Here Naverokê

Here naverokê

Te Ev Yek Dizanibû?

Te Ev Yek Dizanibû?

Di Ordiya Dawid Padîşah de Çima Kesên Xerîb Hebûn?

DI NAV eskerên Dawid de gelek kesên ji miletên cuda hebûn, mesela Tselekê Ammonî, Ûriyayê Hîttî û Îtmayê Moabî a (1. Dîrokan 11:39, 41, 46). Wekî din, di ordiyê de eskerên Keretî, Peletî û Gatî jî hebûn (2. Samûyêl 15:18). Nêrîna gelemper ev e ku eskerên Keretî û Peletî merivên Filistiyan bûn (Hêzekîêl 25:16). Yên Gatî bi eslê xwe ji bajarê Filistî Gazayê bûn (Yêşû 13:2, 3; 1. Samûyêl 6:17, 18).

Gelo Dawid çima îzin dabû ku kesên xerîb bikevin ordiyê? Çimkî ew bawer bû ku ew hem ji wî re û hem ji Yehowa re dilsoz in. Mesela, ferhengek di heqê Keretî û Peletiyan de wisa dibêje: “Di rojên herî zehmet ên hukimdariya Dawid de jî, ew ji wî re dilsoz man” (The New Interpreter’s Dictionary of the Bible). Gelo çawa? Gava hemû zilamên Îsraîlê dev ji Dawid Padîşah berda û li pey zilamekî xerab ê bi navê Şeba çûn, Keretî û Peletiyan alî Dawid kir ku serhildan bê serkutkirin (2. Samûyêl 20:1, 2, 7). Gelek sal bi şûn de, gava kurê Dawid Adoniya hewl da ku textê bavê xwe bi dest bixe, Keretî û Peletiyan ji Dawid re dilsoz man. Bi alîkariya wan, Silêman, ê ku ji aliyê Yehowa ve hatibû hilbijartin, piştî Dawid bû padîşah (1. Qiralan 1:24-27, 38, 39).

Îttayê Gatî jî yek ji xerîban bû, yên ku ji Dawid re dilsoz man. Gava Abşalom bi alîkariya çend zilamên Îsraîlê li hemberî bavê xwe Dawid serî hilda, Îttay û 600 şervanên wî piştgiriya Dawid Padîşah kir. Di serî de, Dawid ji Îttay re got ku madem ku ew xerîb e, şer ne meseleya wî ye. Lê Îttay got: “Xweyê min padîşah, bi navê Xudanê Jîndar û bi serê xweyê xwe padîşah sond dixwim, sax an mirî, tu li ku bî ez xulamê te jî, ezê li wir bim” (2. Samûyêl 15:6, 18-21, Mizgînî).

Îttay ji Dawid re dilsoz ma ji ber ku Dawid ji aliyê Yehowa ve wek padîşah hatibû tayînkirin

Keretî, Peletî û Gatî her çi qas xerîb bûn jî, wan ji Yehowa re îbadet dikir û bawer dikir ku Dawid ji aliyê Yehowa ve wek padîşah hatiye tayînkirin. Dawid bê guman şikirdar bû ku li cem wî mirovên ew qas dilsoz hebûn.

a Di 5. Mûsa 23:3-6 de, qanûna Xwedê qedexe kiribû ku Ammonî û Moabî bikevin civata Îsraîlê. Lê belê, wisa tê fehmkirin ku maneya vê tenê ev e ku wan nikaribû bi resmî bibin ferdên miletê Îsraîlê. Dîsa jî, ne qedexe bû ku ew di nav qewmê Xwedê de bijîn (li Insight on the Scriptures (bi zimanê Îngilîzî), Cîld 1, rûp. 95 binêre).