Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Kitêba Pîroz di heqê sondxwarinê de çi dibêje?

Li gor ferhengeke zimanê Kurmancî, peyva “sond” tê maneya “soza mirov bi tiştê pîroz ... ko rastgo û dilsoj be”. Sond dikare bi devkî yan bi nivîskî bê xwarin.

Hin kes difikirin ku gerek mirov tu caran sond nexwe, ji ber ku Îsa Mesîh wisa gotibû: “Qet sond nexwin! … Bila erêya we ‘Erê’ be û naya we ‘Na’ be. Ji vê zêdetir ji Yê Xerab e” (Metta 5:33-37). Helbet Îsa dizanibû ku li gor Qanûna Mûsa lazim bû ku Îsraêliyan carinan sond bixwarana û ku hin xizmetkarên Xwedê yên berê jî sond xwaribûn (1. Mûsa 14:22, 23; 2. Mûsa 22:10, 11). Bi ser de, Yehowa jî hin sond dixwarin, û Îsa Mesîh helbet ev yek dizanibû (Îbranî 6:13-17). Ji ber vê yekê, em fehm dikin ku Îsa nedixwest bigota ku gerek em tu caran sond nexwin. Bi eslê xwe, wî dixwest ji me re bigota ku bila em sondên pûç nexwin. Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em her tim xwediyê sozên xwe bin.

Lê eger lazim be ku tu sond bixwî, gerek tu çi bikî? A pêşîn, emîn be ka tuyê karibî sozên xwe bînî cih yan na. Eger tu emîn nînî ku tuyê karibî vêya bikî, ji bo vî tiştî sond nexwe. Peyva Xwedê me hişyar dike: “Di şûna ku tê nedir bikî û nedî, soz nede çêtir e” (Waiz 5:5, Mizgînî). A diduyan jî, li prensîpên Kitêba Pîroz bigere ku bi vê mijarê ve girêdayî ne, û paşê li gor wijdanê xwe qerarê bide. Lê gelo ev çi prensîp in?

Hin sond ne li dijî daxwaza Xwedê ne. Mesela, Şahidên Yehowa li dema nîkahê sond dixwin. Li ber Xwedê û li ber şahidan, bûk û zava soz didin ku ewê “heta ku [ew] sax bin” ji hevdû hez bikin, hevdû xwedî bikin û qedrê hev bigirin. (Li dema zewacê, hin cot belkî gotinên din dibêjin, lê ew dîsa jî li ber Xwedê sond dixwin.) Bi saya vê sondê, ew dibin jin û mêr, û gerek ew heta mirinê bi hev re zewicî bimînin (1. Mûsa 2:24; 1. Korîntî 7:39). Ev sond li gor daxwaza Xwedê ye.

Hin sond li dijî daxwaza Xwedê ne. Şagirtekî Îsa Mesîh wê tu caran sond nexwe ku ewê bi çekan welatê xwe biparêze yan jî dev ji baweriya xwe ya bi Xwedê berde. Sondên wisa li dijî emrên Xwedê ne. Ji ber ku şagirtên Îsa “ne ji dinyayê ne”, gerek ew tev li şer û problemên dinyayê nebin (Yûhenna 15:19; Îşaya 2:4; Aqûb 1:27).

Carinan, gerek şagirtên Îsa Mesîh li gor wijdanê xwe qerarê bidin ka sond bixwin yan na. Berî ku em sond bixwin, carinan lazim e ku em li ser vî emrê Îsa Mesîh kûr bifikirin: “Tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê” (Lûqa 20:25).

Mesela, gava şagirtekî Îsa Mesîh ji bo welatîbûn yan pasaportê miraceet dike, belkî lazim e ku ew sonda wefadariyê bixwe. Eger gotinên sonda wî welatî li dijî qanûna Xwedê ne, wijdanê wî wê îznê nede ku ew vê sondê bixwe. Lê belê, dibe ku dewlet îznê bide ku ew gotinên sondê li gor wijdanê xwe biguherîne.

Romayî 13:1 wisa dibêje: “Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike.” Li gor vê ayetê, Xwedê jixwe dixwaze ku em guh bidin dewletê. Loma, eger îzin hebe ku gotinên sondê bi awayekî minasib bên eyarkirin, şagirtê Îsa Mesîh wê belkî qebûl bike ku sonda wefadariyê bixwe.

Eger hewce be ku tu li ser tiştekî sond bixwî yan li dema sondxwarinê jest yan hereketekê bikî, dîsa lazim e ku tu li gor wijdanê xwe qerarê bidî ka ev yek minasib e yan na. Li demên berê, Romayî û Sekayan li ser şûrên xwe sond dixwarin, ên ku qudreta xwedayê şer temsîl dikir û wek temînata pêbaweriyê dihat dîtin. Wekî din, gava Yûnaniyan sond dixwarin, wan destê xwe hildida jor. Bi vê jestê, wan eşkere dikir ku ew dizanin ku Xwedê her tiştî dibîne, û gerek însan hesab bidin wî.

Xizmetkarên Yehowa helbet li ser sembolên milî, yên ku bi îbadeta sexte ve girêdayî ne, sond naxwin. Lê eger mehkeme ji te bixwaze ku tu destê xwe deynî ser Kitêba Pîroz û sond bixwî ku tuyê rastiyê bibêjî, gerek tu çi bikî? Nivîsarên Pîroz behsa hin xizmetkarên Xwedê dikin, ên ku bi hereketeke destan sond dixwar (1. Mûsa 24:2, 3, 9; 47:29-31). Loma, dibe ku sondeke wisa minasib be. Lê belê, ji bîr neke ku eger tu vê sondê bixwî, ev yek tê maneyê ku te li ber Xwedê sond xwariye. Lazim e ku tu rastiyê bibêjî û bi duristî cewabê bidî hemû pirsan.

Ji ber ku em pir qîmetê didin dostaniya xwe ya bi Yehowa re, gerek em dua bikin û kûr bifikirin pêşiya ku em sond bixwin. Gerek em emîn bin ku ev sond ne li dijî wijdanê me yan li dijî prensîpên Kitêba Pîroz e. Eger tu qerarê bidî ku sond bixwî, gerek tu sonda xwe bînî cih (1. Petrûs 2:12).