet dikir. Gava zarokên wan hatin dinyayê, wî ew di xizmetê de perwerde dikirin. Niha ew êdî kal bûye, lê ew dîsa jî çi ji destê wî tê dike û mizgînê bi destê nameyan belav dike.