Pirsên Xwendevanan
Eger şagirtekî Îsa Mesîh jina xwe bê sebebeke li gor Kitêba Pîroz berde û bi jinikeke din re bizewice, gerek civat li zewaca wî ya berê û li zewaca nû çawa binêre?
Gava ku şagirtekî Îsa Mesîh bi kesekî din re dizewice, hukmê zewaca wî ya berê betal dibe û êdî hukmê zewaca nû heye. Ji bo ku em fehm bikin ku civat çima wisa difikire, ka em di ber çavan re derbas bikin ku Îsa Mesîh li ser hevberdanê û zewaca nû çi gotibû.
Li Metta 19:9, Îsa Mesîh gotibû ku ji bo hevberdanê, li gor Nivîsarên Pîroz tenê yek sebeb heye: “Kî ku ji zînayê pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike.” Ji gotinên Îsa Mesîh, em fehm dikin ku (1) li gor Nivîsarên Pîroz, jin û mêr tenê seba bêexlaqiya cinsî dikarin hev berdin û (2) kesê ku jina xwe ji bo sebebeke din berdide û bi jinikeke din re dizewice, zînayê dike. a
Gelo gotinên Îsa Mesîh tên maneya ku eger mêr bêexlaqiya cinsî bike û jina xwe berde, ewê êdî serbest be ku jinikeke din bîne? Belkî na. Eger mêr zînayê bike, gerek jina wî, ya ku bêsûc e, qerarê bide ka mêrê xwe efû bike yan na. Eger jin mêrê xwe red bike û eger ew hev berdin, piştî hevberdanê her du jî wê serbest bin ku bi kesên din re bizewicin.
Ji aliyê din ve, dibe ku jin hazir be ku mêrê xwe efû bike û bi wî re bimîne. Lê eger mêrê wê, yê ku zîna kiribû, teklîfa wê qebûl neke û jina xwe berde, hal wê çawa be? Madem ku jin hazir e ku mêrê xwe efû bike û bi wî re bimîne, mêr serbest nîne ku jinikeke din bîne. Eger ew dîsa jî bi jinikeke din re bizewice, ev yek wê dîsa zîna be, û rîspiyên civatê gerek ji bo sûcê wî komîteyeke edlî derbas bikin (1. Korîntî 5:1, 2; 6:9, 10).
Wexta ku mêrekî ku li gor Kitêba Pîroz serbest nîne ku bi jinikeke din re bizewice, civat gerek li zewaca berê û li zewaca nû çawa binêre? Gelo li gor Kitêba Pîroz hukmê zewaca wî ya berê hê dewam dike? Gelo hê mumkin e ku jin mêrê xwe yê berê efû bike yan red bike? Gelo zewaca nû gerek wek zîna bê dîtin?
Li gor fehmkirina me ya berê, zewaca nû wek zîna dihat dîtin heta ku kesê bêsûc sax be, azib bimîne û zînayê neke. Lê belê, gava Îsa Mesîh li ser mijara hevberdan û ji nû ve zewicînê xeber dida, wî behsa halê kesê bêsûc nekir. Wî tenê zelal kir ku mêrekî ku jina xwe bê sebebeke li gor Nivîsarên Pîroz berdide û bi jinikeke din re dizewice, zînayê dike. Ji ber ku hevberdan û zewaceke wisa li gor gotinên Îsa Mesîh zîna ye, zewaca berê êdî betal bûye.
“Kî ku ji zînayê pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike” (Metta 19:9).
Wexta ku mêr jina xwe berdide û bi jinikeke din re dizewice, êdî ne mumkin e ku jina wî ya berê, ya ku bêsûc e, wî efû bike yan red bike. Yanî, êdî ne lazim e ku jin qerarê bide ka mêrê xwe yê berê efû yan red bike. Wekî din, ev yek ku kesê bêsûc b
paşê miriye, ji nû ve zewiciye yan bêexlaqiya cinsî kiriye yan na ser nêrîna civatê ya li ser zewaca nû tesîr nake.Li mîsala jorîn, jin û mêr seba zînaya mêr hev berdan. Lê eger mêr zînayê neke, lê dîsa jî jina xwe berde û bi jinikeke din re bizewice, hal wê çawa be? Yan jî, eger mêr ne berî hevberdanê, lê piştî hevberdanê bêexlaqiyê bike û jina wî hazir e ku wî efû bike, lê ew dîsa jî bi jinikeke din re bizewice, hal wê çawa be? Li van mîsalan, hevberdan û zewaca nû tê maneya zînayê û zewaca berê betal dike. Êdî hukmê zewaca nû heye. Birca Çavdêriyê wisa gotibû: “Ji ber ku ew êdî bi kesekî din re zewicî ye, ew nikare vegere ba jina xwe ya berê; zewaca berê seba hevberdan, zîna û zewaca nû betal bûye” (The Watchtower, 15 Mijdar 1979, bi zimanê Îngilîzî).
Ev nêrîna serrastkirî pîroziya zewacê kêmtir nake û nayê maneya ku zîna sûcekî ew qas giran nîne. Eger mêr jina xwe bê sebebeke li gor Kitêba Pîroz berde û bi jinikeke din re bizewice, gerek ew seba zînayê hesab bide komîteya edlî (eger jina nû jî Şahida Yehowa ye, gerek ew jî seba zînayê hesab bide komîteya edlî). Zewaca nû her çi qas wek zîna nayê dîtin jî, berî ku ew karibe di civatê de îmtiyazên xisûsî bistîne, wê lazim be ku gelek sal derbas bin û navê wî paqij be. Ji bo vê, gerek rîspî halê jina berê, ya ku rastî îxanetê hatibû, û halê zarokên ku ji mêrê sûcdar ve hatibûn terkkirin, bînin ber çavê xwe (Maleyaxî 2:14-16).
Madem ku netîceyên hevberdan û ji nû ve zewicîna bê sebebeke li gor Kitêba Pîroz ew qas cidî ne, wê baş be ku şagirtên Îsa Mesîh ji bîr nekin ku li ber çavê Yehowa, zewac pîroz e (Waiz 5:4, 5; Îbranî 13:4).
a Li vê meqaleyê, jin wek bêsûc û mêr wek sûcdar tê nîşandayîn. Lê belê, li Marqos 10:11, 12, Îsa Mesîh nîşan dabû ku gotinên wî hem li mêran hem jî li jinan dikevin.
b Berê, em difikirîn ku zewaceke wisa gerek bi dewamî wek zîna bê dîtin heta ku kesê bêsûc sax be, azib bimîne yan bêexlaqiya cinsî neke.