Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 31

Dev ji Beza Jiyanê Bernede!

Dev ji Beza Jiyanê Bernede!

“Ji ber vê yekê em nawestin” (2. KOR. 4:16).

KILAM 128 Heta Xilaziyê Sebir kin

PÊŞGOTIN *

1. Ji bo ku em ji beza jiyanê newestin, gerek em çi bikin?

ÇEND sal derbas bin bila bibin, gerek em dev ji beza jiyanê bernedin heta ku em bigihîjin hedefê. Şîreta ku Pawlosê şandî dabû şagirtên Îsa, yên ku li bajarê Filîpyayê dijiyan, dikare alî me bike ku em jî ji beza jiyanê newestin. Gava wan nameya Pawlos stend, hin ji wan bi gelek salan ji Yehowa re xizmet kiribû. Wan jixwe bi dilsozî xizmet dikir, lê belê Pawlos ew tembîh kirin ku gerek ew bi bêhnfirehî bibezin. Wî dixwest ku ew wek wî “ber bi armancê ve” birevin (Flp. 3:14).

2. Şîreta ku Pawlos da xwişk û birayên li Filîpyayê çima di cih de bû?

2 Xwişk û birayên li civata Filîpyayê bi rastî jî hewceyî şîreta Pawlos bûn, çimkî ew ji sazkirina civatê û pê ve rastî muxalefetê hatibûn. Tengasiyên wan li sala 50yî ya P.M. dest pê kiribû, gava Pawlos û Sîlas li gor rêberiya Xwedê “derbasî Mekedonyayê” bûbûn û hatibûn bajarê Filîpyayê (Kar. 16:9). Li wê derê, ew rastî jinikeke bi navê Lîdya hatibûn, a ku guhdariya wan kir. Yehowa dilê Lîdyayê ji bo mizgînê vekir, û ew û malbata wê hatin bin av kirin (Kar. 16:14). Lê belê pir wext derbas nebû ku Îblîs hicûmî wan kir. Mirovên Filîpyayê Pawlos û Sîlas birin ber serwerên bajêr û ew bi van gotinan sûcdar kirin: “Ev mirovên ha bajarê me tevlihev dikin.” Pawlos û Sîlas bi daran hatin kutan û avêtin zindanê, û paşê ji wan re hat gotin ku bila ew ji bajêr derkevin (Kar. 16:16-40). Dîsa jî, Pawlos û Sîlas dev ji îşê xwe berneda, û xwişk û birayên nû jî dev ji xizmetê berneda. Wan bêguman ji emsala Pawlos û Sîlas pir cesaret distend.

3. Pawlos çi dizanibû, û emê kîjan pirsan muzakere bikin?

3 Di beza jiyanê de, Pawlos nediwestiya (2. Kor. 4:16). Wî dizanibû ku ji bo ku ew serkeftî bibe, gerek ew her tim bala xwe bide hedefê. Em dikarin ji emsala Pawlos çi bielimin? Li rojên me, hin xwişk û bira çawa serî bi astengên xwe re derdixînin? Hêviya me çawa dikare qewetê bide me ku em tu caran dev ji bezê bernedin?

EMSALA PAWLOS

4. Li gel tengasiyan, Pawlos xizmeta xwe çawa berdewam dikir?

4 Gava Pawlos nameya xwe ya ji Filîpiyan re dinivîsî, ew li Romayê li mala xwe girtî bû, û wî nikaribû bi azadî xizmet bikira. Dîsa jî, wî mizgîn dida mêvanên xwe, û wî ji civatên dûr re name dinivîsandin. Îro jî, gelek xwişk û birayên me, yên ku nikarin ji mala xwe derkevin, mizgînê didin kesên ku tên mala wan. Wekî din, ew bi destê nameyan mizgînê belav dikin.

5. Li gor Filîpî 3:12-14, çi alî Pawlos dikir ku ew bala xwe bide hedefê?

5 Pawlos îzin nedida ku serkeftinên wî yan jî şaşiyên wî yên berê ji wî re bibin asteng. Wî got ku ji bo ku mirov xelatê qazanc bike, gerek ew “ber bi armancê ve” bibeze û “tiştên çûyî ji bîr” bike (Filîpî 3:12-14 bixwîne). Kîjan tiştan wê bikaribûya ji Pawlos re bibûna asteng? A yekê, berî ku ew bû şagirtê Îsa, ew di nava Cihûyan de mirovekî pir serkeftî bû. Lê belê wî ev serkeftinên xwe yên berê “wek zibil” hesab dikirin (Flp. 3:3-8). A diduyan, wî li şagirtên Îsa zilm kiribû, lê wî îzin neda ku barê sûcên wî yên berê ji wî re bibe asteng. A sisêyan jî, ew tu caran nedifikirî ku tiştên ku wî ji bo Yehowa kirine êdî bes in. Pawlos gelek caran ket zindanê, hat kutan û hat dayîn ber keviran. Ew gelek caran bê xwarin û bê kinc ma, û sê gemiyên ku ew li wan siwar bûbû, noq bûn. Dîsa jî, xizmeta wî berdar bû (2. Kor. 11:23-27). Belê, Pawlos jixwe di xizmetê de pir serkeftî bûbû û rastî gelek tengasiyan hatibû, lê wî dizanibû ku çi dibe bila bibe, gerek ew dîsa jî bi pêş ve here. Wê baş be ku em jî wisa bikin.

6. Wê belkî lazim be ku em kîjan “tiştên çûyî” ji bîr bikin?

6 Em çawa dikarin wek Pawlos “tiştên çûyî” ji bîr bikin? Dibe ku wijdanê me seba gunehên me yên berê nerihet be. Eger problemeke wisa hebe, wê baş be ku em maneya fîdyeya Îsa lêkolîn bikin. Bi saya teşwîqa ku emê ji lêkolîna vê mijarê bistînin, dibe ku wijdanê me rihettir bibe û em êdî xwe ji bo gunehên ku Yehowa jixwe efû kirine, ceza nekin. Wekî din, hin ji me wek Pawlos dev ji kariyereke baş berdaye ku ji Yehowa re zêdetir xizmet bikin. Eger me wisa kiriye, wê baş be ku em “tiştên çûyî” ji bîr bikin û êdî li ser fersendên madî, yên ku belkî ji destê me çûn, nefikirin (4. Mû. 11:4-6; Waiz 7:10). Ceribandinên ku berê hatibûn serê me û serkeftinên me yên berê jî “tiştên çûyî” ne. Gava em tînin bîra xwe ku Yehowa çawa bi salan em bibereket kirine û piştgiriya me kiriye, ev yek helbet dikare me nêziktirî Xwedê bike. Dîsa jî, em tu caran naxwazin ji xwe bi zêdeyî razî bin yan bifikirin ku kirinên me êdî bes in (1. Kor. 15:58).

Li beza jiyanê, gerek em bala xwe bidin hedefê û îznê nedin ku tiştek ji me re bibe asteng (Li paragrafa 7an binêre)

7. Li gor 1. Korîntî 9:24-27, gerek em çi bikin ku em di beza jiyanê de serkeftî bibin?

7 Pawlos ev gotinên Îsa rind fehm dikirin: “Li ber xwe bidin” (Lûqa 13:23, 24). Pawlos dizanibû ku gerek ew wek Îsa Mesîh heta dawiyê li ber xwe bide. Loma wî got ku jiyana şagirtên Îsa dişibe bezekê (1. Korîntî 9:24-27 bixwîne). Kesekî ku li bezekê direve bala xwe dide hedefê û îznê nade ku tiştek ji wî re bibe asteng. Mesela, gava bezvan li bajêr direvin, gerek ew riya xwe şaş nekin û nesekinin ku li dikanan binêrin. Beza jiyanê jî wisa ye. Eger em dixwazin xelatê bistînin, gerek em wek Pawlos bala xwe bidin hedefê û “li ber xwe bidin”.

LI GEL ÇETINAHIYAN NEWESTE

8. Niha emê kîjan tengasiyan muzakere bikin?

8 Bila em sê cure tengasiyan muzakere bikin, ên ku dikarin ji me re bibin asteng: hêviyên ku dereng dikevin, bêhalketin û tengasiyên ku zû xelas nabin. Emê bibînin ku kesên din çawa serî bi çetinahiyên wisa re derxistiye (Flp. 3:17).

9. Hêviyên ku dereng dikevin çawa dikarin li ser me tesîr bikin?

9 Hêviyên ku dereng dikevin. Em helbet li bendê ne ku sozên Yehowa bên cih. Gava Habaqûq pêxember pirsî ka halê xerab ê Cihûstanê wê kengê xelas bibe, Yehowa ji wî re got ku bila ew li bendê bimîne (Hab. 2:3). Lê belê, gava hêviyên me zû nayên cih, hewesa me dikare kêm bibe û em dikarin cesareta xwe winda bikin (Mtl. 13:12). Li destpêka sedsala 20an tiştekî wisa qewimîbû. Li wê demê, gelek şagirtên Îsa yên meshkirî difikiriyan ku li sala 1914an, ewê herin ezmanan. Gava hêviya wan nehat cih, wan çi kir?

Hêviya Royal û Pearl Spatz li sala 1914an nehat cih, lê ew heta mirinê ji Yehowa re dilsoz man (Li paragrafa 10an binêre)

10. Serpêhatiya Royal û Pearlê çi rêyî me dide?

10 Bala xwe bide serpêhatiya xwişk û birayekî dilsoz, ên ku rastî vê tengasiyê hatibûn. Birayê me Royal Spatz li sala 1908an bin av bûbû, gava ew 20 salî bû. Ew ji dil bawer bû ku wiyê xelata xwe di demeke nêzik de bistenda. Li sala 1911an, gava wî dixwest bi xwişkeke bi navê Pearl bizewiciya, wî jê re got: “Tu zanî ku li sala 1914an çi wê biqewime, ne wisa ye? Loma wê baş be ku em zû bizewicin!” Gelo wan dev ji beza jiyanê berda gava wan li sala 1914an xelata xwe nestend? Na! Ji bo wan, tiştê herî muhîm ne ev bû ku ew xelata xwe bistînin, lê ev bû ku ew daxwaza Xwedê bi dilsozî bînin cih. Wan dixwest beza jiyanê bi sebir berdewam bikin. Wan bi rastî jî wisa kir. Royal û Pearl heta dawiya emrê xwe yê li rûyê erdê aktîf û dilsoz man. Bê guman tu jî hesreta wê rojê yî ku Yehowa nav û serweriya xwe bilind bike û hemû sozên xwe bîne cih. Bawer be ku Yehowa wê van tiştan di wextê de pêk bîne. Heta wê rojê, bila em bi xizmeta Xwedê mijûl bin û îznê nedin ku derengketina hêviyên me cesareta me kêm bike yan jî ji me re bibe asteng!

Gava Arthur Secord êdî kal bû, wî dîsa jî her tim dixwest bi pêş ve here. (Li paragrafa 11an binêre)

11-12. Eger qeweta me êdî kêm bûye, Yehowa li me çawa dinêre?

11 Bêhalketin. Bezvan gerek ji aliyê bedenî ve xurt bin, lê ji bo beza ruhî ev yek ne lazim e. Sihet û qeweta me her çi qas kêm bibe jî, em dikarin ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin (2. Kor. 4:16). Mesela, birayê Arthur Secord * 55 sal li Beytelê xizmet kiribû, lê ew êdî 88 salî bû û bêhal ketibû. Hemşîreyeke ku li wî dinêrî ji wî re bi dilgermî wisa got: “Birayê Secord, li xizmeta Yehowa keda te çi qas mezin e!” Lê belê Arthur bala xwe nedida dema çûyî. Wî li çavên wê nêrî û bi rûkenî wisa cewab da: “Erê, rast e. Lê tiştê herî muhîm ne ev e ku me berê çi kiribin. Ê herî muhîm ev e ku em ji niha û pê ve çi bikin.”

12 Dibe ku te jî bi gelek salan ji Yehowa re xizmet kiriye, û siheta te êdî îznê nade ku tu wek berê bixebitî. Eger halê te wisa ye, ber xwe nekeve. Bawer be ku Yehowa qîmetê dide xizmeta te ya dilsoz (Îbr. 6:10). Ji bîr neke ku xizmeta bi dil û can bi vê nayê hesab kirin ku em çi qas dikarin bixebitin. Gava em nêrîneke pozîtîf nîşan didin û çi ji destê me tê dikin, em bi vî awayî nîşan didin ku dilsoziya me çi qas kûr e (Kol. 3:23). Yehowa sînorên me fehm dike, û ew rind dizane ku em bi rastî çi dikarin bikin (Mar. 12:43, 44).

Anatolî û Lîdiya Mêlnîk ber bi gelek tengasiyan dilsoz man (Li paragrafa 13an binêre)

13. Serpêhatiya Anatolî û Lîdiyayê çawa cesaretê dide me ku em li gel tengasiyan bi pêş ve herin?

13 Tengasiyên ku zû xelas nabin. Hin xizmetkarên Yehowa bi dehan salan ber bi tengasî û zilmê mane. Mesela, Anatolî Mêlnîk * 12 salî bû gava bavê wî ket hebsê û paşê li Sîbîryayê – zêdetirî 7.000 km dûrî malbata xwe ya li Moldovayê – hat sirgûn kirin. Salek bi şûn de, Anatolî, diya wî û kalik û pîrika wî jî hatin şandin Sîbîryayê. Bi zeman re, ew li gundekî din diçûn civînan, lê ji bo vê gerek ew 30 km di berfê de rê biçûna. Paşê, Anatolî jî sê sal li hebsê ma û ji pîreka xwe Lîdiya û keça xwe ya yek salî dûr ma. Li gel van tengasiyan, ên ku bi gelek salan berdewam kir, Anatolî û malbata wî bi dewamî bi pêş ve diçûn. Anatolî niha 82 salî ye û li welatekî Asyaya Navîn wek endamê Heyeta Temsîlê xizmet dike. Wek Anatolî û Lîdiya, bila em jî bi dil û can xizmet bikin û li gel tengasiyan her tim sebir bikin (Gal. 6:9).

JI HÊVIYA XWE QEWETÊ BISTÎNE

14. Pawlos fehm dikir ku ji bo ku ew bigihîje hedefê, gerek ew çi bike?

14 Pawlos bawer bû ku ewê beza jiyanê xelas bike û bigihîje hedefê. Ji bo ku ew yekî meshkirî bû, ew li hêviya “gazîkirina xwe ya ezmanî” bû. Lê belê wî fehm dikir ku ji bo ku ew bigihîje vê armancê, xîret lazim e (Flp. 3:14). Ji bo ku alî xwişk û birayên li Filîpyayê bike ku ew bala xwe bidin armancê, Pawlos behsa mîsalekê balkêş kir.

15. Pawlos xwişk û birayên li Filîpyayê bi kîjan mîsalê tembîh kirin ku ew xîret bikin ku bigihîjin xelata xwe?

15 Pawlos anî bîra xwişk û birayên li Filîpyayê ku “welatê [wan] li ezmanan e” (Flp. 3:20). Li wan rojan, qîmeta welatîbûna Romayê pir mezin bû. * Ji ber ku xelkê Filîpyayê welatiyên Romayê bûn, gerek wan guh bidaya dewleta Romayê. Lê belê, şagirtên Îsa welatiyên ezmanan bûn, û qîmeta vê welatîbûnê hê jî mezintir bû. Ji ber vê yekê, Pawlos ew tembîh kirin ku bila “jiyana [wan] hêjayî Mizgîniya Mesîh be” (Flp. 1:27). Îro jî, şagirtên Îsa yên meshkirî xîret dikin ku ew bigihîjin xelata xwe, û ew bi jiyana xwe ji me re dibin emsal.

16. Li gor Filîpî 4:6, 7, gerek em her tim çi bikin?

16 Em li hêviya çi bin jî – li hêviya jiyana herheyî ya li ezmanan yan li hêviya jiyana herheyî ya li ceneta li rûyê erdê – gerek em xîret bikin ku em bigihîjin vê armancê. Çi dibe bila bibe, gerek em bala xwe nedin “tiştên çûyî”, û gerek em îznê nedin ku tiştek ji me re bibe asteng (Flp. 3:16). Belkî em bi gelek salan li bendê mane ku hêviya me bê cih, yan belkî sihet û qeweta me êdî ne baş e. Yan jî dibe ku em bi gelek salan ber bi tengasî û zilmê mane. Dîsa jî, gerek em “ji bo tu tiştî xeman nexwin”. Eger em niyaz û daxwazên xwe ji Xwedê re bibêjin, ewê dilê me bi awayekî nehêvîkirî rihet bike (Filîpî 4:6, 7 bixwîne).

17. Li meqaleya din, emê çi muzakere bikin?

17 Wek bezvanekî ku êdî nêzikî hedefê bûye, gerek em jî bi temamî bala xwe bidin hedefa beza jiyanê. Bi qasî ku ji destê me tê, bila em bi dil û can xîret bikin ku em bigihîjin xelata sozdayî. Lê gerek em çi bikin ku em bi awayekî rast bi pêş ve herin? Meqaleya din wê alî me bike ku em di jiyana xwe de bala xwe bidin “tiştên hê muhîmtir” (Flp. 1:9, 10, WDN).

KILAM 79 Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin

^ par. 5 Di xizmeta Yehowa de çend sal derbas bin bila bibin, lazim e ku em her tim ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Pawlosê şandî xwişk û bira tembîh kirin ku ew newestin, yanî dev ji beza jiyanê bernedin. Li nameya xwe ya ji Filîpiyan re, wî nîşan da ku em çawa dikarin di beza jiyanê de serkeftî bibin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin van tembîhan pêk bînin.

^ par. 11 Ji bo serpêhatiya Arthur Secord, li meqaleya “My Part in Advancing Right Worships” li kovara The Watchtower a 15 Hezîran 1965 binêre.

^ par. 13 Ji bo serpêhatiya Anatolî Mêlnîk, li meqaleya “Taught From Childhood to Love God” li kovara Awake! a 22 Cotmeh 2004 binêre.

^ par. 15 Ji ber ku bajarê Filîpyayê koloniyeke Romayî bû, bajarvanên Filîpyayê welatiyên Romayî bûn. Loma wan mîsala Pawlos rind fehm dikir.