Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Pawlosê şandî nivîsî ku Yehowa “destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin” (1. Kor. 10:13). Gelo maneya vê ev e ku Yehowa ji berê ve tesbît dike ku sebra me çi qas xurt e û paşê qerar dide ku em çawa bên ceribandin?

Fikreke çima ne rast e? Piştî ku kurê birayekî me xwe kuştibû, bira wisa pirs kir: “Gelo Yehowa ji berê ve tesbît kiribû ku ez û pîreka xwe dikarin li ber mirina kurê xwe sebir bikin? Gelo Xwedê qerar dabû ku em dikarin serî bi vî halî derxînin?” Ma Yehowa bi rastî tiştên ku di jiyana me de diqewimin kontrol dike?

Eger em 1. Korîntî 10:13 lêkolîn bikin, emê bibînin Kitêba Pîroz nabêje ku Yehowa ji berê ve tesbît dike ku sebra me çi qas xurt e û paşê li gor vê yekê qerar dide ku em çawa bên ceribandin. Çar sebeb nîşan didin ku Yehowa tiştekî wisa çima nake:

A yekê, Yehowa îradeya azad daye mirovan. Ew dixwaze ku em xwe bi xwe qerar bidin ku em çawa dixwazin bijîn (5. Mû. 30:19, 20; Yêşû 24:15). Eger em riya rast hilbijêrin, Yehowa wê rêberiya me bike (Mtl. 16:9). Lê eger em riyeke nerast hiljbêrin, dibe ku serê me bikeve belayê (Gal. 6:7). Eger Yehowa qerar bidaya ku em çawa bên ceribandin, vê yekê wê îradeya me ya azad bi sînor bikira.

A diduwan, Yehowa me ji “wext û rewş”an naparêze (Waiz 9:11). Qeza û tiştên xerab dikarin bi tesadûfî werin serê me. Îsa carekê der heqê qezayekê de xeber da. Di wê qezayê de, 18 mirov di herifîna bircekê de hatibûn kuştin. Îsa ji wan re da fehmkirin ku ew qeza ne fermana Xwedê bû (Lûqa 13:1-5). Loma gerek em nefikirin ku Xwedê ji berê ve qerar dide ku kî wê di qezayekê de sax bimîne û kî wê bimire.

A sisêyan, her yekî me bi doza dilsoziyê ve eleqedar e. Bîne bîra xwe ku Şeytan çawa îdîa kiribû ku gava xizmetkarên Yehowa bên ceribandin, ew nikarin ji Yehowa re dilsoz bimînin (Eyûb 1:9-11; 2:4; Pey. 12:10). Eger Yehowa bifikira ku em nikarin sebir bikin û ji ber vê yekê em ji hin tengasiyan biparastana, gelo vê yekê destek nedaya îdîaya Şeytan ku em tenê ji bo menfaeta xwe ji Xwedê re xizmet dikin?

A çaran, Yehowa naxwaze her tiştê ku tê serê me ji berê ve zanibe. Ji bo ku Xwedê ji berê ve karibe qerar bide ku em çawa bên ceribandin, lazim e ku ew her tiştê ku bê serê me ji berê ve zanibe. Le ev fikir ne li gor Nivîsarên Pîroz e. Bêguman Xwedê dikare îstiqbalê zanibe (Îşa. 46:10). Lê Kitêba Pîroz nîşan dide ku Xwedê naxwaze hemû tiştên ku wê biqewimin ji berê ve zanibe (1. Mû. 18:20, 21; 22:12). Gava Xwedê ji berê ve dibêje ku çi wê biqewime, ew dîsa jî îradeya me ya azad naêşîne. Xwedê hurmet dide azadiya me, û ew sifatên xwe her tim bi awayekî bêqisûr bi kar tîne (5. Mû. 32:4; 2. Kor. 3:17).

Lê madem ku wisa ye, maneya van gotinên Pawlos çi ye: “Xwedê ... nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne ceribandinê?” Li vir, Pawlos dibêje ku Yehowa li dema îmtihanan çi dike, ne pêşiya îmtihanan. Gotinên Pawlos cesaret didin me ku kîjan îmtihan hebin bila hebin, eger em pişta xwe bidin Yehowa, ewê mutleqe alî me bike (Zeb. 55:22). Gotinên teselîker ên Pawlos du rastiyên temelî nîşan didin:

A yekê, îmtihanên ku tên serê me “tiştên mirovî” ne. Yanî, tiştên ku tên serê me tên serê kesên din jî. Eger em pişta xwe bidin Yehowa, emê karibin di îmtihanên wisa de sebir bikin û dilsoz bimînin (1. Ptr. 5:8, 9). Berî gotinên 1. Korîntî 10:13, Pawlos der heqê îmtihanên ku li çolê hatibû serê Îsraêliyan de dipeyive (1. Kor. 10:6-11). Ewên ku pişta xwe dida Yehowa dikaribûn di wan îmtihanan de sebir bikin. Pawlos çar caran dibêje ku “hinekan ji wan” guhdarî nekir. Çi heyf e ku hin Îsraêliyan pişta xwe nedida Xwedê û pey xwestinên nerast diçûn.

A diduwan, “Xwedê dilsoz e”. Çaxa em bala xwe didin ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe yên berê dikir, em dibînin ku Yehowa ji “yên ku jê hez dikin û bi emirên wî digirin” hez dike (5. Mû. 7:9). Ji vê qeydê, aşîkar e ku Yehowa soza xwe her tim tîne cih (Yêşû 23:14). Ji ber vê yekê, kesên ku ji Xwedê hez dikin û guh didin wî dikarin bawer bin ku eger îmtihanek bê serê wan, Yehowa wê van du sozan bîne cih: 1) Yehova nahêle ku îmtihanên me ew qas mezin bibin ku em nikarin sebir bikin, û 2) “ewê ... riya jêderketinê jî pêk bîne”.

Yehowa “di her tengahiya me de hanê dide me”

Yehowa çawa ji bo kesên ku li ber îmtihanan pişta xwe didin wî “riya jêderketinê” pêk tîne? Eger ew bixwaze, ew dikare îmtihanekê ji meydanê rake. Lê ji bîr neke ku Pawlos çi got: “Lê belê ji bo ku hûn bikaribin ragirin, ewê ... riya jêderketinê jî pêk bîne. Yanî, maneya pêkanîna “riya jêderketinê” ev e ku Yehowa alî me dike ku em karibin li ber îmtihanan sebir bikin. Mesela, Yehowa dikare “riya jêderketinê” wisa pêk bîne:

  • Yehowa “di her tengahiya me de hanê [teselî] dide me” (2. Kor. 1:3, 4). Yehowa dikare hiş û dilê me bi destê Peyva xwe, ruhê pîroz û xwarina ruhî, ya ku em ji xulamê dilsoz distînin, rihet bike (Met. 24:45; Yûh. 14:16; Rom. 15:4).

  • Bi navgîniya ruhê pîroz, Yehowa dikare ji me re rêberî bike (Yûh. 14:26). Çaxa em tên ceribandin, ruhê pîroz dikare alî me bike ku em gotin û prensîpên Kitêba Pîroz bînin bîra xwe û paşê qerarên biaqil bidin.

  • Yehowa dikare bi destê melekên xwe alî me bike (Îbr. 1:14).

  • Yehowa dikare bi navgîniya xwişk û birayan jî alî me bike. Gotin û kirinên wan dikarin qewet bidin me (Kol. 4:11).

Li gor vê, maneya gotinên 1. Korîntî 10:13 çi ye? Yehowa îmtihanên ku tên serê me ji berê ve hilnabijêre. Lê çaxa di jiyana me de îmtihan çêdibin, em dikarin bawer bin ku: Eger em bi temamî pişta xwe bidin Yehowa, ew qet nahêle ku em ji qeweta xwe zêdetir bên ceribandin; ewê her tim “riya jêderketinê” pêk bîne ji bo ku em karibin sebir bikin. Bi rastî jî, ev fikir dilê me çi qas rihet dike!