Em Çawa Dikarin Şexsiyeta Nû li Xwe Bikin û Xwedî Bikin?
“Şexsiyeta nû li xwe bikin” (KOL. 3:10, WDN).
KILAM: 126, 28
1, 2. a) Çima mimkun e ku em şexsiyeta nû li xwe bikin? b) Li Kolosî 3:10-14, kîjan sifatên şexsiyeta nû tên nîşan dayîn?
“ŞEXSIYETA nû.” Ev îfade di Wergera Dinyaya Nû de du caran derbas dibe (Ef. 4:24; Kol. 3:10). Ev şexsiyet, “li gor îradeya Xwedê hatiye afirandin”. Her kes dikare şexsiyeteke nû bîne meydanê. Çima? Çimkî Yehowa însan di sûretê xwe de afirandiye û wisa rê vekiriye ku em sifatên wî yên xweş nîşan bidin (1. Mû. 1:26, 27; Ef. 5:1).
2 Rast e ku seba qisûrdariya ku me ji dê û bavê xweyî pêşîn standiye, em carinan dibin xwediyê daxwazên nerast. Wekî din, dibe ku em di bin bandora derdora xwe de mane. Dîsa jî, bi saya merhamet û alîkariya Yehowa, em dikarin şexsiyeta xwe li gor îradeya Yehowa biguherînin. Ji bo ku em bigihîjin vê armancê, emê niha çend sifatên şexsiyeta nû bibînin, ên ku Pawlos bi îlhama Xwedê nivîsandibûn (Kolosî 3:10-14 bixwîne). Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin van sifatan di xizmeta xwe de nîşan bidin.
“HÛN HEMÛ YEK IN”
3. Yek ji taybetiyên şexsiyeta nû çi ye?
3 Piştî ku wî got ku gerek em şexsiyeta nû li xwe bikin, Pawlos nîşan da ku bêterefî taybetiyeke muhîm a şexsiyeta nû ye. Wî wisa got: “Êdî Yewnanî û Cihû, sinetkirî û sinetnekirî, Îskît û hovên din, xulam û azad tune.” * Çima lazim e ku li civatê li gor kok, milet an rewşa sosyal cihêtî nebe? Çimkî şagirtên Îsa yên rast “hemû yek in” (Kol. 3:11; Gal. 3:28).
4. a) Lazim e ku xizmetkarên Yehowa her kesî çawa bibînin? b) Çi dikare yekîtiya me xera bike?
4 Kok û rewşa sosyal a xwişk û birayên wan an kesên din çi be jî, yên ku şexsiyeta nû li xwe kiriye hurmet didin wan (Rom. 2:11). Li hin welatan, ev tiştekî zor e. Mesela, li Afrîkaya Başûr, piraniya Şahidên Yehowa hê li taxên ku ji bo însanên çermespî, çermereş an melez hatibûn veqetandin, dijîn. Ji bo ku xwişk û birayên me ‘firehtir’ bibin û hevdû zêdetir nas bikin, Koma Rêberiyê di meha dehan a sala 2013an de îzin da bernameyeke mexsûs (2. Kor. 6:13). Di vê bernameyê de, xwişk û birayên me çi kir?
5, 6. a) Ji bo ku yekîtiya xizmetkarên Xwedê xurttir bibe, li Afrîkaya Başûr tenzîmeke çawa hat çêkirin? (Li resmê ewilî binêre.) b) Netîce bûye çi?
5 Ji bo ku du civatên bi ziman an kokên cuda li dawiya heftiyê bi hev re wext derbas bikin, tenzîmek hat çêkirin ku xwişk û birayên ji her du civatan bi hev re mizgînê belav bikin, herin civînan û hevdû dawet bikin malên xwe. Bi sedan civatan wisa kir, û buroyê der heqê vê tenzîmê de gelek xeberên xweş standin – hem ji xwişk û birayan hem jî ji kesên din. Mesela, alimekî dînî wisa got: “Ez ne Şahid im, lê bi dîtina min we xebata belavkirina mizgînê pir rind organize kiriye, û di nav we de însanên ji hemû kokan di yekîtiyê de ne.” Şahidan ji vê bernameyê çawa feyde dît?
6 Ewilî, xwişkeke bi navê Noma, ya ku bi zimanê Kosa dipeyive, şerm dikir ku xwişk û birayên çermespî, yên ku bi zimanê Îngilîzî dipeyivin, dawet bike mala xwe ya mutewazî. Lê piştî ku wê bi Şahidên çermespî re çû xebata belavkirina mizgînê û li malên wan bû mêvan, wê got: “Ew jî însanên normal in, mîna me ne!” Gava wext hat ku civata bi zimanê Kosa civata bi zimanê Îngilîzî bike mêvan, wê xwarin çêkir û çend mêvan dawet kirin mala xwe. Yek ji mêvanan, kalekî çermespî bû. Noma wisa dibêje: “Ez ecêbmayî mam gava ew li ser qaseyeke plastîk li ser erdê rûnişt.” Bi saya vê bernameyê, yê ku niha hê berdewam dike, gelek xwişk û birayan ji xwe re hevalên nû dîtine, û ew dixwazin ji aliyê hevaltiyê ve hê jî firehtir bibin.
“DILOVANΔ Û “QENCΔ
7. Gerek em çima her tim keremdar û dilovan bin?
7 Heta ku dinyaya Şeytan neyê helak kirin, emê li tengahiyên wek betalî, nexweşî, zilm, felaketên tebîatê, dizî an problemên din rast bên. Ji bo ku em pişta hevdû bigirin gava tiştên wisa tên serê me, gerek em keremdar û dilovan bin (Ef. 4:32). Ev sifatên şexsiyeta nû wê alî me bikin ku em Xwedê ji xwe re bikin nimûne û dilê kesên din rihet bikin (2. Kor. 1:3, 4).
8. Eger em ji hemû ferdên civatê re keremdar û dilovan bin, dibe ku netîce bibe çi? Mîsalekê bide.
1. Kor. 12:22, 25). Dannykarl ji Filîpînê çû Japonê. Ji bo ku ew xerîb bû, mirovên li şixulê wî jê re ne baş bûn. Paşê, Dannykarl çû civîneke Şahidên Yehowa. Ew wisa dibêje: “Hema hema her kes Japonî bû. Dîsa jî, wan ez bi awayekî germ qebûl kirim, wekî ku ew nasên min bûn.” Bi saya keremdariya xwişk û birayan, ew ji aliyê ruhî ve pêş ve çû. Bi zeman re, ew bin av bû, û ew niha kalekî civatê ye. Kalên din pir şa ne ku Dannykarl û pîreka wî Jennifer di civata wan de xizmet dikin. Kalên vê civatê der heqê wan de wisa dibêjin: “Ew pêşeng in û jiyana wan pir mutewazî ye. Ji bo ku ew ji her tiştî zêdetir li Padîşahiyê digerin, ew ji xwişk û birayan re dibin emsalên rind” (Lûqa 12:31).
8 Di civata me de, em çawa dikarin bi kesên xerîb an mezlûm re hê zêdetir eleqedar bin? Gerek em bi wan re hevaltiyê bikin û nîşan bidin ku civat bi rastî jî qîmet dide wan (9, 10. Gava em di xizmetê de keremdar û dilovan dibin, em dikarin kîjan nîmetan bistînin?
9 Bi navgîniya xebata belavkirina mizgîna Padîşahiyê, em dikarin ji her kesî re “qenciyê bikin” (Gal. 6:10). Gelek Şahidên Yehowa dixwazin ji koçberan re dilovaniyê bikin û ji bo vê zimanekî nû dielimin (1. Kor. 9:23). Yên ku wisa dikin gelek nîmetan distînin. Mesela, Tiffany, xwişkeke pêşeng a ku di Awistralyayê dijî, zimanê Swahîlî elimiye ji bo ku ew alî civateke bi zimanê Swahîlî ya li bajarê Brisbane’ê bike. Elimîna vî zimanî her çi qas ne hêsan bû jî, Tiffany poşman nebûye. Ew wisa dibêje: “Eger tu dixwazî ji xizmeta xwe zêdetir kêf bistînî, here civateke bi zimanekî din! Bi vî awayî, tu dikarî herî seyranê, lê bêyî ku tu ji bajarê xwe derkevî. Tuyê bi xwe bibînî ku yekîtiya biratiya me ya cîhanî çi qas xweş e!”
10 Malbateke li Japonê jî wisa kir. Keçika wan Sakîko wisa dibêje: “Li salên 1990î de, em di xizmetê de gelek caran li koçberên Brazîlî rast dihatin. Gava me ji wan re ayetên ji Kitêba Pîroz a bi zimanê Portekîzî nîşan didan – mesela Peyxam 21:3, 4 an Zebûr 37:10, 11, 29 – wan guh dida û carinan jî hêstir ji çavên wan dihat.” Ev malbata Japonî bi rastî jî dilovan û keremdar bû. Sakîko wisa dibêje: “Gava me dît ku ew ji aliyê ruhî ve çi qas birçî ne, me bi hev re dest bi elimîna zimanê Portekîzî kir.” Bi zeman re, wan alîkarî kir ku civateke bi zimanê Portekîzî bê saz kirin. Bi salan, wan alî gelek koçberan dikir ku ew bibin xizmetkarên Yehowa. Sakîko wisa berdewam dike: “Me ji bo elimîna zimanê Portekîzî pir xîret kir, lê nîmetên ku me standine bi rastî jî ji zehmeta me pir zêde bûn. Em ji Yehowa re pir şikur dikin” (Karên Şandiyan 10:34, 35 bixwîne).
‘NEFSBIÇÛKIYÊ LI XWE BIKIN’
11, 12. a) Gava em şexsiyeta nû li xwe dikin, gerek daxwaza me çi be? b) Çi wê alî me bike ku em nefsbiçûk bimînin?
11 Gava em şexsiyeta nû li xwe dikin, gerek daxwaza me ev be ku em hurmet bidin Yehowa, ne ku mirov pesnê me bidin. Ji bîr neke ku carekê, melekekî bêqisûr bi sebeba pozbilindiya xwe guneh kiribû (li Hêzekîêl 28:17 binêre). Loma ji bo însanên qisûrdar zortir e ku ew ji pozbilindî û quretiyê dûr bisekinin. Dîsa jî, em dikarin nefsbiçûkiyê li xwe bikin. Ji bo vê gerek em çi bikin?
12 Ji bo ku em nefsbiçûkiya xwe winda nekin, lazim e ku em her roj li ser tiştên ku em di Kitêba Pîroz de dixwînin, kûr bifikirin (5. Mû. 17:18-20). Bi taybetî, wê baş be ku em li ser gotinên Îsa û li ser xizmeta wî bifikirin, çimkî wî her tişt bi nefsbiçûkî dikir (Met. 20:28). Carekê, Îsa piyên şandiyên xwe şûştibûn (Yûh. 13:12-17). Wekî din, gerek em her tim dua bikin ku Xwedê ruhê xwe bide me ku em qet nefikirin ku em ji kesên din bilindtir in (Gal. 6:3, 4; Flp. 2:3).
13. Feydeyên dilnizmî an nefsbiçûkiyê çi ne?
13 Methelokên Silêman 22:4 bixwîne. Lazim e ku hemû xizmetkarên Xwedê dilnizm bin. Bi ser de, dilnizmî an nefsbiçûkî pir bifeyde ye. Mesela, nefsbiçûkiya me ji bo parastina selamet û yekîtiya civatê muhîm e. Wekî din, eger em her ku diçe hê nefsbiçûktir bin, emê kerema Xwedê bistînin. Petrûsê şandî wisa nivîsî: “Li hember hev nefsbiçûk bin. Çimkî: ‘Xwedê li hember pozbilindan disekine lê keremê li nefsbiçûkan dike’” (1. Ptr. 5:5).
“NERMÎ Û BÎHNFIREHIYÊ LI XWE BIKIN”
14. Kî ji her kesî zêdetir sernerm û bêhnfireh e?
14 Di dinyaya îroyîn de, însanên sernerm û bêhnfireh carinan wek kesên sist tên dîtin. Ev fikir çi qas şaş e! Ev sifatên xweş ji Yehowa Xwedê – yanî ji Kesê herî biqudret ê li hemû kaînatê – tên. Ew ji her kesî zêdetir sernerm û bêhnfireh e (2. Ptr. 3:9). Mesela, bîne bîra xwe ku Xwedê bi navgîniya melekên xwe çawa cewab da pirsên Birahîm û Lût (1. Mû. 18:22-33; 19:18-21). Wekî din, Yehowa zêdetirî 1.500 salî sebir dikir gava miletê Îsraêl ji rê derdiket (Hêz. 33:11).
15. Îsa ji aliyê sernermî û bêhnfirehiyê ve çawa ji me re bû emsal?
15 Îsa “nerm” bû (Met. 11:29). Wî li ber şaşiyên şagirtên xwe pir sebir dikir. Dijminên wî yên dînî der heqê wî de derew dikirin. Dîsa jî, ew heta îdambûna xwe ya neheq her tim sernerm û bêhnfireh dibû. Gava ew li ser dîrekê hat mix kirin, Îsa ji Bavê xwe re dua kir ku ew celadan efû bike, “çimkî ew nizanin ku ew çi dikin” (Lûqa 23:34). Wexta ku Îsa êşa giran kişand û di bin stresa mezin de ma jî, ew bi sernermî û bêhnfirehiya xwe bû emsaleke çi qas baş! (1. Petrûs 2:21-23 bixwîne).
16. Em çawa dikarin sernerm û bêhnfireh bin?
16 Em çawa dikarin sernerm û bêhnfireh bin? Pawlos ji xwişk û birayên xwe re wisa nivîsî: “Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wusa li hevdû bibihûrin [an efû bikin]” (Kol. 3:13). Belê, ji bo ku em guhdariya vî emrî bikin, lazim e ku em sernerm û bêhnfireh bin. Bi vî awayî, em dikarin yekîtiya civatê biparêzin û xurttir bikin.
17. Sernermî û bêhnfirehî çima muhîm in?
17 Ji bo şagirtên Îsa şert e ku ew sernermî û bêhnfirehiyê li xwe bikin. Belê, bê van sifatan em nikarin xelas bin (Met. 5:5; Aqûb 1:21). Bi ser de, bi van sifatan em dikarin hurmet bidin Yehowa û alîkariya kesên din bikin ku ew guh bidin gotinên Kitêba Pîroz (Gal. 6:1; 2. Tîm. 2:24, 25).
‘HEZKIRINÊ LI XWE BIKIN’
18. Hezkirin û bêterefî çawa bi hev ve girêdayî ne?
18 Hemû sifatên ku me heta niha dîtine, bi hezkirinê ve girêdayî ne. Mesela, di sedsala yekê de, hin xwişk û birayan zêdetir qîmet dida kesên dewlemend. Şagirtê Aqûb nîşan da ku terefgirtin, li dijî vê qanûnê ye: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.” Paşê, wî wisa got: “Lê eger hûn cihêtiyê bixin nav mirovan, hûn guneh dikin” (Aqûb 2:8, 9). Bi saya hezkirinê, em mirovan li gor tehsîl, kok an rewşa civakî cihê nakin. Bi rastî jî ne bes e ku em wek kesên bêteref xuya bin. Lazim e ku em ji dil bêteref bin.
19. Çima muhîm e ku em hezkirinê li xwe bikin?
19 Hezkirin “sebir dike”, “dilovaniyê dike” û “pozbilindiyê nake” (1. Kor. 13:4). Ji bo ku em xebata belavkirina mizgîna Padîşahiyê berdewam bikin, bi rastî jî sebir, dilovanî û dilnizmî lazim in (Met. 28:19). Ev sifatên xweş alî me dikin ku em bi hemû xwişk û birayên civatê re baş li hev bikin. Bi saya vê hezkirinê, yekîtiya civatan hê zexmtir dibe. Civatên wisa hurmet didin Yehowa û bala kesên eleqedar dikişînin. Loma Kitêba Pîroz tarîfa şexsiyeta nû bi van gotinên muhîm xelas dike: “Îcar li ser van hemûyan hezkirina ku girêdana bêkêmahîtiyê ye li xwe bikin” (Kol. 3:14).
HER DAÎM “NÛ BIBIN”
20. a) Gerek em ji xwe çi bipirsin? Çima? b) Em li benda kîjan demê ne?
20 Bila em ji xwe wisa bipirsin: “Ez çawa dikarim zêdetir xîret bikim ku ez şexsiyeta kevn ji xwe bikim û jê dûr bisekinim?“ Gerek em bê rawestin ji Xwedê re dua bikin ku ew alî me bike û xîret bikin ku em ji hemû fikir û kirinan dûr bisekinin, ên ku dikarin ji me re bibin manî ku em Padîşahiya Xwedê mîras bistînin (Gal. 5:19-21). Wekî din, gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez zîhniyeta xwe her ku diçe nû dikim?“ (Ef. 4:23, 24). Heta ku em ji kêmahiyên xwe nefilitin, lazim e ku hemû şagirtên Îsa her daîm xîret bikin ku ew şexsiyeta nû li xwe bikin û winda nekin. Li dema ku her kes şexsiyeta nû bi awayekî bêqisûr li xwe kirî be, jiyan wê çi qas xweş be!
^ par. 3 Li dema nivîsandina Kitêba Pîroz, Îskît wek însanên bêkultur dihat dîtin.