Tewsiyeyên ji bo Bikaranîna JW.ORG
Tiştên ku di Rûpela Serî de Derketibûn Dîsa Bibîne
Gelek xwişk û birayên me tiştên ku di rûpela serî de derdikevin ji bo xizmetê bi kar tînin. Di van vîdeo û meqaleyan de gelek caran tê şîrovekirin ku halê dinyayê çawa nîşan dide ku sozên Kitêba Pîroz tên cih. Lînkên wan dikarin bi hêsanî bên parvekirin. Birayekî nivîsand ku vîdeo û meqaleyên di rûpela serî de “ji bo xizmeta me ya niha tam tiştê herî rast e”.
Lê ji ber ku rûpela serî tim tê nûkirin, ev pirs tê meydanê: Gelo tu çawa dikarî tiştên ku di rûpela serî de derketibûn dîsa bibînî?
Di rûpela serî de nêzîkî tiştên “Rojane”, li ser lînka “Zêdetir Nîşan Bide” bitikîne. Ev lînk cihê “Rûpela Serî – Tiştên Nû” vedike. Li wir, tu dikarî tiştên ku berê di rûpela serî de derketibûn dîsa bibînî.
Li ser jw.org yan di JW Library® de, pêşî “Kitêbxane”, paşê “Rêzên Meqaleyan” û paşê jî “Mijarên Din” hilbijêre. Ev qisim gelek tiştên ku berê di rûpela serî de derketibûn di nav xwe de dihewîne.