Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 7

KILAM 51 Me Jiyana Xwe Daye Destê Yehowa

Dersên ku Em ji Nezîran Distînin

Dersên ku Em ji Nezîran Distînin

“Ew di hemû rojên nezîriya xwe de li ber Yehowa pîroz e” (4. MÛSA 6:8, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em çawa dikarin wek nezîran bi fedakarî û mêrxasî ji Yehowa re xizmet bikin.

1. Bi hezaran salan, xizmetkarên Yehowa pir qîmet daye çi?

 DOSTANIYA me ya bi Yehowa re tiştekî pir biqîmet e, ne wisa ye? Bi hezaran salan, bi milyonan însan pir qîmet daye vê dostaniyê (Zebûr 104:33, 34). Gelek kesan fedakariyên mezin kirine ku ji Yehowa re îbadetê bikin. Mesela, nezîrên ku di demên berê de li welatê Îsraîlê dijiyan, kesên wisa bûn. Gelo ew kî bûn, û em dikarin ji mîsala wan çi hîn bibin?

2. (a) Nezîr kî bûn? (4. Mûsa 6:1, 2) (b) Hin Îsraîliyan çima sonda nezîriyê dixwar?

2 Peyva “nezîr” ji peyveke Îbranî tê, ya ku tê maneya “yekî cudakirî”, “yekî cihêkirî” yan “yekî weqfkirî”. Nezîran hin fedakarî dikirin ku bi awayekî xisûsî ji Yehowa re xizmet bikin. Li gor Qanûna Mûsa, mirovan dikaribû li ber Yehowa sond bixwin ku heta demekê wek nezîr bijîn a (4. Mûsa 6:1, 2 b ji jêrenotê bixwîne). Ji bo pêkanîna vê sondê, lazim bû ku ew xwe li hin qaîdeyên xisûsî bigirin, ên ku ji bo Îsraîliyên din ne şert bûn. Gelo hin kesan çima dixwest bibin nezîr? Bi îhtimaleke mezin, sebeb ev bû ku wan ji Yehowa pir hez dikir û dixwest şikirdariya xwe ya ji bo bereketên wî nîşan bidin (5. Mûsa 6:5; 16:17).

3. Xizmetkarên Xwedê çawa dişibin nezîran?

3 Wexta ku Qanûna Mûsa betal bû û qanûna Mesîh şûna wê girt, sîstema nezîriyê jî betal bû (Galatî 6:2; Romayî 10:4). Dîsa jî, wek nezîran, îro jî xizmetkarên Yehowa dixwazin bi dil û can ji wî re xizmet bikin (Marqos 12:30). Wexta ku em jiyana xwe didin destê Yehowa, em bi dilxwazî soz didin ku emê wisa bikin. Ji bo ku em sonda xwe pêk bînin, gerek em li gor daxwaza Yehowa bijîn û hin fedakariyan bikin. Ka em bibînin ku nezîran sonda xwe çawa pêk dianî û em çawa dikarin sonda xwe pêk bînin c (Meta 16:24).

FEDAKAR BE

4. Li gor 4. Mûsa 6:3, 4, nezîran çi fedakarî dikir?

4 4. Mûsa 6:3, 4 bixwîne. Lazim bû ku nezîr xwe ji alkolê, ji tiriyan û ji her tiştê ku ji tiriyan tê çêkirin, dûr bigirin. Kesên din ji tiştên wisa kêf distand, çimkî xwarin û vexwarina van tiştan ji wan re ne qedexe bû. Jixwe, Kitêba Pîroz dibêje ku “şeraba ku dilê mirov şa dike” hediyeyeke ji Xwedê ye (Zebûr 104:14, 15). Lê belê, nezîran bi dilxwazî dev ji heqê xwe berdida ku tiştên wisa bixwin yan vexwin. d

Gelo tu hazir î ku wek nezîran fedakariyê bikî? (Li paragrafên 4 heta 6an binêre)


5. Madián û Marcelayê çi fedakarî kir, û çima?

5 Wek nezîran, em jî fedakariyê dikin, da ku em bikarin zêdetir ji Yehowa re îbadetê bikin. Ka bala xwe bide mîsala Madián û Marcelayê. Jiyana wan rihet bû, û bi saya pereyê ku Madián di karê xwe de qezenc dikir, wan dikaribû di maleke xweşik de rûnin. Lê belê, wan dixwest xizmeta xwe zêde bikin. Ji bo vê, wan qerar da ku jiyana xwe biguherînin. Ew dibêjin: “Me mesrefên xwe kêmtir kirin, em derbasî maleke biçûktir bûn û me erebeya xwe firot.” Madián û Marcela ne mecbûr bûn ku vê fedakariyê bikin. Wan xwe bi xwe qerar da ku van gavan bavêjin, da ku ew bikarin xizmeta xwe berfirehtir bikin, û ew ji qerarên xwe poşman nebûne.

6. Şagirtên Îsa Mesîh çima fedakariyan dikin?

6 Gelek şagirtên Îsa Mesîh fedakariyan dikin, da ku ji bo xizmeta Yehowa zêdetir wext bimîne (1. Korîntî 9:3-6). Em ne mecbûr in ku vê fedakariyê bikin, û tiştên ku em feda dikin, ne tiştên şaş in. Mesela, hin kes di oxira xizmetê de qerarê didin ku îşekî baş qebûl nekin, li maleke xweşik rûnenin yan li malê heywanekî xwedî nekin. Hinek zû nazewicin yan zû nabin xwediyê zarokan. Hinek jî derbasî bajar yan welatên din dibin – dûrî hezkiriyên xwe – da ku zêdetir xizmetê bikin. Belê, gelek xwişk û birayên me bi dilxwazî fedakariyê dikin, çimkî ew dixwazin îmkanên xwe yên herî baş bidin Yehowa. Fedakariya ku tu ji bo xizmeta Yehowa dikî mezin be yan biçûk be, bawer be ku Yehowa pir qîmetê didê (Îbranî 6:10).

BI MÊRXASÎ JI KESÊN DIN CUDA BE

7. Ji bo nezîran belkî çima zor bû ku ew bi sonda xwe ve girêdayî bimînin? (4. Mûsa 6:5) (Li resim jî binêre.)

7 4. Mûsa 6:5 bixwîne. Nezîran sond dixwar ku ewê porê xwe nebirin. Bi vî awayî, wan nîşan dida ku wan xwe bi temamî teslîmî Yehowa kiriye. Porê kesên ku bi demeke dirêj nezîr bûn her ku diçû dirêjtir dibû, û kesên din jî bi çavê xwe didît ku ew nezîr in. Çi heyf e ku di tarîxa miletê Îsraîlê de, mirovan carinan qîmet û destek nedida nezîran. Mesela, di rojên Amos Pêxember de, Îsraîliyên ku ji Yehowa dûr ketibûn ji nezîran re şerab dida vexwarin, da ku ew sonda xwe xera bikin (Amos 2:12). Bi îhtimaleke mezin, carinan ji bo nezîran ne hêsan bû ku ew bi sonda xwe ve girêdayî bimînin û ji kesên din cuda bin.

Nezîrên ku bi sondên xwe ve girêdayî diman hazir bûn ku wek kesên cuda xuya bikin (Li paragrafa 7an binêre)


8. Tu ji serpêhatiya Benjamin çi hîn bûyî?

8 Em her çi qas fediyok bin jî, bi alîkariya Yehowa em dikarin mêrxas bin û ji kesên din cuda bin. Ka bala xwe bide serpêhatiya Benjamin, zarokekî 10 salî, yê ku li Norwêcê dijî. Li mektebê, ji bo piştgiriya Ûkraynayê bernameyeke xisûsî hat derbaskirin. Ji zarokan re hat gotin ku bila ew kincên bi rengên alaya Ûkraynayê li xwe bikin û stranekê bibêjin. Benjamin dixwest hebekî dûr bisekine, da ku nekeve nav vê bernameya miletperest. Lê belê, mamosteyekê ew dît û lê bang kir: “De were! Em gişt li benda te ne.” Benjamin bi mêrxasî çû ba mamosteyê û got: “Ez tev li siyasetê nabim û alî nagirim. Heta, gelek Şahidên Yehowa di hebsê de ne ji ber ku ew naçin eskeriyê.” Mamosteyê bi xwestina Benjamin qayîl bû û îzin da ku ew beşdarî bernameya miletperest nebe. Lê belê, hin hevaldersên wî ji wî pirsî ka ew çima tev li wan nabe. Benjamin pir biheyecan bû, û hindik ma ku ew bigirî, lê wî dîsa jî tiştên ku wî ji mamosteya xwe re gotibûn bi mêrxasî li ber hemû hevaldersên xwe dubare kirin. Paşê, Benjamin ji dê û bavê xwe re got ku Yehowa alî wî kiribû ku ew baweriya xwe biparêze.

9. Em çawa dikarin dilê Yehowa şa bikin?

9 Em ji mirovên li derdora xwe cuda ne, çimkî em guh didin Yehowa. Ji me re mêrxasî lazim e ku em li cihê kar yan li mektebê bibêjin ku em Şahidên Yehowa ne. Fikir û kirinên mirovên ku Yehowa nas nakin her ku diçe xerabtir dibin, loma dibe ku li me zortir bê ku em li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijîn û mizgîniyê belav bikin (2. Tîmotêyos 1:8; 3:13). Lê belê, ji bîr neke ku gava em bi mêrxasî ji kesên ku ji Yehowa re xizmet nakin cuda dibin, dilê Yehowa şa dibe (Methelokên Silêman 27:11; Maleyaxî 3:18).

JI HER TIŞTÎ ZÊDETIR BALA XWE BIDE DAXWAZA YEHOWA

10. Pêkanîna emrê ku di 4. Mûsa 6:6, 7 de derbas dibe ji bo nezîran çima zor bû?

10 4. Mûsa 6:6, 7 bixwîne. Îzin tune bû ku nezîr dest bidin miriyan. Gelo ev yek çima fedakariyeke mezin bû? Di demên berê de, wexta ku kesek dimir, merivên wî cenaze li gor urf û adetan ji bo defnkirinê hazir dikir (Yûhena 19:39, 40; Karên Şandiyan 9:36-40). Lê belê, sonda nezîran îzin nedida ku ew van urf û adetan bînin cih. Loma, di dema şîngirtinê de jî, nezîran bi dilsozî li ser sondên xwe disekinîn. Yehowa bê guman qewet dida wan, da ku ew karibin li hemberî zehmetiyên wisa sebir bikin.

11. Di meseleyên malbatî de, gerek şagirtên Îsa Mesîh çi bikin? (Li resim jî binêre.)

11 Wek şagirtên Îsa Mesîh, me sond xwariye ku em êdî aîdî Yehowa ne. Ev sond di meseleyên malbatê de jî li ser qerar û kirinên me tesîr dike. Em helbet mesûliyetên malbatî bi dil û can tînin cih, lê em tu caran xwestinên malbata xwe di ser xwestinên Yehowa re nagirin (Meta 10:35-37; 1. Tîmotêyos 5:8). Ji ber vê yekê, carinan lazim e ku em qerarên wisa bidin, ên ku belkî li merivên me xweş neyên, da ku em dilê Yehowa şa bikin.

Çi qas zor be jî, gelo tu hazir î ku her tim li gor daxwaza Yehowa hereket bikî? (Li paragrafa 11an binêre) e


12. Wexta ku di malbata Alexandru de problemek derket meydanê, wî çi kir û çi nekir?

12 Ka bala xwe bide serpêhatiya Alexandru û jina wî Dorinayê. Piştî ku wan Kitêba Pîroz salek lêkolîn kiribû, Dorinayê dev ji kursê berda, û wê dixwest ku Alexandru jî dev jê berde. Lê belê, wî bi awayekî nazik ji xanima xwe re got ku ewê dewam bike. Ev yek li Dorinayê xweş nehat, û wê hewl da ku rê li ber zilamê xwe bigire, da ku ew jî dev ji kursê berde. Alexandru xîret kir ku ji hîsên xanima xwe fehm bike, lê ne hêsan bû. Çend caran, gava Dorinayê ew rexne dikir û bi sertî cewab dida wî, hindik ma ku Alexandru dev ji kursa Kitêba Pîroz berde. Dîsa jî, wî dev ji rêya Yehowa bernedida, lê di eynî wextê de qedrê xanima xwe digirt û ji wê hez dikir. Bi zeman re, Dorinayê bi saya hal û hereketên baş ên zilamê xwe dîsa dest bi kursa Kitêba Pîroz kir û li dawiyê vaftîz bû (li ser jw.org, di bin “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” de li vîdeoya Alexandru û Dorina Văcar: “Hezkirin Sebir Dike, Hezkirin Dilovaniyê Dike” temaşe bike).

13. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em hem ji Yehowa hem ji malbata xwe hez dikin?

13 Malbata pêşîn ji aliyê Yehowa ve hatibû avakirin, û ew dixwaze ku malbata me dilxweş be (Efesî 3:14, 15). Eger em bi rastî dixwazin dilxweş bin, gerek em li gor daxwaza Yehowa hereket bikin. Gava tu hem bi dilovanî û bi hurmet li malbata xwe xwedî derdikevî hem jî bi fedakarî ji Yehowa re îbadetê dikî, emîn be ku ew qîmetê dide xîreta te (Romayî 12:10).

KESÊN DIN TEŞWÎQ BIKE KU EW WEK NEZÎRAN BIN

14. Bi xisûsî lazim e ku em cesaretê bidin kê?

14 Hemû xizmetkarên Yehowa gerek hazir bin ku ji hezkirinê fedakariyê bikin. Carinan ev yek ne hêsan e. Gelo em çawa dikarin alî hevdû bikin ku em fedakar bin? Ji bo vê, lazim e ku em hevdû bi gotinên xwe teşwîq bikin (Eyûb 16:5). Gelo di civata te de hin xwişk û bira xîret dikin ku jiyana xwe sadetir bikin, da ku ew bikarin xizmeta xwe berfirehtir bikin? Gelo tu hin zarok û ciwanan nas dikî, ên ku li mektebê bi mêrxasî piştgiriya rastiyê dikin? Yan jî, gelo tu hin xwendekarên Kitêba Pîroz yan xwişk û birayan nas dikî, yên ku li hemberî muxalefeta malbatê ji Yehowa re dilsoz dimînin? Çi qas ji destê te tê, bi gotinên xwe cesaretê bide van kesan û ji wan re bibêje ku tu çi qas qîmetê didî mêrxasî û fedakariya wan (Filêmon 4, 5, 7).

15. Hin kes çawa alîkariya xizmetkarên tamrojî dikin?

15 Carinan belkî fersend çêdibe ku em alîkariya xizmetkarên tamrojî bikin (Methelokên Silêman 19:17; Îbranî 13:16). Li Srî Lankayê, xwişkeke emirmezin dixwest wisa bike. Gava meaşê wê yê teqawidê zêde bû, wê xwest alî du pêşengên ciwan bike, da ku ew bikarin li hemberî zehmetiyên ekonomîk xizmeta xwe dewam bikin. Loma wê qerar da ku her meh ji bo mesrefên telefonê alîkariya wan bike. Çi xwişkeke dilovan!

16. Em dikarin ji sîstema nezîriyê çi hîn bibin?

16 Em dikarin ji mîsala nezîrên dilxwaz gelek dersan bistînin! Lê belê, sonda nezîriyê di heqê Bavê meyî ezmanî de jî hin tiştan hînî me dike. Yehowa bawer e ku em ji dil dixwazin daxwaza wî bînin cih û hazir in ku ji bo pêkanîna sonda xwe fedakariyê bikin. Ew bi dilovanî fersendê dide me ku em îsbat bikin ku em ji wî hez dikin (Methelokên Silêman 23:15, 16; Marqos 10:28-30; 1. Yûhena 4:19). Sîstema nezîriyê nîşan dide ku Yehowa qîmetê dide fedakariya ku em di oxira xizmeta wî de dikin. Loma, çi ji destê me tê bila em ji bo Yehowa bikin û biqerar bin ku em tu caran dev ji xizmeta wî bernedin!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Nezîrên dilxwaz çawa fedakar û mêrxas bûn?

  • Em çawa dikarin kesên din teşwîq bikin ku ew wek nezîran bin?

  • Sîstema nezîriyê di heqê Yehowa de çi nîşanî me dide?

KILAM 124 Tim Dilsoz Be

a Hin nezîr ji aliyê Xwedê ve dihatin hilbijartin. Lê belê, piraniya wan bi îhtimaleke mezin xwe bi xwe qerar dida ku heta demekê bibin nezîr (li çarçoveya “ Nezîrên ku ji Aliyê Yehowa ve Hatibûn Hilbijartin” binêre).

b “Yehowa ji Mûsa re wisa got: ‘Ji Îsraîliyan re bibêje: “Eger mêr yan jinek sondeke xisûsî bixwe ku ji Yehowa re bibe nezîr”’” (4. Mûsa 6:1, 2, NWT).

c Hin weşanên me nezîr dişibandin xizmetkarên tamrojî. Lê di vê meqaleyê de, emê bibînin ku hemû xizmetkarên Yehowa çawa dikarin wek nezîran bin.

d Wisa tê fehmkirin ku ji bo pêkanîna sonda xwe, bi gelemperî ne lazim bû ku nezîr wezîfeyên din bînin cih.

e RESIM: Ji serê xênî, nezîrek ji dûr ve li cenazeyê merivekî xwe dinêre. Ji ber sonda xwe, ew nikare nêzîkî cenaze bibe.