Here Naverokê

Here naverokê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Gelo tu ji şîroveyên ayetan, yên ku di Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa de hene, feydeyê distînî?

Ev şîroveyên ayetan dikarin alî te bikin ku tu li ser Peyva Xwedê kûr bifikirî. Di van şîroveyan de, carinan melûmatên tarîxî ên di heqê ayetekê de hatine nivîsandin. Ji van şîroveyan tu dikarî fehm bikî ku çima tiştek hatiye nivîsandin, ji bo kê hatiye nivîsandin, yan maneya gotinekê çi ye.

Hem KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê û hem jî JW Library® rê didin te ku tu ji ayetekê rasterast derbasî Rêberiya Lêkolînê bibî. Tu dikarî van çavkaniyan di pencereya lêkolînê ya Kitêba Pîroz de bibînî.

Di dema bikaranîna van çavkaniyan de bala xwe bide tarîxê. Tiştên herî nû li jor tên rêzkirin. Çavkaniyên li jêr kevn in û dibe ku ne li gor fehmkirina herî nû bin.

  • Çavkaniyên Rêberiya Lêkolînê bi otomatîk di KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê de hene.

  • Ji bo ku tu şîroveyên ayetan di sepana JW Library de bibînî, divê Rêberiya Lêkolînê bê daxistin û bi zeman re bê nûkirin. Tu dikarî vê yekê di pencereya lêkolînê ya her beşa Kitêba Pîroz de bikî.