Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 8

KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Xwedê

Her Tim li pey Rêberiya Yehowa Here

Her Tim li pey Rêberiya Yehowa Here

“Rêberiya min bike li gor emrên xwe, çimkî ez ji wan zewqê distînim” (ZEBÛR 119:35).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Di vê meqaleyê de, emê hîn bibin ku Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xwe dike û eger em li pey rêberiya wî herin, emê çi bereketan bistînin.

1. Çima muhîm e ku em li pey rêberiya Yehowa bimeşin? Mîsalekê bide.

 XEYAL bike ku tu li çolê yî, û te rêya xwe şaş kiriye. Li derdora te gelek talûke hene – hirç û gur, marên bijehr û kendalên bilind. Xwezî ku li cem te rêberekî bitecrûbe hebûya, yê ku dikare te ji talûkeyan dûr bigire. Îro, dinya mîna çolekê ye. Tê de gelek talûke hene, bi xisûsî talûkeyên ku dikarin dostaniya me ya bi Xwedê re xera bikin. Lê belê, li cem me Rêberekî bêqisûr heye: Yehowa. Ew me ji talûkeyan dûr digire û li ser rêya ku diçe jiyana herheyî rêberiya me dike.

2. Yehowa çawa rêberiya me dike?

2 Gelo Yehowa çawa rêberiya me dike? Ewilî bi destê Kitêba Pîroz. Ji xeynî vê, ew bi destê kesên ku wî temsîl dikin jî rêberiya me dike. Mesela, ew bi destê “xulamê dilsoz û bihîkmet” xwarina ruhî dide me, da ku em bikarin qerarên baş bidin (Meta 24:45, NWT). Yehowa bi destê kesên din jî rêberiya me dike. Mesela, çavdêrên herêmê û rîspiyên civatê cesaretê didin me û me hîn dikin, da ku em bikarin di demên zor de jî ji Yehowa re dilsoz bimînin. Em ji bo rêberiya ku em di van rojên dawîn de distînin, pir şikirdar in! Bi saya vê rêberiyê, em dikarin li ser rêya jiyanê bimînin û li gor daxwaza Yehowa hereket bikin.

3. Di vê meqaleyê de emê çi hîn bibin?

3 Dîsa jî, dibe ku carinan li me zor bê ku em li pey rêberiya Yehowa herin, bi xisûsî gava ev rêberî bi destê mirovên qisûrdar digihîje me. Gelo çima? Dibe ku şîretên wan ne li gor dilê me bin. Yan jî, em belkî difikirin ku rêberiya ku em distînin ne baş e û ne ji Yehowa ye. Di demên wisa de, gerek em bawer bin ku Yehowa rêberiya xizmetkarên xwe dike û ku çûyîna li pey rêberiya wî her tim ji bo me bifeyde ye. Ji bo ku baweriya me ya bi rêberiya Yehowa xurttir bibe, emê di vê meqaleyê de bibînin ku Yehowa (1) di demên berê de çawa rêberiya xizmetkarên xwe dikir, (2) îro çawa rêberiya me dike û (3) ji bo me çima bifeyde ye ku em li pey rêberiya wî herin.

Bi hezaran salan, Yehowa bi destê însanan rêberiya xizmetkarên xwe kiriye (Li paragrafa 3yan binêre)


YEHOWA ÇAWA RÊBERIYA MILETÊ ÎSRAÎLÊ DIKIR?

4-5. Yehowa çawa nîşan dida ku ew bi destê Mûsa rêberiya xelkê dike? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

4 Yehowa xizmetkarê xwe Mûsa tayîn kiribû ku Îsraîliyan ji welatê Misrê derxe. Bi ser de, Yehowa bi eşkereyî ji Îsraîliyan re îsbat dikir ku ew bi navgîniya Mûsa rêberiya wan dike. Mesela, wî bi roj bi “stûneke ewran” û bi şev “bi stûneke agirîn” rêberiya wan dikir (2. Mûsa 13:21, Mizgînî). Mûsa li pey stûnê dimeşiya, ya ku ew û Îsraîliyên din dibirin Behra Sor. Li ser rê, gava xelk li ber behrê bû û ordiya Misrê ketibû pey wan, ew tirsiyan ku ew ketine dafikê. Ew difikirîn ku Mûsa ew bi şaşîtî anîne ber Behra Sor. Lê belê, qet şaşî tune bû! Yehowa ew bi qesdî bi destê Mûsa anîbûn wê derê (2. Mûsa 14:2). Paşê, Xwedê ew bi mucîzeyeke mezin ji destê dijminan xelas kirin (2. Mûsa 14:26-28).

Ji bo ku li çolê rêberiya xizmetkarên Xwedê bike, Mûsa xwe dispart stûna ewran (li paragrafên 4 û 5an binêre)


5 Di 40 salên piştî vê de, Mûsa xwe dispart stûna ewran a ji bo ku li çolê rêberiya xizmetkarên Xwedê bike. Ji bo demekê, Yehowa stûn li ser konê Mûsa danî, û her kesî dikaribû wê bibîne (2. Mûsa 33:7, 9-10). Yehowa ji hundirê stûnê bi Mûsa re xeber dida, û wî jî gotinên Xwedê ji xelkê re digotin (Zebûr 99:7). Belê, gelek îsbat hebûn ku Yehowa bi destê Mûsa rêberiya Îsraîliyan dikir.

Mûsa û xelefê wî Yêşû (Li paragrafên 5 û 7an binêre)


6. Piraniya Îsraîliyan li rêberiya Yehowa çawa dinêrî? (4. Mûsa 14:2, 10, 11)

6 Çi heyf e ku piraniya Îsraîliyan îsbatên ku Yehowa Mûsa wek temsîlkarê xwe bi kar tîne, red dikirin (4. Mûsa 14:2, 10, 11 bixwîne). Dîsa û dîsa, wan rêberiya Mûsa red dikir. Di netîceyê de, Yehowa îzin neda wan ku ew bikevin Welatê Sozdayî (4. Mûsa 14:30).

7. Hin kesên ku rêberiya Yehowa qebûl dikir, kî bûn? (4. Mûsa 14:24) (Li resim jî binêre.)

7 Lê belê, hin Îsraîliyan rêberiya Yehowa qebûl dikir. Mesela, Yehowa got: “Kaleb … bitûmî li pey min meşiya” (4. Mûsa 14:24 bixwîne). Ji ber vê yekê, Xwedê ew xelat kir. Bi ser de, Xwedê erdê ku Kaleb li welatê Kenanê dixwest, da wî (Yêşû 14:12-14). Zarokên Îsraîliyên ku li çolê miribûn jî rêberiya Yehowa qebûl dikir. Gava Yêşû li şûna Mûsa bû rêberê Îsraîliyan, wan di temamiya emrê wî de hurmet dida wî (Yêşû 4:14). Di netîceyê de, Yehowa ew birin Welatê Sozdayî (Yêşû 21:43, 44).

8. Di dema padîşahan de, Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xwe dikir? (Li resim jî binêre.)

8 Gelek sal bi şûn de, Yehowa Xwedê ji bo rêberiya xizmetkarên xwe hakim tayîn kirin. Paşê, di rojên padîşahan de, Yehowa pêxember tayîn kirin ku rêberiya xizmetkarên wî bikin. Padîşahên dilsoz guh dida şîretên pêxemberan. Mesela, gava Dawid Padîşah ji aliyê Natan Pêxember ve hat serrastkirin, wî şîreta pêxember bi dilnizmî qebûl kir (2. Samûyêl 12:7, 13; 1. Dîrokan 17:3, 4). Yehoşafat Padîşah xwe dispart rêberiya Yahazîêl Pêxember, û wî ji xelkê Cihûdayê re got ku bila ew îtibara xwe bi pêxemberên Xwedê bînin (2. Dîrokan 20:14, 15, 20). Gava serê Hîzkiya Padîşah ket belayê, wî ji Îşaya Pêxember alîkarî xwest (Îşaya 37:1-6). Her ku padîşah li pey rêberiya Yehowa diçûn, wan bereket distandin, û milet dihat parastin (2. Dîrokan 20:29, 30; 32:22). Gerek her kesî fehm bikira ku Yehowa bi destê pêxemberên xwe rêberiya xelkê dike. Dîsa jî, piraniya padîşahan û piraniya Îsraîliyan pêxemberên Yehowa red dikirin (Yêremya 35:12-15).

Hîzkiya Padîşah û Îşaya Pêxember (Li paragrafa 8an binêre)


YEHOWA ÇAWA RÊBERIYA MESÎHIYÊN PÊŞÎN DIKIR?

9. Di sedsala yekê de, Yehowa bi destê kê rêberiya Mesîhiyan dikir? (Li resim jî binêre.)

9 Di sedsala yekê ya P.M. de, Yehowa civata Mesîhiyan ava kir. Gelo wî çawa rêberiya wan dikir? Wî Îsa Mesîh wek serê civatê tayîn kir (Efesî 5:23). Lê belê, Îsa Mesîh rasterast rêberiya her şagirtekî nedikir. Li şûna vê, wî bi destê şandî û rîspiyên li Orşelîmê rêberiya wan dikir (Karên Şandiyan 15:1, 2). Wekî din, rîspiyên din jî dihatin tayînkirin ku rêberiya civatan bikin (1. Selanîkî 5:12; Tîtos 1:5).

Şandiyên Îsa Mesîh û rîspiyên li Orşelîmê (Li paragrafa 9an binêre)


10. (a) Di sedsala yekê de, piraniya Mesîhiyan li rêberiya ku wan distand çawa dinêrî? (Karên Şandiyan 15:30, 31) (b) Di demên berê de, hin kesan çima qedrê temsîlkarên Yehowa nedigirt? (Li çarçoveya “ Hin Kes Çima Naxwazin Îsbatan Bibînin?” binêre.)

10 Di sedsala yekê de, piraniya Mesîhiyan rêberiya ku wan distand bi dilxwazî qebûl dikir. Kitêba Pîroz dibêje ku ew bi teşwîqa ku birayên mesûl dida wan, “şa bûn” (Karên Şandiyan 15:30, 31 bixwîne). Gelo Yehowa îro çawa rêberiya xizmetkarên xwe dike?

YEHOWA ÇAWA RÊBERIYA ME DIKE?

11. Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xwe dike? Mîsalekê bide.

11 Yehowa îro bi destê Kitêba Pîroz û serê civatê Îsa Mesîh rêberiya xizmetkarên xwe dike. Gelo îsbat hene ku Yehowa îro jî însanan bi kar tîne ku wî temsîl bikin? Belê. Ka bala xwe bidê ku ji sala 1870yî û pê ve çi çêbû. Charles Russell û hevalên wî fehm kir ku ji bo avabûna Hukimdariya Xwedê, sala 1914an wê saleke muhîm bibe (Danîêl 4:25, 26). Ew li ser esasê gotinên Kitêba Pîroz gihîştibûn vê netîceyê. Eşkere ye ku Yehowa rêberiya lêkolîna wan dikir, çimkî di sala 1914an de, tiştên ku li dinyayê qewimîn îsbat kir ku Hukimdariya Xwedê êdî hatiye avakirin û hukim dajo. Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir. Paşê, nexweşî belav bûn û li gelek cihan erdhej çêbû û xela rabû (Lûqa 21:10, 11). Belê, Yehowa bi destê wan lêkolînerên Kitêba Pîroz alî xizmetkarên xwe dikir ku ew Kitêba Pîroz fehm bikin.

12-13. Li dema Şerê Cîhanê yê Duyem, ji bo zêdekirina belavkirina mizgîniyê çi hat kirin?

12 Wekî din, ka bîne ber çavê xwe ku li dema Şerê Cîhanê yê Duyem çi çêbû. Birayên li merkeza cîhanî gotinên Peyxam 17:8 lêkolîn kirin. Ji vê lêkolînê, wan fehm kir ku piştî şer, Harmegedon wê heman neyê, lê heta dereceyekê aştî wê hebe û fersend wê çêbe ku mizgînî zêdetir bê belavkirin. Loma, şer her çi qas hê dewam dikir jî, teşkîlata Yehowa Mekteba Gîleadê ava kir, da ku mizgînvanên wezîfedar ji bo belavkirina mizgîniyê bên perwerdekirin û şandin welatên cur bi cur. Berî ku şer xelas bû jî, çend mizgînvanên wezîfedar hatin tayînkirin. Wekî din, “xulamê dilsoz” dest bi Kursa Xizmeta Teokratîk b kir ku hemû xwişk û birayan ji bo belavkirina mizgîniyê perwerde bike. Bi van rêyan, xizmetkarên Xwedê ji bo karê xwe dihatin hazirkirin.

13 Eşkere ye ku di wan rojên zehmet de, Yehowa rêberiya xizmetkarên xwe dikir. Ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem û pê ve, Şahidên Yehowa mizgînî li gelek welatan bi serbestî belav kiriye. Di netîceyê de, karê belavkirina mizgîniyê bi pêş ve çûye, û gelek kesan Yehowa nas kiriye.

14. Em çima dikarin xwe bispêrin rêberiya teşkîlata Yehowa û rîspiyên tayînkirî? (Peyxam 2:1) (Li resim jî binêre.)

14 Îro, endamên Koma Rêberiyê xwe dispêrin rêberiya Îsa Mesîh. Ew xîret dikin ku telîmatên ku ew didin xwişk û birayan li gor daxwaza Xwedê bin. Bi destê çavdêrên herêmê û rîspiyan, ew rêberiya civatan dikin. c Îsa Mesîh rîspiyên meshkirî “di destê xwe yê rastê de digire” (Peyxam 2:1 bixwîne). Rîspiyên me helbet qisûrdar in û carinan şaşiyan dikin. Mûsa, Yêşû û şandiyên Îsa Mesîh jî carinan şaşî dikirin (4. Mûsa 20:12; Yêşû 9:14, 15; Romayî 3:23). Lê belê, xuya ye ku Îsa Mesîh niha rêberiya “xulamê dilsoz” û rîspiyên tayînkirî dike, û ewê “her tim, heta rojên dawîn ên vê dinyayê” wisa bike (Meta 28:20, NWT). Ji ber vê yekê, sebebên baş hene ku em xwe bispêrin rêberiya ku em bi destê kesên tayînkirî ji Îsa Mesîh distînin.

Koma Rêberiyê (Li paragrafa 14an binêre)


ÇÛYÎNA LI PEY RÊBERIYA YEHOWA JI BO ME BIFEYDE YE

15-16. Tu ji serpêhatiyên kesên ku guh daye rêberiya Yehowa çi hîn dibî?

15 Gava em li pey rêberiya Yehowa diçin, ev yek ji bo me pir bifeyde ye. Mesela, “xulamê dilsoz” ji me re dibêje ku bila em jiyaneke sade bajon (Îbranî 13:5). Birayê me Andy û xwişka Robynê guh da vê şîretê. Hingê fersenda wan çêbû ku ew di projeyên avakirinê yên teşkîlatê de bixebitin. Robyn dibêje: “Em li malên pir biçûk diman. Li hin malan, mutbex jî tune bû. Bi ser de, ez her çi qas ji fotografkêşiyê pir hez dikim jî, ez mecbûr mam ku gelek kamera û lensên xwe bifiroşim. Wexta ku min ew difirotin, çavên min bi hêstiran ve tije bûn. Lê wek Sarayê, min dixwest, ne li paş xwe, lê li pêşiya xwe binêrim” (Îbranî 11:15). Vê jin û mêr ji qerara xwe çawa feyde dîtiye? Robyn dibêje: “Em gelekî dilxweş in, çimkî em dizanin ku di destê me de çi heye jî, em her tiştî didin Yehowa. Gava em di projeyên teşkîlatê de dixebitin, em tînin ber çavê xwe ku jiyana li dinyaya nû wê çawa be.” Andy dibêje: “Em kêfxweş in ji ber ku em hemû wext û derfetên xwe ji bo karê Yehowa bi kar tînin.”

16 Wekî din, çûyîna li pey rêberiya Yehowa ji bo me çima bifeyde ye? Ka serpêhatiya xwişkeke bi navê Marcia bîne ber çavê xwe. Piştî xelaskirina mektebê, Marciyayê li gor tewsiyeyên ku wê standibûn dixwest bibe pêşeng (Meta 6:33; Romayî 12:11). Ew dibêje: “Zanîngehekê burseke çar salî ji min re teklîf kir. Lê min dixwest ji Yehowa re zêdetir xizmet bikim. Loma, min qerar da ku meslekekî hîn bibim, da ku ez ji xwe re îşekî minasib bibînim û bikarim pêşengiyê bikim. Ev yek bi rastî jî qerareke pir baş bû. Niha ez pêşenga daîmî me, ez destekê didim îşê Beytelê û min gelek îmtiyazên din jî standine.”

17. Eger em guh bidin rêberiya Yehowa, emê çi feydeyên din bistînin? (Îşaya 48:17, 18)

17 Carinan, ji me re şîret tê dayîn ku bila em nekevin pey mal û milk û hay ji xwe hebin ku em qanûnên Xwedê binpê nekin. Di vî warî de jî, rêberiya Yehowa ji bo me bifeyde ye. Gava em guh didin rêberiya wî, wijdanê me rihet dimîne û em serê xwe naxin belayê (1. Tîmotêyos 6:9, 10). Bi vî awayî, em dikarin bi dil û can ji Yehowa re îbadetê bikin û dilxweşî û hizûra rastîn bistînin (Îşaya 48:17, 18 bixwîne).

18. Tu çima dixwazî her tim li pey rêberiya Yehowa herî?

18 Di dema tengasiya mezin de û di dema Hukimdariya Hezarsalî de jî, Yehowa wê bê guman bi destê însanan rêberiya me bike (Zebûr 45:16). Eger rêberî ne li gor dilê me be, gelo emê dîsa jî guh bidinê? Cewaba vê pirsê bi vê yekê ve girêdayî ye ku em îro li rêberiya Yehowa çawa dinêrin. Loma, bila em her gav li pey rêberiya Yehowa herin û guh bidin kesên ku wek çavdêrên me hatine tayînkirin (Îşaya 32:1, 2; Îbranî 13:17). Bila em her tim îtibara xwe bi rêberiya Yehowa bînin. Ew me ji her tiştê ku dikare dostaniya me ya bi wî re xera bike dûr digire û li ser rêya jiyana herheyî rêberiya me dike.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Yehowa çawa rêberiya miletê Îsraîlê dikir?

  • Yehowa çawa rêberiya Mesîhiyên pêşîn dikir?

  • Çûyîna li pey rêberiya Yehowa çima ji bo me bifeyde ye?

KILAM 48 Em bi Yehowa re Dimeşin

a Wekî din, Yehowa xizmetkarên xwe bi destê melekekî “ku li pêşiya artêşa Îsraêlê ve dimeşiya” bir Welatê Sozdayî. Wisa tê fehmkirin ku ew melek Mîkaîl bû, yanî Îsa Mesîh (2. Mûsa 14:19; 32:34).

b Ev civîn paşê wek Mekteba Xizmeta Teokratîk hat binavkirin. Îro, ev perwerde di civîna Jiyan û Xizmetê de tê dayîn.

c Li çarçoveya “Rola Koma Rêberiyê” (Birca Çavdêriyê, Sibat 2021, rûp. 18) binêre.