Hezkirin Sifateke Pir Biqîmet
PAWLOSÊ ŞANDÎ bi rêberiya Xwedê der heqê neh sifatan de nivîsî, kîjan ku bi qeweta ruhê pîroz pêşda tên (Gal. 5:22, 23). Wî ev hemû sifat nav kir berê ruhê pîroz. * Ew berê ruhê pîroz “mirovê nû” eyan dike (Kol. 3:10). Çaxa bax rind tê avkirinê, hingê ew ber dide. Mîna vê yekê, eger mirov bi rêberiya ruhê pîroz dijî, hingê ew wê berê ruhê pîroz eyan ke (Zeb. 1:1-3).
Sifata pêşiyê ku Pawlos gotibû, ew heye hezkirin, kîjan ku gelek qîmet e. Çima ev sifat wisa qîmet e? Pawlos got ku ew bêy hezkirin “qet ne tu tişt” e (1. Kor. 13:2). Lê çi ye hezkirin, û çawa em dikarin evî sifatî nav xwe de pêşda bînin û her roj nîşan kin?
HEZKIRIN ÇI YE?
Bi gotinan zor e evî sifatî şirovekin, lê Kitêba Pîroz şirovedike ku mirovê bi hezkirin çawa xwe dide kifşê. Mesela, ew mirov “sebir dike” û dilovan e. Ji xeynî vê yekê, mirovê bi hezkirin “bi rastiyê şa dibe” û “bîhna xwe di her tiştî de fireh dike, ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike”. Mirovê wisa bona yên din difikire, û hevalhez e. Lê mirovê bê hezkirin hevsûd e, qure ye, bêmarîfet e, xwehez e, zû dixeyde û kînê dajo. Belê, em naxwazin mirovne wisa bin, lê dixwazin hezkirina me hebe, kîjan ku “li feyda xwe nagere” (1. Kor. 13:4-8).
YEHOWA Û ÎSA DI HEZKIRINÊ DE NIMÛNEYA LAPE MEZIN IN
“Xwedê hezkirin e”. Belê, hezkirina Yehowa ya herî mezin e (1. Yûh. 4:8). Ev hezkirin di hemû kirên wî de eyan e û eşkere ye. Yehowa hezkirina lape mezin nîşan kir hindava însanan çaxa Îsa şande li ser erdê, ku ew bona gunên me jiyanê xwe çawa fedakar bide. Yûhennayê şandî got: “Hezkirina Xwedê bi vê yekê di nav me de xuya bû: Xwedê Kurê xwe yê yekta şand dinyayê, da ku em bi wî bijîn. Hezkirin ev e, ne ku me ji Xwedê hez kir, lê wî ji me hez kir û Kurê xwe şand, ku di ber gunehên me de bibe berdêl” (1. Yûh. 4:9, 10). Belê, bi destê hezkirina Xwedê em dikarin efûkirinê bistînin û hîviya jiyana heta bi hetayê bin.
Îsa îspat kir hezkirina xwe hindava însanan, çaxa bi dilxwazî mexseda Xwedê anî cih, dêmek jiyanê xwe da çawa fedakar. Îsa xwexa got ku ew hat ji bo mexseda Xwedê bîne cih. Û Pawlos der heqê vê yekê de got: “[Îsa] weha got: ‘Va ye, ez hatim da ku ez daxwaza te bînim cih. ... Li gor vê daxwazê bi pêşkêşbûna bedena Îsa Mesîh ya bi carekê em hatin pîrozkirin’” (Îbr. 10:9, 10). Ji mirovan tu kesî hezkirina wisa mezin nîşan nekiriye. Îsa got: “Tu hezkirin ne di ser wê hezkirinê re ye ku mirovek di ber dostên xwe de canê xwe dide” (Yûh. 15:13). Lê gelo mirovên gunekar dikarin çav bidine hezkirina Yehowa û Îsa? Belê. Were em niha şêwir kin çawa em dikarin evê yekê bikin.
“DI HEZKIRINÊ DE RÊVE HERIN”
Pawlos me teşwîq dike: “Wek zarokên delal mîna Xwedê bikin. Çawa ku Mesîh ji me hez kir û ji bo me xwe feda kir ... hûn jî wusa di hezkirinê de rêve herin” (Ef. 5:1, 2). Em “di hezkirinê de rêve” diçin çaxa her gav evî sifatî nîşan dikin. Em ne tenê bi gotinan, lê pê kirên xwe hezkirinê nîşan dikin. Yûhenna nivîsî: “Zarono, ne bi gotin û peyvê, lê bi kirin û rastiyê em hez bikin” (1. Yûh. 3:18). Mesela, eger em Yehowa û mirovan hez dikin, emê “mizgîniya Padîşahiyê” belav kin (Met. 24:14; Lûqa 10:27). Wisa jî gava em “di hezkirinê de rêve” diçin, emê sebir bin, qenc bin û efû kin. Kitêba Pîroz dibêje: “Çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wusa li hevdû bibihûrin” (Kol. 3:13).
Eger em kesekî şîret dikin, ev nayê hesabê ku hezkirina me tune. Mesela, çaxa zarok digirî, hin dê û bav ber wî diçin tên û hemû xwestinên wî tînin cih, da ku tenê ew negirî. Lê dê û bavên ku bi rastiyê zaroka xwe hez dikin, çaxa lazim e wê zaroka xwe şîret bikin. Xwedê hezkirin e, lê “wî yê ku jê hez dike, eceb dike” (Îbr. 12:6). Dêmek, eger kesekî rast dikin û şîret dikin çaxa lazim e, ev yek eyankirina hezkirinê ye (Mtl. 3:11, 12). Lê em gerek bîr nekin ku em gunekar in û loma caran dikarin bi hezkirin nîbin. Loma jî me re hertim lazim e li ser xwe bixebitin, ku hê zêde hezkirinê bal xwe pêşda bînin. Lê çawa evê yekê bikin? Were sê faktoran şêwir kin.
ÇAWA DI NAV XWE DE HEZKIRINÊ PÊŞDA BÎNIN?
A yekê, ji Xwedê ruhê pîroz bixwazin, çimkî ev hezkirinê pêşda tîne. Îsa got, ku Yehowa wê “ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13). Eger em ji Xwedê re dua dikin ku ruhê pîroz bide me û îzin didin ruhê wîyî pîroz li ser me bandor ke, emê hê zêde bi hezkirin bin û ev yek wê di kirên me de eyan be (Gal. 5:16). Besa xeberê, eger hûn di civatê de kal in, ji Xwedê ruhê pîroz bixwazin ku xwişk û biran bi hezkirin şîret kin. An jî eger zarokên we hene, ji Xwedê ruhê pîroz bixwazin ku zarokên xwe ne ku bi hêrsê şîret kin, lê bi hezkirinê.
A diduwan, bifikirin ku Îsa çawa hezkirin nîşan dikir çaxa wî bêhurmet dikirin (1. Ptr. 2:21, 23). Mesela Îsa alî me dike bi taybetî çaxa kesek me dixeyêdîne, an jî neheqiyê me dike. Hingê wê kêrhatî be ku pirseke wisa bidine xwe: “Gelo Îsa di vê derecê de wê çi bikira?” Xwişkek bi navê Leigh dît ku evê pirsê alî wê kir, ku timê pêşda bifikire pêşiya tiştekî bike. Ew wisa dibêje: “Carekê, hevalxebatkara min bi e-peyamê der heqê min û xebata ku min dikir de, tiştên nebaş ji yên din re nivîsî. Dilê min gelek êşiya. Lê min pirs da xwe ku çawa ez dikarim di vê derecê de çav bidime Îsa. Ez difikirîm ku eger Îsa dewsa min bûya wê çi bikira, û loma min qerar kir, ku evê yekê bîr kim û şer-dewa pêşda neynim. Wext şûnda ez elimîm, ku hingê sihet-qeweta vê hevalxebatkara min xerab bû û ew di strêsê de bû. Ez fikirîm ku dibe ku wê ne jî dixwest dilê min bêşîne bi vê namekê. Min dianî bîra xwe, ku Îsa çawa hezkirin nîşan dikir gava wî bêhurmet dikirin, û evê yekê alî min kir ku ez jî wê re hezkirinê nîşan kim”. Belê, eger em çav bidine Îsa, emê timê tevî mirovan bi hezkirin bin.
A sisêyan, em gerek hezkirina wisa pêşda bînin kîjan ku nîşan dike, ku em yên din ji ser xwe re digirin. Hezkirina vî cureyî eyan dike şagirtên Îsa ên rast (Yûh. 13:34, 35). Kitêba Pîroz şîretê dide me, ku fikirîna me mîna yê Îsa be. Îsa li ser ezmanan dijît, lê bona me “wî mezinahiya xwe ji xwe xist”, hela hê “heta çû mirina” jî (Flp. 2:5-8). Eger em çav bidine hezkirina Îsa, fikirên me û hestên me wê bibine mîna yên wî, û emê teşwîq bin mirovan ji ser xwe re bigirin. Lê gelo dîsa çi feyde heye eger hezkirina me heye?
ÇI FEYDE DISTÎNIN ÇAXA HEZKIRINA ME HEYE?
Çaxa em tevî mirovan bi hezkirin in, ew yek gelek feyde tîne. Were em der heqê du kereman de xeber din:
-
BIRATIYA HEMDINYAYÊ: Nav me de hezkirin heye, loma jî em zanin ku ser topa dinyayê em herine kîjan civatê jî, xwişk û bira wê bi dil û can me qebûl kin. Ew kerema mezin e ku xwişk û birên me nav “seranserê dinyayê” me hez dikin (1. Ptr. 5:9). Hezkirina wisa tu cîkî tune xêncî di nava cimeta Xwedê de.
-
AŞTÎ: Çaxa em “di hezkirinê de” li ber hev sebir dikin, em “hevgirêdana aştiyê” diparêzin (Ef. 4:2, 3). Li ser civatan de û civatên mezin de em evê aştiyê eşkere divînin. Hûnê jî qayîl bin ku di vê dinya hevketî de, aştiya me bi rastî jî mexsûs e (Zeb. 119:165; Îşa. 54:13). Çaxa em aştiyê digerin, em hezkirina qayîm nîşan dikin, kîjan ku Bavê meyî ezmana dilşad dike (Zeb. 133:1-3; Met. 5:9).
“HEZKIRIN, AVA DIKE”
Pawlos nivîsî: “Hezkirin, ava dike” (1. Kor. 8:1). Lê gelo ev çi tê hesabê? Pawlos di name xweye pêşine de ji Korîntiyan re di beşa 13an de, kîjan ku tê navkirinê “Zebûra Hezkirinê”, şirovedike çawa hezkirin ava dike. Berê ewlin, hezkirin ne ku feyda xwe, lê feyda mirovên mayîn digere (1. Kor. 10:24; 13:5). Hin jî, çimkî hezkirin sebir dike, ya xwe nagere û qenc e, ew malbatan qewî dike û civatan dike yektiyê (Kol. 3:14).
Hezkirina me hindava Xwedê lap qîmet e û bona hemûyan feyde ye. Çima? Çimkî hezkirina hindava Xwedê me dike yek. Mirovên ji cure-cure welatan, rasan, miletan, û zimanan, mil didine hev tevay ji Yehowa re xizmet dikin (Tsf. 3:9). Were em her roj evî sifatî qîmet eyan kin, kîjan ku berê ruhê Xwedayî pîroz e.
^ par. 2 Ev meqaleyê pêşiyê ye ji rêza meqalan, kîjan ku ji nehe paran e. Di her parekê de her sifatekî a berê ruhê pîroz wê bê şirovekirinê.