Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 15

Em Dikarin ji Mucîzeyên Îsa Mesîh Çi Hîn Bibin?

Em Dikarin ji Mucîzeyên Îsa Mesîh Çi Hîn Bibin?

“Îsa li hemû bajar û gundan digeriya … û hemû êş û nexweşî qenc dikirin” (METTA 9:35).

KILAM 13 Îsa Mesîh ji Me re Mînak e

PÊŞGOTIN a

1. Çi qewimî ku Îsa Mesîh mucîzeya xwe ya ewilî kir?

 TIŞTEKÎ ku di destpêka xizmeta Îsa Mesîh de qewimî bîne ber çavê xwe. Ev yek di payiza sala 29an de qewimî. Îsa Mesîh û diya wî Meryem û çend şagirtên wî çûn daweteke li Qenayê. Ev gund li bakurê bajarê Îsa Mesîh Nisretê bû. Ji ber ku Meryem hevala mala bûk û zava bû, wê xizmeta mêvanan dikir. Di dema dawetê de, kêmasiyek derket meydanê – mêvan pir bûn û şerab xelas bû. b Meryem zû çû cem Îsa Mesîh û jê re got: “Şeraba wan nema” (Yûhenna 2:1-3). Îcar Îsa Mesîh çi kir? Wî tiştekî ecêb kir – wî bi mucîzeyekê av kir “şeraba qenc” (Yûhenna 2:9, 10).

2-3. (a) Hin mucîzeyên Îsa Mesîh çi bûn? (b) Lêhûrbûna li mucîzeyên Îsa Mesîh çima ji bo me bifeyde ye?

2 Îsa Mesîh di dema xizmeta xwe de gelek mucîzeyên din kirin. c Wî bi mucîzeyên xwe alî bi hezaran mirovan dikir. Mesela, du mucîzeyên wî ev bûn: Carekê wî xwarin da 5.000 zilaman û paşê jî 4.000 zilaman. Eger em jin û zarokên ku li wê derê hazir bûn jî hesab bikin, emê bigihîjin zêdetirî 27.000 kesan (Metta 14:15-21; 15:32-38). Her du caran, Îsa Mesîh gelek kesên nexweş jî qenc kirin (Metta 14:14; 15:30, 31). Bîne ber çavê xwe ku mirov çi qas şa bûn ku Îsa Mesîh ew qenc kirin û xwarin da wan!

3 Mucîzeyên Îsa Mesîh îro jî ji bo me pir muhîm in. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çend mucîzeyên Îsa Mesîh, ên ku wê baweriya me xurttir bikin. Paşê emê bibînin ku mucîzeyên Îsa Mesîh çawa dilnizmî û dilşewatiya wî nîşan didin û em çawa dikarin van sifetan ji xwe re emsal bigirin.

DERSÊN LI SER YEHOWA Û ÎSA MESÎH

4. Em dikarin ji mucîzeyên Îsa Mesîh di heqê kê de bielimin?

4 Em dikarin ji mucîzeyên Îsa Mesîh ne tenê di heqê wî de, lê di heqê Bavê wî de jî gelek tiştan bielimin. Bi eslê xwe, Yehowa Xwedê qudret dida Îsa Mesîh ku ew mucîzeyan bike. Karên Şandiyan 10:38 dibêje: “Xwedê Îsayê Nisretî bi Ruhê Pîroz û bi hêzê mesh kir [hilbijart] û çawa ew geriya, wî qencî kir û hemû yên ku di bin serdestiya Îblîs de bûn sax kirin. Çimkî Xwedê bi wî re bû.” Wekî din, Îsa Mesîh bi gotin, kirin û mucîzeyên xwe fikir û hîsên Bavê xwe bi awayekî bêqisûr nîşan didan (Yûhenna 14:9). Bala xwe bide sê dersên ku em dikarin ji mucîzeyên Îsa Mesîh bielimin.

5. Çi dilê Îsa Mesîh xurt dikir ku ew mucîzeyan bike? (Metta 20:30-34)

5 A yekê, Îsa Mesîh û Bavê wî ji dil ji me hez dikin. Gava Îsa Mesîh bi mucîzeyan êşa xelkê siviktir dikir, wî nîşan dida ku ew ji mirovan gelek hez dike. Carekê, du zilamên kor bi qîrîn û hawar ji Îsa Mesîh alîkarî xwest (Metta 20:30-34 bixwîne). Bala xwe bidê ku ewilî “dilê wî bi wan şewitî”, û paşê wî ew qenc kirin. Wekî din, dilşewatiya wî, ya ku nîşana hezkirina wî bû, dilê wî xurt dikir ku ew zikê kesên birçî têr bike û zilamekî bicuzam qenc bike (Metta 15:32; Marqos 1:41). Belê, Xwedayê ‘rehm û dilovaniyê’ û Kurê wî ji dil ji me hez dikin û gelekî xema me dixwin (Lûqa 1:78; 1. Petrûs 5:7). Yehowa û Îsa Mesîh bi hesreta wê rojê ne ku hemû kul û derdên mirovan çareser bikin!

6. Xwedê çi qudret daye Îsa Mesîh?

6 A diduyan, Xwedê qudret daye Îsa Mesîh ku ew hemû problemên mirovan çareser bike. Bi mucîzeyên xwe, Îsa Mesîh nîşan dida ku ew dikare bi hêza xwe problemên ku çareya wan ne di destê me de ye, safî bike. Mesela, hêza wî heye ku me ji sebebê eslî yê kul û derdên mirovan xelas bike – ji gunehê mîrasgirtî û ji netîceyên wî, yanî ji nexweşî û mirinê jî (Metta 9:1-6; Romayî 5:12, 18, 19). Mucîzeyên wî bi zelalî nîşan dida ku ew dikare “hemû” nexweşiyan qenc bike û heta mirovan jî ji mirinê rake (Metta 4:23; Yûhenna 11:43, 44). Wekî din, qeweta wî heye ku firtoneyan bisekinîne û mirovan ji tesîra cinan xelas bike (Marqos 4:37-39; Lûqa 8:2). Ma em dilxweş nabin ku Yehowa qudreteke ew qas mezin daye Kurê xwe?

7-8. (a) Mucîzeyên Îsa Mesîh çi nîşan didin? (b) Di dinyaya nû de, tu bi xisûsî dixwazî kîjan mucîzeyê bibînî?

7 A sisêyan, em dikarin ji sedî sed bawer bin ku hemû sozên Yehowa wê bi destê Padîşahiya wî bên cih. Mucîzeyên ku Îsa Mesîh li dinyayê kiribûn mîsalên ji bo pêşerojê ne. Yanî di demeke nêzîk de, ewê wek Padîşahê ezmanî mucîzeyên hê jî mezintir bike. Bîne ber çavê xwe ku di bin hukimdariya Îsa Mesîh de, jiyan wê çawa be. Her kes wê sipîsax be, çimkî Îsa Mesîh wê hemû kesên nexweş û seqet qenc bike (Îşaya 33:24; 35:5, 6; Peyxam 21:3, 4). Tu kes wê birçî nemîne û ji felaketên tebîetê zerarê nebîne (Îşaya 25:6; Marqos 4:41). Gava merivên me yên hezkirî ji mirinê bên rakirin, emê ji kêfan bifirin! (Yûhenna 5:28, 29). Di dinyaya nû de, tu bi xisûsî dixwazî kîjan mucîzeyê bibînî?

8 Gava Îsa Mesîh mucîze dikirin, wî nîşan dida ku ew yekî dilnizm û dilşewat e. Gerek em jî van sifetên xweş ji xwe re emsal bigirin. Niha emê bala xwe bidin du mîsalan. Mîsala ewilî mîsala daweta li Qenayê ye.

DERSEKE LI SER DILNIZMIYÊ

9. Îsa Mesîh di dawetekê de çi kir? (Yûhenna 2:6-10)

9 Yûhenna 2:6-10 bixwîne. Gava di dawetê de şerab xelas bû, gelo Îsa Mesîh mecbûr bû qet tiştekî bike? Helbet na! Di Kitêba Pîroz de ji berê ve nehatibû gotin ku Mesîh wê bi mucîzeyekê şerabê çêke. Lê ka bîne ber çavê xwe: Eger di daweta te de tiştek kêm bibûya, teyê xwe çawa hîs bikira? Bê guman dilê Îsa Mesîh bi bûk û zava şewitî, û wî nedixwest ku ew li ber çavê xelkê fedîkar derkevin. Loma, wek ku me berê gotibû, Îsa Mesîh ev mucîze kir. Wî av, yanî nêzîkî 390 lître veguhert şeraba baş. Gelo wî çima ew qas şerab çêkir? Belkî wî dixwest ku şeraba zêde ji bo rojên din bimaya. Belkî jî, wî dixwest ku bûk û zava şeraba zêde bifirota û ji xwe re pere qezenc bikira. Bê guman bûk û zava bi vê xelatê gelekî şa bûn!

Eger em Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin, emê bi serkeftîbûnên xwe pesnê xwe nedin (Li paragrafên 10 û 11an binêre) e

10. Hin fikrên balkêş, ên ku di Yûhenna beşa 2yan de derbas dibin, çi ne? (Li resim jî binêre.)

10 Ka em li çend fikrên balkêş, ên ku di Yûhenna beşa 2yan de derbas dibin, binêrin. Gelo te ferq kir ku Îsa Mesîh bi xwe kûpên kevirîn bi avê tije nekir? Li şûna ku ew bala kesên din bikişîne ser xwe, wî ji xizmetkaran re got ku bila ew kûpan bi avê tije bikin (ayet 6 û 7). Û piştî ku wî av kir şerab, wî bi xwe hinek şerab nebir ba serekê ziyafetê. Dîsa jî, wî ji xizmetkaran re got ku bila ew vê yekê bikin (ayet 8). Îsa Mesîh bê guman kaseke şerabê li ber çavê mêvanan hilnedaye û negotiye: “Ka binêrin, şeraba ku min çêkiriye çi qas xweş e!”

11. Em dikarin ji mucîzeya Îsa Mesîh çi bielimin?

11 Em dikarin ji vê mucîzeya Îsa Mesîh çi bielimin? Em dikarin derseke li ser dilnizmiyê bielimin. Îsa Mesîh bi mucîzeyên xwe tu caran fort û pesnê xwe nedida û xwe qure nedikir. Li şûna vê, wî her tim bi dilnizmî rûmet dida Bavê xwe (Yûhenna 5:19, 30; 8:28). Wek Îsa Mesîh, eger em jî li ser xwe bi dilnizmî bifikirin, emê bi serkeftîbûnên xwe pesnê xwe nedin. Em di xizmeta Yehowa de çi bikin jî, gerek em rûmetê nedin xwe, lê bidin Yehowa Xwedê (Yêremya 9:23, 24). Belê, Yehowa hêjayî rûmetê ye. Bê alîkariya Xwedê, em qet nikarin di karên xwe de serkeftî bin (1. Korîntî 1:26-31).

12. Em dikarin ji dilnizmiya Îsa Mesîh çi tiştekî din bielimin? Mîsalekê bide.

12 Em dikarin ji dilnizmiya Îsa Mesîh tiştekî din jî bielimin. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Rîspiyek gelekî alî xizmetkarekî civatê dike ku ew gotara xwe ya ewilî hazir bike. Paşê birayê ciwan gotareke pir xweş pêşkêş dike û xwişk û bira gelek şa dibin. Piştî civînê, çend kes tên cem rîspî û jê re dibêjin: “Wî birayê meyî ciwan gotareke pir xweş pêşkêş kir.” Gelo hewce ye ku rîspî wisa bibêje: “Xebera te ye, lê min jî gelekî alîkariya wî kir.” Yan jî ew dikare bi dilnizmî bibêje: “Xebera te ye, ez bi wî gelekî serbilind im.” Eger em dilnizm bin, emê bala kesên din nekişînin ser qenciya ku me kiriye. Ji xwe Yehowa her tiştî dibîne û qîmetê dide qenciya me (Li Metta 6:2-4 û Îbranî 13:16 jî binêre). Helbet, eger em xîret bikin ku wek Îsa Mesîh dilnizm bin, emê dilê Yehowa şa bikin (1. Petrûs 5:6).

DERSEKE LI SER DILŞEWATIYÊ

13. Îsa Mesîh li nêzîkî bajarê Nayînê çi dît û wî çi kir? (Lûqa 7:11-15)

13 Lûqa 7:11-15 bixwîne. Bûyereke ku di xizmeta Îsa Mesîh qewimîbû bîne ber çavê xwe. Ew hat bajarê Nayînê, bajarekî li herêma Celîleyê. Ew bajar nêzîkî Şûnemê bû. Li wê derê, Êlîşa pêxember berî 900 salan kurê jinekê ji mirinê rakiribû (2. Qiralan 4:32-37). Gava Îsa Mesîh nêzîkî dergehê bajêr bû, cenazeyek ji bajêr dihat derxistin. Her kes pir xemgîn bû, çimkî tenê kurekî jinebiyekê hebû û ew jî mir. Xelkê bajêr bi dayikê re li ser rêya mezel bûn. Îsa Mesîh ew sekinandin û mucîzeyek kir. Wî kurê vê dayika xemgîn ji mirinê rakir! Li gor Încîlê, Îsa Mesîh sê kes ji mirinê rakiribûn û ew xort yê ewilî bû.

Wek Îsa Mesîh, li hemberî kesên ku şînê digirin dilşewat be (Li paragrafên 14 heta 16an binêre)

14. Hin fikrên balkêş, ên ku di Lûqa beşa 7an de derbas dibin, çi ne? (Li resim jî binêre.)

14 Bala xwe bide hin fikrên balkêş, ên ku di Lûqa beşa 7an de derbas dibin. Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh pêşî dayika xemgîn “dît” û paşê “dilê wî pê şewitî” (ayet 13). Yanî, belkî gava dayik li nêzîkî cenazeyê kurê xwe dimeşiya, Îsa dît ku ew çi qas digirî û loma dilê wî gelekî êşiya. Ji xeynî vê, wî dilşewatiya xwe nîşanî wê da. Wî bi dengekî dilşewat jê re got: “Negirî!” Paşê, wî mucîzeyek kir: Wî kurê wê ji mirinê rakir û “ew da diya wî” (ayet 14 û 15).

15. Em dikarin ji vê mucîzeya Îsa Mesîh çi bielimin?

15 Em dikarin ji vê mucîzeya Îsa Mesîh çi bielimin? Em dielimin ku em çawa dikarin li hemberî kesên ku şînê digirin dilşewat bin. Helbet, wek ku Îsa Mesîh kiribû, em nikarin wan ji mirinê rakin. Lê mîna Îsa Mesîh, em jî dikarin di ber dilê kesên din de herin. Em dikarin bi gotin û kirinên xwe alîkariya wan bikin û teseliyê bidin wan d (Methelokên Silêman 17:17; 2. Korîntî 1:3, 4; 1. Petrûs 3:8). Gotinên hêsan û hereketên biçûk jî dikarin dilê kesên din rihet bikin.

16. Wek di resim de tê dîtin, em dikarin ji serpêhatiya dayika ku zaroka wê mir çi hîn bibin?

16 Ka bala xwe bide vê serpêhatiyê. Berî çend salan, dema ku di civînekê de kilameke li ser hêviya rabûna miriyan dihat gotin, xwişkekê dît ku dayikek digirî. Berî çendekê keçika wê dayikê miribû. Loma xwişka me zû çû cem wê, ew hembêz kir, û wan ev kilam heta dawiyê bi hev re got. Paşê vê dayikê wisa got: “Min ji xwişk û birayan hê jî zêdetir hez kir.” Ew gelek şikirdar bû ku ew çûbû civînê. Wê got: “Em di Salona Îbadetê de alîkariyê ji xwişk û birayên xwe distînin.” Em dikarin emîn bin ku gava em bi dilşewatî teseliyê didin kesên ku şînê digirin, Yehowa gelek qîmetê dide vê yekê (Zebûr 34:18).

MUCÎZEYÊN ÎSA MESÎH HÊJAYÎ LÊKOLÎNÊ NE

17. Di vê meqaleyê de, em çi hîn bûn?

17 Serpêhatiyên li ser mucîzeyên Îsa Mesîh, ên ku di Încîlê de derbas dibin, hêjayî lêkolînê ne. Em dikarin ji mucîzeyên Îsa Mesîh sê tiştan hîn bibin. A yekê, Yehowa û Îsa Mesîh ji dil ji me hez dikin. A diduyan, qudreta Îsa Mesîh heye ku hemû problemên mirovan çareser bike. A sisêyan, em dikarin ji sedî sed bawer bin ku di demeke nêzîk de, Padîşahiya Xwedê wê hemû sozên Xwedê bîne cih. Gava em li ser van mucîzeyan lêkolîn dikin, gerek em kûr bifikirin ku em çawa dikarin sifetên Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin. Di dema lêkolîna şexsî yan Îbadeta Malbatê de, em dikarin li ser mucîzeyên Îsa Mesîh lêkolîn bikin. Tiştên ku em dielimin, em dikarin ji kesên din re jî bibêjin. Ev yek wê rê li ber sohbetên xweş veke! (Romayî 1:11, 12).

18. Di meqaleya din de, emê li ser çi bipeyivin?

18 Li gor serpêhatiyên ku di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin, Îsa Mesîh bi temamî sê kes ji mirinê rakirin. Mesela, di dawiya xizmeta xwe de, wî zilamek ji mirinê rakir. Lê ev rabûn ji yên din cuda bû – wî dostekî xweyî delal vegerand jiyanê. Û wî ev mucîze di halekî ecêb de kir. Em dikarin ji vê mucîzeyê çi bielimin? Û em çawa dikarin baweriya xwe ya bi hêviya rabûna ji mirinê xurttir bikin? Di meqaleya din de, emê cewabên van pirsan bistînin.

KILAM 20 Te Kurê Xwe Daye

a Wî firtoneyeke xurt sekinand, kesên nexweş qenc kirin û kesên mirî dîsa vegerandin jiyanê. Gava em van mucîzeyên Îsa Mesîh di Kitêba Pîroz de dixwînin, em ecêbmayî dimînin! Di vê meqaleyê de, emê li ser çend mucîzeyên Îsa Mesîh lêkolîn bikin. Dersên ku emê li ser Yehowa û Îsa Mesîh bielimin, wê baweriya me xurttir bikin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin sifetên Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin.

b Zanyarekî Kitêba Pîroz dibêje: “Di zemanê Kitêba Pîroz de, mêvanhezî li Rojhilata Navîn mecbûriyeteke pîroz bû. Bi xisûsî di dawetan de, lazim bû ku xwediyê dawetê sifreyeke têr û tije hazir bikira.”

c Di Încîlê de zêdetirî 30 mucîzeyên Îsa Mesîh hatine nivîsandin. Wî gelek mucîzeyên din jî kirin, lê Kitêba Pîroz behsa her mucîzeyeke wî nake. Mesela, carekê “hemû xelkê bajêr” hatin cem wî, û wî “gelek kesên bi nexweşiyên cûr bi cûr qenc kirin” (Marqos 1:32-34).

d Ji bo pêşniyarên ku em çawa dikarin teseliyê bidin kesên ku şînê digirin, li meqaleya “Wek Îsa Mesîh Teseliyê Bide Kesên ku Şînê Digirin” (Birca Çavdêriyê, 1 Mijdar 2010, bi zimanê Îngilîzî) binêre.

e RESIM: Bûk, zava û mêvan gelek şa ne ku Îsa Mesîh av kiriye şerab. Lê belê, Îsa Mesîh li paş disekine.