Here Naverokê

Here naverokê

Dilxweşî – Sifateke ku Em ji Xwedê Distînin

Dilxweşî – Sifateke ku Em ji Xwedê Distînin

HER KES dixwaze ji jiyana xwe kêfê bistîne. Lê belê di van rojên dawîn de, seba “wextên dijwar”, mirov tengahiyan dikişînin (2. Tîm. 3:1). Seba neheqî, nexweşî, betalbûn, mirina dost an merivekî me an jî sebebên din, dibe ku hin kes dilxweşiya xwe her ku diçe winda bikin. Carinan xizmetkarên Xwedê jî cesaret û dilxweşiya xwe winda dikin. Eger tiştekî wisa hatibe serê te, tu çawa dikarî ji nû ve dilxweş bibî?

Ji bo ku em cewaba vê pirsê bidin, gerek em berî her tiştî fehm bikin ku dilxweşî bi rastî çi ye û kesên din di bin tengahiyan de çawa dilxweşiya xwe xwedî kiriye. Paşê emê bielimin ku em çawa dikarin dilxweşiya xwe daîm û zêde bikin.

DILXWEŞÎ BI RASTÎ ÇI YE?

Dilxweşî ne tenê ev e ku kêfa me xweş be. Mesela: Eger kesek xemgîn bi zêdeyî alkol vexwe, dibe ku kêfa wî pê bê. Lê belê, gava bandora alkolê derbas dibe, dibe ku ew dîsa vegere derd û tengahiyê. Coşiyeke wisa, dilxweşiya rastîn nîne (Mtl. 14:13).

Dilxweşiya rastîn, ji dil tê. Dilxweşî wek “hîsa ku ji xwedîbûn an jî ji libendêbûna tiştekî baş tê meydanê”, hatiye terîf kirin. Şertên li derdora me bila baş bin an jî xerab bin, dilxweşiya me – yanî dilşadî û kêfxweşiya me – winda nabe (1. Sel. 1:6). Her çi qas tengahî hebe jî, dibe ku mirov dîsa jî dilxweş be. Mesela, Cihûyên fanatîk şandiyên Îsa dan ber qamçiyan ji ber ku wan behsa Mesîh kiribû. Lê belê, “gava ku ew ji ber civîna giregiran derketin, pê şa bûn ku ew ji ber navê Îsa hêjayî bêrûmetkirinê hatin dîtin” (Kar. 5:41). Helbet ew seba qamçîkirinê şa nebûn, lê ew pir dilxweş bûn ji ber ku ew li ber Xwedê dilsoz man.

Dilxweşiyeke wisa bi otomatîk nakeve dilê me. Çima? Çimkî dilxweşiya rastîn pareke berê ruhê pîroz e. Bi alîkariya ruhê Xwedê, em dikarin şexsiyeta nû li xwe bikin, û dilxweşî jî pareke vê şexsiyetê ye (Ef. 4:24; Gal. 5:22). Dilxweşî wê alî me bike ku em serî bi derdên dinyayê re derxînin.

EMSALÊN DILXWEŞIYÊ

Yehowa dixwest ku dinya bi tiştên baş ve tije be, ne bi tiştên xera. Dîsa jî, dilxweşiya Yehowa seba xerabiya îroyîn kêm nabe. Peyva Xwedê wisa dibêje: “Qudret û kêfxweşî li cihê ku ew lê rûdinê ne” (1. Dîr. 16:27). Bi ser de, kirinên baş ên xizmetkarên Yehowa dilê wî “kêfxweş” dikin (Mtl. 27:11).

Em çawa dikarin Yehowa ji xwe re bikin nimûne? Eger her tişt li gor dilê me çênebe jî, gerek em bi zêdeyî ber xwe nekevin. Ji bo ku em dilxweşiya xwe winda nekin, wê baş be ku em bala xwe bidin li ser vê ku em niha xwediyê kîjan tiştên baş in, û bi sebir li benda dinyaya nû bimînin. *

Kitêba Pîroz behsa gelek kesan dike, yên ku di tengahiyê de jî dilxweşiya xwe diparast. Mesela, Birahîm ket hin talûkeyên mezin, û wî seba kirinên kesên din pir zehmet kişand (1. Mû. 12:10-20; 14:8-16; 16:4, 5; 20:1-18; 21:8, 9). Dîsa jî, Birahîm dilxweşiya xwe winda nekir, çimkî wî her tim bala xwe dida hêviya jiyana li dinyaya nû di bin hikumdariya Mesîh (1. Mû. 22:15-18; Îbr. 11:10). Îsa wisa got: “Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bibîne gelek şa bû” (Yûh. 8:56). Wê baş be ku em jî li ser hêviya xwe bifikirin û bi vî awayî Birahîm ji xwe re bikin nimûne (Rom. 8:21).

Wek Birahîm, Pawlosê şandî û hevalê wî Sîlas jî bala xwe dida sozên Xwedê. Baweriya wan biqewet bû, û her çi qas tiştên nexweş hatin serê wan jî, wan dilxweşiya xwe diparast. Mesela, piştî ku ew hatibûn lêxistin û avêtin hebsê, wan “li dora nîvê şevê ... ji Xwedê re lavije digotin” (Kar. 16:23-25). Ji xeynî vê ku Pawlos û Sîlas ji hêviya xwe qewet distand, ew dilxweş bûn ji ber ku wan seba di oxira navê Îsa de cefa dikişand. Wek Pawlos û Sîlas, wê baş be ku em jî li ser netîceyên baş bifikirin, ên ku em dikarin bistînin eger em bi dilsozî ji Xwedê re xizmetê bikin (Flp. 1:12-14).

Îro gelek xwişk û birayên me li hemberî tengahiyan dilxweşiya xwe diparêzin. Mesela, li sala 2013an, li meha 11an, firtoneyeke bi navê “Haiyan” ji nava Fîlîpînê derbas bû û zêdetirî 1.000 xaniyên Şahidên Yehowa tar û mar kir. Mesela George, yê ku li bajarê Taclobanê xaniyê wî wêran bû, wisa dibêje: “Rast e, tiştên pir xerab hatine serê xwişk û birayan, lê ew dîsa jî dilşad in. Ez nikarim bibêjim ku em çi qas dilxweş im.” Gava em dikevin tengahiyê, eger em li ser tiştên ku Yehowa heta niha daye me kûr bifikirin û qîmetê bidin wan, emê dilxweş bimînin. Wekî din, Yehowa dilxweşiya me çawa zêde dike?

ÇAVKANIYA DILXWEŞIYÊ

Ji her tiştî zêdetir, em dilxweş in ji ber ku em dostên Xwedê ne. Carekê bifikire: Em Serwerê Kaînatê nas dikin. Ew Bavê me, Xwedayê me û Dostê me ye! (Zeb. 71:17, 18).

Wekî din, em qîmetê didin jiyanê û ji wê kêf distînin (Waiz 3:12, 13). Yehowa me wek dostên xwe qebûl dike, û em dikarin daxwaza wî fehm bikin (Kol. 1:9, 10). Loma, rêberiya saxlem û armanca jiyana me heye. Çi heyf e ku piraniya mirovan armanca jiyanê bi zelalî nizanin. Pawlos li ser vê wisa nivîsî: “‘Tiştên ku çavan nedîtine û guhan nebihîstine û di fikra mirov re derbas nebûne, Xwedê ew ji bo wan ên ku ji wî hez dikin, amade kirine.’ Lê Xwedê ew bi Ruh ji me re kifş kirin” (1. Kor. 2:9, 10). Em pir kêfxweş in ku em daxwaza Yehowa û armanca wî fehm dikin!

Bîne ber çavê xwe ku Yehowa ji bo xizmetkarên xwe çi kiriye. Ma em ne dilşad in ku gunehên me dikarin bên efû kirin? (1. Yûh. 2:12). Bi kerema Xwedê, emê di demeke nêzik de bigihîjin dinyaya nû (Rom. 12:12). Niha jî, Yehowa gelek xwişk û birayên hêja dane me (Zeb. 133:1). Peyva Xwedê dibêje ku Yehowa xizmetkarên xwe ji Îblîs û cinên wî diparêze (Zeb. 91:11). Eger em li ser van nîmetan bifikirin, dilxweşiya me wê her ku diçe mezintir bibe (Flp. 4:4).

EM ÇAWA DIKARIN DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKIN?

Gelo Şahidekî Yehowa, yê ku jixwe dilxweş e, dikare dilxweşiya xwe hê jî zêde bike? Îsa wisa got: “Min ev tişt ji we re gotin, da ku şabûna min bi we re be û şabûna we temam bibe” (Yûh. 15:11). Li gor van gotinan, em dikarin dilxweşiya xwe zêde bikin. Ev yek mîna pêxistina êgir e. Ji bo ku agir xurttir be, gerek êzing kêm nebe. Mîna vê, gerek em xwe ji aliyê ruhî ve têr bikin ku dilxweşiya me zêde bibe. Ji bîr neke: Dilxweşî bi saya ruhê pîroz mezin dibe. Loma, eger tu her tim ruhê pîroz bixwazî û li ser Peyva Xwedê kûr bifikirî, dilxweşiya te wê zêde bibe (Zeb. 1:1, 2; Lûqa 11:13).

Ji xeynî vê, eger em di îşê Yehowa de bixîret bin, dilxweşiya me wê zêde bibe (Zeb. 35:27; 112:1). Li ser vê, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire, wezîfeya hemû mirovan ev e” (Waiz [Mamosteyê Şehrezayiyê] 12:13). Yanî, em wisa hatine afirandin ku em daxwaza Xwedê bînin cih. Ji ber vê yekê, gava em ji Yehowa re xizmetê dikin, dilê me şa dibe. *

FEYDEYÊN DILXWEŞIYÊ

Her ku em dilxweşiya xwe li gor daxwaza Xwedê zêde bikin, dilê me wê kêfxweş bibe. Bi ser de, problem û tengahiyên me çi bin jî, eger em ji wî re bi dilxweşî xizmetê bikin, Xwedê wê ji me razî bibe (5. Mû. 16:15; 1. Sel. 5:16-18). Bi saya dilxweşiya rastîn, emê nekevin pey mal û milk, lê di oxira Padîşahiya Xwedê de zêdetir fedakariyê bikin (Met. 13:44). Gava em xêra vê bibînin, dilxweşiya me wê zêde bibe, dilê me wê rihet bibe û emê karibin alî kesên bikin ku ew jî zêdetir dilşad bibin (Kar. 20:35; Flp. 1:3-5).

Lêkolînerekî li Zanîngeha Nebraskayê (DYA) wisa got: “Dilşadî û dilxweşî ji bo sihetê pir bifeyde ne.” Kitêba Pîroz jî wisa dibêje: “Dilekî şa dermanekî çak e” (Mtl. 17:22, Methelokên Hezretê Silêman). Belê, bi îhtimaleke mezin, bi saya dilxweşiyê, siheta te wê baştir bibe.

Jiyan carinan pir bizehmet e. Dîsa jî, em dikarin bibin xwediyê dilxweşiya rastîn. Ji bo vê, gerek em hem dua bikin ku Yehowa ruhê pîroz bide me hem jî Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û li ser wê kûr bifikirin. Wekî din, ji bo ku dilxweşiya me zêde bibe, gerek em nîmetên ku me standine bînin ber çavê xwe, dilsoziya kesên din ji xwe re bikin nimûne û xîret bikin ku em daxwaza Xwedê bînin cih. Bi vî awayî, emê bibînin ku gotinên Zebûr 64:10 çi qas rast in: “Yê rast wê bi Xudan şa be, xwe bispêre wî, hemû dilên paqij wê bidin pesnê wî.”

^ par. 10 Sifata sebrê wê li yek ji meqaleyên bê yên der heqê “berê ruh” de bê şêwir kirin.