MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 8
KILAM 130 Hevdû Efû Bikin
Em Çawa Dikarin Efûkariya Yehowa ji Xwe re Emsal Bigirin?
“Çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin” (KOLOSÎ 3:13, Mizgînî).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin kesekî ku dilê me êşandiye efû bikin.
1-2. (a) Kengê bi xisûsî zor e ku mirov kesekî efû bike? (b) Xwişkeke me çi kir?
GELO li te zor tê ku kesên din efû bikî? Bi rastî jî ev yek ji bo gelek kesan ne hêsan e, bi xisûsî eger dilê wan pir hatibe êşandin. Lê belê, em dikarin hin tiştan bikin ku ji hêrsa xwe bifilitin û efûkar bin. Mesela, ka binêre ku çi hatibû serê xwişkeke me ya bi navê Denise a. Di sala 2017an de, xwişka me bi malbata xwe re çûbû ku Merkeza Cîhanî ya Şahidên Yehowa, ya ku nû hatibû avakirin, bibîne. Gava ew vedigeriyan malê, şofêrekî din kontrola erebeya xwe winda kir û li erebeya wan xist. Di qezayê de, xwişka me ji xwe ve çû. Wexta ku ew hat ser hişê xwe, wê bihîst ku zarokên wê giran birîndar in û zilamê wê Brian jiyana xwe ji dest daye. Xwişka me dibêje: “Ez bêçare û perîşan bûm.” Paşê, jê re gotin ku sebebê qezayê ne ev bû ku şofêr serxweş bû yan bala xwe dabû telefona xwe yan tiştekî din. Loma, wê ji Yehowa xwest ku ew hizûrê bide wê.
2 Şofêrê ku li wan xistibû hat girtin û mehkemekirin. Eger mehkemeyê qerar bidaya ku ew sûcdar e, wî dikaribû biketa hebsê. Lê belê, memûrekî mehkemeyê ji xwişka me re got ku qerara mehkemeyê wê bi gotinên wê ve girêdayî be. Xwişka me dibêje: “Min xwe wisa hîs dikir qey kesekî birîna min vekir û tijî xwê kir, çimkî lazim bû ku ez dîsa behsa wê roja xerab bikim.” Çend hefte bi şûn de, xwişka me li ber mehkemeyê bû û xwe hazir dikir ku li ser zilamê ku bûbû sebebê qezayê, şahidiyê bike. Gelo xwişka me çi kir? Wê ji hakim rica kir ku bila ew rehmê li wî bike. b Gava gotinên wê xelas bûn, hakim dest pê kir ku bigirî. Wî got: “Êdî 25 sal e ku ez hakim im, lê min di mehkemeyê de tu caran tiştekî wisa nebihîstibû. Merivên kesên ku zerar dîtiye tu caran ji bo kesên sûcdar rehmê naxwazin. Li vir, ez tu caran gotinên dilovan û efûkar nabihîzim.”
3. Çi alî xwişka me kir ku ew efûkar be?
3 Gelo çi alî xwişka me kir ku ew efûkar be? Ew li ser efûkariya Yehowa kûr fikirîbû (Mîka 7:18). Belê, eger em ji bo efûkariya Yehowa şikirdar bin, emê bixwazin mîna wî li hemberî kesên din efûkar bin.
4. Yehowa dixwaze ku em çi bikin? (Efesî 4:32)
4 Çawa ku Yehowa em efûkirine, ew li bendê ye ku em jî kesên din efû bikin (Efesî 4:32 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne). Ew dixwaze ku em kesên ku dilê me êşandiye efû bikin (Zebûr 86:5; Lûqa 17:4). Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin sê tiştên ku dikarin alî me bikin ku em zêdetir efûkar bin.
ÇAVÊ XWE LI SER HÎSÊN XWE NEGIRE
5. Li gor Methelokên Silêman 12:18, gava kesek dilê me diêşîne, dibe ku tesîra vê ya li ser me çi be?
5 Dibe ku em ji ber gotin yan kirinên kesekî din pir xemgîn bin, bi xisûsî eger ev kes dost yan merivekî me ye (Zebûr 55:12-14). Carinan, êşa dilê me dikare ew qas mezin be qey kesekî em bi şûrekî birîndar kir (Methelokên Silêman 12:18 bixwîne). Em belkî xîret dikin ku çavê xwe li ser êşa xwe bigirin. Lê eger em wisa bikin, ev yek bi eslê xwe wisa dibe qey em şûr di hundirê birînê de dihêlin. Mîna vê, eger em çavê xwe li ser hîsên xwe bigirin, dibe ku em nikarin ji van hîsan bifilitin.
6. Gava kesek dilê me diêşîne, dibe ku reaksiyona me çi be?
6 Gava kesek dilê me diêşîne, dibe ku em di serî de hêrs bikevin. Li gor Kitêba Pîroz, ev yek reaksiyoneke normal e. Lê belê, gerek em bihêrs nemînin (Zebûr 4:4; Efesî 4:26). Gelo çima? Çimkî hîsên me gelek caran ser hereketên me tesîr dikin, û eşkere ye ku netîceyên hêrsê ne baş in (Aqûb 1:20). Ji bîr neke: Belkî ne di destê me de ye ku em hêrs bikevin yan na, lê belê, di destê me de ye ku em bihêrs bimînin yan na!
Belkî ne di destê me de ye ku em hêrs bikevin yan na, lê belê, di destê me de ye ku em bihêrs bimînin yan na!
7. Gava kesek dilê me diêşîne, dibe ku em xwe çawa hîs bikin?
7 Piştî ku kesekî xerabî li me kiriye, dibe ku em xwe xerab hîs bikin. Mesela, xwişkeke bi navê Ann wisa dibêje: “Gava ez zarok bûm, bavê min diya min terk kir û bi jinika ku li min dinêrî re zewicî. Min xwe bêkes hîs dikir. Gava zarokên wan çêbûn, ji bo min wisa bû qey wan cihê min girt. Gava ez mezin dibûm, min wisa hîs dikir qey malbata min ji min hez nake.” Xwişkeke bi navê Georgette di heqê zinaya zilamê xwe de wisa dibêje: “Em ji zaroktiya xwe ve hevalên hev bûn, û me bi hev re xizmeta pêşengiyê kiribû. Ez bi rastî jî dilşikestî bûm. Dilê min pir diêşiya.” Xwişkeke bi navê Naomi jî wisa dibêje: “Min tu caran texmîn nekiribû ku zilamê min wê dilê min biêşîne. Loma, gava wî îtiraf kir ku wî li pornografiyê temaşe dikir û ev yek ji min vedişart, min xwe xapandî hîs kir.”
8. (a) Çima muhîm e ku em kesên din efû bikin? (b) Hin feydeyên efûkirinê çi ne? (Li çarçoveya “ Eger Birîna Me Kûr Be, Gerek Em Çi Bikin?” binêre.)
8 Em nikarin gotin û kirinên kesên din kontrol bikin, lê em dikarin xîret bikin ku reaksiyona xwe kontrol bikin. Gelek caran, reaksiyona herî baş ev e ku em qisûrên mirovan efû bikin. Gelo çima? Çimkî em ji Yehowa hez dikin, û ew dixwaze ku em efûkar bin. Eger em li dijî kesên ku dilê me êşandiye bihêrs bimînin û wan efû nekin, îhtimal heye ku em tiştekî bêaqil bikin yan jî zerarê bidin siheta xwe (Methelokên Silêman 14:17, 29, 30). Xwişka me Christine wisa dibêje: “Gava ez li ser êşa xwe difikirim, rûyê min nakene. Di demên wisa de, ez xwarinên bêfeyde dixwim û têra xwe ranazim. Hingê li min zor tê ku ez hîsên xwe kontrol bikim, û ev yek ser zewaca min û ser hevaltiya min ya bi kesên din re xerab tesîr dike.”
9. Çima gerek em dev ji xeydê berdin?
9 Eger kesê ku dilê me êşandiye ji ber kirinên xwe poşman nebe jî, ne lazim e ku em xemgîn bimînin. Xwişka me Georgette dibêje: “Bi zeman re, min dev ji xeyd û hêrsa xwe ya li hemberî zilamê xweyî berê berda. Di netîceyê de, hizûreke mezin ket dilê min.” Ji bo ku dilê me li hemberî kesên din sar nebe, bi rastî jî muhîm e ku em dev ji xeydê berdin. Wekî din, gava em dev ji xeydê berdidin, fersenda me çêdibe ku em ji jiyanê zêdetir kêfê bistînin, çimkî em êdî li ser meseleyê nasekinin (Methelokên Silêman 11:17). Lê eger hê li me zor tê ku em kesê ku dilê me êşandiye efû bikin, em dikarin çi bikin?
SERÎ BI HÎSÊN XWE RE DERXÎNE
10. Ji bo ku em serî bi hîsên xwe re derxînin, dibe ku çima ji me re wext lazim be? (Li resiman jî binêre.)
10 Gelo em çawa dikarin serî bi hîsên xwe re derxînin? Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Piştî ku kesek giran birîndar bûye, wext lazim e ku ew qenc bibe. Mîna vê, dibe ku ji me re wext lazim be heta ku em hazir bin ku kesekî ji dil efû bikin (Waiz 3:3; 1. Petrûs 1:22).
11. Duakirin çawa dikare alî te bike ku tu efûkar bî?
11 Ji Yehowa re dua bike û alîkariyê bixwaze ku tu efûkar bî. c Xwişka me Ann dibêje ku duakirinê çawa alî wê kiriye: “Min ji Yehowa rica kir ku bila ew me hemûyan ji bo gotin û kirinên me yên nebaş efû bike. Paşê min ji bavê xwe û pîreka wî ya nû re nameyek nivîsand û got ku ez wan efû dikim.” Ev yek ji bo xwişka me qet ne hêsan bû. Dîsa jî, ew dibêje: “Hêviya min ev e ku eger ez xîret bikim ku efûkariya Yehowa ji xwe re emsal bigirim, bavê min û pîreka wî jî wê bixwazin Yehowa nas bikin.”
12. Çima lazim e ku em xwe bispêrin Yehowa, ne hîsên xwe? (Methelokên Silêman 3:5, 6)
12 Xwe bispêre Yehowa, ne hîsên xwe (Methelokên Silêman 3:5, 6 bixwîne). Yehowa rind dizane ku çi ji bo me bifeyde ye (Îşaya 55:8, 9). Ew tu caran naxwaze ku em tiştekî ku dikare zerarê bide me, bikin. Loma, madem ku ew ji me re dibêje ku bila em efûkar bin, em dikarin bawer bin ku ev yek ji bo me bifeyde ye (Zebûr 40:4; Îşaya 48:17, 18). Ji aliyê din ve, eger em xwe bispêrin hîsên xwe, îhtimal heye ku em hin kesan tu caran efû nekin (Methelokên Silêman 14:12; Yêremya 17:9). Xwişka me Naomi dibêje: “Di serî de, ez difikirîm ku ne lazim e ku ez zilamê xwe efû bikim ji ber ku wî li pornografiyê temaşe kiribû. Ez ditirsiyam ku ewê dilê min dîsa biêşîne yan ji bîr bike ku wî çi qas êş dabû min. Wekî din, ez difikirîm ku Yehowa hîsên min fehm dike. Lê paşê, min fehm kir ku nêrîna min ne rast e. Belê, Yehowa hîsên min fehm dike, lê ev yek nayê maneya ku ew bi hîsên min qayîl e. Ew dizane ku ez çi hîs dikim û ku ji min re wext lazim e ku ez qenc bibim. Lê ji aliyê din ve, Yehowa dixwaze ku ez efûkar bim.” d
NÊRÎNA XWE BIGUHERÎNE
13. Li gor Romayî 12:18-21, gerek em çi bikin?
13 Gava em kesekî ku dilê me êşandiye efû dikin, ne bes e ku em êdî li ser meseleyê xeber nedin. Eger kesê ku dilê me êşandiye xwişk yan birayê me ye, em dixwazin pê re li hev werin (Meta 5:23, 24). Li şûna ku em hêrs bin û kînê bajon, em dixwazin dilrehm û efûkar bin (Romayî 12:18-21 bixwîne; 1. Petrûs 3:9). Gelo em çawa dikarin vêya bikin?
14. Gerek em çi bikin, û çima?
14 Gerek em xîret bikin ku li kesê ku dilê me êşandiye bi çavê Yehowa binêrin. Yehowa bala xwe dide xisûsiyetên baş ên mirovan (2. Dîrokan 16:9; Zebûr 130:3). Eger em li xisûsiyetên nebaş ên mirovan bigerin, emê wan helbet bibînin. Lê ji bo ku li me hêsantir bê ku em mirovan efû bikin, gerek em bala xwe bidin xisûsiyetên wan ên baş. Birayekî bi navê Jarrod dibêje: “Gava ez qisûra birayekî bi xisûsiyetên wî yên baş muqayese dikim, li min hêsantir tê ku wî efû bikim.”
15. Wê çima baş be ku em ji kesê ku dilê me êşandiye re bibêjin ku me ew efû kiriye?
15 Wekî din, wê baş be ku em ji kesê ku dilê me êşandiye re bibêjin ku em wî efû dikin. Gelo çima? Xwişka me Naomi dibêje: “Zilamê min ji min dipirsî: ‘Gelo tu min efû dikî?’ Lê min nikaribû jê re bigota: ‘Belê, ez te efû dikim.’ Min fehm kir ku di dilê xwe de, min ew bi rastî efû nekiribû. Lê bi zeman re, min êdî dikaribû van gotinên muhîm bibêjim: ‘Min tu efû kirî.’ Gava min zilamê xwe efû kir, çavên wî tijî hêstiran bûn, û hizûr ket dilê min. Ji wê demê û pê ve, min ji nû ve îtibara xwe bi wî aniye, û em dîsa bûne dostên hev.”
16. Tu di heqê efûkirinê de çi hîn bûyî?
16 Yehowa dixwaze ku em efûkar bin (Kolosî 3:13). Ev yek helbet ne hêsan e, lê dîsa jî, em dikarin serkeftî bin. Ji bo vê, gerek em çavê xwe li ser hîsên xwe negirin, lê xîret bikin ku serî bi wan re derxînin. Paşê, em dikarin nêrîna xwe biguherînin (li çarçoveya “ Sê Gavên Bifeyde” binêre).
BALA XWE BIDE FEYDEYÊN EFÛKIRINÊ
17. Feydeyên efûkirinê çi ne?
17 Gelek sebebên me hene ku em efûkar bin. A yekê, em dixwazin dilovaniya bavê xwe Yehowa ji xwe re bikin emsal (Lûqa 6:36). A diduyan, em şikirdar in ji ber ku Yehowa em efû kirine (Meta 6:12). A sisêyan, efûkarî ji bo siheta me bifeyde ye û alî me dike ku em dost û hevalên xwe winda nekin.
18-19. Dibe ku netîceya efûkariya me çi be?
18 Gava em kesên din efû dikin, dibe ku em bereketên mezin bistînin. Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Denise’ê, ya ku me di destpêka meqaleyê de behsa wê kiribû. Wê demê xwişka me nizanibû ku zilamê ku bûbû sebebê qezayê qerar dabû ku piştî mehkemeyê xwe bikuje. Lê belê, efûkariya Denise’ê ser wî ew qas tesîr kir ku wî bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir.
19 Belkî ji bo me jî pir zor e ku em kesekî efû bikin. Lê belê, feydeyên vê yekê pir mezin in (Meta 5:7). Loma, bila em çi ji destê me tê bikin, da ku em efûkariya Yehowa ji xwe re bikin emsal!
KILAM 125 Xwezî bi Yên ku Dilrehm in!
a Hin nav hatine guhertin.
b Di halekî wisa de, lazim e ku her şagirtê Îsa Mesîh xwe bi xwe qerarê bide ku çi bike.
c Bala xwe bide gotinên kilamên 125 (“Xwezî bi Yên ku Dilrehm in!”) û 130yî (“Hevdû Efû Bikin”).
d Temaşekirina li pornografiyê tiştekî xerab e û guneh e. Dîsa jî, li gor Kitêba Pîroz ev yek sebebekî ji bo hevberdanê nîne.