Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Dilsoziya li hemberî Îmtihanan Bereketan Tîne

Dilsoziya li hemberî Îmtihanan Bereketan Tîne

MEMÛRÊ KGB * li ser min kire qarînî: “Tu bavekî bêrem î. Te pîreka xweye bihemle tevî qîza xweye biçûk hiştiye. Kî wê wana xwedî ke? Binivîse ku tu baweriya xwe dihêlî û here mala xwe!” Min cewaba wî da: “Min malbata xwe nehiştiye, eva we min girtiye! Lê ji bo çi?” Memûr jî pêra-pêra cewaba min da: “Hûn Şahidên Yehowa ji her qaçaxî xerabtir in.”

Ev yek li sala 1959an di zindaneke li bajarê Îrkûtsk (Rûsya) de qewimî. Ez dixwazim ji we re bêjim ku çima ez û pîreka min Marîa hazir bûn “di ber rastiyê de cefayê bikişînin”, û çawa me bona dilsoziya xwe gelek kerem sitandin (1. Ptr. 3:13, 14).

Ez li sala 1933an, li gundê Zolotnîkî welatê Ûkrayna, hatim dinyayê. Di sala 1937an de xatiya min û mêrê wê, ku Şahidên Yehowa bûn, ji Fransayê hatibûne mala me. Wana ji me re kitêbên Government û Deliverance anîbûn, kîjan ku Civaka Birca Çavdêriyê neşir kiribû. Çaxa bavê min ev kitêb xwendin, baweriya wî hindava Xwedê hişyar bû. Lê çi heyf e ku di sala 1939an de, bavê min gelek nexweş ket, û çaxa li ber mirinê bû wî ji diya min re got: “Ew e rastî, û zarokan jî bielimîne.”

BELAVKIRINA MIZGÎNÊ DI SÎBÎRYAYÊ DE

Li meha Nîsanê ya sala 1951ê, dewlet Şahidên Yehowa ji YKCS (Yekîtiya Komarên Civakparêz ên Sovyetê) ya rojava dişandin sirgûnê li Sîbîryayê. Ez, diya min û birayê minî biçûk Grîgorî ji Ûkraynaya Rojava hatin sirgûn kirin. Em 6.000 km bi trênê çûne bajarê Tulun (Sîbîrya). Lê du heftê şûnda, birê minî mezin Bogdan şandine kampê. Ew kamp nêzîkî şeherê Angarskê bû, û 25 sal dane wî ku xebata giran bike wêderê.

Diya min, ez û Grîgorî, me xizmet dikir gundên dorberê şeherê Tulunê, lê em gerek fesal û serwaxt bûna. Mesela, me pirseke wisa dida mirovan: “Qe kesek li vir çêlekan difiroşe?” Gava me kesek didît ku çêlekan difiroşe, me ji wî mirovî re digot ku çêlek çiqas ecêbmayî hatine afirandinê. Paşê me dest pê dikir der heqê Afirandêr de xeber din. Wî demî, der heqê Şahidên Yehowa de di rojnemê de hate nivîsarê ku ew wekî ku çêlekan digerin, lê bi rastî pezan digerin! Û rastî jî me mirovên wisa dîtin, yên ku rastiyê qebûl kirin. Elimandina Kitêba Pîroz tevî wan mirovên dilsax û mêvanhez wisa xweş bû. Îro di Tulunê de civatek heye, di kîjan de 100 mizgînvanan zêdetir hene.

ÇAWA BAWERIYA MARÎAYÊ HATE CÊRIBANDINÊ

Pîreka min Marîa, dema Şerê Hemdinyayê ya diduyan rastiyê elimî. Çaxa ew 18 salî bûye, memûrekî KGB destpêdike wê eciz ke û dixwaze bênamûsiyê tevî wê bike. Lê Marîa qewî ser ya xwe disekine û qayîl nabe. Carekê, çaxa Marîa vedigere mal, divîne ku ev mêrik ser nivînê wê veleziyaye, û Marîa derbêra direve. Ev memûr bi hêrs lê dide tirsandinê ku wê lê bike zindanê, çimkî ev Şahîdê Yehowa ye, û wisa jî dibe. Li sala 1952an, Marîa li ser deh salan dikine zindanê. Wê xwe mîna Ûsiv texmîn kiribû, yê ku ji bo dilsoziya xwe ketibû zindanê (1. Mû. 39:12, 20). Ajovan, yê ku Marîayê ji dîwanê biribû zindanê, ji jê re gotibû: “Netirse. Gelek mirov yên ku ketine zindanê, nav-namûs derketine.” Marîa bi wan gotinan gelek qewî bibû.

Ji sala 1952an heta sala 1956an, Marîa di Rûsya de dikeve kampê ku nêzîkî bajarê Gorkî bû (niha Nîjnî Novgorod tê bi navkirin). Ew wêderê xebateke giran dikir, baxa kokê ve derdixist hela hê sur-sermê de jî. Ji bo vê yekê, sihet-qeweta wê sist bibû, lê di sala 1956an de wê aza dikin û ew derbasî Tulunê dibe.

JI PÎREK Û ZAROKÊN XWE DÛR IM

Çaxa birakî me ji Tulunê gote min ku xwişkeke me tê, ez bi bîsîklêta xwe çûme ciyê sekinandina otobûsa da ku rastî wê bêm û alî wê bikim tiştên wê bînim. Çaxa min Marîa dît, hema vê demê dilê min ketê. Rast bêjim, nehêsa bû dilê wê bikirim, lê min ya xwe kir. Li 1957an me hev stand. Salek şûnda ji me re qîzek bû, me navê wê danî Îrîna. Lê şabûna me dirêj nekişand. Di sala 1959an de ez hatime girtinê çimkî min weşanên li ser hîmê Kitêba Pîroz neşir dikir. Ez nîv salî di otaxa zindanê de tenê bûm. Da ku aştî di dilê min de winda nebe, min timê dua dikir, kilamên Padîşahiyê distira, û dida ber çavê xwe, ku emê çawa xizmet bikin çaxa ez ji zindanê derkevim.

Di kampê de, sala 1962an

Rojekê wê ku şixulê min lêkolîn dikir, ser min kire qarînî û got: “Zûtirekê emê qira we hemûyan bînin, çawa mişka ser pola dipelixînin!” Lê min ji jê re got: “Îsa gotiye ku ev mizgîna Padîşahiyê WÊ ji hemû miletan re bê belavkirinê, û tu kes nikare evî şixulî bide sekinandinê.” Paşê wî dixwest bi curekî din min bide tirsandinê û şikênandinê, çaxa got ku baweriya xwe bihêlim, çawa min êdî got. Çaxa wî dît ku ez li ser ya xwe me, heft sal dane min ku di kampê de xebata giran bikim. Ev kamp nêzîkî bajarê Saranskê bû. Rê ve ez elimîm, ku qîz ji me re bû, me navê wê danî Olga. Rast e ez ji pîrek û zarokên xwe dûr bûm, lê dilê min rihet bû, çimkî min zanibû ku ez û Marîa ji Yehowa re dilsoz dimînin.

Marîa û qîzên me Olga û Îrîna, sala 1965an

Salê carekê, Marîa dihate Saranskê ku teseliya min bike. Ew rêke dirêj bû, 12 sihet lazim bû ku ji Tulunê bi trênê bihata wî bajarî û paşda biçûya. Her sal evê ji min re solên nû dianî. Di hundurê peniya solan de evê kopiyên Birca Çavdêriyê vedişart. Salekê, çaxa Marîa hat şabûneke mezin kete dilê min, çimkî wê tevî xwe du qîzên meye biçûk anî. Bidine ber çavê xwe ez çiqas dilşad bûm gava min wana dît.

CIHÊ NÛ Û ÇETINAYÊN NÛ

Di sala 1966an de ez ji xebata kampê de aza bûm û malbata xwe ve derbasî şeherê Armavir bûm, kîjan ku nêzîkî Behra Reş e. Li wêderê du kur ji me re hatine bûyînê, Yaroslav û Pavel.

Hin wext şûnda, KGB dest pê kir me eciz kin, çimkî di mala me de weşan digeriyan. Ew li hemû cihan digeriyan, di afirê çêlekan de jî. Carekê, çaxa memûr ketine mala me, wana ji germê xûdabûn, û kincên van toz girtibû. Gunehê Marîayê bi wan hat, çimkî wê fehm dikir ku ew tenê emran tînin cih. Wê ji wan re kampot dagirt, û çotke, tasê de av û pêjgîr da wan. Paşê, çaxa serokê KGB hat, ewan memûran jê re got ku em hindava wan çawa qenc bûn. Çaxa ew ji mala me derdiketin, wî serokî bi beşera xweş destê xwe ji me re hejand. Em dilşad bûn, çimkî me dît ku çaxa em “bi qenciyê” li ser xerabiyê dikevin, em berên çiqas baş distînin (Rom. 12:21).

Rast e pey me diketin, lê me berdewam dikir di Armavir de mizgînê belav kin. Me wisa jî alîkarî dida komeke biçûk, ku nêzîkî bajarê Kurganinsk bû. Ez gelek dilşad me ku îro di Armavir de şeş civat û di Kurganinsk de çar civat hene.

Di nava wan salan de, hebûn wext ku em di ruhî de sist dibûn. Lê em gelek ji Yehowa razî ne ku wî bi destê birên dilsoz, me şîret dikir û rast dikir, û di ruhî de me qewî dikir (Zeb. 130:3). Bona me wisa jî cêribandina mezin bû, ku me di nava agêntên KGB-de xizmet dikir, ên ku dizî ve ketibûne nava civatê. Ew xîret nîşan dikirin û di xizmetê de gelek kar dikirin. Hinek ji wana di teşkîlatê de hela hê mesûliyet jî distandin. Lê wext derbas bû, me fehm kir ew bi rastî kê ne.

Di sala 1978an de, çaxa Marîa 45 salî bû, ew giran derket. Nexweşiya wêye dilik hebû, û hekîm ditirsiyan ku wê bimire eger zarokê bîne. Loma wana ji jê re timê digotin, ku ew mutleqe zarokê ber xwe bike. Lê Marîa qayîl nebû û bona vê yekê hekîma di nexweşxanê de bi derzî hema pey wê digeriyan, ku wê derzî kin, ku zarok ber here. Marîa ji nexweşxanê revî ku zarokê xwedî ke.

KGB ji me re ferman da ku ji wî şeherî derên. Em derbasî bajarê Talînê (Estonya) bûn. Ew jî dikete nava YKCS. Di Talînê de, Marîayê kurekî sihet-qewet anî. Me navê wî danî Vîtalî. Belê, gotinên hekîma nehatine cih.

Paşê, em ji Estonya yê derbasî Nezlobnaya yê bûn, ku di Rûsya başûrê de ye. Me gelek fesal xizmet dikir di wan bajaran de ku nêzîkî me bûn. Li wê derê ji cure-cure welatan mirov dihatin ku hêsa bin û xwe qenc kin. Rast e ew hatin ku sihet-qeweta xwe baş kin, lê hinek ji wan çûn bi vê baweriyê ku wê jiyana heta bi hetayê bistînin!

ZAROKÊN XWE WISA MEZIN DIKIN KU YEHOWA HEZ BIKIN

Me ji aliyê xwe de her tişt dikir ku kur û qîzên me Yehowa hez bikin û bixwazin jê re xizmet kin. Me gelek car xwişk û birên wisa dawetî mala xwe dikir, yên ku li ser zarokên me baş teşwîq dibûn. Mesela, birê min Grîgorî timê dihate cem me, yê ku ji sala 1970 heta 1995 xizmet dikir çawa nazirê rêwî. Em gişk dilşad dibûn çaxa ew dihate mala me, çimkî ew yekî beşerxweş û henekçî bû. Çaxa mêvanên me dihatin, me gelek car lîstikên Kitêba Pîroz ve girêdayî dilîst, û ji bo vê yekê zarokên me çiqas mezin dibûn ew qas zehf serpêhatiyên Kitêba Pîroz hez dikirin.

Kurên min tevî pîrekên xwe.

Ji çepê aliyê rastê, piştê ve: Yaroslav, Pavel, Vîtalî

Pêşiyê ve: Alyona, Raya, Svetlana

Di sala 1987an de, kurê me Yaroslav derbasî bajarê Rîgayê (Letonya) bû. Li wê derê wî aza xizmet dikir, çimkî zilm tune bû. Lê çaxa ew neçû leşkeriyê, wî ser sal û nîvekî kirine zindanê, û di nava wî wextî de ew kete nehe zindanan. Pêşda min jê re got çawa ez di zindanê de dilsoz mam, û evê yekê alî wî kir ku ew jî qewî ma. Paşê, wî dest pê kir xizmet ke çawa pêşeng. Di sala 1990î de, kurê me Pavel ku 19 salî bû dixwest bibe pêşeng û xizmet ke di girava Saxalînê de ku li bakurê Japonê ye. Berê me nedixwest ew here. Li temamiya giravê de tenê 20 mizgînvan hebûn, û hin jî ev girav 9.000 km ji me dûr bû. Lê di axiriyê de em qayîl bûn ew here, û ev qerarkirin baş bû. Li wêderê mirov rind guh didane mizgînê. Di nava çend salan de, li wêderê êdî 8 civat hebûn. Pavêl heta sala 1995an li wêderê xizmet dikir. Di nava wî wextî de kurê meyî biçûk Vîtalî tevî me mal de bû. Ji biçûktiya xwe ve, wî hez dikir Kitêba Pîroz bixwîne. Çaxa ew 14 salî bû, wî dest bi pêşengiyê kir, min jî tevî wî 2 sala xizmet dikir çawa pêşeng. Ew wext gelek xweş bû. Çaxa Vîtalî bû 19 salî, ew ji mal çû çimkî dest bi pêşengiya mexsûs kir.

Pêşda, di sala 1952an de memûrekî KGB ji Marîayê re gotibû: “Baweriya xwe bihêle, yanê na tuyê ser deh salan bikevî zindanê. Çaxa tu ji zindanê derkevî, tuyê êdî pîr bî û tenê bimînî.” Lê gotinên wî nehatine cih. Me timê ser xwe texmîn dikir hezkirina Yehowa Xwedê, zarokên xwe û hezkirina ewên ku me alî wan kir bêne ser riya rast. Min û Marîayê şabûneke mezin distand çaxa me teseliya zarokên xwe dikir kîderê ku wana xizmet dikir. Me wisa jî didît razîbûna wan mirovan, yên ku zarokên me alî wan kiribûn ku der heqê Yehowa de bielimin.

EM GELEK RAZÎ NE JI BO QENCIYA YEHOWA HINDAVA ME

Di sala, 1991ê de, Şahidên Yehowa bi qanûnî îzin sitandin ku xizmet bikin. Evê qerarkirinê qeweta me vegerand û em di xizmetê de hê zêde xîret bûn. Civata me hela hê jî otobûs kirî ku em her dawiya heftiyê di bajar û gundên nêzîkî me de xizmet bikin.

Ez û pîreka min, sala 2011an

Ez bextewar im ku Yaroslav tevî pîreka xwe Alyona û Pavel tevî pîreka xwe Raya di Beytelê de xizmet dikin. Vîtalî jî tevî pîreka xwe Svetlana di şixulê naziriya herêmî de xizmet dike. Qîza meye mezin Îrîna tevî malbata xwe li Almanyayê dijî. Mêrê wê Vladîmîr û sê kurên wan hemûşk jî kal in. Qîza me Olga li Estonyayê dijî û her tim ji min re telefon dike. Mixabin pîreka mine delal Marîa li sala 2014an mir. Ez gelek hêviya wî wextî me, çaxa ew ji mirinê rabe û ez lê bibînim! Niha ez di bajarê Belgorodê de dijîm û xwişk û birayên vira alîkariya mezin didin min.

Rast e zor e dilsoziyê xwedî bikin, lê di salên mine xizmeta Yehowa de ez elimîm ku hêja ye dilsoziyê xwedî bikin, çimkî Yehowa timê dilrihetiyê dide, kîjan ku bêhesab qîmet e. Min û Marîayê bona dilsoziya xwe wisa gelek kerem standin, ku min pêşda ne jî dida ber çavê xwe. Pêşiya hilweşandina YKCS ku di sala 1991ê de bû, li wê derê tenê 40.000 mizgînvan hebûn. Lê îro, di nava wan welatan de kîjan ku berê di nava Yekîtiya Sovyetê de bûn, zêdetirî 400.000 mizgînvan hene. Niha ez 83 salî me, û dîsa çawa kal xizmet dikim. Alîkariya Yehowa timê qewet dida min ku sebir bikim û qewî bimînim. Belê, Yehowa ez pir bibereket kirim! (Zeb. 13:5, 6).

^ par. 4 KGB ev heye herfên pêşine ên peyvên Rûsî, ku têne hesabê Komîtêya Bêxofiya Welêt.