Here Naverokê

Here naverokê

Pêşeng George Rollston û Arthur Willis radîatora erebê tije dikin (Aliyê Bakûrê, 1933).

JI ARŞÎVÊN ME

“Tune Riya Zor û Pir Dirêj”

“Tune Riya Zor û Pir Dirêj”

DI SALA 1937an-de 26 Adarê, du mirovên rêvî, vestiyayî, hêdî-hêdî ereba xwe ku qirêj bû dajotin û Sydneyê (Awistralya) vedigeriyane. Ew salek pêşda ji wî şeherî derketibûn û weke 19.300 km. rêwîtî kiribûn û ciyên gelek dûr çûbûne. Ew mirov, Arthur Willis û Bill Newlands bûn. Ewan pêşengên xîret mexsed dabûne pêşiya xwe ku mizgîniya Padîşahiya Xwedê di Awistralyayê navîn de belav kin, kîderê ku lap hindik mirov dijîtin.

Di salên 1920-1930î-de, komeke biçûk ya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz * di Awistralyayê de, li şeherên ku nêzîkî behrê bûn û ji wan şehera der Mizgîn bela dikirin. Di Awistralya navîn de hindik mirov dijîn, çimkî ew cîkî ziha ye û deşt û çol e, çapa kîjan ku wek nîvê Ewropayê ye. Ewan bira zanibûn ku şagirtên Îsa gerek şedetiyê bidin “heta serê dinê”, dêmek di Awistralya navîn de jî (Kar. 1:8). Lê gelo wana çawa wê bikaribûna şixuleke wisa pir mezin bikirana? Wana bawer dikir ku Yehowa wê qewata wan kerem ke, çimkî wana qirar kiribûn hemû tiştî bikin çi ku ji destê wan tê.

PÊŞENG ŞIXULÊ BELAVKIRINA MIZGÎNIYÊ DESTPÊDIKIN

Di sala 1929an-de, di civatên Queensland de û Awistralya Roavayê de çend erebe çêkiribûn, ji bo ku ji şehera der, dêmek di Awistralya navîn de mizgîniyê belav kin. Di wan ereba de nivîn hebûn û hacetên da ku xwarinê çêkin. Bi wan ereba pêşengên xîret diçûn, yên ku dikaribûn ev ereba çêkirana eger ev xirab bûya. Ew pêşeng diçûne gelek ciyan, kîderê ku mirova der heqê mizgîniyê de nebihîstibûn.

Pêşengên ku destteng bûn û nikaribûn erebên wisa ji xwe re destxistana, bi bîsîklêta di Awistralya navîn de diçûne. Mesela, di sala 1932an-de, birakî 23 salî bi navê Bennett Brickell ji Rockhamptonê (Queensland) dest pê rêvîtiya xwe kir, û di nava pênc mehan de li ciyên dûr aliyê bakûrê Mizgîn belav dikir. Bîsîklêta wî gelek barkirî bû, ser kîjanê ku wî leyîf, kinc, xwarin û gelek kitêb ji xwe re dibir. Çaxa çerxên bîsîklêta wî dimaşiyan, wî yeke riya xwe berdewam dikir, çimkî bawer bû ku Yehowa wê rêberiyê wî bike. Wî bîsîklêta xwe tevî xwe hildida û 320 km. niga diçû wan ciyan, kîderê mirov berê ji bo tîbûnê miribûn. Nava 30 salên din, Bennett li temamiya Awistralyayê de bi bîsîklêtê, motosîklê û erebê, bi sedan hezar kîlomêtra derbas dibû. Wî wisa jî ji Aborîgêna re mizgîniyê belav dikir û civatên nû saz kir, yên ku di temamiya Awistralyayê navîn de gelek eyan bûn.

ÇETINAYA TEYAX DIKIN

Di nav temamiya dinyayê de, Awistralya yek ji wan welata ye, kîderê ku hindik mirov dijîn, bi taybetî di Awistralya navîn de mirov zehf hindik dijîn. Lê yeke cimeta Yehowa mexsed dane pêşiya xwe, ku bibînin wan mirova, yên ku dûrî şehera dijîn.

Pêşeng Stuart Keltie û William Torrington, dixwestin hema wê mexsedê bînin cih. Di sala 1933ê-de ew ji Beriya Simpsonê derbasî Alice Springsê bûn, bona ku mizgîniyê belav kin. Ev şeher hema di Awistralya navîn de ye. Çaxa ereba wane biçûk şkest û ya avîtinê bû, birê Keltie, nigekî kîjan ku ji protêza dar bû, dîsa jî tevî William berdewam kir rêvîtî kir, lê êdî ser dewa! Qewata pêşenga kareke mezin anî, çaxa ew di William Creek de, ciyê sekinandina trêna, ji mênêcêrê otêlekê re der heqê mizgîniyê de gotin. Wext şûnda ew mênêcêrê otêlê Charles Bernhardt, rastî qebûl kir. Wî otêla xwe firot û weke 15 sala wî tenê, çawa pêşeng ciyên ji şehera dûr di Awistralyayê de xizmet dikir.

Arthur Willis xwe hazir dike da ku rêkeve berbi Awistralyayê navîn, bona mizgîniyê belav ke (Perth, Awistralya Roavayê, 1936).

Ji wan pêşenga re lazim bû mêrxasî û xîret, bona ku di hemû çetinaya de teyax kin. Çaxa Arthur Willis û Bill Newlands, der heqê kîjana de me li paragrafa pêşinda xeber da, li ciyê dûr di Awistralyayê de xizmet dikirin, hingê ew di nava du heftiya de weke 32 km. derbas bûn. Ji bo baraneke qayîm, berî mîna behra heriyê bibû. Carna ji wana re zor bû, çimkî hewa gelek germ bû û wana gerek ereba xwe bi devdanê di nava qûçên beriyê de bivirana. Ew ji deştên bi kevir-kuçik re û ji çemên ziha re derbas dibûn. Gelek car çaxa ereba wan xirab dibû, ew piyê xwe yan bi bîsîklêtê çend roja diçûne şeherekî nêzîk û bi heftiya hîviyê bûn heta parên erebê biguhastana. Nava wan çetinayada, bira şabûna xwe winda nedikirin. Arthur Willis ji jûrnala Qirna Zêrîn gotinên wisa got: “Tune riya zor û pir dirêj bona Şahidên Wî”.

Charles Harris, yê ku gelek wext çawa pêşeng xizmet dikir, digot ku cûre-cûre çetinayên di beriyê de û riya dirêj, ew hê nêzîkî Yehowa kirin. Bi ser de wî got: “Çentê te çiqas biçûk be, ew qas jiyana te wê hêsa be. Eger Îsa hazir bû derva bin stêrkada razê, em jî gerek hazir bin wisa bikin, çaxa bona şixulê Xwedê lazim be”. Gelek pêşenga hema wisa jî kirin. Bi destê xîret û qewata wan, Mizgîn gihîşte her qulbên Awistralyayê û alîkarî geleka kir ku ew piştgiriya Padîşahiya Xwedê bikin.

^ par. 4 Lêkolînkarên Kitêba Pîroz di sala 1931ê-de xwe çawa Şahidên Yehowa nav kirin (Îşa. 43:10).