Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 19

Em Çawa Dikarin Baweriya Xwe ya bi Dinyaya Nû Xurttir Bikin?

Em Çawa Dikarin Baweriya Xwe ya bi Dinyaya Nû Xurttir Bikin?

“Xwedê … dema bibêje qey wê nake? An jî dema soz bide, qey nayne cîh?” (4. MÛSA 23:19).

KILAM 142 Hêviya Me Wek Lenger e

PÊŞGOTIN a

1-2. Heta ku dinyaya nû bê, em dikarin çi bikin?

 EM JI BO soza Yehowa ku ewê vê dinyaya xerab bike cenet gelek şikirdar in (2. Petrûs 3:13). Rast e, em nizanin ku dinyaya nû wê kengê bê avakirin. Lê tiştên ku li derdora me diqewimin nîşan didin ku hatina dinyaya nû pir nêzîk e (Metta 24:32-34, 36; Karên Şandiyan 1:7).

2 Em çi qas sal di rêya rastiyê de bin jî ferq nake. Gerek her yek ji me baweriya xwe ya bi vê sozê xurttir bike. Gelo çima? Çimkî baweriyeke qewî jî dikare sist bibe. Pawlosê şandî kêmbûn yan tunebûna baweriyê wek “gunehê ku bi hêsanî xwe li me dipêçe” bi nav kir (Îbranî 12:1). Ji bo ku baweriya me sist nebe, gerek em her tim li ser îsbatên ku dinyaya nû nêzîk e lêkolîn bikin (Îbranî 11:1).

3. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi bipeyivin?

3 Di vê meqaleyê de, emê li ser sê tiştên ku dikarin baweriya me ya bi dinyaya nû qewîtir bikin xeber bidin: (1) fikirîna li ser fîdyeyê, (2) fikirîna li ser qudreta Yehowa û (3) jêhatîbûna di îbadeta Yehowa de. Paşê emê bibînin ku xebera Yehowa ya ji bo Habaqûq çawa baweriya me xurttir dike. Ewilî, ka em binêrin ku di kîjan rewşan de baweriyeke qewî ji me re lazim e.

DI GELEK WARAN DE, BAWERIYEKE XURT LAZIM E

4. Ji bo kîjan qeraran baweriyeke xurt lazim e?

4 Ji bo gelek qerarên ku em her roj didin baweriyeke qewî lazim e. Mesela, em her roj qerarên li ser eleqeya bi kesên din re, derbaskirina wexta xwe, perwerde, zewac, zarok û karê xwe didin. Em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo qerarên min nîşan didin ku wexta ji bo vê sîstemê hindik maye û dinyaya nû pir nêzîk e? Yan jî, gelo fikra mirovan ku mirin dawiya her tiştî ye li ser qerarên min tesîr dike?” (Metta 6:19, 20; Lûqa 12:16-21). Eger em baweriya xwe bi soza ku dinyaya nû pir nêzîk e xurttir bikin, emê qerarên herî baş bidin.

5-6. Di rojên teng de, çima baweriyeke qewî ji me re lazim e? Mîsalekê bide.

5 Di rojên teng de jî baweriyeke qewî ji me re lazim e. Mesela, zilm û zordarî, nexweşiyên giran yan jî tengasiyên din dikarin bibin sebeb ku em cesareta xwe winda bikin. Di destpêka tengasiyekê de, belkî em dikarin li ber xwe bidin. Lê eger tengasiyên wisa ji bo wexteke dirêj dewam bikin, baweriyeke qewî wê alî me bike ku em sebir bikin û tim bi dilxweşî ji Yehowa re xizmetê bikin (Romayî 12:12; 1. Petrûs 1:6, 7).

6 Gava em di tengasiyekê de bin, belkî em bifikirin ku dinyaya nû wê qet neyê. Ma ev yek tê maneya ku baweriya me sist e? Helbet na! Ka bala xwe bide vê mîsalê. Di nîvê zivistaneke pir sar de, dibe ku em bifikirin ku havîn wê qet neyê. Lê dîsa jî havîn tê. Bi eynî awayî, gava em di nav xemên xwe de bifetisin, belkî em bifikirin ku dinyaya nû wê qet neyê. Lê kesê ku baweriya wî qewî ye dizane ku hemû sozên Xwedê wê bên cih (Zebûr 94:3, 14, 15; Îbranî 6:17-19). Baweriyeke xurt alî me dike ku em îbadeta Yehowa di jiyana xwe de tim bixin cihê pêşîn.

7. Gerek em xwe ji kîjan fikrê biparêzin?

7 Ji bo belavkirina xebera xêrê jî baweriyeke xurt ji me re lazim e. Gelek kes dibêjin ku mizgîna di heqê dinyaya nû de ew qas xweş e ku ew nikarin baweriya xwe pê bînin (Metta 24:14; Hêzekîêl 33:32). Gerek em hay ji xwe hebin ku em wek van kesan ji gotinên Yehowa şik nekin. Ji bo vê yekê, hewce ye ku em baweriya xwe bi dewamî xurttir bikin. Niha, emê bibînin ku sê rê hene ku em baweriya xwe qewîtir bikin.

LI SER FÎDYEYÊ KÛR BIFIKIRE

8-9. Gava em li ser fîdyeyê difikirin, baweriya me çima qewîtir dibe?

8 A yekê, eger em li ser fîdyeya Îsa Mesîh kûr bifikirin, emê baweriya xwe xurttir bikin. Fîdyeya Îsa Mesîh garantiyê dide me ku hemû sozên Xwedê wê bên cih. Gava em kûr difikirin ku Yehowa çima fîdye peyda kiriye û wî çi qas fedakarî kiriye, em zêdetir bawer dikin ku Xwedê wê vê dinyayê bike cenet û emê heta hetayê tê de bijîn. Em çima dikarin vê yekê bibêjin?

9 Yehowa Xwedê Kurê xwe yê hezkirî ji ezmanan şand ser rûyê erdê, da ku ew wek mirovekî kamil bê dinyayê. Gava ew li dinyayê bû, Îsa Mesîh gelek zor û zehmetî kişandin. Paşê wî gelek cefa kişand û mir. Yehowa fedakariyeke çi qas mezin kiriye! Tenê ji bo vê yekê ku em jiyaneke xweş, lê pir kin bijîn, Xwedê wê tu caran îzin nedaya ku Kurê wî êş bikişanda û bimira (Yûhenna 3:16; 1. Petrûs 1:18, 19). Ji ber ku Yehowa fedakariyeke pir mezin kiriye, bê şik ewê fersendê bide me ku em heta hetayê di dinyaya nû de bijîn.

LI SER QUDRETA YEHOWA BIFIKIRE

10. Li gor Efesî 3:20, Yehowa dikare çi bike?

10 A diduyan, eger em li ser qudreta Yehowa bifikirin, emê baweriya xwe xurttir bikin. Bê guman qudreta wî heye ku hemû sozên xwe bîne cih. Lê dîsa jî, gelek kes difikirin ku soza jiyana herheyî ya li dinyaya nû tiştekî bêîmkan e. Lê Yehowa gelek caran sozên wisa dabûn ku mirov bi xwe qet nikarin wan bînin cih. Xwedê çi dibêje, tim wisa dibe, çimkî hêza wî têra her tiştî dike (Eyûb 42:2; Marqos 10:27). Loma em ecêbmayî namînin ku wî sozên ku wek tiştekî bêîmkan xuya dikin dane me (Efesî 3:20 bixwîne).

11. Mîsaleke li ser yek ji sozên Xwedê, yên ku bicihhatina wan bêîmkan xuya dikir, bide. (Li çarçoveya “ Hin Sozên Xisûsî Yên ku Hatin Cih” binêre.)

11 Ka em bala xwe bidin hin sozên Yehowa, ên ku bicihhatina wan bêîmkan xuya dikir. Mesela, wî soz dabû Birahîm û Sarayê ku ewê di emrê xweyî mezin de kurekî bînin dinyayê (1. Mûsa 17:15-17). Wekî din, wî ji Birahîm re gotibû ku ewê welatê Kenanê bide yekî ji zuriyeta wî. Ji ber ku zuriyeta Birahîm, yanî Îsraêlî, gelek salan li Misrê kole bûn, wisa xuya dikir ku tu dibêjî qey ev gotinên Xwedê wê nehatana cih. Lê gotinên Yehowa hatin cih! Paşê Yehowa soz dabû Êlîzabêtê ku ewê di emrê xweyî mezin de kurekî bîne dinyayê. Wekî din, wî ji Meryema nezewicandî re gotibû ku ewê Kurê Xwedê bîne dinyayê. Bi vî awayî, soza ku Yehowa bi hezaran salan berê di baxçeyê Adenê de dabû hat cih! (1. Mûsa 3:15).

12. Gotinên ji Yêşû 23:14 û Îşaya 55:10, 11 di heqê qudreta Yehowa de çi eşkere dikin?

12 Gava em li ser bicihhatina sozên Yehowa difikirin, em baştir fehm dikin ku qudreta wî çi qas mezin e. Bi vî awayî, baweriya me ya bi dinyaya nû xurttir dibe (Yêşû 23:14; Îşaya 55:10, 11 bixwîne). Eger baweriya me qewî be, emê bikaribin alî kesên din bikin ku ew baweriya xwe bi soza li ser dinyayê nû bînin. Yehowa li ser ezmanê nû û dinyaya nû wisa gotibû: “Ev peyvên ha dilsoz û rast in” (Peyxam 21:1, 5).

DI ÎBADETA YEHOWA DE JÊHATÎ BE

CIVÎN

Ev fealiyeta ruhî çawa dikare baweriya te xurttir bike? (Li paragrafa 13an binêre)

13. Civînên me çawa dikarin baweriya me xurttir bikin? Şîrove bike.

13 A sisêyan, eger em bi fealiyetên ruhî mijûl bin, emê baweriya xwe xurttir bikin. Mesela, ka li ser feydeya ku em ji civînan distînin, bifikirin. Xwişka me Anna, ya ku bi dehan salan gelek cureyên xizmeta tamrojî kiriye, wisa dibêje: “Civînên me alî min dikin ku ez di baweriyê de qewî bimînim. Eger gotarvan ne mamosteyê herî baş be yan jî tiştek nû nebêje, dîsa jî ez gelek caran tiştekî ku alî min dike ku ez ji rastiya Kitêba Pîroz baştir fehm bikim dibihîzim. Bi vî awayî, baweriya min qewîtir dibe.” b Wekî din, em gelek qîmetê didin cewabên xwişk û birayên me, yên ku baweriya me xurttir dikin (Romayî 1:11, 12; 10:17).

BELAVKIRINA XEBERA XÊRÊ

Ev fealiyeta ruhî çawa dikare baweriya te xurttir bike? (Li paragrafa 14an binêre)

14. Belavkirina xebera xêrê çawa dikare baweriya me xurttir bike?

14 Gava em xebera xêrê belav dikin, baweriya me xurttir dibe (Îbranî 10:23). Xwişka me Barbara, ya ku zêdetirî 70 salî ji Yehowa re xizmetê dike, wisa dibêje: “Belavkirina xebera xêrê baweriya min qewîtir dike. Her ku ez bi kesên din re li ser sozên Yehowa yên pir xweş xeber didim, baweriya min qewîtir dibe.”

LÊKOLÎNA ŞEXSÎ

Ev fealiyeta ruhî çawa dikare baweriya te xurttir bike? (Li paragrafa 15an binêre)

15. Lêkolîna şexsî çawa baweriya me xurttir dike? (Li resim jî binêre.)

15 Lêkolîna şexsî jî dikare baweriya me xurttir bike. Mesela, xwişka me Susan çêkirina bernameyeke ji bo lêkolînê bifeyde dibîne. Ew dibêje: “Her roja Yekşemê, ez xwe ji bo lêkolîna Birca Çavdêriyê ya heftiya din hazir dikim. Her roja Duşem û Sêşemê, ez haziriya ji bo Civîna Jiyan û Xizmetê dikim. Di rojên mayî de jî, ez lêkolîna şexsî derbas dikim.” Ev bernameya birêkûpêk alî Susanê dike ku ew baweriya xwe bi dewamî ava bike. Xwişka me Irene, ya ku bi dehan salan li merkeza cîhanî xizmetê dike, lêkolînkirina li ser sozên Kitêba Pîroz bifeyde dibîne. Ew dibêje: “Çi qas xweş e ku hemû hûrgiliyên sozên Yehowa tên cih.”

HEMÛ SOZÊN YEHOWA WÊ BÊN CIH

16. Tiştên ku Yehowa ji Habaqûq pêxember re gotibûn çawa dilê me xurt dikin? (Îbranî 10:36, 37)

16 Hinek xizmetkarên Yehowa ji bo wexteke dirêj li hêviya dawiya sîstema vê dinyayê ne. Bi nêrîna hinek mirovan, sozên Xwedê wê pêk neyên. Ji ber ku Yehowa dizane ku xizmetkarên wî çawa xwe hîs dikin, wî ji Habaqûq pêxember re gotibû: “Tiştên dîtiniyê li benda dema xwe ya diyarkirî ne, ew li ser rojên dawî dibêjin û derewan nakin. Bi derengî jî bikevin, li bendê bin, bêguman wê bibin, wê dereng nemînin” (Habaqûq 2:3, Mizgînî). Bi van gotinan, gelo Xwedê dixwest ku tenê dilê Habaqûq pêxember yan dilê me jî xurt bike? Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî ev gotin ji bo dilxurtkirina şagirtên Îsa Mesîh bi kar anî, çimkî ew jî bi hesret li benda dinyaya nû diman (Îbranî 10:36, 37 bixwîne). Belkî em jî carinan difikirin ku sozên Xwedê wê pêk neyên. Lê em dikarin bawer bin ku sozên Yehowa “wê dereng nemînin”.

17. Xwişkekê çawa şîreta ku Yehowa dabû Habaqûq anî cih?

17 Li gor şîreta ku Yehowa dabû Habaqûq pêxember, gelek xizmetkarên Yehowa bisebir li benda roja Xwedê ne. Mesela, xwişka me Louise di sala 1939an de dest bi xizmeta Yehowa kir. Ew dibêje: “Wê çaxê, ez difikirîm ku Harmegedon wê berî ku ez mektebê xelas bikim bê. Lê ev yek wisa çênebû. Di hemû salan de, serpêhatiyên Nûh, Birahîm, Ûsiv û kesên din alî min dikir ku ez sebir bikim, çimkî ew jî ji bo wexteke dirêj li hêviyê bûn ku sozên Yehowa werin cih. Bi vî awayî, min û kesên din baweriya xwe ya bi hatina dinyaya nû winda nedikir.” Gelek xizmetkarên Yehowa, ên ku ji bo wexteke dirêj ji wî re xizmetê dikin, eynî wisa difikirin!

18. Mêzekirina li tiştên xuliqandî çawa baweriya me xurttir dike ku dinyaya nû wê bê?

18 Helbet dinyaya nû hê nehatiye. Lê ka bala xwe bidê ku gelek tiştên wek stêrk, dar, heywan û mirov hene. Ev tişt her çi qas di zemanekî de tune bûn jî, îro tu kes ji hebûna wan şik nake. Ew îro hene, çimkî Yehowa ew afirandine (1. Mûsa 1:1, 26, 27). Ji bîr neke, mexseda Xwedê ew e ku dinyaya nû ava bike. Bê guman ewê vê mexseda xwe bîne cih! Di dinyaya nû de, emê bi sax û selamet her û her bijîn. Em dikarin emîn bin ku roja Xwedê wê bê. Çawa ku îro erd û ezman heye, dinyaya nû jî wê hebe (Îşaya 65:17; Peyxam 21:3, 4).

19. Tu çawa dikarî baweriya xwe xurttir bikî?

19 Heta ku dinyaya nû bê, çi ji destê te tê bike, da ku tu baweriya xwe xurttir bikî. Li ser qîmeta fîdyeyê û qudreta Yehowa bifikire. Û di îbadeta Yehowa Xwedê de jêhatî be. Eger tu wisa bikî, tuyê bibî “mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê” (Îbranî 6:11, 12; Romayî 5:5).

KILAM 139 Dinyaya Nû Xeyal Bike

a Gelek kes bi sozên Kitêba Pîroz ên li ser dinyaya nû bawer nakin. Ew difikirin ku sozên Xwedê tenê xewn û xeyal in. Lê em bawer dikin ku hemû sozên Yehowa wê bên cih. Loma gerek em tim xîret bikin ku baweriya me xurttir bibe. Gelo çawa? Ev meqale wê vê yekê şîrove bike.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guherandin.