Hezkirina Wan ji Kirinên Wan Kifş Bû
YOMARA û birayên wê Marcelo û Hiver li gundekî biçûk li Guatemalayê dijîn. Yomarayê bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Piştî wextekê, her du birayên wê jî dest bi lêkolînê kir. Lê belê, problemek hebû. Her sê jî kor bûn û wan nizanibû bi alfabeya Braille bixwenda. Loma, mamosteyê wan ê Kitêba Pîroz ji wan re paragrafên lêkolînê û ayetên Kitêba Pîroz dixwendin.
Çûyîna civînan jî ji bo wan gelekî zehmet bû. Bi tena serê xwe, wan nikaribû di rêyeke 40 deqeyî de herin Salona Îbadetê ya herî nêzîk. Lê xwişk û birayên civatê alî wan dikir ku ew werin hemû civînan. Gava wan dest pê kir ku di civîna Jiyan û Xizmetê de wezîfeyên xwendekaran pêşkêş bikin, xwişk û birayan alî wan dikir ku ew gotinên wezîfeya xwe ezber bikin.
Ji Gulana 2019an ve, civîn êdî li gundê wan dihatin derbaskirin. Wê çaxê, jin û mêrekî ku pêşengên daîmî bûn mala xwe bar kir wî gundî. Her çi qas wan bi alfabeya Braille nizanibû jî, wan ji xwe re hedef danî ku wan her sêyan hînî xwendin û nivîsandina alfabeya Braille bikin. Ew jin û mêr çûn kitêbxaneyekê û wan ji xwe re kitêb peyda kirin, da ku bizanibin alfabeya Braille çawa tê xwendin û ew çawa dikarin wê hînî kesên din bikin.
Çend meh bi şûn de, Yomara, Marcelo û Hiver dikaribû alfabeya Braille bi hêsanî bixwenda. Bi vî awayî, ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve çûn. Niha ew her sê wek pêşengên daîmî xizmetê dikin. Wekî din, Marcelo bûye alîkarê xizmetê. Di temamiya heftiyê de, ew her sê bi xîret ji Yehowa re xizmetê dikin. Xîreta wan derbasî kesên din jî bûye.
Ew ji bo hezkirin û desteka civatê şikirdar in. Yomara wisa dibêje: “Ji roja ku me Şahidên Yehowa nas kir û vir ve, wan nîşanî me da ku ew bi rastî ji me hez dikin.” Marcelo wisa dibêje: “Di civata me de dostên me yên pir baş hene, û em bûne ferdên malbateke cîhanî, ya ku bi hezkirina xwe di yekîtiyê de ye.” Yomara û her du birayên wê bi hesreta wê rojê ne ku bi çavên xwe bibînin ku dinya wê çawa bibe cenet! (Zebûr 37:10, 11; Îşaya 35:5).