Pirseke Hêsan, a ku Her Kes Dikare Bipirse
Li welatê ku Meryem û zilamê wê Hesen a dijîn, gelek koçberên ji Filîpînan dixebitin, û fersenda Meryem û Hesen heye ku mizgîniyê bidin wan. Di dema pandemiya COVID-19 de, Meryemê hem li wî welatî hem li gelek welatên din bi gelek kesan re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Gelo wê ev yek çawa kir?
Meryemê ji xwendekarên xwe wisa dipirsî: “Gelo tu kesên din nas dikî, yên ku dixwazin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin?” Gava xwendekaran digot ku kesên wisa hene, wê dixwest wan nas bike. Gelek caran, ev pirsa hêsan dikare netîceyên xweş bîne meydanê. Gelo çima? Çimkî gelek kesên ku qîmetê didin Kitêba Pîroz dixwazin ku dost û merivên wan jî van tiştan bibihîzin. Gelo netîceyên pirsa Meryemê çi bûn?
Xwendekareke Meryemê ya bi navê Jasmin ew bi çar kesên ku dixwest Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, da naskirin. Yek ji wan a bi navê Kristin ji kursa Kitêba Pîroz ew qas kêf distand ku wî ji Meryemê xwest ku bila ew dersê di hefteyê de du caran derbas bikin. Meryemê ji Kristinê jî pirsî ka ew kesên din nas dike, yên ku dixwazin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Kristinê got: “Belê, ezê hevalên xwe bi te bidim naskirin.” Di nav çend hefteyan de, Kristinê Meryem bi çar hevalên xwe da naskirin, ên ku dixwest Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Paşê, Kritinê ew bi çend hevalên xwe yên din jî da naskirin, û hin ji wan jî ew dîsa bi kesên din da naskirin.
Kristinê dixwest ku malbata wê ya li Filîpînan jî Kitêba Pîroz hîn bibin. Loma wê ji keça xwe Andreayê re jî behsa vê kir. Di serî de, Andrea wisa difikirî: “Şahidên Yehowa tariqat in, ew bi Îsa Mesîh bawer nakin, û ew tenê Peymana Kevn dihebînin.” Lê piştî ku wê kursa Kitêba Pîroz carek derbas kir, wê dev ji van pêşhukiman berda. Di dema dersan de, wê tim wisa digot: “Madem ku Kitêba Pîroz wisa dibêje, ev helbet rast e!”
Bi zeman re, Andreayê Meryem bi du hevalên xwe û hevalkareke xwe da naskirin, û wan jî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Wekî din, Meryemê nizanibû ku meta kor a Andreayê Angelayê jî guh dida dersan. Rojekê, Angelayê ji Andreayê xwest ku ew wê bi Meryemê bide naskirin ku dest bi kursa Kitêba Pîroz bike. Angelayê ji tiştên ku ew hîn dibû, pir hez dikir. Di hundirê mehekê de, wê gelek ayet ezber kirin, û wê xwest kursa Kitêba Pîroz di hefteyê de çar
caran derbas bike! Bi alîkariya Andreayê, Angelayê dest pê kir ku bi dewamî bi destê înternetê guh bide civînan.Gava Meryemê bihîst ku di dema dersê de, mêrê Kristinê Joshua jî ji dûr ve guh dida wan, wê ji wî pirsî ka ew jî dixwaze bikeve kursê. Joshua got: “Ezê tenê guh bidim, lê ji min tiştekî nepirse. Eger tu ji min pirsan bipirsî, ezê herim.” Lê belê, di nav pênc deqeyên pêşîn ên kursê de, wî bi xwe gelek zêdetir pirs pirsîn, û wî got ku ew dixwaze sohbetên li ser Kitêba Pîroz dewam bike.
Pirsa hêsan a Meryemê rê vekir ku gelek kes dest bi kursa Kitêba Pîroz bikin. Wê çend xwendekarên xwe emanetî xwişk û birayên din kirin. Bi vî awayî, Meryemê li çar welatan bi 28 kesan re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir.
Xwendekara pêşîn Jasmin di meha çaran a sala 2021ê de vaftîz bû. Kristin di meha pêncan a sala 2022yan de vaftîz bû û êdî vegeriyaye Filîpînan, cem malbata xwe. Du kesên din ên ku Kristinê bi Meryemê dabû naskirin jî vaftîz bûn. Angela çend meh bi şûn de vaftîz bû û niha pêşenga daîmî ye. Mêrê Kristin Joshua, keça wan Andrea û çend xwendekarên din jî rind bi pêş ve diçin.
Di sedsala yekê de, şagirtên Îsa Mesîh ji dost û merivên xwe re behsa mizgîniyê dikir, û bi vî awayî, mizgînî zû belav dibû (Yûhena 1:41, 42a; Karên Şandiyan 10:24, 27, 48; 16:25-33). Ma tu nikarî ji xwendekarên xwe û ji kesên eleqedar bipirsî: “Gelo tu kesên din nas dikî, yên ku dixwazin Kitêba pîroz lêkolîn bikin?” Kî dizane ku bi saya vê pirsa hêsan, a ku her kes dikare bipirse, çend kes wê dest bi kursa Kitêba Pîroz bikin!
a Navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.