Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 7

Em ji Bavê Xwe Yehowa Pir Hez Dikin

Em ji Bavê Xwe Yehowa Pir Hez Dikin

“Em hez dikin, çimkî pêşî wî ji me hez kir” (1. YÛH. 4:19).

KILAM 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

PÊŞGOTIN *

1-2. Yehowa çima û çawa rê vekiriye ku em bikevin malbata wî?

YEHOWA em dawet kirine ku em bibin para malbata xizmetkarên wî. Çi îmtiyazeke mezin! Ferdên vê malbatê soz daye ku ewê ji Xwedê re xizmetê bikin, û ew baweriya xwe bi fîdyeya Îsa Mesîh tînin. Malbata me, malbateke dilşad e. Jiyana me niha pir bimane ye, û em li hêviya jiyana bêdawî ne – yan li ezmanan yan jî li ceneta li rûyê erdê.

2 Ji ber ku Yehowa ji me pir hez dike, wî rê vekiriye ku em bikevin malbata wî (Yûh. 3:16). Em “bi bihayekî hatin kirrîn” (1. Kor. 6:20). Bi saya fîdyeyê, Yehowa me wek dostên xwe qebûl dike. Yehowa îznê dide me ku em ji wî re bibêjin “Bav”, û wek me li meqaleya berê dîtibû, Yehowa Bavê herî baş e.

3. Dibe ku em ji xwe çi bipirsin? (Li çarçoveya “ Gelo Yehowa bi Min Eleqedar e?” jî binêre.)

3 Nivîskarekî Kitêba Pîroz wisa pirsî: “Ji bo hemû qenciyên ku bi min kir, ma ez çi bidim Xudan?” (Zeb. 116:12). Dibe ku em jî ji xwe wisa bipirsin. Em helbet tu caran nikarin heqê Bavê xweyî ezmanî bidin. Dîsa jî, hezkirina wî me dehf dide ku em jî ji wî hez bikin. Yûhennayê şandî wisa nivîsî: “Em hez dikin, çimkî pêşî wî ji me hez kir” (1. Yûh. 4:19). Gelo em çawa dikarin nîşanî Bavê xweyî ezmanî bidin ku em ji wî hez dikin?

NÊZIKÎ YEHOWA BIMÎNE

Gava em bi saya duakirinê nêzikî Bavê xweyî ezmanî dimînin, guh didin wî û alî kesên din dikin ku ew jî ji wî hez bikin, em nîşan didin ku em ji dil ji wî hez dikin (Li paragrafên 4 heta 14an bînêre)

4. Li gor Aqûb 4:8, gerek em çima xîret bikin ku em nêzikî Yehowa bibin?

4 Yehowa dixwaze ku em nêzikî wî bibin û pê re xeber bidin (Aqûb 4:8 bixwîne). Ew me tembîh dike ku bila em bi xîret dua bikin, û ew her tim hazir e ku guh bide me (Rom. 12:12). Ew tu caran ew qas mijûl yan westiyayî nabe ku nikare guh bide me. Ji aliyê din ve, gava em Kitêba Pîroz û weşanên teşkîlatê dixwînin, em guh didin wî. Wekî din, em guh didin wî gava em li civînan rind bala xwe didin bernameyê. Çawa ku pir muhîm e ku zarok û dê û bav rind guh bidin hev û bi hev re xeber bidin da ku ew nêzikî hev bin, gerek em jî guh bidin Yehowa û pê re xeber bidin ku em nêzikî wî bimînin.

Li paragrafa 5an binêre

5. Wê baş be ku em di duayên xwe de behsa çi bikin?

5 Gerek em çawa dua bikin? Yehowa dixwaze ku em di duayên xwe de dilê xwe ji wî re vekin (Zeb. 62:8). Ji xwe wisa bipirse: “Di duayên xwe de, gelo ez her tim eynî tiştan dibêjim yan ji dil dua dikim?” Tu bê guman ji Yehowa pir hez dikî û dixwazî nêzikî wî bimînî. Ji bo vê, gerek tu bi dewamî ji wî re dua bikî. Ji wî re bibêje ku çi dilê te şa dike û çi te xemgîn dike. Bawer be ku tu her tim dikarî ji wî alîkariyê bixwazî.

6. Ji bo ku em nêzikî Bavê xweyî ezmanî bimînin, gerek em çi bikin?

6 Ji bo ku em nêzikî Bavê xweyî ezmanî bimînin, gerek em şikurdar bin. Em jî wek zebûrbêj difikirin, ê ku wisa gotibû: “Ya Xudan, Xwedayê min, karên te yên zor ciwan, çiqas pirr in fikrên te ji bo mirovan; tu kes nîne mîna te, ez bidim bihîstin, bixwazim bêjim, nayê dawiya wan” (Zeb. 40:5). Ji xeynî vê ku di dilê me de şikurdarî hebe, lazim e ku em vê şikurdariyê ji Yehowa re bi gotin û kirinên xwe nîşan bidin. Eger em wisa bikin, emê ji mirovên vê dinyayê cuda bin, ên ku ji bo tiştên ku ew ji Xwedê distînin qet şikurdar nînin. Bi eslê xwe, ev yek ku gelek mirov nankor in nîşan dide ku em li “rojên dawîn” dijîn (2. Tîm. 3:1, 2). Bila em tu caran wek wan nebin!

7. Yehowa dixwaze ku em çi bikin, û çima?

7 Dê û bav dixwazin ku zarokên wan bi hev re hevaltiyê bikin, ne ku şer bikin. Mîna vê, Yehowa jî dixwaze ku hemû zarokên wî ji hev re baş bin. Hezkirina di nav me de nîşan dide ku em bi rastî jî şagirtên Îsa ne (Yûh. 13:35). Zebûrbêj wisa nivîsîbû: “Çiqas qenc e, çiqas xweş e, di yekîtiyê de jiyana biratî!” (Zeb. 133:1). Gava em ji xwişk û birayên xwe hez dikin, em ji Yehowa re îsbat dikin ku em ji wî hez dikin (1. Yûh. 4:20). Em çi qas şa ne ku em di nav xwişk û birayan de ne, yên ku “li hember hev keremdar û dilovan” in! (Ef. 4:32).

HEZKIRINA XWE BI ÎTAETA XWE NÎŞAN BIDE

Li paragrafa 8an binêre

8. Li gor 1. Yûhenna 5:3, em çima guh didin Yehowa?

8 Çawa ku gerek zarok guh bidin dê û bavê xwe, Yehowa dixwaze ku em guh bidin wî (Ef. 6:1). Ew helbet hêjayî îtaeta me ye ji ber ku ew Çavkaniya jiyanê, Afirandêrê me û Bavê herî bihîkmet e. Lê belê, sebeba herî muhîm a îtaeta me ev e ku em ji Yehowa hez dikin (1. Yûhenna 5:3 bîxwîne). Belê, gelek sebeb hene ku em guh bidin Yehowa, lê ew dîsa jî zorê li me nade ku em guh bidin wî. Yehowa îradeya azad daye me, loma ew şa dibe gava em ji hezkirinê guh didin wî.

9-10. Çima muhîm e ku em qanûnên Yehowa bizanibin û li gor van qanûnan bijîn?

9 Dê û bav dixwazin ku zarokên wan di emniyetê de bin. Ji ber vê yekê, ew ji zarokên xwe re dibêjin ku gerek ew çi bikin û çi nekin. Gava zarok guh didin vê rêberiyê, ew nîşan didin ku ew xwe dispêrin dê û bavê xwe û qedrê wan digirin. Wekî din, ev rêberî ji bo wan bifeyde ye. Mîna vê, pir muhîm e ku em bizanibin ku Bavê meyî ezmanî ji me çi dixwaze, û gerek em li gor vê rêberiyê bijîn. Bi vî awayî, em dikarin nîşanî Yehowa bidin ku em ji wî hez dikin û hurmet û rûmetê didin wî. Wekî din, rêberiya wî ji bo me bifeyde ye (Îşa. 48:17, 18). Ji aliyê din ve, kesên ku Yehowa û qanûnên wî red dikin di netîceyê de zerarê didin xwe (Gal. 6:7, 8).

10 Gava em bi rabûn û rûniştina xwe dilê Yehowa şa dikin, ev yek me ji zerara fîzîkî, psîkolojîk û ruhî diparêze. Yehowa dizane ku ji bo me çi baş e. Xwişkeke bi navê Aurora, ya ku li Amerîkayê dijî, wisa dibêje: “Ez dizanim ku eger ez guh bidim Yehowa, jiyana min wê pir baş bibe.” Bi rastî jî wisa ye. Ma te jî feyde nedîtiye ji ber ku te guh daye rêberiya Yehowa?

11. Dua çawa dikare alî me bike?

11 Gava li me zor tê, dua dikare alî me bike ku em guh bidin Yehowa. Çi qas zor be jî, gerek em micadele bikin ku em gunehan nekin. Zebûrbêj ji Xwedê re wisa niyaz kir: “Bi ruhekî dilxwaz tu bike piştgiriya min” (Zeb. 51:12). Pêşengeke daîmî ya bi navê Denise wisa dibêje: “Gava li min zor tê ku ez guh bidim qanûneke Yehowa, ez ji wî re dua dikim ku ew qewetê bide min ku ez karibim tiştê rast bikim.” Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê her tim cewabê bide duayên wisa (Lûqa 11:9-13).

ALÎ KESÊN DIN BIKE KU EW JÎ JI BAVÊ EZMANÎ HEZ BIKIN

12. Li gor Efesî 5:1, gerek em çi bikin?

12 Efesî 5:1 bîxwîne. Wek “zarokên delal” ên Yehowa, em çi ji destê me tê dikin ku wî ji xwe re bikin emsal. Ji ber vê yekê, em ji kesên din re dilovan, nazik û efûker in. Gava kesên ku Xwedê nas nakin hal û hereketên me dibînin, dibe ku ew bixwazin di heqê Yehowa de melûmatê bistînin (1. Ptr. 2:12). Di minasebetên tevî zarokên xwe de, wê baş be ku dê û bav Yehowa ji xwe re bikin nimûne. Eger ew wisa bikin, dibe ku zarokên wan jî bixwazin bibin dostên Bavê meyî dilovan.

Li paragrafa 13an binêre

13. Gerek em çi bînin ber çavê xwe?

13 Çawa ku zarokekî biçûk bi bavê xwe serbilind e û dixwaze behsa wî bike, em jî bi Bavê xweyî ezmanî serbilind in, û em dixwazin ku kesên din jî wî nas bikin. Em wek Dawid Padîşah hîs dikin, ê ku wisa nivîsîbû: “Ezê bi Yehowa serbilind bim” (Zeb. 34:2, WDN). Lê eger em fediyok in, em çawa dikarin cesareta xwe zêde bikin? Ji bo vê, gerek em bînin ber çavê xwe ku em dikarin dilê Yehowa çi qas şa bikin û kesên din wê çi qas feyde bibînin eger ew jî Yehowa nas bikin. Yehowa wê cesaretê bide me. Li sedsala yekê, wî alî xizmetkarên xwe dikir ku ew cesûr bibin, û îro jî, ewê alî me bike ku em cesûr bibin (1. Sel. 2:2).

14. Çima muhîm e ku em mizgînê belav bikin?

14 Yehowa di nav însanan de cihêtiyê nake, û ew şa dibe gava ew dibîne ku em hezkirina xwe ji mirovên ji cure cure kok û miletan re eyan dikin (Kar. 10:34, 35). Qenciya herî mezin, a ku em dikarin li mirovan bikin, ev e ku em mizgînê bidin wan (Met. 28:19, 20). Bi saya vî îşî, kesên ku guh didin me dikarin jiyana xwe baştir bikin û hêviya jiyana bêdawî bistînin (1. Tîm. 4:16).

JI BAVÊ XWE YEHOWA HEZ BIKE Û DILŞAD BE

15-16. Em çima dikarin dilşad bin?

15 Ji ber ku Yehowa Bavekî dilovan e, ew dixwaze ku malbata wî dilşad be (Îşa. 65:14). Tengasiyên me her çi qas hebin jî, gelek sebeb hene ku em kêfxweş bibin. Mesela, em dizanin ku Bavê meyî ezmanî ji me pir hez dike. Wekî din, em Kitêba Pîroz bi zelalî fehm dikin (Yêr. 15:16). Bi ser de, em para malbateke bêemsal in. Mirovên li vê malbatê ji Yehowa, ji qanûnên wî û ji hevdû hez dikin (Zeb. 106:4, 5).

16 Ji ber ku em bawer in ku rojekê, jiyana me wê hê baştir bibe, em dilşadiya xwe winda nakin. Di demeke nêzik de, Yehowa wê hemû mirovên xerab helak bike. Di bin rêberiya Padîşahiya Xwedê de, dinya wê ji nû ve bibe cenet. Wekî din, em dizanin ku kesên mirî wê rabin û bigihîjin hezkiriyên xwe (Yûh. 5:28, 29). Li wê demê, emê çi qas şa bibin! A herî muhîm, em bawer in ku di demeke nêzik de, her kesê li ezmanan û li rûyê erdê wê pesnê Bavê meyî dilovan bide û ji wî re îbadetê bike!

KILAM 12 Xwedayê Himzor, Yehowa

^ par. 5 Em dizanin ku Bavê me Yehowa ji me pir hez dike û em li malbata xwe qebûl kirine. Hezkirina wî me dehf dide ku em jî ji wî hez bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji Bavê xweyî dilovan hez dikin.