MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 17
Eger Em ji Nişka ve Bikevin Tengasiyê, Yehowa wê Alî Me Bike
“Pirr gellek in derdê rastan, [lê] belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan” (ZEBÛR 34:19).
KILAM 44 Niyaza Kesê Dilteng
PÊŞGOTIN a
1. Em ji çi bawer in?
WEK XIZMETKARÊN Yehowa, em bawer in ku Xwedê ji me hez dike û jiyaneke pir xweş ji bo me dixwaze (Romayî 8:35-39). Wekî din, em bawer in ku eger em li gor gotinên Kitêba Pîroz hereket bikin, ev yek ji bo me tim bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18). Lê, eger em ji nişka ve bikevin tengasiyê, gerek em çi bikin?
2. Belkî em rastî çi probleman tên û çi meraq dikin?
2 Hemû xizmetkarên Yehowa rastî probleman tên. Mesela, belkî ferdekî malbata me dilê me diêşîne. Belkî em derdê nexweşiyeke giran dikişînin û nikarin li gor dilê xwe ji Yehowa re xizmetê bikin. Belkî felaketeke tebîetê gelek zerar daye me. Belkî jî em ji ber baweriya xwe rastî muxalefetê tên. Gava em tengasiyên wisa dikişînin, dibe ku em meraq dikin: “Ev bela çima hat serê min? Qey min şaşiyek kiriye? Qey Yehowa êdî min bibereket nake?” Gelo tu jî carinan wisa difikirî? Eger wisa be, li ber xwe nekeve. Gelek xizmetkarên Yehowa jî carinan xwe wisa hîs dikir (Zebûr 22:1, 2; Habaqûq 1:2, 3).
3. Em ji Zebûr 34:19 çi dielimin?
3 Zebûr 34:19 bixwîne. Di vê ayetê de, du fikrên muhîm derdikevin pêş: (1) Derdên kesên rast gelek in. (2) Yehowa me ji hemû tengasiyan xelas dike. Gelo Yehowa çawa me xelas dike? Mesela, Yehowa alî me dike ku em li ser jiyana di vê sîstemê de bi awayekî maqûl bifikirin. Wî soz daye ku emê di xizmeta wî de şa bin, lê wî soz nedaye ku emê jiyaneke bêkul û derd derbas bikin (Îşaya 66:14). Xwedê dilê me xurt dike ku em bala xwe bidin pêşerojê. Di demeke nêzîk de, emê heta hetayê dilxweş bin (2. Korîntî 4:16-18). Lê îro, ew alî me dike ku em her roj ji wî re xizmetê bikin (Lawijên Yêremya 3:22-24).
4. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi sohbetê bikin?
4 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em dikarin ji serpêhatiyên xizmetkarên Yehowa yên berê û yên îro çi bielimin. Wekî din, emê bibînin ku em dikarin ji nişka ve rastî probleman bên. Lê eger em xwe bispêrin Yehowa, ewê tim alî me bike (Zebûr 55:22). Dema ku em li ser van serpêhatiyan lêkolîn bikin, ji xwe bipirse: “Eger ez li şûna wî kesî bûma, minê çi bikira? Ez dikarim ji vê serpêhatiyê çi hîn bibim? Ev serpêhatî çawa baweriya min xurttir dike ku ez xwe bispêrim Yehowa?”
DI DEMA BERÊ DE
5. Aqûb ji destê Laban çi tengasî kişandin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
5 Xizmetkarên Yehowa yên berê jî tengasiyên ku ew ne li hêviya wan bûn kişandin. Bala xwe bide serpêhatiya Aqûb. Bavê wî Îshaq dixwest ku ew ji xwe re destê keçika merivê wan Laban bixwaze, yê ku ji Xwedê re îbadet dikir. Îshaq ji kurê xwe Aqûb re gotibû ku Yehowa wê wî gelekî bibereket bike (1. Mûsa 28:1-4). Îcar Aqûb bi ya bavê xwe kir. Ew ji welatê Kenanê derket û çû mala Laban. Du keçikên wî hebûn – Lêa û Rahêl. Dilê Aqûb ket keçika Laban ya ciwantir Rahêl. Ji bo ku Laban keçika xwe bide wî, Aqûb hazir bû ku heft salan ji bo wî kar bike (1. Mûsa 29:18). Lê mixabin, tiştekî ku Aqûb ne li bendê bû hat serê wî. Laban ew xapand û keçika xwe ya mezintir Lêa da wî. Laban îzin da Aqûb ku ew piştî heftiyekê bi Rahêlê re jî bizewice, lê lazim bû ku ew ji bo wê jî heft salan kar bike (1. Mûsa 29:25-27). Laban di karê ticaretê de jî gelek caran neheqî li Aqûb kir. Wî Aqûb bi temamî ji bo 20 salan ji xwe re kiribû kole! (1. Mûsa 31:41, 42).
6. Aqûb li hemberî kîjan tengasiyên din jî sebir dikir?
6 Aqûb li hemberî tengasiyên din jî sebir dikir. Malbata wî mezin bû, lê kurên wî carinan baş li hev nedikir. Mesela, wan birayê xwe Ûsiv wek kole firot. Kurên Aqûb, Şimûn û Lêwî, navê malbata wî û navê Yehowa li ber çavê xelkê reş kir. Wekî din, xanima wî ya delal Rahêl di dema anîna zarokê diduyan de mir. Û ji ber ku xelayeke giran çêbûbû, Aqûb mecbûr bû ku di emrê xwe yê mezin de mala xwe bibe Misrê (1. Mûsa 34:30; 35:16-19; 37:28; 45:9-11, 28).
7. Yehowa çawa nîşanî Aqûb da ku ew ji wî razî ye?
7 Tevî van tengasiyan jî, Aqûb tu caran baweriya xwe ya bi Yehowa û sozên wî winda nedikir. Û Yehowa nîşanî Aqûb da ku ew ji wî razî ye. Gelo çawa? Mesela, Laban her çi qas yekî xapînok bû jî, Yehowa gelek mal û milk da Aqûb. Wekî din, gava Aqûb kurê xwe Ûsiv dîsa dît, ew ji Yehowa re gelekî şikirdar bû, çimkî ew difikirî ku kurê wî miribû. Dostaniya Aqûb a bi Yehowa re alî wî dikir ku ew bi serkeftî li hemberî tengasiyên xwe bisekine (1. Mûsa 30:43; 32:9, 10; 46:28-30). Eger dostaniya me ya bi Yehowa re qewî bimîne, emê jî bikaribin bi serkeftî ji heqê tengasiyên xwe bên der.
8. Dawid Padîşah hêvî dikir ku çi bike?
8 Dawid Padîşah nikaribû her tim li gor daxwaza dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikira. Mesela, Dawid pir dixwest ku perestgehekê ji bo Xwedê ava bike. Wî ev daxwaza xwe ji Natan pêxember re anîbû zimên. Û Natan pêxember ji wî re gotibû: ‘Hemû tiştên ku di dilê te de ne bike; ji ber ku Xwedê bi te re ye’ (1. Dîrokan 17:1, 2). Bê guman gotinên Natan gelek qewet dabû Dawid. Dibe ku wî hema zû dest bi haziriya vî karê mezin kiribû.
9. Piştî ku Dawid xebera xemgîn bihîst, wî çi kir?
9 Piştî demeke kin, pêxemberê Yehowa xebereke xemgîn ji Dawid re anî. “Wê şevê”, Yehowa ji Natan re got ku ne Dawid, lê kurekî wî wê perestgehê ava bike (1. Dîrokan 17:3, 4, 11, 12). Piştî ku Dawid ev xeber stand, wî çi kir? Wî hedefa xwe li gor rewşa nû serrast kir. Wî xîret dikir ku pere û malzemeyên ku kurê wî Silêman wê ji bo avakirinê hewceyî wan bibe peyda bike (1. Dîrokan 29:1-5).
10. Yehowa çawa Dawid bibereket kir?
10 Piştî ku Yehowa xeber da Dawid ku ewê perestgehê ava neke, wî peymanek pê re girêda. Yehowa soz da Dawid ku yekî ji zuriyeta wî wê heta hetayê hukimdariyê bike (2. Samûyêl 7:16). Di dinyaya nû de, di dema Hukimdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh de, gava Dawid bibihîze ku Îsa Mesîh padîşahekî ji zuriyeta wî ye, ewê gelekî şa bibe! Em ji serpêhatiya Dawid hîn dibin ku eger em nikaribin li gor xwestina dilê xwe ji Yehowa re xizmetê bikin, Xwedê dikare bereketên ku em ne li hêviya wan in bide me.
11. Di sedsala yekê de, her çi qas Padîşahiya Xwedê nehatibû jî, xizmetkarên Xwedê çi bereket standin? (Karên Şandiyan 6:7)
11 Xizmetkarên Xwedê yên di sedsala yekê de xema pêşerojê dixwar. Mesela, ew bi hesret li hêviya hatina Padîşahiya Xwedê bûn, lê wan nizanibû ku ewê kengê were (Karên Şandiyan 1:6, 7). Îcar wan çi dikir? Wan bi dil û can xebera xêrê belav dikir. Gava xebera xêrê li gelek cihan belav dibû, wan bi zelalî didît ku Yehowa îşên wan bibereket dike (Karên Şandiyan 6:7 bixwîne).
12. Di sedsala yekê de, gava ku xela çêbû, xizmetkarên Xwedê çi dikir?
12 Di sedsala yekê de, li temamiya dinyayê xelayeke giran çêbû (Karên Şandiyan 11:28). Wê xelayê li ser xizmetkarên Xwedê jî tesîr dikir. Îcar xeyal bike ku xizmetkarên Xwedê ji ber kêmbûna xwarinê çi qas êş dikişand. Bê guman dê û bavan gelek caran xem dixwar ku ewê çawa xwarinê ji bo mala xwe peyda bikin. Gelo vê yekê li ser kesên ciwan, ên ku dixwest zêdetir ji Yehowa re xizmetê bikin, çawa tesîr dikir? Dibe ku ew difikirîn a baştir ew e ku ew hedefên xwe piştî xelayê bînin cih. Xizmetkarên Xwedê li gor rewşa nû hereket dikir. Wan xizmeta xwe heta ku ji destê wan dihat dewam dikir. Û wan bi dilxwazî tiştên madî bi xwişk û birayên xwe yên li Cihûstanê re parve dikirin (Karên Şandiyan 11:29, 30).
13. Di dema xelayê de, Yehowa çi bereket dan xizmetkarên xwe?
13 Xizmetkarên Xwedê di dema xelayê de çi bereket standin? Yên ku alîkariya madî distand, didît ku Yehowa piştgiriya wan dike (Metta 6:31-33). Wan xwe nêzîktirî xwişk û birayên bawermend hîs dikir, yên ku alîkariya wan dikir. Û yên ku bexş didan yan bi awayekî din alîkarî dikir, didît ku dayîn wan bextewar dike (Karên Şandiyan 20:35). Yehowa bereketa xwe da wan hemûyan, çimkî ew gişt hazir bûn ku li gor rewşa nû tevbigerin.
14. Çi hat serê Barnabas û Pawlosê şandî û netîce bû çi? (Karên Şandiyan 14:21, 22)
14 Di sedsala yekê de, şagirtên Îsa Mesîh gelek caran ji nişka ve rastî zilm û zordariyê hatin. Tiştê ku hat serê Barnabas û Pawlosê şandî, yên ku li Lîstrayê xebera xêrê belav dikir, bîne ber çavê xwe. Ewilî mirovan bi dilgermî bixêrhatina wan kir. Lê paşê dijminan “elalet kişandin aliyê xwe” û hinek kesên ku bixêrhatina Pawlos kiribû, wan Pawlos da ber keviran û ew li wê derê hişt, çimkî ew difikirîn qey ew miriye (Karên Şandiyan 14:19). Lê Barnabas û Pawlos çûn cihekî din û li wir xebera xêrê belav dikir. Netîce bû çi? Wan gelek kes kirin şagirt û bi gotin û mîsala xwe qewet dida xwişk û birayan (Karên Şandiyan 14:21, 22 bixwîne). Ji ber ku Barnabas û Pawlos li hemberî zilmê xebera xêrê bi dewamî belav dikir gelek kesan ji vê yekê feyde dît. Eger em jî karê ku Yehowa daye me bi dilsozî bînin cih, ewê me bi bereket bike.
DI DEMA ME DE
15. Tu ji serpêhatiya birayê A. H. Macmillan çi dielimî?
15 Di salên berî 1914an de, gelek hêviyên xizmetkarên Yehowa hebûn. Mesela, ka em li ser serpêhatiya birayê A. H. Macmillan bifikirin. Mîna gelek kesên din, birayê Macmillan jî hêvî dikir ku di demeke nêzîk de, ewê xelata jiyana ezmanî bistîne. Di Îlona 1914an de, wî di gotarekê de wisa gotibû: “Dibe ku ez îro gotara xwe ya dawîn pêşkêş dikim.” Helbet, ew ne gotara wî ya dawîn bû. Dû re, birayê Macmillan wisa nivîsand: “Dibe ku hinek ji me zû fikirîn ku di demeke nêzîk de, emê herin ezmanan.” Paşê wî got: “Gerek em di xizmeta Efendiyê xwe de mijûl bimînin.” Birayê Macmillan bi xwe jî wisa dikir. Ew di xizmetê de yekî jêhatî bû. Wî cesaret dida gelek birayên ku ji ber redkirina xizmeta leşkeriyê di hebsê de bûn. Ew di emrê xweyî mezin de jî bi dilsozî diçû civînan. Gava birayê Macmillan li hêviya xelata xwe bû, ew di îşê Yehowa de mijûl bû. Feydeya vê yekê çi bû? Wî berî mirina xwe ya di sala 1966an de wisa nivîsand: “Baweriya min îro ji berê hîn jî xurttir bûye.” Ew bi vê nêrîna xwe mîsaleke pir baş dide me – bi xisûsî, eger em gelek wext li hemberî tengasiyan sebir dikin! (Îbranî 13:7).
16. Birayê Herbert Jennings û xanima wî ji nişka ve çi derd kişandin? (Aqûb 4:14)
16 Gelek xizmetkarên Yehowa ji nişka ve derdê nexweşiyên giran dikişînin. Mesela, birayê Herbert Jennings b di serpêhatiya xwe de nivîsand ku wî û xanima wî li Ganayê çi qas kêf ji xizmeta wek mizgînvanên wezîfedar distand. Rojekê, ew bi nexweşiyeke psîkolojîk ket. Birayê Jennings rewşa xwe ye nû li gor Aqûb 4:14 wisa bi nav kir: ‘Em nizanin ku sibê jî çi wê biqewime’ (bixwîne). Wî wisa nivîsand: “Li gor vê rewşa me ya nû, me qerar da ku em xatir ji dostên xwe bixwazin û ji bo tedawiya tibî herin Kanadayê.” Yehowa alî birayê Jennings û xanima wî kir ku ew xizmeta xwe tevî zor û zehmetiyan jî bi dilsozî dewam bikin.
17. Mîsala birayê Jennings çawa li ser xwişk û birayên din tesîr kir?
17 Gotinên dilvekirî yên ji serpêhatiya birayê Jennings tesîreke mezin li gelek kesên din kir. Xwişkekê nivîsand: “Ji nav hemû serpêhatiyên ku min xwendin vê serpêhatiyê herî zêde li ser dilê min tesîr kir. … Gava min xwend ku birayê Jennings ji ber tedawiya nexweşiya xwe ji cihê tayîna xwe çû cihekî din, vê yekê alî min kir ku ez bi awayekî maqûl li rewşa xwe binêrim.” Birayekî jî wisa nivîsand: “Piştî ku min bi qasî deh salan wek rîspî xizmet dikir, ji ber ku ez bi nexweşiya psîkolojîk ketim, min dev ji vê îmtiyazê berda. Min ji xwe re digot ku ez bi kêrî tu tiştekî nayêm û ji ber xemgîniya xwe min nikaribû serpêhatiyên kesên din bixwendana. … Lê serpêhatiya birayê Jennings dilê min bi rastî jî ava kir.” Ev gotin nîşan didin ku eger em li hemberî problemên ku ji nişka ve derdikevin sebir bikin, em dikarin cesaretê bidin kesên din. Eger tiştek ji nişka ve bê serê me, em dikarin di warê sebir û baweriyê de mîsaleke baş bidin kesên din (1. Petrûs 5:9).
18. Em dikarin ji serpêhatiya jinebiya ji Nîjeryayê çi bielimin?
18 Felaketên wek pandemiya vîrûsa koronayê (COVID-19) li ser gelek xizmetkarên Yehowa tesîr kiriye. Mesela, jinebiyeke li Nîjeryayê hindik mabû ku bê xwarin bimîne. Sibehekê, keçika wê jê pirsî, eger ew tasa dawîn a birincê hazir bikin ka ewê paşê çi bixwin. Xwişka me ji keçika xwe re got ku pereyê wan û xwarina wan nemaye, lê ew dikarin jinika ji Sarêfatê ji xwe re mîsal bigirin – ewê firavîna xwe ya dawîn hazir bikin û xwe bi temamî bispêrin Yehowa (1. Qiralan 17:8-16). Hê berî ku ew li ser firavînê bifikirin, wan ji xwişk û birayên me xwarin stand. Xwarina ku wan stand têra zêdetirî du heftiyan dikir. Xwişka me dibêje ku gava wê bi keçika xwe re xeber dida, ew nedifikirî ku Yehowa dengê wan dibihîze. Belê, eger em xwe bispêrin Yehowa, tengasiyên ku ji nişka ve derdikevin dikarin alî me bikin ku em nêzîktirî wî bibin (1. Petrûs 5:6, 7).
19. Çi hat serê birayê Alêksêy Yêrşov?
19 Di van salên dawîn de, xwişk û birayên me ji nişka ve rastî zilmê hatin. Mesela, ka bala xwe bide mîsala birayê Alêksêy Yêrşov, ê ku li Rûsyayê dijî. Ew di sala 1994an de bin av bû. Di wê demê de, Şahidên Yehowa dikaribû hinekî bi serbestî ji Yehowa re xizmetê bikin. Paşê, li Rûsyayê rewş hat guhertin. Di sala 2020an de, polîsan avêt ser mala birayê Yêrşov, lêgerîn kir û dest danî ser gelek mal û milkê wî. Piştî çend mehan, li dijî wî doz hat vekirin. Tiştê herî xerab ev bû ku ew doz li ser bingeha qeyda vîdeoya kesekî bû, yê ku zêdetirî salekê bi sextekarî eleqe ji bo kursa Kitêba Pîroz nîşan dida. Çi xiyanteke mezin!
20. Birayê Yêrşov çawa dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir kiriye?
20 Gelo tiştê ku hat serê birayê Yêrşov çawa li ser wî tesîr kiriye? Dostaniya wî ya bi Yehowa re qewîtir bûye. Ew dibêje: “Min û xanima min hîn zêdetir ji Yehowa re dua dikir. Min fehm kir ku bê alîkariya Yehowa ez nikarim di vî halê xwe de sebir bikim. Lêkolîna şexsî alî min dike ku ez cesareta xwe winda nekim. Ez li ser mîsalên xizmetkarên Yehowa yên berê difikirim. Ev serpêhatî nîşan didin ku çi qas muhîm e ku em dilrihet bimînin û xwe bispêrin Yehowa.”
21. Di vê meqaleyê de, em çi hîn bûn?
21 Di vê meqaleyê de, em çi hîn bûn? Di vê dinyayê de, tengasî dikarin ji nişka ve derkevin meydanê. Lê eger em xwe bispêrin Yehowa, ewê tim alî me bike. Ayeta sereke wisa dibêje: “Pirr gellek in derdê rastan, [lê] belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan” (Zebûr 34:19). Li şûna ku em bala xwe bidin ser tengasiyên xwe, bila em bala xwe bidin ser qudreta Yehowa. Eger em wisa bikin, emê jî wek Pawlosê şandî bibêjin: “Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim” (Filîpî 4:13).
KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike
a Di vê dinyayê de, ji nişka ve em dikarin bikevin tengasiyê. Lê em dikarin bawer bin ku Yehowa wê piştgiriya xizmetkarên xwe yên dilsoz bike. Di demên berê de, Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dikir? Îro, ew çawa alî xizmetkarên xwe dike? Fikirîna li ser serpêhatiyên ji dema Kitêba Pîroz û ji dema îro wê baweriya me xurttir bike ku eger em xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike.
b Li kovara Birca Çavdêriyê ya 1 Kanûn 2000, rûp. 24-28 binêre (bi zimanê Îngilîzî).