Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 6

KILAM 18 Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in

Em Çima ji bo Efûkariya Yehowa Spasdar in?

Em Çima ji bo Efûkariya Yehowa Spasdar in?

“Xwedê ji dinyayê ew qas hez kir ku wî Kurê xweyî yekta da” (YÛHENA 3:16).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku Yehowa gunehên me li ser esasê çi efû dike.

1-2. Halê însanan dişibe halê kê? Mîsalekê bide.

 XORTEKÎ ku di malbateke dewlemend de mezin bûye, bîne ber çavê xwe. Rojekê, qezayek çêdibe û dê û bavê wî dimirin, û ji ber vê yekê, ew pir xemgîn e. Lê ji xeynî vê, tiştekî din jî tê serê vî xortî: Ew dibihîze ku dê û bavê wî hemû mal û milkê xwe û pereyên xwe xerc kiribûn û bi ser de ketibûn bin deynên mezin. Niha, li şûna ku ew bibe xwediyê mal û milk, ew dibe xwediyê deynan. Kesên ku pere bi deyn dabû dê û bavê wî zorê li wî didin ku ew pereyên wan zû vegerîne. Deyn ew qas mezin e ku qeweta wî nagihîje ku vî deynî dade.

2 Ji hin aliyan ve, rewşa me dişibe rewşa vî xortî. Însanên pêşîn Adem û Hewa însanên bêqisûr bûn, û ew di ceneteke bedew de dijiyan (1. Mûsa 1:27; 2:7-9). Fersenda wan hebû ku heta hetayê bi dilxweşî bijîn. Lê ji nişka ve, halê wan guherî. Wan hem warê xwe hem jî fersenda jiyana bêdawî winda kir. Gelo wan ji zarokên xwe re çi mîras hişt? Kitêba Pîroz dibêje: “Bi destê yek mirovî [yanî Adem] guneh ket dinyayê, û ji guneh mirin hat. Bi vî awayî mirin derbasî hemû mirovan bû” (Romayî 5:12). Belê, mîrasa ku Adem ji me re hiştiye, guneh û mirin e. Gunehê mîrasgirtî wek deynekî mezin e, yê ku qeweta me nagihîje ku em wî dadin (Zebûr 49:8).

3. Gunehên me çima dişibin deynan?

3 Îsa Mesîh guneh dişibandin deynan (Meta 6:12; Lûqa 11:4). Gava em guneh dikin, em dikevin bin deynan, û heqê Yehowa heye ku berdêla guneh ji me bixwaze. Eger ev deyn neyê dadan, ew ancax bi mirina me îbtal dibe (Romayî 6:7, 23).

4. (a) Eger Xwedê alî me nekira, çi wê bihata serê me hemûyan? (Zebûr 49:7-9) (b) Kitêba Pîroz peyva “guneh” çawa bi kar tîne? (Li çarçoveya li ser peyva “ Guneh” binêre.)

4 Bi qeweta xwe, em nikarin tiştên ku Adem û Hewayê winda kiribûn, ji nû ve bi dest bixin (Zebûr 49:7-9 bixwîne). Eger Xwedê alî me nekira, fersenda me wê tune bûya ku em heta hetayê bijîn yan ji mirinê bên rakirin. Bi eslê xwe, mirina me wê bibûya mîna mirina heywanan (Waiz 3:19; 2. Petrûs 2:12).

5. Bavê meyî dilovan çawa alî me kiriye? (Li resim binêre.)

5 Xortê ku me behsa wî kiribû dîsa bîne ber çavê xwe. Eger zilamekî dewlemend bihata û bigota ku ew hazir e ku hemû deynên wî dade, ma ewê ji ber vê teklîfa comerd pir şa nebûya? Mîna vê, Bavê meyî dilovan Yehowa hediyeyek daye me, ya ku deynê guneh, ê ku me ji Adem mîras standiye, dadide. Îsa Mesîh wisa got: “Xwedê ji dinyayê ew qas hez kir ku wî Kurê xweyî yekta da, da ku her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne, helak nebe, lê jiyana herheyî bi dest bixe” (Yûhena 3:16). Wekî din, bi saya vê hediyeyê, em dikarin bibin dostên Yehowa.

Îsa Mesîh ji mirovan re behsa efûkirina gunehan a li ser esasê fîdyeyê dikir (Yûhena 3:16). Paşê, wî canê xwe bi dilxwazî feda kir ku fîdyeyê bide (Li paragrafa 5an binêre)


6. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi, û çima?

6 Ji bo ku gunehên me – yanî deynên me – bên efûkirin, gelo em çawa dikarin ji vê hediyeya xweş feydeyê bistînin? Ji bo şîrovekirina vê mijarê, Kitêba Pîroz gotinên wek lihevhatin, kefaret, fîdye, azadbûn û rastdarderketin bi kar tîne. Di vê meqaleyê de, emê li ser maneya her yek ji van gotinan bisekinin. Her ku em li ser vê yekê bifikirin ku Yehowa em çawa efûkirine, emê jê re hê jî zêdetir şikirdar bin.

ARMANC: LIHEVHATIN

7. (a) Wekî din, Adem û Hewayê çi winda kir? (b) Ji ber ku em zarokên Adem û Hewayê ne, em hewceyî çi ne? (Romayî 5:10, 11)

7 Ji xeynî vê ku Adem û Hewayê fersenda jiyana herheyî winda kir, wan dostaniya xwe ya bi Bavê xwe Yehowa re jî winda kir. Di serî de, Adem û Hewa aîdî malbata Xwedê bûn (Lûqa 3:38). Lê gava wan li hemberî Yehowa serî hilda, ew ji malbata wî hatin derxistin berî ku zarokên wan çêbûn (1. Mûsa 3:23, 24; 4:1). Em zarokên wan in, loma hewcedariya me heye ku em bi Yehowa re li hev werin (Romayî 5:10, 11 û jêrenotê bixwîne). Yanî, lazim e ku xîret bikin ku em bibin dostên wî. Li gor çavkaniyekê, peyva Yûnanî, ya ku wek “li hev hatin” hatiye tercûmekirin, dikare bê maneya ku kesek “dijminê xwe dike dostê xwe”. Çi balkêş e ku Yehowa gava pêşîn avêtiye, da ku ev yek çêbe. Gelo wî çi kir?

RÊ: KEFARET

8. Kefaret çi ye?

8 Bi destê kefaretê, Yehowa Xwedê rê vekiriye ku mirovên gunehkar ji nû ve bibin dostên wî. Maneya vê ev e ku li şûna tiştekî windabûyî, tiştekî din, ê ku qîmeta wî eynî ye, bê dayîn. Bi vî awayî, tiştê windabûyî yan xerabûyî dikare ji nû ve bê standin (Romayî 3:25). Bi saya kefaretê, em dikarin bi Xwedê re di aştiyê de bin û bibin dostên wî.

9. Ji bo demekê, Yehowa ji bo efûkirina gunehên Îsraîliyan sîstemeke çawa bi kar dianî?

9 Ji bo ku gunehên Îsraîliyan bên efûkirin û ew bikarin bibin dostên Yehowa, wî ji bo demekê rêyeke xisûsî bi kar dianî. Sal bi sal, Îsraîliyan Roja Kefaretê pîroz dikir. Wê rojê, kahînê mezin ji bo xêra xelkê qurban pêşkêş dikirin. Heywanên qurbankirî helbet nikaribû gunehên kesekî bi temamî rakin, çimkî qîmeta heywanan ji qîmeta însanan kêmtir e. Dîsa jî, heta ku Îsraîliyên tobedar qurbanên li gor Qanûna Mûsa pêşkêş dikirin, Yehowa hazir bû ku gunehên wan efû bike (Îbranî 10:1-4). Wekî din, Qanûna Mûsa û qurbanên ku Îsraîliyan bi dewamî pêşkêş dikirin dianî bîra wan ku ew gunehkar in û hewceyî çareyeke baştir in.

10. Ji bo ku gunehên me bên efûkirin, Yehowa çi kir?

10 Ji bo efûkirina gunehan, Yehowa dixwest tiştekî baştir bike. Loma, wî Kurê xweyî ezîz şand dinyayê ku ji bo hildana “gunehên gelekan” bê “pêşkêşkirin” (Îbranî 9:28, Mizgînî). Îsa Mesîh bi vî awayî “canê xwe ji bo gelekan wek fîdye” da (Meta 20:28). Gelo fîdye çi ye?

BERDÊL: FÎDYE

11. (a) Li gor Kitêba Pîroz, fîdye çi ye? (b) Fîdyeyê çawa dikaribû bê dayîn?

11 Li gor Kitêba Pîroz, fîdye berdêla ji bo kefaret û lihevhatinê ye a. Li ber çavê Yehowa, fîdye fersendê dide ku tiştên windabûyî ji nû ve bên bidestxistin. Gelo çawa? Adem û Hewayê hem bêqisûriya xwe hem jî fersenda jiyana herheyî winda kiribûn. Loma, lazim bû ku qîmeta fîdyeyê bi qasî qîmeta tiştên windabûyî be (1. Tîmotêyos 2:6). Tenê mirovekî gihîştî, yê ku (1) bêqisûr e, (2) fersenda wî heye ku heta hetayê li dinyayê bijî û (3) hazir e ku canê xwe ji bo xêra me feda bike yan qurban bike, dikaribû fîdyeyê bide. Yanî, tenê jiyana kesekî wisa dikaribû ji bo jiyana windabûyî bibe kefaret.

12. Îsa Mesîh çima ji bo tedarekkirina fîdyeyê minasib bû?

12 Ka bala xwe bidê ku Îsa Mesîh çima ji bo dayîna fîdyeyê minasib bû: (1) Ew bêqisûr bû, yanî “wî guneh nekir” (1. Petrûs 2:22, Mizgînî). (2) Ji ber vê yekê, heqê wî hebû ku heta hetayê li dinyayê bijî. (3) Ew hazir bû ku jiyana xwe ji bo me feda bike (Îbranî 10:9, 10). Berî ku Adem guneh kir, ew bêqisûr bû, û mîna wî, Îsa Mesîh jî bêqisûr bû (1. Korîntî 15:45, Mizgînî). Bi saya mirina xwe, Îsa Mesîh berdêla gunehê Adem da, yanî wî tiştên ku Adem winda kiribûn ji nû ve bi dest xistin (Romayî 5:19). Bi vî awayî, Îsa Mesîh bû “Ademê dawîn”. Ne lazim e ku dîsa kesekî bêqisûr canê xwe wek berdêl bide ku tiştên ku Adem winda kiribûn, bi dest bixe. Îsa Mesîh “ev yek bi carekê anî cih” (Îbranî 7:27; 10:12, Mizgînî).

13. Ferqa di nav kefaret û fîdyeyê de çi ye?

13 Gelo ferqa di nav kefaret û fîdyeyê de çi ye? Rêya ku Xwedê vekiriye ku însan ji nû ve bikarin bibin dostên wî, wek kefaret tê binavkirin. Fîdye jî berdêla kefareta însanên gunehkar e. Ev berdêl bi xwîna biqîmet a Îsa Mesîh, a ku ji bo xatirê me hat rijandin, tê temsîlkirin (Efesî 1:7; Îbranî 9:14).

NETÎCE: AZADBÛN Û RASTDARDERKETIN

14. Niha emê li çi binêrin, û çima?

14 Netîceyên kefaretê çi ne? Kitêba Pîroz ji bo nîşandayîna feydeyên vê yekê çend gotinên cuda bi kar tîne. Maneyên van gotinan her çi qas nêzîkî hev bin jî, her yek ji wan bala me dikişîne ser xisûsiyeteke din a kefaretê, ya ku rê vedike ku Yehowa me efû bike. Bila em lêkolîn bikin ku maneya van gotinan çi ye û bibînin ku em ji efûkariya Yehowa çawa feydeyê distînin.

15-16. (a) Li gor Kitêba Pîroz, em çawa hatine “azadkirin”? (b) Ev yek ser me çawa tesîr dike?

15 Ji ber ku fîdye hatiye dayîn, em hatine azadkirin. Petrûsê şandî wisa got: “Çimkî hûn dizanin ku hûn ne bi berdêla tiştên pûç ên wek zêr an zîv ji jiyana vala ya ku ji bav û kalên we maye, hatine kirrîn [yan “azadkirin”], lê belê bi berdêla xwîna Mesîh a hêja û wek berxekî bêleke û bêkêmahî hûn hatine kirrîn” (1. Petrûs 1:18, 19, Mizgînî).

16 Bi saya fîdyeyê, em dikarin ji bin destê guneh û mirinê xelas bibin (Romayî 5:21). Ma ne lazim e ku em ji bo azadbûna bi saya xwîna Îsa Mesîh ji dil şikirdar bin? (1. Korîntî 15:22).

17-18. (a) Maneya vê ku kesek rastdar derdikeve, çi ye? (b) Ev yek ser me çawa tesîr dike?

17 Gava kesek rastdar derdikeve, ev yek tê maneya ku ew êdî nayê sûcdarkirin û sicîla wî hatiye paqijkirin. Ev yek nayê maneya ku Yehowa standardên xwe yên edaletê xera dike. Yehowa hazir e ku gunehên me efû bike, ne ji ber ku me ev yek heq kiriye yan ji ber ku ew çavê xwe ser gunehên me digire, lê ji ber ku em baweriya xwe bi kefaret û fîdyeyê tînin (Romayî 3:24; Galatî 2:16).

18 Kesên ku hatine hilbijartin ku bi Îsa Mesîh re li ezmanan hukim bajon jixwe wek zarokên Xwedê ‘rastdar derketine’ (Tîtos 3:7; 1. Yûhena 3:1). Gunehên wan hatine efûkirin. Sicîla wan hatiye paqijkirin, û ji ber vê yekê, ew dikarin bikevin Hukimdariya Xwedê (Romayî 8:1, 2, 30). Gelek kesên din jî wek ‘dostên Xwedê’ rastdar derketine, û gunehên wan tên efûkirin (Aqûb 2:21-23). Hêviya kesên ku wê ji Harmegedonê sax derbas bibin ev e ku tu caran nemirin (Yûhena 11:26). Kesên “rast” û “nerast”, ên ku di xewa mirinê de ne, wê ji mirinê bên rakirin (Karên Şandiyan 24:15; Yûhena 5:28, 29). Dawiya dawîn, hemû xizmetkarên Yehowa, yên ku li erdê dijîn, wê bigihîjin “azadiya birûmet a zarokên Xwedê” (Romayî 8:21). Belê, bi saya kefaretê, em dikarin bi Bavê xwe Yehowa re bi temamî li hev werin.

19. Halê me çawa hatiye guhertin? (Li çarçoveya “ Maneya Van Gotinan Çi ye?” jî binêre.)

19 Mîna xortê ku her tişt winda kiribû û deynekî mezin mîras standibû, em jî bêçare bûn. Lê şikir ji Xwedê re, bi saya kefaret û fîdyeyê, halê me êdî ne bêçare ye. Gava em baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, em dikarin ji guneh û mirinê azad bibin. Gunehên me dikarin bên efûkirin, û sicîla me dikare bê paqijkirin. Ji her tiştî muhîmtir jî, em dikarin bibin dostên Yehowa.

20. Di meqaleya din de, emê li ser çi xeber bidin?

20 Em ji bo tiştên ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo me kirine ji dil şikirdar in (2. Korîntî 5:15). Bê alîkariya wan, hêviya me wê tune bûya. Bi destê çend mîsalên ji Kitêba Pîroz, meqaleya din wê nîşanî me bide ku em ji efûkariya Yehowa çawa feydeyê distînin.

KILAM 10 Navê Xwedê Birûmet Bikin!

a Bi hin zimanan, peyva “fîdye” wek “berdêla jiyanê” tê tercûmekirin.