MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 18
Di Civînan de Dilê Hevdû Ava Bikin
“Em hay ji hev hebin … [û] hê zêdetir cesaretê bidin hevdû” (ÎBRANÎ 10:24, 25).
KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide
PÊŞGOTIN a
1. Çima em di civînan de cewaban didin?
GELO em çima diçin civînan? Serê pêşîn, em pesnê Yehowa Xwedê didin (Zebûr 26:12; 111:1). Wekî din, em dixwazin di van rojên zehmet de dilê hevdû ava bikin (1. Selanîkî 5:11). Belê, gava em destê xwe bilind dikin û cewabekê didin, em pesnê Yehowa didin û dilê xwişk û birayan ava dikin.
2. Di kîjan civînan de, em dikarin cewaban bidin?
2 Her hefte, fersenda me heye ku em di civînan de cewaban bidin. Mesela, di dawiya heftiyê de, em dikarin tev li lêkolîna Birca Çavdêriyê bibin. Wekî din, di Civîna Jiyan û Xizmetê de, em dikarin di dema Cewherên Ruhî, Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê û hin qismên din de bersivan bidin.
3. Çima carinan li me zor tê ku em cewaban bidin, û Îbranî 10:24, 25 çawa alî me dike?
3 Em hemû dixwazin pesnê Yehowa bidin û dilê xwişk û birayan ava bikin. Lê belkî li me zor tê ku em cewaban bidin. Belkî em ditirsin yan şerm dikin ku cewabekê bidin. Belkî jî em ji dil dixwazin zêdetir cewaban bidin, lê dibe ku îdarevan gelek caran fersendê nede me. Di van rewşan de, gelo em dikarin çi bikin? Gotinên ku Pawlosê şandî ji Îbraniyan re nivîsandibûn dikarin alî me bikin. Gava wî anî zimên ku kombûna bi hev re çi qas muhîm e, wî got ku gerek em “hê zêdetir cesaretê bidin hevdû” (Îbranî 10:24, 25 bixwîne). Eger em fehm bikin ku em dikarin bi gotinên hêsan jî baweriya xwe bînin zimên û dilê guhdaran ava bikin, wê li me hêsantir bê ku em cewaban bidin. Û eger îdarevan bi qasî ku em dixwazin fersendê nede me, dîsa jî em dikarin şa bin, çimkî fersend wê bikeve destê kesên din ku ew cewaban bidin (1. Petrûs 3:8).
4. Di vê meqaleyê de, sê nuqteyên ku emê li ser wan bipeyivin çi ne?
4 Di vê meqaleyê de, emê ewilî bibînin ku em çawa dikarin di civateke biçûk de bi cewabên xwe dilê hevdû ava bikin. Paşê, emê hîn bibin ku em çawa dikarin di civateke mezin de cewaban bidin. Dawiya dawî, emê bielimin ku em çawa dikarin bi cewabên bimane cesaretê bidin hevdû.
DI CIVATEKE BIÇÛK DE DILÊ HEVDÛ AVA BIKIN
5. Eger kêm kes hatibin civînê, em çawa dikarin dilê hevdû ava bikin?
5 Di civîn yan komên biçûk de, hejmara xwişk û birayên ku cewaban didin kêm e. Carinan heta ku kesek destê xwe bilind bike, gerek îdarevan hinekî bisekine. Wê çaxê, belkî wisa xuya dike ku civîn ne xweş derbas dibe û em cesaretê nastînin. Em dikarin çi bikin? Bila em hazir bin ku gelek caran destê xwe bilind bikin. Eger em wisa bikin, emê dilê kesên din xurt bikin ku ew jî zêdetir cewaban bidin.
6-7. Çi dikare alî te bike ku tu zêde netirsî yan şerm nekî ku cewaban bidî?
6 Gelo tu ditirsî yan şerm dikî ku cewaban bidî? Ne tenê tu, lê gelek kesên din jî wisa hîs dikin. Bê guman tu dixwazî bi cewabên xwe dilê xwişk û birayan ava bikî. Gelo çi dikare alî te bike ku tu zêde netirsî yan şerm nekî ku cewaban bidî?
7 Dibe ku hin pêşniyarên ji kovarên Birca Çavdêriyê, b yên ku berê hatibûn weşandin, dikarin alî te bikin. Mesela, tu dikarî xwe rind hazir bikî (Methelokên Silêman 21:5). Tu her çi qas baş haziriyê bikî, wê ew qas li te hêsantir bê ku tu cewaban bidî. Wekî din, bila cewabên te kin bin (Methelokên Silêman 15:23; 17:27). Cewabeke kin wê alî te bike ku tu zêde li ber xwe nekevî. Cewabên kin, ên ku ji yek yan du cimleyan pêk tên, bi hêsanî tên fehmkirin. Lê cewabên dirêj, ên ku ji gelek fikran pêk tên, bi zehmetî tên fehmkirin. Eger tu bersivên kin bi peyvên xwe bibêjî, tuyê nîşan bidî ku te xwe rind hazir kiriye û ji mijarê baş fehm kiriye.
8. Yehowa li ser xîreta me çi difikire?
8 Belkî te xîret kiriye ku li gor hin ji van pêşniyaran cewaban bidî. Lê dîsa jî, belkî li te zor tê ku tu yek yan du cewaban bidî. Tu dikarî bawer bî ku Yehowa gelek qîmetê dide xîreta te (Lûqa 21:1-4). Ew tiştekî zêdeyî qeweta me ji me naxwaze (Filîpî 4:5). Pêşî bifikire ku tu dikarî çi bikî. Paşê ji xwe re hedefekê deyne û ji bo dilrihetiyê dua bike. Mesela, tu dikarî ji xwe re bikî hedef ku tu di her civînekê de cewabeke kin bidî.
DI CIVATEKE MEZIN DE DILÊ HEVDÛ AVA BIKIN
9. Di civateke mezin de, kîjan zehmetî dikare derkeve holê?
9 Eger di civata te de gelek mizgînvan hebin, dibe ku zehmetiyeke din derkeve holê. Belkî ew qas kes destê xwe bilind bikin ku destê te neyê dîtin. Ka bala xwe bide mîsala xwişkeke me. Ew hez dike ku di civînan de cewaban bide. Ew dayîna cewaban wek qismekî îbadetê û wek fersendekê dibîne ku dilê xwişk û birayan ava bike û rastiyên Kitêba Pîroz di hişê xwe de xweyî bike. Lê gava ew derbasî civateke mezintir bû, îdarevan kêmtir fersend dida wê ku ew cewaban bide – carinan jî di temamiya civînê de qet fersendek nediket destê wê. Ew dibêje: “Ez gelekî dilteng dibûm. Min wisa hîs dikir tu dibê qey îmtiyazek ji destê min çû. Her cara ku wisa dibû, min digot qey îdarevan bi qesdî wisa dike.”
10. Ji bo ku fersend bikeve destê te ku tu cewabekê bidî, tu dikarî çi bikî?
10 Gelo tu jî carinan xwe wek xwişka me hîs dikî? Eger wisa be, belkî tu ji xwe re dibêjî: “Ez êdî nema cewaban didim. Ezê tenê guhdarî bikim.” Lê dev ji xîreta xwe bernede ku tu cewaban bidî. Gelo tu dikarî çi bikî? Tu dikarî ji bo her civînekê çend cewaban hazir bikî. Eger te di serê civînê de cewab neda, di dewama civînê de wê dîsa fersend bikeve destê te. Gava tu ji bo lêkolîna Birca Çavdêriyê haziriyê dikî, bifikire ku her paragrafek çawa bi mijara sereke ve girêdayî ye. Eger tu wisa bikî, tuyê bikaribî di civînê de cewabên baş bidî. Wekî din, tu dikarî bersivên li ser rastiyên kûr, ên ku şîroveya wan ne hêsan in, hazir bikî (1. Korîntî 2:10). Gelo çima? Ji ber ku gelek kes ji bo paragrafên wisa destê xwe bilind nakin. Lê eger te li gor van pêşniyaran hereket kiribe û dîsa jî di çend civînan de fersend neketibe destê te, tu dikarî çi bikî? Berî civînê, tu dikarî herî cem îdarevan û jê re bibêjî ku tu dixwazî cewaba kîjan pirsê bidî.
11. Filîpî 2:4 dilê me xurt dike ku em çi bikin?
11 Filîpî 2:4 bixwîne. Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî dilê xwişk û birayan xurt kir ku bila ew bala xwe bidin tiştên ku ji bo kesên din bifeyde ne. Em çawa dikarin vê şîretê di civînan de bînin cih? Gerek em ji bîr nekin ku kesên din jî dixwazin bersivê bidin.
12. Rêya herî baş ku em di civînan de dilê hevdû ava bikin çi ye? (Li resim jî binêre.)
12 Ka li ser vê mîsalê bifikire. Tu bi hevalekî xwe re sohbetê dikî. Ma teyê bi tena serê xeber bidaya û qet rê nedaya wî ku ew jî tiştekî bibêje? Helbet, na! Bê guman tu dixwazî ku ew jî fikrên xwe bibêje. Bi eynî awayî, di civînan de, em dixwazin rê bidin gelek kesan ku ew cewabê bidin. Gelo rêya herî baş ku em di civînan de dilê hevdû ava bikin çi ye? Em dikarin fersendê bidin xwişk û birayan ku ew baweriya xwe bînin zimên (1. Korîntî 10:24). Ka em binêrin ku em çawa dikarin vê yekê bikin.
13. Em çawa dikarin rê bidin kesên din ku ew cewaban bidin?
13 Bila cewabên me kin bin. Bi vî awayî, wê zêdetir wext bimîne ku kesên din jî cewaban bidin. Rîspî û mizgînvanên bitecrûbe dikarin di vî warî de mîsaleke baş bidin. Gava em bersiveke kin didin, bila em gelek nuqteyan nebêjin. Eger em hemû fikrên di paragrafê de bibêjin, ma ji bo kesên din çi wê bimîne? Mesela, di vê paragrafê de du pêşniyar hene: Bila cewabên me kin bin û bila em gelek nuqteyan nebêjin. Eger tu ji bo vê paragrafê cewaba pêşîn bidî, xîret bike ku tu ji van du nuqteyan tenê yekê bibêjî.
14. Çi dikare alî me bike ku em qerarê bidin ka em çend caran destê xwe bilind bikin? (Li resim jî binêre.)
14 Gava tu qerarê didî ku tu dixwazî çend caran cewabê bidî, maqûl be. Eger em destê xwe gelek caran bilind bikin, dibe ku em zorê bidin îdarevan ku ew fersendê nede kesên ku hîn cewab nedane, lê bide me. Ev yek dikare bibe sebeb ku kesên din destê xwe bilind nekin (Waiz 3:7).
15. (a) Eger îdarevan fersendê nede me ku em cewabekê bidin, çima gerek em nexeyidin? (b) Ji bo ku her kes cewabekê bide, îdarevan dikare çi bike? (Li çarçoveya “ Pêşniyarên ji bo Îdarevan” binêre.)
15 Eger di dema lêkolînê de gelek xwişk û bira destê xwe bilind bikin, dibe ku em bi qasî ku dixwazin gelek caran cewaban nedin. Carinan jî, dibe ku îdarevan qet fersendê nede me ku em cewabekê bidin. Wê çaxê, belkî em bixeyidin, lê dîsa jî gerek em xîret bikin ku dilê me ji tu kesî nemîne (Waiz 7:9).
16. Em çawa dikarin dilê kesên ku cewaban didin ava bikin?
16 Eger ne mumkin be ku tu li gor daxwaza dilê xwe gelek caran cewaban bidî, baş guh bide cewabên kesên din û piştî civînê pesnê wan bide. Çawa ku cewabên te dikarin dilê xwişk û birayan ava bikin, pesndayîn jî dikare dilê wan ava bike (Methelokên Silêman 10:21). Pesndayîn jî rêyeke baş e ku em hevdû teşwîq bikin.
FERSENDÊN DIN KU EM DILÊ HEVDÛ AVA BIKIN
17. (a) Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew cewaban hazir bikin? (b) Li gor vîdeoyê, çar gavên ku dikarin ji bo haziriya cewabekê alî zarokên we bikin çi ne? (Li jêrenotê jî binêre.)
17 Fersendên din jî hene ku em di civînan de dilê hevdû ava bikin. Mesela, dê û bav dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew li gor salên xwe cewaban hazir bikin (Metta 21:16). Carinan mijarên cidî, mesela yên wek problemên zewacê yan yên li ser exlaqê, tên lêkolînkirin. Lê bi îhtimaleke mezin, zarokên we dikarin ji bo hin paragrafan cewaban bidin. Wekî din, ji zarokên xwe re şîrove bikin ku gava ew destên xwe bilind bikin, dibe ku îdarevan carinan fersendê nede wan. Bi vî awayî, gava kesên din li şûna zarokên we cewaban bidin, zarokên we wê nexeyidin (1. Tîmotêyos 6:18). c
18. Gava em cewabekê didin, em çawa dikarin balê nekişînin ser xwe? (Methelokên Silêman 27:2)
18 Em gişt dikarin cewabên ku rûmetê didin Yehowa û dilê xwişk û birayan ava dikin hazir bikin (Methelokên Silêman 25:11). Carinan em dikarin behsa serpêhatiyeke xwe bikin, lê gerek em gelekî li ser xwe xeber nedin (Methelokên Silêman 27:2 ji wergera Mizgînî bixwîne; 2. Korîntî 10:18). Li şûna vê, em xîret dikin ku bala kesên din bikişînin ser Yehowa, Peyva wî û xelkê wî (Peyxam 4:11). Helbet, eger pirsa ji bo paragrafê pirseke şexsî be, em dikarin bi awayekî minasib behsa xwe bikin. Mesela, ka bala xwe bide pirsa ji bo paragrafa din.
19. (a) Eger em bala xwe bidin tiştên ku ji bo hemû guhdaran bifeyde ne, netîce wê çi be? (Romayî 1:11, 12) (b) Tu çima hez dikî ku di civînan de cewaban bidî?
19 Ji bo dayîna cewaban qaîdeyên hişk tune ne. Lê gerek em xîret bikin ku em bi bersivên xwe dilê hevdû ava bikin. Ji bo vê yekê, em dikarin zêdetir cewaban bidin. Wekî din, em bi fersendên ku ji bo cewabdayînê dikevin destê me razî ne. Ev yek tê maneya ku gava ev îmtiyaz dikeve destê kesên din, em şa dibin. Eger em di civînan de bala xwe bidin tiştên ku ji bo hemû guhdaran bifeyde ne, emê dilê hevdû ava bikin û şa bibin (Romayî 1:11, 12 bixwîne).
KILAM 93 Em ji bo Civînan Spasdar in
a Gava em di civînan de cewaban didin, em dilê hevdû ava dikin. Hinek kes ditirsin yan şerm dikin ku cewaban bidin. Lê kesên din bi dilxweşî cewaban didin û hêvî dikin ku gelek caran fersend bikevin destê wan. Di her du rewşan de, em çawa dikarin bi bersivên xwe dilê hevdû ava bikin û hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin? Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin.
b Ji bo pêşniyarên din, li kovara Birca Çavdêriyê, Çile 2019, rûp. 8-13 binêre.
c Li ser jw.org li vîdeoyê Bibe Dostê Yehowa – Cewaba Xwe Hazir Bike (bi Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bike.
d Li kovara Birca Çavdêriyê ya 15 Tîrmeh 2013, rûp. 32, û ya 1 Îlon 2003, rûp. 21-22 (bi zimanê Îngilîzî) binêre.
e RESIM: Di civateke mezin de, birayekî ku cewab daye fersendê dide kesên din ku ew jî cewaban bidin.