Here Naverokê

Here naverokê

Bawerî – Sifateke ku Me Qewî Dike

Bawerî – Sifateke ku Me Qewî Dike

BAWERÎ qudreteke mezin dide me. Mesela, Îblîs dixwaze me ji aliyê ruhî ve bikuje, lê bi saya baweriyê, em dikarin “hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin” (Ef. 6:16). Eger baweriya me hebe, emê karibin problemên ku wek çiya xuya dikin, safî bikin. Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re wisa got: “Eger wek liba xerdelê baweriya we hebe, hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‘Ji vir here wir’, ewê here” (Met. 17:21). Belê, em dizanin ku bawerî dikare me ji aliyê ruhî ve xurttir bike, lê wê dîsa jî baş be ku em bala xwe bidin van pirsan: Bawerî çi ye? Çima muhîm e ku em qîmetê bidin rastiyê? Em çawa dikarin baweriya xwe xurttir bikin? Gerek em baweriya xwe bi kê bînin? (Rom. 4:3).

BAWERÎ ÇI YE?

Bawerî ne tene ev e ku em rastiyê bizanibin yan qebûl bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku “cin jî bawer dikin [ku Xwedê heye] û dilerizin” (Aqûb 2:19). Îcar bawerî bi rastî çi ye?

Wekî ku em bawer in ku şev û roj wê her tim berdewam bikin, em dikarin bawer bin ku sozên Xwedê wê her tim bên cih

Li gor Kitêba Pîroz, du aliyên baweriyê hene. A yekê, “bawerî, ewlebûna tiştên ku hêvî bi wan tê kirin e” (Îbr. 11:1a). Kesekî bawermend îman dike ku hemû gotinên Yehowa rast in û wê bên cih. Mesela, Yehowa ji Îsraêliyan re wisa got: “Eger we bikaribûya peymana min a şevê û peymana min a rojê xera bikirana da ku şev û roj di wextê de çênebûna, wê gavê peymana min a bi xizmetkarê min Dawid wê bikaribûya xera bûya” (Yêr. 33:20, 21, WDN). Gelo tu guman dikî ku Roj wê hilneyê yan neçe ava? Madem ku tu guman nakî ku Erd wê her tim li gor qanûnên tebîatê li dora Rojê bizivire, ma lazim e ku tu bitirsî ku Afirandêrê van qanûnan nikare soza xwe bîne cih? Helbet na! (Îşa. 55:10, 11; Met. 5:18).

A diduyan, bawerî “piştrastbûniya tiştên ku nayên dîtin e” (Îbr. 11:1b). Çawa? Mesela, eger zarokê te ji te bipirsiya, “Em ji ku dizanin ku hewa heye?”, teyê çi bigota? Hewa her çi qas nayê dîtin jî, teyê bi îhtimaleke mezin bala zarokê xwe bikişanda ser îsbatên ku hewa bi rastî heye. Mesela, teyê belkî bigota ku em çawa nefesê distînin yan jî ku ba çawa li ser me tesîr dike. Gava zarok van îsbatan qebûl dike, ewê êdî bawer bike ku tiştekî ku nayê dîtin bi rastî heye. Mîna vê, bawerî jî xwe dispêre îsbatên saxlem (Rom. 1:20).

ÇIMA MUHÎM E KU EM QÎMETÊ BIDIN RASTIYÊ?

Ji ber ku bawerî xwe dispêre îsbatan, lazim e ku mirov “zanîna rastiyê” bistîne ku baweriya wî hebe (1. Tîm. 2:4). Lê ev ne bes e. Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Bi dil tê bawerkirin” (Rom. 10:10). Ji xeynî vê ku kesek baweriya xwe bi rastiyê bîne, lazim e ku ew qîmetê bide rastiyê. Ev yek lazim e ji bo vê ku ew li gor baweriya xwe bijî û dilê Xwedê şa bike (Aqûb 2:20). Eger kesek ji dil qîmetê nede rastiyê, dibe ku ew îsbatên saxlem red bike û bi serhişkî bi fikrên xwe ve girêdayî bimîne yan li gor dilê xwe hereket bike (2. Ptr. 3:3, 4; Chd. 18). Li demên berê, gelek mirovên ku mucîze didîtin, dîsa jî baweriya xwe bi Yehowa nedianîn (4. Mû. 14:11; Yûh. 12:37). Ruhê pîroz tenê di dilê van mirovan ku ji rastiyê hez dikin de, baweriyê tîne meydanê (Gal. 5:22; 2. Sel. 2:10, 11).

DAWID BAWERIYA XWE ÇAWA XURTTIR DIKIR?

Dawid Padîşah ji aliyê baweriyê ve emsaleke mezin e (Îbr. 11:32, 33). Lê belê, baweriya hin merivên Dawid ne ew qas xurt bû. Mesela, gava Dawid seba gotinên Golyat aciz bû, birayê wî Eliyab lê hêrs ket û baweriya xwe bi Yehowa neanî (1. Sam. 17:26-28). Tu kes bi baweriyê nayê dinyayê, û tu kes baweriyê ji dê û bavê xwe mîras nastîne. Baweriya Dawid xurt bû ji ber ku dostaniya wî bi Xwedê re xurt bû.

Li Zebûr 27, Dawid eyan kir ku baweriya wî çawa xurt bû (ayet 1). Dawid li ser serpêhatiyên xwe û li ser vê ku Yehowa li dijî dijminan çawa alî wî kiribû, kûr difikirî (ayet 2, 3). Wî gelek qîmet dida perestgeha Yehowa (ayet 4). Dawid li mala Xwedê tevî kesên din ji Yehowa re îbadet dikir (ayet 6). Wî ji dil ji Yehowa re dua dikir (ayet 7, 8). Wekî din, Dawid dixwest riya Xwedê hîn bibe (ayet 11). Ji bo Dawid, bawerî ew qas muhîm bû ku wî wisa got: “Eger baweriya min tune bûya, minê çi bikira?” (ayet 13, WDN).

EM ÇAWA DIKARIN BAWERIYA XWE XURTTIR BIKIN?

Eger tu wek Dawid bikî, tu jî dikarî baweriya xwe xurttir bikî. Ji bo ku tu vê para berê ruh bi pêş bixî, gerek tu Kitêba Pîroz û weşanên li ser Kitêba Pîroz bi xîret lêkolîn bikî ji bo ku zanîna te zêdetir be (Zeb. 1:2, 3). Wexta ku tu lêkolînê dikî, kûr bifikire ku teqdîra te zêde be. Bi saya vê teqdîrê, tuyê bixwazî baweriya xwe li civînan û li xizmetê nîşan bidî (Îbr. 10:23-25). Eger em “herdem dua bikin û newestin”, ev yek jî wê baweriya me eyan bike (Lûqa 18:1-8). Loma ji Yehowa re ‘bê rawestin dua bike’ û bawer be ku ‘ew xema te dixwe’ (1. Sel. 5:17; 1. Ptr. 5:7). Bawerî me teşwîq dike ku em bikevin hereketê, û hereketên me jî baweriya me xurttir dikin (Aqûb 2:22).

BAWERIYA XWE BI ÎSA BÎNIN

Li şeva berî mirina xwe Îsa ji şandiyên xwe re wisa got: “Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin” (Yûh. 14:1). Gerek em baweriya xwe ne tenê bi Yehowa, lê bi Îsa jî bînin. Em çawa dikarin vêya bikin? Bila em bala xwe bidin sê nuqteyan.

Em çawa dikarin baweriya xwe bi Îsa bînin?

A yekê, fîdyeyê wek hediyeyeke şexsî ya ji Xwedê bibîne. Pawlosê şandî wisa got: “Ez bi baweriya bi Kurê Xwedê yê ku ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir, dijîm” (Gal. 2:20). Gava tu baweriya xwe bi Îsa tînî, ev tê maneya ku tu bawer dikî ku fîdye ji bo te hatiye dayîn, ku gunehên te bi saya fîdyeyê tên efû kirin, ku fîdye riya jiyana herheyî ji bo te vedike û ku fîdye îsbat dike ku Xwedê ji te hez dike (Rom. 8:32, 38, 39; Ef. 1:7). Bi saya vê baweriyê, tuyê ji bo gunehên xwe bi zêdeyî xwe sûcdar nekî (2. Sel. 2:16, 17).

A diduyan, li ser bingeha qurbanbûna Îsa ji Yehowa re dua bike. Bi saya fîdyeyê, em dikarin “bi cesaret” ji Yehowa re dua bikin “da ku rehm li me bibe û ji bo dema ku em hewcedarê alîkariyê bin, em keremê bibînin” (Îbr. 4:15, 16; 10:19-22). Dua me xurt dike ku em guneh nekin (Lûqa 22:40).

A sisêyan, guh bide Îsa. Yûhennayê şandî wisa nivîsî: “Yê ku baweriyê bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye. Yê ku bi ya Kur nake, jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne” (Yûh. 3:36). Gava em guh didin Îsa, ev yek nîşan dide ku em baweriya xwe bi wî tînin. Ji bo vê, gerek em li gor “qanûna Mesîh”, yanî li gor hemû hîndarî û emrên wî bijîn (Gal. 6:2, WDN). Wekî din, em guh didin Îsa gava em guh didin rêberiya ku ew bi navgîniya “xulamê dilsoz û şehreza” dide me (Met. 24:45). Eger em guh bidin Îsa, emê li hemberî tengasiyên ku dişibin firtoneyan, qewî bisekinin (Lûqa 6:47, 48).

“XWE LI SER BAWERIYA XWE YA HERÎ PÎROZ AVA BIKIN”

Rojekê, zilamekî ji Îsa re wisa got: “Ez bawer dikim. Alîkariya bêbaweriya min bike!” (Mar. 9:24). Baweriya vî zilamî hebû, lê wî bi dilnizmî fehm kir ku gerek baweriya wî zêde bibe. Wek vî zilamî, emê jî rojekê hewceyî zêdetir baweriyê bibin. Ji ber vê yekê, bila em baweriya xwe ji niha ve zêdetir bikin. Ji bo vê, gerek em Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û ser kûr bifikirin ku teqdîra me ya ji bo Yehowa zêde bibe. Wekî din, gerek em tevî xwişk û birayên xwe îbadetê bikin, mizgînê belav bikin û her tim dua bikin. Eger em baweriya xwe xurttir bikin, emê xelata herî mezin bistînin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ey hezkirino, xwe li ser baweriya xwe ya herî pîroz ava bikin ... xwe di hezkirina Xwedê de bigirin” (Chd. 20, 21).