Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 16

“Birayê Te wê Dîsa Rabe”!

“Birayê Te wê Dîsa Rabe”!

“Îsa ji [Mertayê] re got: ‘Birayê te wê dîsa rabe’” (YÛHENNA 11:23).

KILAM 151 Ewê Gazî Bike

PÊŞGOTIN a

1. Kurekî çawa anî zimên ku ew bi hêviya rabûna miriyan bawer dike?

 KUREKÎ bi navê Matthew êşa nexweşiyeke giran dikişîne. Loma ew gelek caran hat emeliyatkirin. Gava ew heft salî bû, wî bi malbata xwe re li bernameya mehane ya JW Broadcastingê® temaşe dikir. Di dawiya bernameyê de, wî di vîdeo-muzîkê de dît ku xwişk û birayên me çawa bixêrhatina kesên ku ji mirinê rabûne, dikin. b Paşê, Matthew destê dê û bavê xwe girt û ji wan re got: “Dayê, bavo, we dît! Ez bimirim jî, ezê dîsa bêm rakirin. Li hêviya min bin. Ew roj wê bê.” Gava dê û bavê wî bihîst ku hêviya rabûna ji mirinê li ber çavê kurê wan zindî ye, ew gelekî şa bûn.

2-3. Çima gerek em li ser soza rabûna ji mirinê bifikirin?

2 Carinan gerek em li ser soza rabûna ji mirinê bifikirin (Yûhenna 5:28, 29). Gelo çima? Çimkî rojekê her kes dikare bi nexweşiyeke giran bikeve yan hezkiriyekî xwe winda bike (Waiz 9:11; Aqûb 4:13, 14). Hêviya rabûna ji mirinê alî me dike ku em li hemberî derdên wisa sebir bikin (1. Selanîkî 4:13). Kitêba Pîroz dibêje ku Bavê meyî ezmanî me nas dike û ji me pir hez dike (Lûqa 12:7). Yehowa Xwedê me ew qas baş nas dike ku ewê me bi eynî şexsiyetê û bi hemû bîranînên me dîsa vegerîne jiyanê. Û ji ber ku ew ji me pir hez dike, ew dixwaze jiyana herheyî bide me. Eger em bimirin jî, ewê me ji mirinê rake!

3 Di vê meqaleyê de, emê ewilî bibînin ku em çima dikarin bi soza rabûna ji mirinê bawer bikin. Paşê, emê bala xwe bidin serpêhatiya ku ayeta sereke tê de derbas dibe: “Birayê te wê dîsa rabe” (Yûhenna 11:23). Ev serpêhatî wê baweriya me xurttir bike. Paşê jî, emê bibînin ku em çawa dikarin hêviya rabûna ji mirinê li ber çavê xwe zindî bikin.

ÇIMA EM BI SOZA RABÛNA JI MIRINÊ BAWER DIKIN?

4. Ji bo ku em bi sozekê bawer bikin, gerek em ji çi emîn bin? Mîsalekê bide.

4 Ji bo ku em bi sozekê bawer bikin, gerek em ji çi emîn bin? Gerek em emîn bin ku daxwaz û qudreta kesê ku soz daye me heye ku soza xwe bîne cih. Ka vê mîsalê bîne ber çavê xwe. Bahozeke xurt gelek zerar daye xaniyê te. Dostekî te soz dide te: “Ezê alî te bikim ku tu xaniyê xwe dîsa ava bikî.” Ew bi dil û can dixwaze alî te bike û tu ji sedî sed bawer dikî ku ewê soza xwe bîne cih. Ji ber ku ew hosteyekî bitecrûbe ye û hacetên wî jî hene, tu dizanî ku ew bi rastî dikare alî te bike. Loma tu bi soza wî bawer dikî. Lê gelo daxwaz û qudreta Xwedê heye ku soza rabûna ji mirinê bîne cih?

5-6. Em çima bawer dikin ku Yehowa dixwaze mirovan ji mirinê vegerîne jiyanê?

5 Gelo Yehowa bi rastî dixwaze kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê? Bê şik, erê! Bi îlhama Xwedê, di Kitêba Pîroz de hatiye nivîsandin ku Xwedê li ser rabûna ji mirinê çi soz daye (Îşaya 26:19; Hoşeya 13:14; Peyxam 20:11-13). Û Yehowa soza xwe tim tîne cih (Yêşû 23:14). Bi rastî, Yehowa bi dil û can dixwaze ku kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê. Çima em dikarin vê yekê bibêjin?

6 Ka li ser gotinên Eyûb pêxember bifikire. Wî bawer dikir ku eger ew bimire jî, Yehowa ji dil dixwaze ku wî dîsa ji mirinê rake (Eyûb 14:14, 15). Bi eynî awayî, Yehowa bi dil û can li hêviya wê rojê ye ku hemû xizmetkarên xwe ji mirinê rake û jiyaneke xweş û bisihet bide wan. Gelo Kitêba Pîroz li ser milyaran kesên ku berî mirina xwe Yehowa nas nekiriye çi dibêje? Xwedayê meyî dilovan dixwaze wan jî ji mirinê rake (Karên Şandiyan 24:15). Ew dixwaze fersendê bide wan ku ew bibin dostên wî û jiyana herheyî bistînin (Yûhenna 3:16). Belê, Yehowa dixwaze mirovan ji mirinê vegerîne jiyanê.

7-8. Em çima dikarin bawer bin ku qudreta Yehowa heye ku miriyan dîsa vegerîne jiyanê?

7 Gelo qudreta Yehowa heye ku yên mirî dîsa vegerîne jiyanê? Bê guman, erê! Çimkî ew “Karîndarê her tiştî” ye (Peyxam 1:8). Yehowa ew qas biqewet e ku ew dikare her dijminî, heta mirinê jî, tune bike (1. Korîntî 15:26). Ev fikra xweş qewetê dide me û dilê me rihet dike. Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Emma Arnold. Di Şerê Cîhanê yê Duyem de, baweriya wê û malbata wê gelek caran hat ceribandin. Qîza Emmayê gelekî xemgîn bû, çimkî mirovên ku wê ji wan hez dikir, di kampên Naziyan de mirin. Emmayê dixwest bi van gotinan teseliyê bide wê: “Eger yên mirî nikaribin dîsa vegerin jiyanê, ev yek tê maneya ku dijminê me, yanî mirin ji Xwedê xurttir e. Lê ev yek qet çênabe.” Helbet, Yehowa ji her tiştî xurttir e! Çawa ku Xwedê mirov bi qudreta xwe afirandine, ew dikare wan bi qudreta xwe dîsa ji mirinê rake.

8 Sebebekî din ku em çima dizanin ku Xwedê dikare miriyan dîsa vegerîne jiyanê ew e ku bîranîna wî bêsînor e. Xwedê navê her stêrkekê dizane (Îşaya 40:26). Kesên mirî jî di bîra Xwedê de ne (Eyûb 14:13; Lûqa 20:37, 38). Ew dikare her xisûsiyeta kesê mirî – mesela wek şekl, şexsiyet, bîranîn û serpêhatiyên wî – bîne bîra xwe û wî ji mirinê rake.

9. Çima em bi soza Yehowa ya li ser rabûna miriyan bawer dikin?

9 Çima em bi soza Yehowa ya li ser rabûna miriyan bawer dikin? Ji ber ku hem daxwaz hem jî qudreta wî heye ku vê soza xwe bîne cih. Sebebekî din jî ev e: Di zemanê Kitêba Pîroz de, Yehowa kesên mirî dîsa rakirin jiyanê. Mesela, wî qudret da Îsa Mesîh û zilamên din ên dilsoz ku ew vê yekê bikin. Niha, emê li ser yek ji mucîzeyên ku Îsa Mesîh kiribûn kûr bifikirin. Ev serpêhatî di Yûhenna beşa 11an hatiye nivîsandin.

DOSTEKÎ ÎSA MESÎH MIR

10. Dema ku Îsa Mesîh li aliyê din ê çemê Urdunê xebera xêrê belav dikir, çi qewimî û wî çi kir? (Yûhenna 11:1-3)

10 Yûhenna 11:1-3 bixwîne. Tiştê ku di dawiya sala 32yan de li Beytanyayê qewimîbû bîne ber çavê xwe. Dostê Îsa Mesîh Lazar û her du xwişkên wî Meryem û Merta li vî gundî dijiyan (Lûqa 10:38-42). Lazar nexweş ketibû û xwişkên wî xemgîn bûn. Wan xebera nexweşiya wî ji Îsa Mesîh re şand. Di wê wextê de, ew derbasî aliyê din ê çemê Urdunê bûbû û bi qasî meşa du rojan ji Beytanyayê dûr ketibû (Yûhenna 10:40). Mixabin, gava xeber gihîşt Îsa Mesîh, Lazar mir. Îsa Mesîh her çi qas bihîstibû ku dostê wî miriye, ew du rojên din jî li cihê ku lê bû ma. Paşê wî berê xwe da Beytanyayê. Dema ku Îsa Mesîh gihîşt wê derê, wê çaxê Lazar çar rojan miribû. Îcar Îsa Mesîh dixwest ji bo dostên xwe mucîzeyeke mezin bike û bi vî awayî rûmetê bide Xwedê (Yûhenna 11:4, 6, 11, 17).

11. Em dikarin ji vê serpêhatiyê di heqê dostaniyê de çi bielimin?

11 Em dikarin ji vê serpêhatiyê di heqê dostaniyê de tiştekî bielimin. Ka bifikire: Gava Meryem û Mertayê xeber ji Îsa Mesîh re şand, wan ji wî re negot ku bila ew bê Beytanyayê. Wan ji wî re tenê got ku dostê wî nexweş e (Yûhenna 11:3). Gava Lazar mir, Îsa Mesîh dikaribû ew ji dûr ve jî ji mirinê rakira. Lê belê, Îsa Mesîh qerar da ku here Beytanyayê, da ku alî Meryem û Mertayê bike. Gelo dostekî te, yê ku hazir e ku alî te bike, heye? Belê, dost di roja teng de kifş dibe (Methelokên Silêman 17:17). Wek Îsa Mesîh, em jî dikarin ji kesên din re bibin dostên qenc! Gelo Îsa Mesîh paşê çi kir?

12. Îsa Mesîh çi soz da Mertayê û wê çima dikaribû bi vê sozê bawer bike? (Yûhenna 11:23-26)

12 Yûhenna 11:23-26 bixwîne. Xwişka Lazar Mertayê bihîstibû ku Îsa Mesîh nêzîkî Beytanyayê ye. Ew çû pêşiya wî û jê re got: “Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir” (Yûhenna 11:21). Helbet Îsa Mesîh dikaribû Lazar qenc bikira. Lê wî dixwest tiştekî mezintir bike. Wî soz da Mertayê: “Birayê Te wê Dîsa Rabe.” Paşê wî ji Mertayê re got ku ew çima dikare baweriya xwe bi gotina wî bîne: “Vejîn [rabûn] û jiyan ez im.” Belê, Xwedê qudreta li ser jiyan û mirinê daye Îsa Mesîh. Carekê, Îsa Mesîh keçikeke ciwan demeke kin piştî mirina wê vegerand jiyanê. Careke din jî, wî xortekî ku di eynî rojê de miribû dîsa vegerand jiyanê (Lûqa 7:11-15; 8:49-55). Lê gelo wî dikaribû kesekî ku çar rojan miribû û bêhn ketibû laşê wî dîsa ji mirinê rake?

“LAZAR, WERE DERVE!”

Dilê Îsa Mesîh bi dostên wî dişewitî (Li paragrafên 13 û 14an binêre)

13. Li gor Yûhenna 11:32-35, gava Îsa Mesîh dît ku Meryem û kesên din digirîn, wî çi kir? (Li resim jî binêre.)

13 Yûhenna 11:32-35 bixwîne. Bîne ber çavê xwe ku paşê çi qewimî. Meryem, xwişka Lazar ya din, çû pêşiya Îsa Mesîh. Ew, gotinên xwişka xwe dubare dike: “Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî, birayê min nedimir.” Meryem û kesên din jî gelek xemgîn bûn. Gava Îsa êşa dilê wan û hêstirên çavê wan dîtin ew gelekî xemgîn bû. Dilê Îsa Mesîh bi wan şewitî û ew jî bi wan re giriya. Wî dizanibû ku êşa mirina dostekî çi qas giran e. Bê şik, wî ji dil dixwest sebebê hêstirên wan ji kokê ve safî bike!

14. Em ji dilşewatiya Îsa Mesîh ya li hemberî Meryemê di heqê Yehowa de çi hîn dibin?

14 Dilşewatiya Îsa Mesîh ya li hemberî girîna Meryemê nîşan dide ku dilê Yehowa bi me dişewite. Çima em dikarin vê yekê bibêjin? Çawa ku me di meqaleya berê de dîtibû, Îsa Mesîh hîs û fikrên bavê xwe bi awayekî bêqisûr nîşan dide (Yûhenna 12:45). Dilê Îsa Mesîh bi dostên wî ew qas dişewitî ku hêstir ji çavên wî dibarîn. Ji vê yekê, em fehm dikin ku gava Yehowa hêstirên çavê me dibîne, ew gelekî xemgîn dibe (Zebûr 56:8). Bê şik, fikra ku dilê Yehowa bi me dişewite alî me dike ku em nêzîktirî Xwedayê xweyî dilovan bibin.

Îsa Mesîh îsbat kir ku qudreta wî ya li ser mirine heye (Li paragrafên 15 û 16an binêre)

15. Li gor Yûhenna 11:41-44, li ber mezelê Lazar çi qewimî? (Li resim jî binêre.)

15 Yûhenna 11:41-44 bixwîne. Gava Îsa Mesîh gihîşt cihê mezelê Lazar, wî got ku bila ew kevirê li ber deriyê şikeftê bidin aliyekî. Mertayê îtiraz kir û got ku bêhn ketiye laşê yê mirî. Îsa Mesîh cewab da: “Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?” (Yûhenna 11:39, 40). Paşê Îsa Mesîh li ezmanan mêze kir û li ber xelkê dua kir. Wî dixwest rûmeta vê mucîzeyê bide Yehowa. Paşê Îsa bi dengê bilind got: “Lazar, were derve!” Û bi rastî jî Lazar ji mezel derket! Îsa Mesîh mucîzeyeke ku bi fikra mirovan ne mumkin bû kir.

16. Serpêhatiya ji Yûhenna beşa 11an çawa baweriya me ya bi hêviya rabûna ji mirinê xurttir dike?

16 Serpêhatiya ji Yûhenna beşa 11an baweriya me ya bi hêviya rabûna ji mirinê xurttir dike. Gelo çawa? Îsa Mesîh ji Mertayê re gotibû: “Birayê te wê dîsa rabe” (Yûhenna 11:23). Eynî wek Bavê xwe, Îsa Mesîh hem dixwaze hem jî dikare vê soza xwe bîne cih. Hêstirên wî nîşan dida ku ew ji dil dixwaze hem mirinê û hem jî êşa ku mirin bi xwe re tîne ji holê rake. Çaxê ku Lazar ji mezel derket derve, Îsa Mesîh dîsa îsbat kir ku qudreta wî heye ku miriyan vegerîne jiyanê. Wekî din, peyvên ku Îsa Mesîh ji Mertayê re gotibûn bîne bîra xwe: “Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî? (Yûhenna 11:40). Gelek sebebên me hene ku em baweriya xwe bi soza Yehowa ya li ser rabûna ji mirinê bînin. Gelo em çawa dikarin hêviya rabûna ji mirinê li ber çavê xwe zindî bikin?

HÊVIYA RABÛNA MIRIYAN LI BER ÇAVÊ XWE ZINDÎ BIKE

17. Gava em di Kitêba Pîroz de serpêhatiyên li ser rabûna miriyan dixwînin, gerek em li ser çi bifikirin?

17 Serpêhatiyên di heqê rabûna miriyan de bixwîne û li ser wan kûr bifikire. Kitêba Pîroz behsa heşt kesan dike, yên ku li ser rûyê erdê ji mirinê hatibûn rakirin. c Li ser her serpêhatiyekê kûr lêkolîn bike. Gava tu van serpêhatiyan dixwînî, bîne bîra xwe ku ew mirovên mîna me bûn. Bifikire ku tu dikarî ji wan çi hîn bibî. Ji xwe bipirse: Her serpêhatiyek çawa nîşan dide ku daxwaz û qudreta Xwedê heye ku kesên mirî vegerîne jiyanê. Û li ser rabûna miriyan a herî muhîm bifikire – rabûna Îsa Mesîh. Bi sedan mirov bûn şahid ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, û ev yek bûye bingeha baweriya me (1. Korîntî 15:3-6, 20-22).

18. Kilamên li ser hêviya rabûna ji mirinê çawa dikarin alî me bikin? (Li jêrenotê jî binêre.)

18 Kilamên li ser hêviya rabûna ji mirinê guhdarî bike, bibêje û li ser wan bifikire d (Efesî 5:19). Ev kilam baweriya me ya bi hêviya rabûna miriyan xurttir dike û vê hêviyê li ber çavê me zindî dike. Guh bide van kilaman û wan prova bike. Di dema îbadeta malbatê de li ser maneya gotinên kilaman bifikirin. Gotinên kilaman ezber bike û bila ew di hiş û dilê te de cih bigirin. Eger jiyana te bikeve talûkeyê yan merivekî hezkirî bimire, ruhê pîroz wê alî te bike ku tu van kilaman bînî bîra xwe, yên ku wê qewetê bidin te û dilê te rihet bikin.

19. Em dikarin di heqê rabûna miriyan de çi bînin ber çavê xwe? (Li çarçoveya “ Tuyê Çi ji Wan Bipirsî?” binêre.)

19 Dinyaya nû xeyal bike. Yehowa em wisa xuliqandine ku em dikarin dinyaya nû xeyal bikin. Xwişkek wisa dibêje: “Min dinyaya nû ew qas anî ber çavê xwe ku min dikaribû bêhna gulan bistînim.” Xeyal bike ku tu di dinyaya nû de jin û mêrên dilsoz ên ji dema Kitêba Pîroz bi çavê xwe dibînî. Tu bi hesret dixwazî kê bibînî? Tuyê kîjan pirsan jê bipirsî? Wekî din, bîne ber çavê xwe ku tu dost û merivên xwe yên mirî dîsa dibînî. Teyê ji wan re çi bigota, ew çawa hembêz bikirana yan jî çi qas hêstirên şabûnê birijandana?

20. Em bi dil û can dixwazin çi bikin?

20 Em ji bo soza Yehowa ya li ser rabûna miriyan gelekî şikirdar in! Em bawer dikin ku ewê vê soza xwe bîne cih, çimkî hem daxwaz û hem jî qudreta wî heye. Ji niha ve, em bi dil û can dixwazin baweriya xwe ya bi hêviya rabûna miriyan xurttir bikin. Bi vî awayî, emê nêzîktirî Xwedê bibin, ê ku ev soza xweş daye me: ‘Merivê Te Dîsa Rabe!’

KILAM 147 Soza Jiyana Herheyî

a Eger merivekî te yê hezkirî miribe, bê guman soza rabûna ji mirinê dikare êşa dilê te siviktir bike. Gelo tu çawa dikarî ji kesên din re şîrove bikî ku tu çima bi vê sozê bawer dikî? Wekî din, tu çawa dikarî hêviya rabûna ji mirinê li ber çavê xwe zindî bikî? Ev meqale wê alî me hemûyan bike ku em baweriya xwe ya bi hêviya rabûna miriyan xurttir bikin.

b Muzîk-vîdeoya bi navê Just Around the Corner di Mijdara 2016an de (bi zimanê Îngilîzî) hatibû nîşandayîn.

c Ev serpêhatî di van ayetan de hatine nivîsandin: 1. Qiralan 17:17-24; 2. Qiralan 4:32-37; 13:20, 21; Lûqa 7:11-15; 8:41-56; Yûhenna 11:38-44; Karên Şandiyan 9:36-42; û 20:7-12.

d Li van kilamên ji kitêba “Bi Kêfxweşî ji Yehowa re Kilaman Bibêje” binêre: “Dinyaya Nû Xeyal Bike” (Kilam 139), “Xelata ku Xwedê wê Bide Me” (Kilam 144), û “Ewê Gazî Bike” (Kilam 151). Wekî din, li ser jw.org li van stranan binêre: “Just Around the Corner”, “The New World to Come”, û “You Will See” (bi zimanê Îngilîzî).