Here Naverokê

Here naverokê

Îro Kî ji Xizmetkarên Xwedê re Rêberî Dike?

Îro Kî ji Xizmetkarên Xwedê re Rêberî Dike?

“Rêberên xwe ... bînin bîra xwe” (ÎBR. 13:7).

KILAM: 123, 126

1, 2. Piştî ku Îsa çû ezmanan, dibe ku şandiyên wî çi meraq kir?

BÎNE ber çavê xwe: Şandiyên Îsa li ser çiyayê Zeytûnê disekinin û li ezmên dinêrîn. Li ber çavên wan, axa û dostê wan Îsa hilkişiya ezmên û di ewrekî de ji çavan winda bû (Kar. 1:9, 10). Di hundirê nêzikî du salan de, Îsa ders û cesaret dida wan û ji wan re rêberî dikir. Lê niha ew êdî tune. Bila gerek ew çi bikin?

2 Pêşiya ku ew çû ezmanan, Îsa ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Hûnê ... li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min” (Kar. 1:8). Lê wanê ev şixul çawa bikira? Îsa ji wan re soz da ku ewê ruhê pîroz bistînin (Kar. 1:5). Dîsa jî, ji bo şixulê belavkirina mizgînê, rêberî û organîzekirin lazim bû. Di demên berê de, Yehowa bi destê mirovan ji xizmetkarên xwe re rêberî kiribû. Ji ber vê yekê, dibe ku şandiyan wisa meraq kir: “Gelo Yehowa wê rêberekî nû tayîn bike?”

3. a) Çaxa Îsa çû ezmanan, şandiyên dilsoz kîjan qerar da? b) Di vê meqaleyê de, emê der heqê çi de şêwir bikin?

3 Piştî çûna Îsa du hefte derbas nebû ku şagirtên wî dest bi lêkolîna Nivîsarên Pîroz kir, bi duayê ji Xwedê rêberî xwest û dewsa Cihûdayê Îsxeryotî Matîyos hilbijart wek şandiyê 12an (Kar. 1:15-26). Ev yek ji bo şagirtan û ji bo Yehowa çima ew qas mûhim bû? Şagirtan fehm kir ku lazim e ku 12 şandî hebin. * Îsa şandiyên xwe ne tenê ji bo hevaltiya xizmetê hilbijartibûn; wanê di nav xizmetkarên Xwedê de şixulekî muhîm bikira. Ew çi şixul bû, û Yehowa ew çawa bi destê Îsa ji bo wî şixulî hazir kirin? Lê îro di nav xizmetkarên Xwedê de çi şixul tê kirin? Em çawa dikarin “rêberên xwe ... bînin bîra xwe”, bi taybetî “xulamê dilsoz û şehreza”? (Îbr. 13:7; Met. 24:45).

ÎSA SERÊ KOMA RÊBERIYÊ YE

4. Di sedsala yekê de, şandî û kalên din di Orşelîmê de çi şixul dikir?

4 Li Roja Pentîkostê ya sala 33 P.M., şandiyan dest bi rêberîkirina civata şagirtên Îsa kir. Kitêba Pîroz dibêje ku li wê rojê “Petrûs bi yanzdehan” ji elaleta mezine Cihû û kesên ku bûn Cihû re behsa rastiyê kir (Kar. 2:14, 15). Gelek ji wan mirovan bûn şagirtên Îsa. Wan şagirtên nû “xwe da hîndariya şandiyan, hevpariya ruhanî” (Kar. 2:42). Şandiyan pereya civatê îdare dikir (Kar. 4:34, 35). Wekî din, wan hewcedariyên ruhî ên xizmetkarên Xwedî temîn dikir. Wan got: “Emê xwe bidin duayê û xizmeta peyvê” (Kar. 6:4). Bi ser de, wan şagirtên bitecrûbe dişandin cihên din, ji bo ku ew mizgînê belav bikin (Kar. 8:14, 15). Bi zeman re, kalên din ên ku bi ruhê pîroz hilbijartî bûn, tevî şandiyan ji civatê re rêberî dikir. Wek komeke rêberiyê, wan ji hemû civatan re rêberî dikir (Kar. 15:2).

5, 6. a) Ruhê pîroz çawa qewet dida koma rêberiyê? (Li resmê ewlin binêre.) b) Melekan çawa alî koma rêberiyê dikir? c) Koma rêberiyê çawa pey rêberiya Peyva Xwedê diçû?

5 Şagirtên di sedsala yekê de bawer bûn ku koma rêberiyê bi destê Îsa Mesîh ji aliyê Yehowa ve dihat îdare kirin. Lê ew çima di vê yekê de bawer bûn? A yekê, ruhê pîroz li ser koma rêberiyê bû (Yûh. 16:13). Belê, hemû şagirtên ku bi ruhê pîroz hilbijartî bûn ruhê pîroz standibû, lê ruhê pîroz bi taybetî alî şandiyan û kalên ku di Orşelîmê de bûn dikir ji bo ku ew mesûliyeta bînin cih. Mesela, di sala 49an a P.M., koma rêberiyê bi alîkariya ruhê pîroz li ser sinetkirinê qerarekî muhîm da. Civatan ev qerar destek kir, û “civînên bawermendan di baweriyê de xurt dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû” (Kar. 16:4, 5). Koma rêberiyê der heqê vî qerar de ji civatan re nameyek nivîsand. Ji vê nameyê rind xuya bû ku ew xwediyên sifatên “Berê Ruh”ê pîroz – wek hezkirin û bawerî – bûn (Kar. 15:11, 25-29; Gal. 5:22, 23).

6 A diduwan, melekan alî koma rêberiyê dikir. Mesela, berî ku Kornêlyosê Romayî bin av bû, melekek jê re got ku ew bangî Petrûsê şandî bike. Petrûs hat ba Kornêlyos û ji wî û malbata wî re behsa mizgînê kir. Her çi qas ew ne sinetkirî bûn jî, ruhê pîroz daket ser wan. Ev yek ji şandî û şagirtên din re îsbat kir ku Xwedê xwest ku kesên ku ne Cihû bûn û ne sinetkirî bûn jî bikevin civata şagirtên Îsa (Kar. 11:13-18). Wekî din, melekan alî koma rêberiyê dikir ku şixulê belavkirina mizgînê pêş ve here (Kar. 5:19, 20). A sisêyan, koma rêberiyê guh dida Peyva Xwedê. Li ser temelê Nivîsarên Pîroz, wan hem der heqê mewzûyên elimandinê qerar dida hem jî ji civatê re rêberî dikir (Kar. 1:20-22; 15:15-20).

7. Em çima dikarin bibêjin ku Îsa ji civata şagirtên Îsa re rêberî dikir?

7 Her çi qas koma rêberiyê xwediyê selahiyetê bû jî, wan fehm dikir ku Rêberê civatê Îsa ye. Pawlosê şandî nivîsî: “Wî [Mesîh] bi xwe diyarî da, ku hinek bibin şandî. ... Bi hezkirinê ... di her tiştî de ber bi wî ve mezin bibin ku serî ew e, Mesîh e” (Ef. 4:11, 15). Di sedsala yekê de, şandiyên Îsa gelek bi nav û deng bûn. Dîsa jî, şagirt ne bi navê şandiyekî, lê bi navê Îsa Mesîh dihat nas kirin (Kar. 11:26). Şandî û birayên mesûl li ser temelê Nivîsarên Pîroz ji şagirtên Îsa re rêberî dikir. Pawlos zanibû ku guhdarîkirina rêberiya wan çi qas muhîm be jî, “serê her zilamî [û serê her endamê koma rêberiyê] Mesîh, ... û serê Mesîh jî Xwedê ye” (1. Kor. 11:2, 3). Belê, Îsa Mesîh bi rêberiya Yehowa Xwedê ji civatê re rêberî dikir.

“EV NE ŞIXULÊ MIROVAN E”

8, 9. Russel di dawiya sedsala 19an de dest bi kîjan şixulê muhîm kir?

8 Di dawiya sedsala 19an de, Charles Taze Russel û hin hevalên wî xwest îbadeta rast ji nû ve ava bikin. Ji ber vê yekê, “Zion’s Watch Tower Tract Society” li sala 1884an hat sazkirin, û Russel serokê vê komeleyê bû. * Russel li ser Kitêba Pîroz hûr û kûr lêkolîn dikir, û wî baweriyên sexte wek teslîs û nemiriya ruh bê tirs aşkera dikir. Wî fehm kir ku hatina Îsa bi çavan nayê dîtin û ku “zemanê miletan” wê di sala 1914an de xelas bibûna (Lûqa 21:24). Birayê Russel wext, qewet û pereyê xwe bi dil û can xerc dikir ku mirov van rastiyan bibihîzin. Wek bi aşkerahî tê dîtin, Yehowa li wê demê Russel ji bo şixulekî muhîm dixebitand.

9 Mexseda Russel ew nebû ku milet rûmet bide wî. Wî di sala 1896an de nivîsî: “Em naxwazin rûmet û şeref bidin xwe yan jî nivîsarên xwe; em naxwazin ku milet ji me re bibêjin “Keşîş” an “Mamoste”. Wekî din, em naxwazin ku mirov şagirtên me bin.” Paşê wî wisa got: “Ev ne şixulê mirovan e.”

10. a) Îsa “xulamê dilsoz û şehreza” kengê hilbijart? b) Koma Rêberiyê bi zeman re çawa ji Watch Tower Society’yê cihê bûye?

10 Di sala 1919an de, sê sal piştî mirina Russel, Îsa “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn kir ‘da ku xwarina wan di demê de bide’ xelkê malê (Met. 24:45). Wê demê, komeke biçûk ji birayên ku bi ruhê pîroz hilbijartî bûn, li Brooklyn, New York’ê di ofîsa merkezî de xizmet dikir. Wê komê xwarina ruhî hazir dikir û ji şagirtên Îsa re belav dikir. Ji sala 1940î û pê ve, peyva “koma rêberiyê” di weşanên me de hatiye bi kar anîn. Wê wextê, koma rêberiyê bi “Watch Tower Bible and Tract Society” ve girêdayî bû. Lê di sala 1971ê de, Koma Rêberiyê ji “Watch Tower Society”yê û ji midurên wê komeleyê cihê bû, çimkî komele tenê ji bo meseleyên hiqûqî mesûl bû, ne ji bo xwarina ruhî. Ji wê demê, di Koma Rêberiyê de birayên ku bi ruhê pîroz hilbijartî bûn û ku ne midurên komeleyê bûn jî xizmet dikir. Di van demên dawîn de, birayên mesûl ên ji “miyên din” jî bûne midurên vê komeleyê û komeleyên din ên ku xizmetkarên Xwedê bi kar tînin. Bi saya alîkariya wan, Koma Rêberiyê êdî dikare bala xwe bide hazirkirina xwarina ruhî û şixulê rêberîkirinê (Yûh. 10:16; Kar. 6:4). Di hejmara 15ê Tîrmehê ya sala 2013an, Birca Çavdêriyê daxuyanî kiribû ku Koma Rêberiyê, yanî koma biçûk a birayên ku bi ruhê pîroz hilbijartî ne, “xulamê dilsoz û şehreza” ye.

Koma rêberiyê li salên 1950an

11. Koma Rêberiyê qerarên xwe çawa dide?

11 Endamên Koma Rêberiyê hemû qerarên muhîm bi hev re didin. Ew her hefte li hev top dibin û bi vî awayî hem nêzikî hev dibin hem jî di yekîtiyê de dimînin (Mtl. 20:18). Her sal, kesekî din dibe serokê van civînan. Ev yek nîşan dide ku tu kes ji wan xwe ji yên din bilindtir nabîne (1. Ptr. 5:1). Serokên her şeş heyetên Koma Rêberiyê jî her sal tên guhartin. Tu kes ji wan xwe ji yên din bilind nabîne. Her yek ji wan jî xwe aîdî xelkê malê hesab dike, yê ku ji xulamê dilsoz xwarina ruhî distîne û pey rêberiya wî diçe.

Ji sala 1919an û pê ve, xulamê dilsoz ji bo xizmetkarên Xwedê xwarina ruhî hazir kiriye (Li paragrafên 10 û 11an binêre)

“XULAMÊ DILSOZ Û ŞEHREZA KÎ YE?”

12. Niha emê li ser çi şêwir bikin?

12 Koma Rêberiyê îlham nastîne û ne bêqisûr e. Ji ber vê yekê, dibe ku di tiştên ku ew dielimîne an di rêberiya rêxistî de carinan şaşî çêdibin. Mesela, di Îndeksa Weşanên Birca Çavdêriyê de, mewzûyeke bi navê “Zelalkirina Baweriyan” heye. Ev lîste nîşan dide ku fehmkirina Kitêba Pîroz ji sala 1870yî heta niha çawa hatiye zelalkirin. Belê, Îsa negot ku xwarina ruhî ya ku xulamê dilsoz wê bidaya, wê bêqisûr bibûya. Lê madem ku wisa ye, ev pirs derdikeve: “Xulamê dilsoz û şehreza kî ye?” (Met. 24:45). Gelo çi îsbat dike ku Koma Rêberiyê bi rastî “xulamê dilsoz û şehreza” ye? Niha emê li ser sê tiştên ku ji koma rêberiyê ya sedsala yekê re rêberî dikir şêwir bikin.

13. Ruhê pîroz çawa alî Koma Rêberiyê dike?

13 Ruhê pîroz alî wan dike. Heta niha, ruhê pîroz alî Koma Rêberiyê kiriye, ku ew rastiyên Kitêba Pîroz ên ku berê fehmbar nebûn fehm bikin. Hinek ji wan di lîsteya behskirî de derbas dibin. Mirov xwe bi xwe nikare “tiştên Xwedê yên kûr” bi hiş û aqlê xwe fehm bike û îzah bike (1. Korîntî 2:10 bixwîne). Koma Rêberiyê wek Pawlosê şandî difikire: “Em van, ne bi peyvên ku bi şehrezayiya mirovî hatine hînkirin, lê belê bi peyvên ku Ruh hîn kirinê dibêjin” (1. Kor. 2:13). Tarî û derewên dînî bi sedsalan berdewam kiribû, lê ji sala 1919an û pê ve, rastiyên Kitêba Pîroz her ku çu bêtir zelal bûn. Belê, ev yek îsbat dike ku ruhê pîroz alî Koma Rêberiyê dike!

14. Li gor Peyxam 14:6, 7, melek îro çawa alî xizmetkarên Xwedê dikin?

14 Melek alî Koma Rêberiyê dikin. Koma Rêberiyê li hemû dinyayê rêberiya şixulê belavkirina mizgînê dike. Zêdetirî 8 mîlyon mizgînvan di vî şixulî de kar dikin. Ev şixul çima ev qas serkeftî ye? Çimkî melek alîkarî dikin (Peyxam 14:6, 7 bixwîne). Pir caran, mizgînvan diçin cem kesên ku hema wê demê ji Xwedê re dua kiriye ku ew alî wan bike. * Li hin welatan, çi qas muxalefet hebe jî, şixulê belavkirina mizgînê rind pêş ve diçe. Ev yek jî îsbat dike ku ev şixul bi alîkariya melekan tê kirin.

15. Nav Koma Rêberiyê û alimên dêran çi ferq heye?

15 Koma Rêberiyê pey Peyva Xwedê diçe (Yûhenna 17:17 bixwîne). Mesela, di sala 1973an de tiştekî wisa qewimî: Di hejmara 1ê Hezîranê de, Birca Çavdêriyê wisa pirs kir: “Gelo mirovên ku dev ji cixareyê ber nedaye dikarin bên bin av kirin?” Cewab wisa bû: “Kitêba Pîroz nîşan dide ku ev ne mimkun e.” Birca Çavdêriyê behsa çend ayetên muhîm kir û nîşan da ku çima lazim e ku mirovên ku dev ji cixareyê ber nadin ji civatê bên derxistin (1. Kor. 5:7; 2. Kor. 7:1). Kovar wisa got: “Ev qerar, bi kêfîtî û zordariyê nehatiye dan. Bi eslê xwe, ev emir bi destê Peyva Xwedê rasterast ji Xwedê tê.” Eger tiştek ji bo hin bawermendan zor be, kîjan dîn an bawerî bi temamî pey rêberiya Peyva Xwedê diçe? Kitêbeke nû ya li ser dîn û baweriyên di Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê de wisa dibêje: “Alimên dêran mêze dikin ku xelk û bawermendên dêrê çi bawer dikin û çi ji wan re xweş tê, û paşê fikir û gotinên xwe li gor vê diguherînin”. Lê Koma Rêberiyê pey fikrên xelkê naçe. Ew pey Peyva Xwedê diçin, û ev yek îsbat dike ku Yehowa bi rastî ji xizmetkarên xwe re rêberî dike.

“RÊBERÊN XWE ... BÎNIN BÎRA XWE”

16. Em çawa dikarin Koma Rêberiyê bînin bîra xwe?

16 Îbranî 13:7 bixwîne. Em çawa dikarin “rêberên xwe ... bînin bîra xwe”? Mesela, em dikarin ji bo Koma Rêberiyê dua bikin (Ef. 6:18). Mesûliyeta wan pir mezin e. Ew xwarina ruhî didin me û li seranserê dinyayê ji şixulê belavkirina mizgînê re rêberî dikin. Wekî din, ew dîqet dikin ku pereyê teşkîlatê bi awayekî rast bê xerc kirin. Belê, bi rastî jî lazim e ku em her tim ji bo wan dua bikin.

17, 18. a) Em çawa dikarin destek bidin Koma Rêberiyê? b) Çaxa em mizgînê belav dikin, em bi vî awayî çawa destek didin xulamê dilsoz û Îsa?

17 Bi kirinên xwe jî, em dikarin nîşan bidin ku em Koma Rêberiyê tînin bîra xwe. Mesela, gerek em pey şîret û rêberiya wan herin. Koma Rêberiyê bi destê weşan, civînên civatê û civînên mezin ji me re rêberî dike. Bi ser de, Koma Rêberiyê nazirên herêmî tayîn dike, û ew jî kalên civatan tayîn dikin. Çaxa nazirên herêmî û kalên civatan di her tiştî de pey şîret û rêberiya Koma Rêberiyê diçin, ew nîşan didin ku ew rêberên xwe tînin bîra xwe. Çaxa em guh didin kesên ku Îsa wek rêberên me tayîn kirine, em wisa nîşan didin ku em qedrê Rêberê xwe Îsa digirin (Îbr. 13:17).

18 Wekî din, çaxa em şixulê belavkirina mizgînê bi dil û can dikin, em bi vî awayî nîşan didin ku em Koma Rêberiyê tînin bîra xwe. Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa re got ku gerek ew baweriya rêberên xwe ji xwe re bikin nimûne. Bi rastî jî Koma Rêberiyê baweriyeke xurt nîşan daye, çimkî ew di belavkirina mizgînê de pir xîret dike û vî şixulî bi pêş dixe. Gelo tu jî di vî şixulî de destek didî Koma Rêberiyê? Eger wisa be, Rêberê me Îsa wê ji te re wisa bibêje: “We çi ji yekî ji van birayên min ên herî biçûk re kiribe, we ew ji min re kiriye” (Met. 25:34-40).

19. Hûn çima dixwazin pey Rêberê xwe Îsa herin?

19 Çaxa Îsa vegeriya ezmên, wî şagirtên xwe bê alîkarî nehişt (Met. 28:20). Wî rind zanibû ku dema ku ew li ser erdê bû, ruhê pîroz, Peyva Xwedê û melekan çi qas alî wî dikir ku ew ji xizmetkarên Xwedê re rêberî bike. Ji ber vê yekê, Îsa îro alîkariya eynî dide xulamê dilsoz. “Berx bi ku derê ve here”, endamên xulamê dilsoz ên ku bi ruhê pîroz hatine hilbijartin “li pey wî diçin” (Pey. 14:4). Çaxa em pey rêberiya wan diçin, em pey Rêberê xwe Îsa diçin. Li demeke nêzik de, Îsa wê me ber bi jiyana heta bi hetayê bibe (Pey. 7:14-17). Tu hikumdarê însanî nikare sozeke wisa bide me!

^ par. 3 Eyan e ku mexseda Yehowa ew bû ku 12 şandî paşê bibin “diwanzdeh bingehên dîwarê” Orşelîma Nû (Pey. 21:14). Ji ber vê yekê, çaxa yek ji şandiyên dilsoz bimira, ne lazim bû ku dewsa wî yekî din bihata hilbijbartin.

^ par. 8 Ji sala 1955an û pê ve, ew komele wek “Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania” hatiye bi navkirin.

^ par. 14 Li kitêba “Legt gründlich Zeugnis ab für Gottes Königreich” (Der heqê Padîşahiya Xwedê de şahîdiyê bikin), rûp. 58-59 binêre.