Ji Xweheziyê Bireve
GELEK însan difikirin ku ew kesên xisûsî ne. Ew herî zêde ji xwe hez dikin û kesên din ji xwe nizmtir dibînin. Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku bi xisûsî di rojên dawîn ên vê dinyayê de, mirov wê xwehez bin (2. Tîmotêyos 3:2).
Mirovên xwehez her tim hebûn. Adem û Hewayê qerar dabû ku li gor dilê xwe hereket bikin, û netîce bû felaket. Li Îsraîla kevn, padîşahekî bi navê Ûziya difikirî ku heqê wî heye ku di îbadetgehê de bixûrê pêşkêş bike, lê bi eslê xwe heqê wî tune bû ku vêya bike (2. Dîrokan 26:18, 19). Di rojên Îsa Mesîh de, Fêrisî û Sadûqiyan bawer dikir ku li ber çavê Xwedê, ew kesên xisûsî ne ji ber ku ew zuriyeta Birahîm in (Meta 3:9).
Li derdora me gelek kesên xwehez hene, û nêrîna wan dikare ser me jî tesîr bike (Galatî 5:26). Mesela, dibe ku em bifikirin ku em layiqî îmtiyazeke xisûsî ne. Ji bo ku em ji nêrîneke wisa birevin, gerek em fehm bikin ku fikra Yehowa çi ye. Bila em bala xwe bidin du prensîpên Kitêba Pîroz.
Ev yek ku em layiqî çi ne, qerara Yehowa ye. Ka van mîsalan bîne ber çavê xwe:
-
Di malbatê de, heqê mêr heye ku jin qedrê wî bigire û heqê jinê heye ku mêr ji wê hez bike (Efesî 5:33). Gerek dilê kesên zewicî nekeve kesên din (1. Korîntî 7:3). Heqê dê û bavan heye ku zarokên wan guhdariya wan bikin, û heqê zarokan heye ku dê û bav ji wan hez bikin û li wan xwedî derkevin (2. Korîntî 12:14; Efesî 6:2).
-
Di civatê de, heqê rîspiyên jîr û jêhatî heye ku em qedrê wan bigirin (1. Selanîkî 5:12). Lê belê, heqê wan tune ye ku li ser xwişk û birayan hukim bajon (1. Petrûs 5:2, 3).
-
Xwedê heq daye hukûmetan ku ew ji xelkê bacan bistînin. Wekî din, heqê hukûmetan heye ku ji welatiyên xwe hurmetê bixwazin (Romayî 13:1, 6, 7).
Yehowa bi dilovanî ji heqê me zêdetir dide me. Ji ber ku em gunehkar in, em mirinê heq dikin (Romayî 6:23). Dîsa jî, Yehowa gelek bereketan dide me (Zebûr 103:10, 11). Sebebê vê ne ev e ku em van bereketan heq dikin, lê ev e ku ew ji me pir hez dike (Romayî 12:6-8; Efesî 2:8).
EM ÇAWA DIKARIN XWE JI XWEHEZIYÊ DÛR BIGIRIN?
Nekeve ber bayê dinyayê. Hêdî hêdî, dibe ku em bifikirin ku heqê me heye ku ji kesên din zêdetir tiştan bistînin. Bi mîsala paleyên ku dînarek stand, Îsa Mesîh nîşan da ku nêrîneke wisa çawa dikare çêbe. Hin ji paleyan sibehê zû dest bi şixul kir û heta êvarê di bin tavê de şixulîn. Lê hin kes tenê saetek şixulîn. Yên pêşîn difikirîn ku heqê wan heye ku ji bo şixulê xwe zêdetir pere bistînin (Meta 20:1-16). Bi vê mîsalê, Îsa Mesîh nîşan da ku Xwedê her çi dide me, gerek em pê razî bin.
Şikirdar be, li bendê nebe ku ji te re tiştek bê dayîn (1. Selanîkî 5:18). Pawlosê şandî ji xwe re emsal bigire. Her çi qas heqê wî hebû jî, ew li bendê nedibû ku xwişk û birayên li Korîntê ji aliyê madî ve destekê bidin wî (1. Korîntî 9:11-14). Gerek em ji bo hemû tiştên ku em distînin, şikirdar bin û li bendê nebin ku tiştek ji me re bê dayîn.
Dilnizm be. Gava kesek xwe pir mezin dibîne, dibe ku ew bifikire ku heqê wî heye ku ji kesên din zêdetir tiştan bistîne.
Dilnizmî wê alî me bike ku em xwe ji fikrên wisa dûr bigirin.Danîêl pêxember mirovekî dilnizm bû. Ji ber kok, bejn, aqil û qabiliyetên xwe, wî dikaribû bifikiriya ku heqê wî heye ku îmtiyazên xisûsî bistîne (Danîêl 1:3, 4, 19, 20). Lê Danîêl wisa nekir. Ew her tim dilnizm bû, û ji ber vî sifetî, Yehowa pir qîmet dida wî (Danîêl 2:30; 10:11, 12).
Bila em ji xweheziya dinyaya îroyîn birevin û bi bereketên ku Yehowa ji kerema xwe dide me, razî bin.