Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Yehowa Riya Min Rast Kir

Yehowa Riya Min Rast Kir

BIRAYEKÎ ciwan carekê ji min wisa pirsî: “Tu herî zêde ji kîjan ayetê hez dikî?” Min hema zû cewab da û got: “Methelokên Silêman 3, ayet 5 û 6: ‘Bi hemûya dilê xwe, bi XUDAN ve ewle bibe û pişta xwe nesipêre aqilê xwe. Di her karê ku tu dikî de, wî nas bike û ew jî rêya te derxe rastiyê.’” Bi rastî jî, Yehowa riya min rast kir. Gelo çawa?

DÊ Û BAVÊ MIN RIYA RAST NÎŞANÎ MIN DA

Dê û bavê min di salên 1920an de berî ku bizewicin rastiya li ser Yehowa nas kir. Ez di destpêka sala 1939an de hatim dinyayê. Gava ez ciwan bûm, em li Îngilistanê dijiyan û ez bi dê û bavê xwe re diçûm civînên Şahidên Yehowa, û pir kêfa min ji Mekteba Xizmeta Teokratîk re dihat. Qet ji bîra min naçe ku ez çawa ji bo wezîfeya pêşîn rabûm ser sindoqekê da ku her kes min baş bibîne. Ez şeş salî bûm û gava min li kesên mezin nêrî, bû terpeterpa dilê min.

Li gel dê û bavê min xizmeta li kolanan

Bavê min ji min re ji bo xizmetê sohbeteke hêsan li ser kaxizekê nivîsî. Di heşt saliya xwe de, ez cara pêşîn bi tena serê xwe çûm ber deriyekî. Ez pir şa bûm gava xwediyê malê nivîsa min xwend û kitêba “Let God Be True” ji min stend. Ez bi lez çûm kolanê cem bavê xwe û min jê re mesele got. Xizmet û civînan dilê min şa dikir û daxwaza min zêde dikir ku ez xizmeta tamrojî bikim.

Gava bavê min ez kirim aboneyê Birca Çavdêriyê, rastiya Kitêba Pîroz hê zêdetir dilê min girt. Min bi çarçavan her kovara ku bi postayê dihat, dixwend. Baweriya min bi Yehowa xurttir dibû û min jiyana xwe da destê wî.

Ez û dê û bavê min, em di sala 1950î de çûn civîna mezin a bi navê “Zêdebûna Teokrasiyê” a li New Yorkê. Mijara roja pêncşemê ya 3yê Tebaxê “Roja Mizgînvanên Wezîfedar” bû. Di wê rojê de birayê Carey Barber, ê ku paşê bû endamekî Koma Rêberiyê, gotara binavbûnê pêşkêş kir. Piştî ku wî di dawiya gotarê de ji kesên ku dixwazin bin av bibin du pirs pirsîn, ez rabûm û min got: “Erê!” Her çi qas emrê min 11 salî bû, min dizanibû ku ez gaveke muhîm diavêjim. Lê dîsa jî xof ket dilê min ku bikevim avê, çimkî ez hê ne elimîbûm ku avjeniyê bikim. Apê min dilê min rihet kir û bi min re hat heta hewza binavbûnê. Îcar, binavbûn ew qas zû derbas bû ku lingê min qet bi binê hewzê jî neket. Birayekî destê min girt û ez dam ê din; yekî ez bin av kirim û yê din jî ez rakirim û ji hewzê derxistim. Ji wê roja taybet û pê ve, Yehowa riya min bi dewamî rast kiriye.

MIN ÎTIBARIYA XWE BI YEHOWA ANÎ

Piştî mektebê, min dixwest ku ez bibim pêşeng, lê mamosteyên min ji min re digot ku gerek ez herim zanîngehê. Çi heyf bû ku min bi ya wan kir û ez çûm zanîngehê. Lê belê, min zû fehm kir ku ez nikarim di rastiyê de qewî bimînim û di eynî wextê de jî bala xwe bidim ser xwendina zanîngehê, loma min dev jê berda. Min ji bo vê meseleyê ji Yehowa re dua kir. Paşê, min ji mamosteyên xwe re nameyeke bi zimanekî rêzdar nivîsî ku ezê di dawiya sala ewilî de herim. Min bi hemû dilê xwe îtibariya xwe bi Yehowa anî, û ez zû bûm pêşeng.

Di Tîrmeha sala 1957an de, min li bajarê Wellingboroughê dest bi xizmeta tamrojî kir. Min ji birayên li Beytela Londonê pirs kir ka ez dikarim bi birayekî bitecrûbe re xizmetê bikim. Birayê Bert Vaisey, yê ku pir jîr û jêhatî bû, bû mamosteyê min, û wî gelekî alî min kir ku ez li gor planeke baş xizmetê bikim. Di civata me de tenê ez, birayê Vaisey û şeş xwişkên pîr hebûn. Gava min xwe ji bo civînan hazir dikir û bi awayekî aktîf tev li civînan dibûm, gelek fersend diketin destê min ku ez îtibariya xwe bi Yehowa xurttir bikim û baweriya xwe bînim zimên.

Ji bo wexteke kin, ez ji ber redkirina xizmeta leşkerî ketibûm hebsê. Paşê, min Barbara, ya ku pêşenga xisûsî bû, nas kir. Em di sala 1959an de zewicîn, û em hazir bûn ku ji bo xizmetê herin her derê. Pêşî, em li bakûrê rojavayê Îngilistanê li Lancashire’yê bûn. Paşê, ez di meha Çileyê ya sala 1961ê de ji bo Kursa Xizmeta Padîşahiyê ya yekmehî li Beytela Londonê hatibûm dawetkirin. Ez şaş mam ku ez di dawiya kursê de ji bo xizmeta rêwîtiyê hatim tayînkirin. Ez du heftiyan ji aliyê nazirekî herêmê yê bitecrûbe li bajarê Birminghamê hatim perwerdekirin, û ji Barbarayê re îzin hat dayîn ku tevî min bê. Piştre em vegeriyan tayîna xwe ya li navçeyên Lancashire û Cheshire’yê.

EM JI ÎTIBARIYA BI YEHOWA QET POŞMAN NEBÛNE

Gava em di Tebaxa sala 1962yan de li tatîlê bûn, me nameyek ji Beytelê stend. Di nameyê de formên ji bo Mekteba Gîleadê hebûn! Piştî ku me ji bo vê meseleyê dua kir, min û Barbarayê form tije kirin û wek ku ji me hatibû xwestin, me ew zû şandin Beytelê. Pênc meh bi şûn de, em çûn Brooklynê (New York) da ku em beşdarî sinifa 38an a Gîleadê bibin, û li wir me ji bo deh mehan perwerdeya teokratîk stend.

Li Mekteba Gîleadê, em ne tenê li ser Peyva Xwedê û teşkîlata wî, lê li ser biratiya me ya cîhanî jî hînî gelek tiştan bûne. Îcar gava em ji şagirtên di sinifa xwe de hînî gelek tiştan bûn, em weke 25 salî bûn. Ji bo min hevkariya tevî birayê Fred Rusk, ê ku yek ji mamosteyên me bû, îmtiyazeke mezin bû. Derseke pir muhîm a ku wî da me ew bû ku gerek em hazir bin ku her tim li ser esasê Kitêba Piroz şîretan bidin. Birayên bitecrûbe mîna Nathan Knorr, Frederick Franz û Karl Klein ders didan me. Û em ji dersên birayê meyî dilnizm Arthur Macmillan elimîn ku Yehowa çawa di wexta ceribandinê de, yanî ji sala 1914an heta destpêka sala 1919an rêberiya xizmetkarên xwe kiribû.

WEZÎFEYÊN NÛ

Di dawiya kursê de, birayê Knorr ji min û Barbarayê re got ku emê bên şandin Burundiyê (Afrîka). Em bi lez çûn kitêbxaneya Beytelê da ku em di kitêba Yearbook’ê de bibînin ku li Burundiyê çend mizgînvan hene. Em ecêb man ku me li ser wî welatî tu hejmarên mizgînvanan nedîtin. Belê, emê biçûna deşteke nû ya ku me tenê piçekî nas dikir. Hey wax, dilê me kire terpeterp! Lê belê, duayên ji dil em rihet kirin.

Li Burundiyê her tişt, yanî hewa, kultur û ziman ji bo me xerîb û ecêb bû. Îcar lazim bû ku em bielimin zimanê Fransî. Û ji bo me zehmet bû ku em ji xwe re malekê bibînin. Du roj piştî hatina me, yek ji hevaldersên meyî Gîleadê, birayê Harry Arnott, ê ku vedigeriya tayîna xwe ya li Zambiyayê, hat cem me. Wî alî me kir ku em ji xwe re malekê bibînin. Ew mal bû mala me ya pêşîn wek mizgînvanên wezîfedar. Lê piştî demeke kin, berpirsên dewletê, yên ku Şahidên Yehowa nas nedikirin, li hemberî me rabûn. Wexta ku me kêf ji xizmeta xwe distend, berpirsan ji me re got ku em nikarin bê destûrnameya şixul bimînin. Mixabin, em bi mecbûrî ji wir derketin û çûn welatê Ugandayê.

Em ditirsiyan ku bê vîzeyê herin Ugandayê, lê me îtibariya xwe bi Yehowa anî. Birayekî Kanadayî, yê ku ji bo xizmetê hatibû Ugandayê, ji berpirsê daîreya penaberan re halê me zelal kir. Û piştre ji me re çend meh hatin dayîn ku em heqê rûniştinê bi dest bixin. Me ji vê meseleyê fehm kir ku Yehowa bi me re ye.

Halê li Ugandayê ji halê li Burundiyê pir cuda bû. Her çend li temamiya Ugandayê tenê 28 mizgînvan hebûn jî, îşê belavkirina mizgînê dimeşiya. Li deştê, gelek mirovan bi zimanê Îngilîzî xeber dida. Lê belê, em zû pê hesiyan ku gerek em ji bo pêşveçûna kesên eleqedar herî kêm yek ji zimanên herêmî bielimin. Pêşî me li herêma Kampalayê mizgîn belav dikir. Li wê derê herî zêde zimanê Lugandayî dihat xeberdan. Ji me re çend sal lazim bûn ku em bi vî zimanî xweş xeber bidin, û ev yek ji bo xizmeta me pir bifeyde bû. Îcar me hewcedariyên ruhî yên xwendekarên xwe baştir fehm dikir. Ji ber vê yekê wan dilê xwe ji me re vedikir û hîsên xwe ji bo tiştên ku dielimîn jî digotin.

RÊWÎTIYÊN XISÛSÎ

Rêwîtiya me ya xisûsî li Ugandayê

Gava me alî kesên dilnizm dikir ku ew rastiyê nas bikin, em dilşa dibûn. Û wexta ku me li temamiya welêt dest bi xizmeta rêwîtiyê kir, em hê zêdetir dilxweş bûn. Li bin rêberiya buroya Kenyayê, em li cihên minasib digeriyan ku pêşengên xisûsî li wê derê deşteke nû ava bikin. Gelek caran kesên ku qet haya wan ji Şahidên Yehowa tune bû, mêvanheziyeke mezin ji me re nîşan dida. Wan em bi dilgermî dawetî mala xwe dikirin û ji me re xwarin çêdikirin.

Bi dû re, ez çûm rêwîtiyeke din a xisûsî. Ji Kampalayê, ez du rojan bi trenê çûm gemîgeha Kenyayê ya li Mombasayê. Û paşê ez bi gemiyê çûm Seychelles, a ku komeke giravan a li Okyanûsa Hindê ye. Piştre, ji sala 1965an heta sala 1972yan ve, ez û Barbara, em bi dewamî diçûn Seychelles. Di wê wextê de, pêşî ji du mizgînvanan komek çêbû, û paşê civateke xweş. Di rêwîtiyên din de jî, ez çûm cem xwişk û birayên li Erîtreya, Etiyopya û Sûdanê.

Li Ugandayê, piştî derbeya leşkerî halê siyasetê zû xera bû. Di wan salên bitalûke de, min rind fehm kir ku çi qas bihîkmet e ku ez li gor emrê Kitêba Pîroz “tiştên Qeyser bidim Qeyser” (Marqos 12:17). Carekê, ji hemû welatiyên dewletên din hat xwestin ku herin buroya polîsê û xwe qeyd bikin. Me zû wisa kir. Çend roj bi şûn de, gava ez û mizgînvanekî wezîfedar li Kampalayê digeriyan, polîsên îstixbaratê em sekinandin. Dilê me tevizî! Wan em wek casûs sûcdar kirin û birin merkeza polîsê. Li wê derê me ji wan re zelal kir ku em mizgînvanên wezîfedar ên aştîhez in. Wan gotinên ku me xwe ji berê ve qeyd kiriye, avêtin pişt guhê xwe. Di bin çavdêriya çekdarî de, em birin polîsxaneya herî nêzikî mala mizgînvanên wezîfedar. Gava berpirsê polîsê em nas kirin, dilê me pir rihet bû. Wî da zanîn ku me xwe ji berê ve qeyd kiriye û emir da nobedar ku me berde!

Di wan rojan de, gava em gelek caran rastî barîkatên leşkerî dihatin, û bi taybetî wexta ku leşkerên pir serxweş em disekinandin, bêhna me pir teng dibû. Îcar her cara ku me dua dikir, dilê me rihet dibû û em bi xêr û selamet derbas dibûn. Mixabin, hemû mizgînvanên wezîfedar ên ji welatên din di sala 1973yan de ji Ugandayê hatin derxistin.

Kopîkirina Our Kingdom Ministry, Abidjan, buroya Côte d’Ivoire

Dîsa jî em hatin şandin cihekî din, vê carê em çûn Côte d’Ivoire (Rojavayê Afrîkayê). Ev yek ji bo me guhertineke pir mezin bû! Lazim bû ku em bielimin kultureke nû, bi tenê zimanê Fransî xeber bidin û li gel mizgînvanên wezîfedar ên ku ji welatên din hatibûn jî, bijîn. Gava ku însanên nefsbiçûk û dilpak ên li deşta me mizgîna xêrê zû qebûl dikirin, me fehm dikir ku Yehowa rêberiya me dike. Min û Barbarayê dît ku îtibariya me bi Yehowa çawa riya me rast dikir.

Paşê Barbara ji nişka ve bi nexweşiya pençeşêrê ket. Ji bo tedawiyên taybet ên ku jê re lazim bûn, em gelek caran diçûn welatên din. Di sala 1983an de, me baş fehm kir ku em êdî nikarin zêdetir li Afrîkayê bimînin. Bi vê yekê dilê me pir êşiya!

HALÊ ME HAT GUHERTIN

Gava me li Beytela Londonê xizmet dikir, siheta Barbarayê xerabtir dibû û paşê wê jiyana xwe ji dest da. Malbata Beytelê stûnê alîkariyê bû. Bi taybetî cotekî zewicî alî min kir ku ez halê xwe îdare bikim û her û her îtibariya xwe bi Yehowa bînim. Paşê, min xwişkeke ku ji derve dihat li Beytelê dixebitî, nas kir. Ew berê pêşenga xisûsî bû, wê ji Yehowa û tiştên ruhî pir hez dikir. Di sala 1989an de, ez û Ann bi hev re zewicîn û ji wê wextê û pê ve, em li Beytelê xizmetê dikin.

Li gel Ann li pêşiya Beytela Îngilistanê

Ji sala 1995an heta sala 2018an ve, ji min re îmtiyaza temsîlkarê buroyê ji bo serdana nêzikî 60 welatan hat dayîn. Li her welatekî, min îsbat dîtin ku Yehowa di her halî de xêr û bereketa xwe ji ser serê xizmetkarên xwe kêm nake.

Di sala 2017an de, em ji bo ziyaretên xizmetê dîsa vegeriyan Afrîkayê. Çi dilxweşiyeke mezin bû ku min cara pêşîn Ann bi xwe re bir Burundiyê û em ecêb man ku li wê derê xizmeta li deştê çi qas pêş ve çûbû. Li wê kolana ku min di sala 1964an de xizmeta mal bi mal kiribû, niha Beyteleke xweşik, a ku ji bo 15.500 mizgînvanan mesûl e, hatiye avakirin.

Ez pir şa bûm gava min lîsteya welatên ku ezê di sala 2018an de ziyaret bikim, stend. Yek ji wan welatan Côte d’Ivoire bû. Çaxê ku em gihîştin bajarê mezin Abidjanê, min xwe wek li malê hîs dikir. Wexta ku min li lîsteya telefonên xwişk û birayên li Beytelê nêrî, min dît ku birayê Sossou cîranê min e. Ev nav ji bo min ne xerîb bû. Hat bîra min ku birayê Sossou wek çavdêrê bajêr xizmet kiribû. Li wê demê ez li Abidjanê bûm. Lê ez şaş derketim! Ew Sossou’yekî din bû, yanî kurê wî bû.

Yehowa her tim xwediyê soza xwe ye. Ez ji hemû tengasiyên jiyana xwe elimîm ku eger em îtibariya xwe bi Yehowa bînin, ewê riya me rast bike. Hesreta dilê me ew e ku em ji riya jiyana bêdawî, ya ku wê di dinyaya nû de hê zêdetir şewq bide, qet dernekevin (Methelokên Silêman 4:18).