Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 6

KILAM 10 Navê Xwedê Birûmet Bikin!

“Pesnê Navê Xudan Bidin!”

“Pesnê Navê Xudan Bidin!”

“Pesnê Xudan bidin! Pesin bidin, ey evdên Xudan, pesnê navê Xudan bidin!” (ZEBÛR 113:1).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku em çawa dikarin di her fersendê de pesnê navê Yehowa bidin.

1-2. Gava navê Yehowa hat reşkirin, wî bê guman çi hîs kir?

 FERZ bike ku hevalekî te di heqê te de tiştekî xerab gotiye. Tu dizanî ku ev yek derew e, lê hin kes pê bawer dikin. Bi ser de, ew vê îftirayê ji kesên din re jî dibêjin, û ew jî pê bawer dikin. Ji ber ku navê te hatiye reşkirin û mirovên din li ser te xerab difikirin, ma tuyê aciz nebî? (Methelokên Silêman 22:1).

2 Ev mîsal alî me dike ku em fehm bikin ku gava navê Yehowa hat reşkirin, wî çi hîs kir. Melekekî ji jina pêşîn Hewayê re li ser wî derew kir, û wê jî pê bawer kir. Ji ber vê derewê, Adem û Hewayê li hemberî Xwedê serî hilda. Bi vî awayî, guneh û mirin derbasî hemû mirovan bûn (1. Mûsa 3:1-6; Romayî 5:12). Belê, şer, mirin û hemû kul û derdên din ji ber îftiraya Îblîs hatine meydanê. Bê guman dilê Yehowa ji ber vê pir diêşe. Dîsa jî, dilê wî bi hêrs û kînê ve tije nebûye, lê ew her û her “Xwedayê dilxweş” e (1. Tîmotêyos 1:11, NWT).

3. Em çawa dikarin îsbat bikin ku gotinên Îblîs derew in?

3 Ji bo ku em jî îsbat bikin ku Îblîs li ser Yehowa derew kiriye, gerek em guh bidin vî emrî: “Pesnê navê Xudan bidin!” (Zebûr 113:1). Gava em di heqê Xwedê de rastiyê dibêjin, em pesnê navê wî didin. Ma tu jî naxwazî pesnê navê Yehowa bidî? Ka em bala xwe bidin sê nuqteyên muhîm, ên ku dikarin alî me bikin ku em bi dil û can pesnê navê Yehowa bidin.

GAVA EM PESNÊ NAVÊ YEHOWA DIDIN, EM DILÊ WÎ XWEŞ DIKIN

4. Gava em pesnê navê Yehowa didin, ew çima ji me razî dibe? Mîsalekê bide. (Li resim jî binêre.)

4 Gava em pesnê navê Yehowa didin, em dilê wî xweş dikin (Zebûr 119:108). Însanên qisûrdar dixwazin ku kesên din pesnê wan bidin, çimkî ew ji vê yekê cesaretê distînin. Gelo Xwedê jî mîna wan hewceyî pesnan e? Helbet na. Ka li ser vê mîsalê bifikire: Keçikeke biçûk diçe ba bavê xwe, wî hembêz dike û dibêje: “Di temamiya dinyayê de, tu bavê herî baş î!” Bav gelek kêfxweş dibe. Çima? Gelo ew bav hewceyî pesnên keça xwe ye? Helbet na. Dîsa jî, ew dilxweş dibe, çimkî ew dibîne ku keça wî jê hez dike û qedrê wî digire. Wekî din, bav dizane ku sifetên wek hezkirin û qedirgirtin wê alî keça wî bikin ku ew di jiyana xwe de dilxweş bibe. Mîna vê, gava em pesnê Bavê herî baş Yehowa didin, ew ji me razî dibe.

Gava zarokek ji bavê xwe re dibêje ku ew ji wî hez dike, dilê bav xweş dibe. Mîna vê, gava em pesnê navê Yehowa didin, dilê wî xweş dibe. (Li paragrafa 4an binêre)


5. Gava em pesnê Yehowa didin, em kîjan derewa Îblîs eşkere dikin?

5 Gava em pesnê Bavê xweyî ezmanî didin, em îsbat dikin ku Îblîs derewçîn e. Îblîs îdîa dike ku eger em bikevin tengasiyê, emê ji Xwedê re dilsoz nemînin. Ji xeynî vê, ew dibêje ku em tenê ji bo menfaeta xwe ji Yehowa re xizmet dikin (Eyûb 1:9-11; 2:4). Lê Eyûb ji Yehowa re dilsoz ma û îsbat kir ku Îblîs derewçîn e. Ma em jî naxwazin ji Yehowa re dilsoz bimînin? Em gişt dikarin bi hal û hereketên xwe navê Xwedê pîroz bikin û bi dilsozî ji wî re xizmet bikin (Methelokên Silêman 27:11). Çi şerefeke mezin!

6. Em çawa dikarin Dawid Padîşah û Lêwiyan ji xwe re bikin emsal? (Nehemya 9:5)

6 Kesên ku ji Yehowa hez dikin bi dil û can dixwazin pesnê navê wî bidin. Dawid Padîşah wisa gotibû: “Ey canê min, Xudan pîroz ke! Pesnê navê wî yê pîroz bide, ey hemû hebûna min!” (Zebûr 103:1). Dawid dizanibû ku gava mirov pesnê navê Yehowa dide, ew bi eslê xwe pesnê Yehowa dide. Wexta ku em navê Yehowa dibihîzin, şexsiyeta wî, sifetên wî û kirinên wî tên ber çavê me. Dawid dixwest bi “hemû hebûna” xwe, yanî bi dil û can pesnê navê Xwedê bide û wî pîroz bike. Ji bo Lêwiyan jî pîrozkirina navê Yehowa tiştekî pir muhîm bû. Wan bi nefsbiçûkî fehm dikir ku gotinên wan têra pesnê navê Yehowa nakin (Nehemya 9:5 bixwîne). Yehowa bê guman ji pesnên ku wan bi dil û can û bi nefsbiçûkî dida wî, pir razî dibû.

7. Em çawa dikarin di jiyan û xizmeta xwe de pesnê Yehowa bidin?

7 Wexta ku em ji kesên din re dibêjin ku em ji Yehowa hez dikin û ji wî re şikirdar in, em pesnê wî didin. Gava em di xizmetê de ne, hedefa me ya sereke ew e ku em alî mirovan bikin ku ew jî nêzîkî Yehowa bibin (Aqûb 4:8). Em pir hez dikin ku bi destê Kitêba Pîroz nîşanî mirovan bidin ku Yehowa yekî çawa ye, û em ji wan re behsa hezkirin, edalet, hîkmet û qudreta wî dikin. Wekî din, em xîret dikin ku Yehowa ji xwe re bikin emsal (Efesî 5:1). Gava em wisa dikin, kesên din dibînin ku em ji mirovên vê dinyaya xerab cuda ne (Meta 5:14-16). Wexta ku em di jiyana rojane de bi mirovan re xeber didin, em dikarin ji wan re zelal bikin ku em çima li gor Kitêba Pîroz dijîn. Ev yek dikare alî kesên dilpak bike ku ew nêzîkî Yehowa bibin. Gava em bi van rêyan pesnê Yehowa didin, em dilê wî xweş dikin (1. Tîmotêyos 2:3, 4).

GAVA EM PESNÊ NAVÊ YEHOWA DIDIN, EM DILÊ ÎSA MESÎH XWEŞ DIKIN

8. Îsa Mesîh çawa pesnê navê Yehowa daye?

8 Li erd û ezmanan, kesê ku Yehowa herî baş nas dike, Îsa Mesîh e (Meta 11:27). Ew ji Bavê xwe hez dike, û wî ji her kesî zêdetir pesnê navê Yehowa daye (Yûhena 14:31). Li şeva berî mirina xwe, wî di duayekê de ji Bavê xwe re wisa gotibû: “Min navê te bi wan da zanîn” (Yûhena 17:26). Maneya vê çi ye?

9. Îsa Mesîh bi destê çîrokekê çawa bala mirovan kişand ser sifetên Xwedê?

9 Îsa Mesîh ne tenê ji mirovan re digot ku navê Xwedê çi ye. Cihûyên ku Îsa Mesîh bi wan re xeber dida jixwe dizanibû ku navê Xwedê Yehowa ye. Lê belê, Îsa Mesîh “bi xwe ew da zanîn” (Yûhena 1:17, 18). Mesela, Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî nîşan didin ku Yehowa yekî dilrehm û dilovan e (2. Mûsa 34:5-7). Wexta ku Îsa Mesîh çîroka kurê windabûyî û bavê wî vegot, wî bala mirovan kişand ser van sifetên Xwedê. Di çîrokê de, gava bav kurê xweyî tobedar “hê ji dûr ve” dît, “ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe” û ew ji dil efû kir. Ev çîrok nîşanî me dide ku dilrehmî û dilovaniya Yehowa çi qas mezin e (Lûqa 15:11-32). Belê, Îsa Mesîh bi zelalî nîşan daye ku Bavê wî bi rastî yekî çawa ye.

10. (a) Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh navê Bavê xwe dianî zimên û dixwest ku kesên din jî wisa bikin? (Marqos 5:19) (Li resim jî binêre.) (b) Îsa Mesîh dixwaze ku em çi bikin?

10 Gelo Îsa Mesîh dixwest ku kesên din jî navê Bavê wî bi kar bînin? Belê. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, hin alimên dînî belkî difikirîn ku navê Xwedê ew qas pîroz e ku gerek mirov wî neyne zimên. Lê belê, Îsa Mesîh tu caran îzin nedida ku urf û adetên wisa – yên ku bi eslê xwe li dijî Nivîsarên Pîroz in – bibin sebeb ku ew navê Bavê xwe pîroz neke. Ka bîne bîra xwe ku gava Îsa Mesîh li herêma xelkê Gerasînayê zilamekî ku bi cin ketibû qenc kir, çi çêbû. Mirovên herêmê ditirsiyan, û wan dixwest ku Îsa Mesîh ji wê derê here, ew jî çû (Marqos 5:16, 17). Dîsa jî, Îsa Mesîh dixwest ku navê Yehowa li wê derê bê îlankirin. Loma, wî ji zilamê qencbûyî re got ku bila ew ji xelkê re bibêje ku Yehowa ji bo wî çi kir, ne ku Îsa Mesîh çi kir (Marqos 5:19 ji wergera NWT bixwîne). a Îsa Mesîh dixwaze ku em jî wisa bikin – ku em navê Bavê wî li seranserê dinyayê îlan bikin! (Meta 24:14; 28:19, 20). Wexta ku em wisa dikin, em dilê padîşahê xwe Îsa Mesîh xweş dikin.

Îsa Mesîh ji zilamê ku berê bicinketî bû re got ku bila ew ji xelkê re bibêje ku Yehowa çawa alî wî kir. (Li paragrafa 10an binêre)


11. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku bila ew ji bo çi dua bikin, û ev yek çima muhîm e? (Hêzekîêl 36:23)

11 Îsa Mesîh dizanibû ku armanca Yehowa ev e ku navê xwe pîroz bike û ji hemû leke û derewan paqij bike. Ji ber vê yekê, Efendiyê me ji şagirtên xwe re got ku bila ew wisa dua bikin: “Bavê meyî li ezmanan, bila navê te pîroz be” (Meta 6:9, NWT). Îsa Mesîh rind fehm dikir ku di temamiya gerdûnê de, doza herî mezin ev e (Hêzekîêl 36:23 bixwîne). Îsa Mesîh ji her kesî zêdetir xîret kiriye ku navê Yehowa pîroz bike. Dîsa jî, gava ew ji aliyê dijminên xwe ve hat girtin, wan îdîa kir ku ew qedrê Xwedê nagire. Îsa Mesîh bê guman reşkirina navê Xwedê wek sûcê herî mezin didît. Loma, ew pir aciz bû ji ber ku ev sûc hat avêtin ser wî. Sebebê sereke ku Îsa Mesîh wê şevê ew qas bikeser bû, belkî ev bû (Lûqa 22:41-44).

12. Îsa Mesîh çawa li gel tengasiyan navê Bavê xwe pîroz kir?

12 Ji bo ku navê Bavê xwe pîroz bike, Îsa Mesîh li hemberî îşkence, heqaret û îftirayê sebir kir. Wî di her tiştî de guh dabû Bavê xwe û qet guneh nekiribû, loma ew serbilind bû (Îbranî 12:2). Wekî din, wî fehm dikir ku di wan saetên reş û tarî de, Îblîs rasterast hicûmî wî dike (Lûqa 22:2-4; 23:33, 34). Îblîs bê guman dixwest dilsoziya Îsa Mesîh bişikênanda, lê ew bi ser neket. Îsa Mesîh îsbat kir ku Îblîs derewçîn e û ku xizmetkarên Xwedê yên dilsoz hene, ên ku li gel tengasiyan jî dev ji dilrastiya xwe bernadin.

13. Tu çawa dikarî dilê Îsa Mesîh xweş bikî?

13 Eger tu dixwazî dilê padîşahê xwe Îsa Mesîh xweş bikî, pesnê navê Yehowa bide û alî kesên din bike ku ew jî Xwedayê me rind nas bikin. Gava tu wisa dikî, tu li ser şopên Îsa Mesîh dimeşî (1. Petrûs 2:21). Wek Îsa Mesîh, tu dilê Yehowa xweş dikî û îsbat dikî ku dijminê wî Îblîs derewçînekî bênamûs e.

GAVA EM PESNÊ NAVÊ YEHOWA DIDIN, EM RÊYA JIYANÊ NÎŞANÎ MIROVAN DIDIN

14-15. Çima pir muhîm e ku em mirovan di heqê Yehowa de hîn bikin?

14 Gava em pesnê navê Yehowa didin, em rêya jiyanê nîşanî mirovan didin. Gelo çawa? Îblîs “hişê bêbaweran kor kiriye” (2. Korîntî 4:4). Ji ber vê yekê, gelek mirov bi derewên Îblîs hatine xapandin û bawer dikin ku Xwedê tune ye, ji me dûr e yan xema me naxwe. Gelek kes Xwedê wek yekî zalim dibînin, ê ku gunehkaran di cehenemê de dişewitîne. Armanca van derewan ev e ku navê Yehowa bê reşkirin yan veşartin, da ku mirov ji wî dûr bikevin û nebin dostên wî. Lê belê, gava em mizgîniyê belav dikin, em armanca Îblîs xera dikin. Em rastiya di heqê Xwedê de ji mirovan re îlan dikin û pesnê navê wî yê pîroz dikin. Gelo netîceya keda me çi ye?

15 Qeweta rastiyên Kitêba Pîroz pir mezin e. Wexta ku em ji mirovan re behsa Yehowa û sifetên wî dikin, em dibînin ku bandora derewên Îblîs çawa her ku diçe winda dibe û çavên mirovan vedibin. Hêdî hêdî, ew fehm dikin ku Bavê meyî dilovan yekî çawa ye, û ew ji qudreta wî ya bêsînor re heyran dimînin (Îşaya 40:26). Ew îtibara xwe bi edaleta wî ya bêqisûr tînin (5. Mûsa 32:4). Ew ji hîkmeta wî ya kûr gelek tiştan hîn dibin (Îşaya 55:9; Romayî 11:33). Û gava ew hîn dibin ku Xwedê bi xwe hezkirin e, dilê wan rihet dibe (1. Yûhena 4:8). Her ku ew nêzîktirî Yehowa dibin, hêviya jiyana herheyî dilê wan digire. Çi îmtiyazeke mezin e ku em dikarin alî mirovan bikin ku ew nêzîktirî Bavê xwe bibin! Gava em vî îşî dikin, Yehowa me wek hevalkarên xwe dibîne (1. Korîntî 3:5, 9).

16. Hînbûna navê Xwedê li ser hin kesan çawa tesîr kiriye?

16 Di serî de, belkî bes e ku em ji mirovan re bibêjin ku navê Xwedê çi ye. Ev rastî dikare li ser kesên dilpak tesîr bike. Mesela, ka bala xwe bide serpêhatiya jinikeke ciwan a bi navê Aaliyah b, ya ku li dînekî ku ne li ser Kitêba Pîroz ava bûye, mezin bûbû. Wê xwe nêzîkî Xwedê û dînê xwe hîs nedikir. Lê belê, piştî ku wê bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, nêrîna wê hat guhertin, û wê Xwedê êdî wek dostê xwe didît. Gava wê dît ku navê Xwedê ji gelek tercûmeyên Kitêba Pîroz hatiye derxistin û peyvên wek “Xudan” yan “Reb” li şûna vî navî hatine bikaranîn, ew ecêbmayî bû. Roja ku wê bihîst ku navê Xwedê Yehowa ye, ew pir şa bû. Wê got: “Meger navê dostê minî herî baş heye!” Vê yekê li ser wê çawa tesîr kir? Ew dibêje: “Hizûr ketiye dilê min. Ji bo min şerefeke mezin e ku ez navê Xwedê dizanim.” Muzîkvanekî bi navê Steve ji malbateke Cihûyên dîndar bû. Lê ji ber durûtiya dîn û baweriyan, wî xwe ji wan dûr digirt. Dîsa jî, piştî mirina diya xwe, gava hevalekî wî bi Şahidên Yehowa re Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, ew jî carekê bi wan re rûnişt. Gava Steve navê Xwedê bihîst, vê yekê li ser dilê wî tesîr kir. Ew dibêje: “Min navê Xwedê qet nebihîstibû. Cara pêşîn, min dît ku Xwedê yekî rastîn e. Min fehm kir ku Xwedê dostê min e.”

17. Tu çima dixwazî her gav pesnê navê Yehowa bidî? (Li resim jî binêre.)

17 Gava tu mizgîniyê belav dikî û mirovan hîn dikî, gelo tu ji wan re dibêjî ku navê Xwedê Yehowa ye? Gelo tu ji wan re dibêjî ku Xwedayê me bi rastî yekî çawa ye? Wexta ku tu wisa dikî, tu pesnê navê Xwedê didî. Alî mirovan bike ku ew Yehowa baştir nas bikin û rêya jiyanê bibînin. Bi vî awayî, tu dikarî padîşahê xwe Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirî û dilê Bavê xweyî dilovan Yehowa xweş bikî. Belê, “her û her pesnê navê” wî bide! (Zebûr 145:2).

Gava em ji mirovan re dibêjin ku navê Xwedê Yehowa ye û ew yekî çawa ye, em pesnê navê wî didin. (Li paragrafa 17an binêre)

GAVA EM PESNÊ NAVÊ XWEDÊ DIDIN …

  • dilê Yehowa çima xweş dibe?

  • dilê Îsa Mesîh çima xweş dibe?

  • em çawa rêya jiyanê nîşanî mirovan didin?

KILAM 2 Yehowa Navê Te ye

a Wisa tê fehmkirin ku gava Marqos behsa gotinên Îsa Mesîh kir, wî navê Xwedê bi kar anî. Ji ber vê yekê, navê Xwedê di Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz de dîsa hatiye nivîsandin.

b Navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.