Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 33

Ên ku Guh Didin Te wê Xelas Bibin

Ên ku Guh Didin Te wê Xelas Bibin

“Hay ji xwe û ji hînkirina xwe hebe. Di nav wan de berdewam bike, çimkî eger tu wisa bikî, tê hem xwe û hem jî guhdarên xwe xilas bikî” (1. TÎM. 4:16).

KILAM 67 “Xizmet ke”

PÊŞGOTIN *

1. Em gişt ji bo merivên xwe çi dixwazin?

XWIŞKEKE me ya bi navê Anna * wisa dibêje: “Ji wexta ku ez rastiyê hîn bûme û pê ve, min dixwest ku hemû merivên min tevî min li cenetê bin. Min bi xisûsî dixwest ku zilamê min Justin û lawikê me tevî min ji Yehowa re xizmet bikin.” Gelo merivên te hene, yên ku Yehowa hê nas nakin? Eger wisa ye, tu jî bi îhtimaleke mezin wek Annayê difikirî.

2. Li vê meqaleyê, emê çi muzakere bikin?

2 Em nikarin zorê li merivên xwe bidin ku ew mizgînê qebûl bikin, lê em dikarin alî wan bikin ku ew hiş û dilê xwe ji bo gotinên Kitêba Pîroz vekin (2. Tîm. 3:14, 15). Wê çima baş be ku em mizgînê bidin merivên xwe? Gerek em xwe çima têxin şûna wan? Em çawa dikarin alî merivên xwe bikin ku ew jî ji Yehowa hez bikin? Xwişk û birayên civata me çawa dikarin alî me bikin?

WÊ ÇIMA BAŞ BE KU EM MIZGÎNÊ BIDIN MERIVÊN XWE?

3. Li gor 2. Petrûs 3:9, wê çima baş be ku em mizgînê bidin merivên xwe?

3 Di demeke nêzik de, Yehowa wê vê sîstema xerab helak bike. Tenê “yên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e wê sax bimînin (Kar. 13:48, WDN). Madem ku em ew qas wext xerc dikin ku mizgînê bidin kesên nenas, ma em naxwazin ku merivên me jî Yehowa nas bikin? Bavê meyî dilovan Yehowa “naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9 bixwîne).

4. Gava em mizgînê didin merivên xwe, dibe ku em carinan çi şaşiyê bikin?

4 Gerek em hay ji xwe hebin ku em mizgîna xelasbûnê çawa bînin zimên. Carinan em belkî mizgînê bi zimanekî şîrîn didin kesên nenas, lê bi merivên xwe re bi sertî dipeyivin.

5. Gava em dixwazin mizgînê bidin merivên xwe, wê baş be ku em çi ji bîr nekin?

5 Kitêba Pîroz vê şîretê dide: “Bila peyva we, wek ku bi xwê hatiye terbiyekirin, herdem bi keremdarî be, wisa ku hûn bizanin ka divê çawa hûn bersîva her kesî bidin” (Kol. 4:5, 6). Gava me cara pêşîn ji merivên xwe re behsa mizgînê kiribû, dibe ku me bala xwe neda vê şîretê û seba vê poşman in. Ji bo ku em dilê merivên xwe neêşînin, wê baş be ku em vê şîretê tu caran ji bîr nekin.

EM ÇAWA DIKARIN ALÎ MERIVÊN XWE BIKIN?

Bi rabûn û rûniştina xwe, em dikarin alî merivên xwe bikin ku ew qîmeta rastiyê fehm bikin (Li paragrafên 6 heta 8an binêre) *

6-7. Çima lazim e ku em xwe têxin şûna kesên ku ne Şahidên Yehowa ne? Mîsalekê bide.

6 Xwe têxe şûna wan. Anna wisa dibêje: “Di serî de, min her tim dixwest ji zilamê xwe Justin re behsa Kitêba Pîroz bikira, lê me nikaribû sohbetên ‘normal’ bikira.” Zanîna Justin ya di heqê Kitêba Pîroz de hindik bû, loma wî fehm nedikir ku Anna behsa çi dike. Justin difikirî ku hiş û aqlê Annayê her tim ser baweriya wê ye. Bi dîtina wî, pîreka wî hatiye xapandin û ketiye riya şaş.

7 Li êvaran û li dawiya heftiyê, Annayê wexta xwe bi zêdeyî bi xwişk û birayan re derbas dikir yan diçû xizmet û civînan. Ji ber vê yekê, Justin xwe carinan tenê hîs dikir, û wî bêriya pîrek û lawikê xwe dikir. Wî hevalên Annayê nas nedikirin, û ew difikirî ku Anna ji wî zêdetir qîmetê dide wan. Di netîceyê de, Justin dixwest Annayê berde. Ma wê baştir nebûya ku Annayê xwe zêdetir bixista şûna zilamê xwe?

8. Li gor 1. Petrûs 3:1, 2, wê baş be ku em çi bikin?

8 Kirinên te ji gotinên te muhîmtir in. Gelek caran, kirinên me dikarin ji gotinên me zêdetir li ser merivên me tesîr bikin (1. Petrûs 3:1, 2 bixwîne). Annayê bi zeman re eva fehm kir. Ew wisa dibêje: “Min dizanibû ku Justin ji me hez dike û bi eslê xwe nedixwest ez berdama. Lê belê min ji tehdîda wî fehm kir ku gerek ez şîretên Yehowa bi kar bînim. Li şûna ku ez ew qas xeber bidim, lazim bû ku ez bi rabûn û rûniştina xwe bibûma emsal.” Loma Annayê êdî ji Justin re her tim behsa Kitêba Pîroz nedikir. Li şûna vê, wê êdî bi wî re li ser tiştên rojane xeber dida. Bi zeman re, Justin ferq kir ku Anna sernermtir dibû, û lawikê wan biterbiyetir dibû (Mtl. 31:18, 27, 28). Gava Justin dît ku Kitêba Pîroz li ser malbata wî çi qas baş tesîr dike, hiş û dilê wî ji bo gotinên Kitêba Pîroz vebû (1. Kor. 7:12-14, 16).

9. Gerek em çima dev ji xîreta xwe bernedin?

9 Dev ji xîreta xwe bernede. Yehowa ji me re emsal e. Ew “dîsa û dîsa” fersendê dide mirovan ku ew guh bidin mizgînê û jiyana bêdawî bistînin (Yêr. 44:4, WDN). Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re gotibû ku bila ew “berdewam bike” ku alî kesên din bike. Çima? Bi vî awayî, wiyê xwe û kesên ku guh didin wî xelas bikirana (1. Tîm. 4:16). Em ji merivên xwe hez dikin û dixwazin ku ew rastiya Kitêba Pîroz hîn bibin. Di netîceyê de, kirin û gotinên Annayê li ser malbata wê baş tesîr kir. Ew niha bi dilşadî tevî zilamê xwe ji Yehowa re xizmet dike. Her du jî pêşeng in û Justin jî kalê civatê ye.

10. Çima gerek em bisebir bin?

10 Sebir bike. Gava em xwe li gor standardên Xwedê serrast dikin, dibe ku jiyan û baweriya me ya nû li merivên me ecêb bê. Gelek caran, ew serê pêşîn vêya ferq dikin ku em êdî eyd û adetên dînî pîroz nakin û tev li sîyasetê nabin. Carinan, ew di serî de bi me hêrs dikevin (Met. 10:35, 36). Lê gerek em tu caran hêviya xwe ji wan nebirin. Eger em dev ji wan berdin, ev tê maneya ku em wan hêjayî jiyana bêdawî nabînin. Yehowa em nekirine hakimê wan. Wî ev wezîfe daye Îsa (Yûh. 5:22). Eger em bisebir bin, merivên me wê belkî rojekê guh bidin mizgînê (li çarçoveya “Bi Alîkariya Malpera Me Hîn Bike” binêre).

11-13. Em dikarin ji serpêhatiya Margaretê çi bielimin?

11 Biqerar be, lê nazik be (Mtl. 15:2). Bila em li ser serpêhatiya Margaretê bifikirin. Dê û bavê wê ateîst bûn û bi sîyasetê mijûl dibûn. Gava Margaretê rastiya di heqê Yehowa de bihîst, ew li mala dê û bavê xwe nedijiya. Wê dizanibû ku gerek ew zû bi zû ji dê û bavê xwe re behsa rastiya Kitêba Pîroz bike. Margaret wisa dibêje: “Hûn çi qas dereng bimînin ku ji dê û bavê xwe re behsa baweriya xwe bikin, ewê ew qas zêdetir şaş û metelmayî bimînin.” Ji ber vê yekê, Margaretê ji dê û bavê xwe re name dinivîsandin û dipirsî ka ew li ser hin rastiyên Kitêba Pîroz çi difikirin, mesela li ser gotinên Kitêba Pîroz ên di heqê hezkirinê de (1. Kor. 13:1-13). Margaretê ji dê û bavê xwe re digot ku ew ji wan gelek razî ye ku wan ew mezin kiriye, û wê ji wan re hediye dişandin. Gava wê dê û bavê xwe ziyaret dikir, wê di karên malê de alî diya xwe dikir. Gava Margaretê behsa baweriya xwe kir, ev yek di serî de li dê û bavê wê xweş nedihat.

12 Gava Margaret li mala dê û bavê xwe dima, wê Kitêba Pîroz her roj dixwend. Margaret wisa dibêje: “Bi vî awayî, diya min fehm kir ku xwendina Kitêba Pîroz ji bo min pir muhîm e.” Bi zeman re, bavê Margaretê qerar da ku Kitêba Pîroz bixwîne ji bo ku fikrên nû yên qîza xwe fehm bike. Wekî din, wî dixwest di Kitêba Pîroz de şaşiyan bibîne. Margaret wisa dibêje: “Min Kitêba Pîroz da bavê xwe, û min tê de noteke ji bo wî nivîsî.” Netîce çi bû? Li şûna ku bavê Margaretê şaşiyan bibîne, gotinên Kitêba Pîroz dilê wî girt.

13 Ji xeynî vê ku em biqerar bin, lazim e ku em her dem nazik bin – eger tengasî hebin jî (1. Kor. 4:12b). Mesela, Margaret ji aliyê diya xwe ve rastî muxalefetê dihat. Ew wisa dibêje: “Gava ez bin av bûm, diya min ji min re got ‘serhişkê’.” Lê Margaretê çi kir? “Li şûna ku ez bêdeng bimînim, min bi zimanekî şîrîn jê re got ku ez dev ji riya xwe bernadim. Min ji wê re got ku ez jê pir hez dikim. Em herdû giriyan, û paşê, min ji wê re xwarineke xweş çêkir. Ji wê demê û pê ve, diya min êdî qebûl kir ku Kitêba Pîroz ez kirime însanekî baştir.”

14. Gerek em çima tu caran îznê nedin ku merivên me qerarên me biguherînin?

14 Dibe ku zeman derbas bibe heta ku merivên me fehm bikin ku xizmeta Yehowa ji bo me pir biqîmet e. Mesela, gava Margaretê qerar da ku bibe pêşeng, diya wê dîsa giriya ji ber ku Margaret li pey armancên ku wan danîbûn ber wê, nediçû. Lê Margaret biqerar bû. Ew wisa dibêje: “Eger tu di warekî de ji bo xatirê malbatê dev ji qerara xwe berdî, malbata te wê bi îhtimaleke mezin di warên din de jî zorê li te bike. Lê eger tu biqerar û nazik bî, dibe ku hin ferdên mala te wê guh bidin te.” Gelo ev şîret ji bo malbata Margaretê bifeyde bû? Belê! Niha dê û bavê wê pêşeng in, û bavê wê kalê civatê ye.

XWIŞK Û BIRAYÊN CIVATA ME ÇAWA DIKARIN ALÎ ME BIKIN?

Civat çawa dikare alî merivên me bike? (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15. Li gor Metta 5:14-16 û 1. Petrûs 2:12, ‘kirinên qenc’ ên xwişk û birayan çawa dikarin alî merivên me bikin?

15 Yehowa bi navgîniya ‘kirinên qenc’ ên şagirtên Îsa mirovan ber bi xwe ve dikişîne (Metta 5:14-16; 1. Petrûs 2:12 bixwîne). Eger jin yan mêrê te Şahidê Yehowa nîne, gelo ew xwişk û birayên civata te nas dike? Mesela, Annayê xwişk û birayên civatê gazî mala xwe dikirin ku Justin wan nas bike. Birayekî alî Justin dikir ku ew fehm bike ku Şahidên Yehowa bi rastî mirovên çawa ne. Justin wisa tîne bîra xwe: “Ji bo xatirê min, ew [bira] rojekê neçû xebata xwe ku bi min re li televîzyonê li sporê temaşe bike. Min fehm kir ku ew jî mirovekî wekî me ye.”

16. Wê çima baş be ku em merivên xwe dawet bikin ku ew werin civînan?

16 Wekî din, wê baş be ku em merivên xwe dawet bikin ku ew werin civînan (1. Kor. 14:24, 25). Justin cara pêşîn çûbû Bîranînê ji ber ku ev civîn di wexteke minasib de bû û bernameya vê civînê kin bû. Ew wisa dibêje: “Min gotar rind fehm nekir, lê mirovên wir di bîra min de man. Wan ji dil silav dida min.” Li civatê, xwişk û birayek hebûn, ên ku li dema xizmet û civînan bi lawikê Annayê re eleqedar dibûn. Gava Justin êdî dixwest di heqê baweriya pîreka xwe de melûmatê bistîne, wî ji vî birayî re got ku bila ew tevî wî dest bi kursa Kitêba Pîroz bike.

17. Gerek em xwe ji bo çi sûcdar nekin, lê çima muhîm ku em tu caran dev ji xîreta xwe bernedin?

17 Em helbet ji dil dixwazin ku hemû merivên me tevî me ji Yehowa re xizmet bikin. Lê belê em çi qas xîret bikin jî, dibe ku hin ji wan rastiyê qebûl nekin. Eger wisa be, xwe sûcdar neke. Em nikarin baweriya xwe bi zorê ji kesên din re bidin qebûl kirin. Dîsa jî, bila merivên te bibînin ku tu ji xizmeta Yehowa çi qas kêfê distînî. Ji bo wan dua bike. Bi zimanekî şîrîn bi wan re bipeyive. Xwe nede paş! (Kar. 20:20). Bawer be ku Yehowa wê xîreta te bibereket bike. Û eger merivên te guh bidin te, ewê xelas bibin!

KILAM 57 Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya

^ par. 5 Em helbet dixwazin ku merivên me Yehowa nas bikin, lê dîsa jî gerek ew xwe bi xwe qerarê bidin ku ji wî re xizmet bikin yan na. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em dikarin çi bikin ku merivên me guh bidin me.

^ par. 1 Hin nav hatine guhertin. Li vê meqaleyê, peyva “meriv” ji bo merivên me yên ku ne xizmetkarên Yehowa ne, tê bi kar anîn.

^ par. 53 RESIM: Birayekî ciwan bi bavê xwe re, yê ku ne Şahidê Yehowa ye, li ser erebeyekê dixebite. Li wexteke minasib, ew vîdeoyeke ji jw.org® nîşanî bavê xwe dide.

^ par. 55 RESIM: Gava zilamekî ku ne Şahidê Yehowa ye behsa îşên xwe dike, pîreka wî, ya ku xwişka me ye, rind guh dide wî. Paşê, xwişka me bi malbata xwe re wext derbas dike.

^ par. 57 RESIM: Xwişka me hin xwişk û birayên civata xwe gazî mala xwe kirine. Ew bi zilamê wê re sohbetê dikin ku wî baştir nas bikin. Paşê, zilam tevî pîreka xwe diçe Bîranînê.