Here Naverokê

Here naverokê

JI ARŞÎVÊN ME

Mizgîn bi Saya Gotaran li Îrlendayê Belav Dibe

Mizgîn bi Saya Gotaran li Îrlendayê Belav Dibe

VAPÛR ji Xalîca Belfastê derbas dibe. Li şewqa sibehê, mirovên ku li guverteyê disekinin li girên hêşîn dinêrin. Sal, sala 1910an e. Yek ji wan, Charles T. Russell, cara pêncan diçe Îrlendayê. Li ber çavên wan, du gemiyên mezin hene: Yek ji van Olympic e, ya din jî Titanic e, ya ku du sal bi şûn de noq bû. Li ser îskeleyê, çend Lêkolînerên Kitêba Pîroz li benda mêvanên xwe ne.

Nêzikî 20 sal berî vê, Birayê Russell li derveyî Amerîkayê dest bi seyahatan kiribû ji bo ku mizgîn li hemû dinyayê bê belav kirin. Serê pêşîn, ew li sala 1891yê, li meha heftan, bi gemiya City of Chicago çû Îrlendayê. Gava ew nêzikî Queenstownê bû, gotinên dê û bavê xwe yên li ser Îrlendayê bêguman dihatin bîra wî. Wexta ku Birayê Russell û hevalên wî ji bajar û gundên xweşik derbas bûn, wan dît ku “zevî ji bo dirûtinê hazir in”.

Birayê Russell heft caran çû Îrlendayê. Xuya ye ku ziyareta pêşîn ew qas bi tesîr bû ku li ziyaretên din, bi sedan, carinan jî bi hezaran mirovan dixwest guh bidin gotarên Birayê Russell. Li sala 1903an, li meha pêncan, civînên ku li bajarên Belfast û Dublinê dihatin saz kirin êdî di rojnameyên herêmî de dihatin îlan kirin. Li gor peyvên Russell, “mirovên ku li wir hazir bûn, bi dil û can guh dida” gotareke li ser baweriya Birahîm û bereketên ku bi navgîniya wî wê bên dayîn hemû însanan.

Gava Birayê Russell cara sisêyan çû Ewropayê, ew dîsa çû Îrlendayê, çimkî li wir mirovên eleqedar pir bûn. Li sala 1908an, li meha çaran, pênc bira li lîmana Belfastê li benda wî bûn. Wê êvarê, “nêzikî 300 mirovên biaqil” li gotara bi temaya “Mexlûbkirina Hikumdariya Îblîs” guhdarî kir. Di nav guhdaran de, mirovekî muxalefet dikir, lê Birayê Russell bi alîkariya Kitêba Pîroz bi hostayî cewaba wî da. Lê belê li Dublinê, yekî din bêtir biinyad muxalefet dikir – O’Connor Beg, sekretera teşkîlata YMCA. Wî xîret kir ku zêdetirî 1.000 guhdar li hember Lêkolînerên Kitêba Pîroz muxalefetê bikin. Netîce bû çi?

Ferz bike ku tu jî li wê demê li wir bibûyayî. Zilamekî ku dixwaze rastiya Kitêba Pîroz bielime, diçe gotareke ku di rojnameya The Irish Times de hatibû îlan kirin. Civat pir qelebalix e, û zilam ji xwe re bi zorê cihekî dibîne. Zilam bi dil û can guhê xwe dide gotarbêj. Çekê gotarbêj reş, porê wî spî û riyê wî jî spî ye. Gotarbêj li ser sehneyê vir de wê de diçe, bi jestan dipeyive û bi alîkariya ayetan rastiya Kitêba Pîroz dide fehm kirin. Her çi qas mîkrofon tune be jî, dengê wî rind tê bihîstin. Gotar saetek û nîv berdewam dike. Paşê, Birayê Russell cewaba pirsan dide. O’Connor û hevalên wî bi pirsên xwe êrîşî wî dikin, lê Russell bi ayetên Kitêba Pîroz rind cewab dide wan. Guhdar bi çepikan piştgiriya Russel dikin. Piştî civînê, zilam diçe cem birayan û zêdetir melûmatê dixwaze. Gelek kes rastiya Kitêba Pîroz wisa elimîne.

Li sala 1909an, li meha pêncan, Birayê Russell bona ziyareta çaran bi gemiya Mauretania ji New Yorkê bi rê ket. Birayê Huntsinger stenograf bû û Birayê Russell ew bi xwe re anî bû ku ew li ser rê meqaleyên Watch Tower binivisîne. 450 mirov hatin ji bo gotara li Belfastê. Ji wan 100 kes li ser lingan man, çimkî cih tune bû.

Birayê C. T. Russell li gemiya Lusitania

Ziyareta pêncan – a ku li serê meqaleyê derbas bû – jî wisa çêbû. Piştî gotara li Dublinê, alimekî navdar, ê ku tevî O’Connor hatibû, cewabên pirsên xwe ji Kitêba Pîroz stendin. Guhdar ji van cewaban pir kêfxweş bûn. Birayê Russell û hevalên wî roja din bi vapûra postayê çûn bajarê Liverpoolê, û ji wir jî li gemiya Lusitania siwar bûn ku herin New Yorkê. *

Îlaneke ji bo gotareke umûmî, The Irish Times, 20 Gulan 1910

Li sala 1911an, li ziyaretên Birayê Russell ên şeş û heftan dîsa gotarên îlankirî hatin pêşkêş kirin. Li bihara wê salê, li Belfastê 20 Lêkolînerên Kitêba Pîroz 2.000 kes ji bo gotara bi temaya “Piştî Mirinê” mêvan kirin. Li Dublinê, O’Connor dîsa alimekî din bi xwe re anî. Guhdaran ji cewabên ku li gor Kitêba Pîroz jê re hatin dayîn, pir kêf stand. Li payiza wê salê, li çend bajarên din jî gotar hatin pêşkêş kirin, û gelek kes ji bo van gotaran hatin. O’Connor û 100 serseriyan dîsa dixwest civîna li Dublinê sabote bikin, lê belê guhdaran bi coşî gotarbêj destek kir.

Birayê Russell her çi qas gelek gotar pêşkêş dikirin jî, wî ev yek qebûl kir: “Ev ne îşê mirovan e, ev îşê Xwedê ye.” Wek wan gotarên îlankirî, îro jî gotarên umûmî hene. Bi saya van gotaran, rastiya Kitêba Pîroz rind tê eyan kirin. Bi alîkariya gotarên wisa, mizgîn li hemû Îrlenayê belav bû, û li gelek bajaran civatên nû peyde bûn (ji arşîvên me yên li Brîtanyayê).

^ par. 9 Lusitania li Gulana 1915an li keraxa başûrê Îrlendayê bi torpîdo hat xerq kirin.