Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 34

Tu Çawa Dikarî Hînî Wezîfeyeke Nû Bibî?

Tu Çawa Dikarî Hînî Wezîfeyeke Nû Bibî?

“Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we ... û ew hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr bike” (ÎBR. 6:10).

KILAM 38 Ew wê Te Qewî ke

PÊŞGOTIN *

1-3. Hin xizmetkarên tamrojî çima mecbûr in ku wezîfeyên xwe bihêlin?

ROBERT û Mary wisa dibêjin: “Piştî ku me 21 sal wek mizgînvanên wezîfedar xizmet kiribû, dê û bavên me êdî kal û pîr bûn. Em helbet bi dil û can hazir bûn ku li wan binêrin, lê dilê me dîsa jî diêşiya ku gerek me warê xwe bihişta.”

2 William û Terrie wisa dibêjin: “Gava me bihîst ku emê seba nexweşiyê nikaribin vegerin wezîfeya xwe, em giriyan. Em pir xemgîn bûn ku me êdî nikaribûya li welatekî xerîb ji Yehowa re xizmet bikin.”

3 Alêksêy wisa dibêje: “Me ji berê de dizanibû ku muxalifên me dixwest Beytela me bigirin. Lê gava Beytela me hat girtin û em hatin derxistin, em dîsa jî metel man.”

4. Li vê meqaleyê emê kîjan pirsan muzakere bikin?

4 Wekî din, bi hezaran xwişk û birayên ku li Beytelê xizmet dikir û kesên din wezîfeyên nû stendine. * Ji bo hin xwişk û birayên dilsoz hêsan nîne ku ew wezîfeya xwe bihêlin. Çi dikare alî wan bike ku ew hînî rewşa xwe ya nû bibin? Tu çawa dikarî alî wan bikî? Cewabên van pirsan dikarin alî me hemûyan bikin ku em serî bi guhertinan re derxînin.

EM ÇAWA DIKARIN SERÎ BI GUHERTINAN RE DERXÎNIN?

Gava lazim dibe ku xizmetkarên tamrojî dev ji wezîfeya xwe berdin, dibe ku ev yek çima li wan zor bê? (Li paragrafa 5an binêre) *

5. Gava em wezîfeya xwe dihêlin, ev yek çawa dikare li ser me tesîr bike?

5 Gava em li Beytelê yan li deştê xizmet dikin, dibe ku em hem ji mirovan û hem jî ji cihê xwe pir hez bikin. Eger lazim be ku em wezîfeya xwe bihêlin, dibe ku dilê me biêşe. Em bêriya hevalên xwe dikin û em xema wan dixwin, bi xisûsî eger em ji ber zilmê reviyabin (Met. 10:23; 2. Kor. 11:28, 29). Wekî din, gava em diçin cihekî nû yan vedigerin welatê xwe, belkî li me zor tê ku em hînî wê derê bin. Robert û Mary wisa dibêjin: “Me kultura xwe ji bîr kiribû, û me êdî nizanibû ku em mizgînê çawa bi zimanê xwe belav bikin. Me xwe êdî xerîb hîs dikir.” Hin xwişk û birayên ku wezîfeyeke nû distînin ji nişka ve rastî tengasiyên madî tên. Dibe ku ew xwe bêçare û bêcesaret hîs bikin. Çi dikare alî wan bike?

Gerek em nêziktirî Yehowa bibin û xwe bispêrin wî (Li paragrafên 6 û 7an binêre) *

6. Em çawa dikarin nêzikî Yehowa bimînin?

6 Nêzikî Yehowa bimîne (Aqûb 4:8). Em çawa dikarin vêya bikin? Gerek em xwe bispêrin Yehowa, “yê ku duayan dibihîze” (Zeb. 65:2). Zebûr 62:8 wisa dibêje: “Dilê xwe birêje ber wî.” Yehowa dikare “ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir bike” (Ef. 3:20). Yehowa ne tenê tiştên ku em di duayên xwe de dixwazin, dide me; ew dikare tiştên nehêvîkirî jî bike ku problemên me safî bike.

7. (a) Ji bo ku em nêzikî Yehowa bimînin, gerek em çi bikin? (b) Li gor Îbranî 6:10-12, eger em xizmeta xwe bi dilsozî berdewam bikin, netîce wê bibe çi?

7 Ji bo ku tu nêzikî Yehowa bimînî, Kitêba Pîroz roj bi roj bixwîne û li ser wê kûr bifikire. Birayekî ku berê wek mizgînvanê wezîfedar xizmet kiribû, wisa dibêje: “Wek berê, îbadeta malbatê her hefte bike û ji bo civînan haziriyê bike.” Wekî din, tevî civata xwe ya nû mizgînê bi xîret belav bike. Eger kesek êdî nikare wek berê xizmet bike jî, Yehowa kesên dilsoz ji bîr nake (Îbranî 6:10-12 bixwîne).

8. Gotinên 1. Yûhenna 2:15-17 çawa dikarin alî me bikin ku em jiyaneke sade bajon?

8 Jiyaneke sade bajo. Îznê nede ku xemên vê dinyayê xizmeta te ‘bifetisînin’ (Met. 13:22). Guh nede eger dost yan merivên te ji te re bibêjin ku ji bo jiyaneke baştir, gerek tu zêdetir pere qazanc bikî (1. Yûhenna 2:15-17 bixwîne). Xwe bispêre Yehowa, yê ku soz daye ku ewê hemû hewcedariyên me “di wextê de” bide. Ewê alî me bike ku baweriya me qewî bimîne û dilê me bihizûr bibe, û ewê hewcedariyên me yên madî bide me (Îbr. 4:16, KP; 13:5, 6).

9. Li gor Methelokên Silêman 22:3, 7, çima muhîm e ku em bi zêdeyî nekevin bin deynan, û çi dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin?

9 Hay ji xwe hebe ku tu bi zêdeyî nekevî bin deynan (Methelokên Silêman 22:3, 7 bixwîne). Gava mirov koç dike, mesref pir e, û mirov bi hêsanî dikare bikeve bin deynan. Ji bo ku tu bi zêdeyî nekevî bin deynan, tiştên ku ji te re bi rastî ne lazim in, bi deyn yan bi teqsîtan nekire. Eger em dilteng bin yan eger lazim be ku em li hezkiriyên xwe yên nexweş binêrin, dibe ku li me zor bê ku em qerarê bidin ku çi qas deyn bistînin. Li demên wisa, dua dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin. Gava em dua dikin, Yehowa dikare hizûrê bixe hiş û dilê me ku em karibin bi serwextî bifikirin (Flp. 4:6, 7; 1. Ptr. 5:7).

10. Em çawa dikarin ji xwe re dost û hevalên nû bibînin?

10 Di civatê de ji xwe re dost û hevalên baş bibîne. Ji dostên xwe re behsa hîs û tengasiyên xwe bike. Dibe ku hinek ji wan wek te rastî hin tengasiyan hatibin. Sohbetên wisa dikarin teseliyê bidin te (Waiz 4:9, 10). Hevalên te yên berê helbet hê hevalên te ne. Lê niha, gerek tu li warê nû ji xwe re dost û hevalên nû jî bibînî. Ji bo ku tu ji xwe re hevalan bibînî, ji bîr neke ku gerek tu jî ji wan re bibî hevalekî baş. Tu çawa dikarî dest bi hevaltiyên nû bikî? Ji kesên din re behsa bereketan bikî, yên ku te ji Yehowa stendine, û nîşanî wan bide ku tu ji xizmeta Yehowa çi qas kêfê distînî. Dibe ku hin xwişk û bira fehm nekin ku tu ji xizmeta tamrojî çima ew qas hez dikî, lê serpêhatiyên te wê belkî li hin kesan pir xweş bên, û ewê bixwazin bi te re hevaltiyê bikin. Lê belê bi zêdeyî bala wan nekişîne ser serkeftinên xwe, û her tim behsa tiştên negatîf neke.

11. Tu çawa dikarî bextewariya zewaca xwe biparêzî?

11 Eger te dev ji wezîfeya xwe seba nexweşiya jin yan mêrê xwe berdabe, vî kesî sûcdar neke. Ji aliyê din ve, eger te wezîfeya xwe seba nexweşiya xwe hiştibe, xwe sûcdar neke û nefikire ku te jiyana jin yan mêrê xwe xera kiriye. Ji bîr neke, hûn “bedenek” in, û we li ber Yehowa soz da ku çi dibe bila bibe, hûnê hevdû xwedî bikin (Met. 19:5, 6). Eger te wezîfeya xwe hiştibe ji ber ku zarokê te çêbûye, bila zarokê te bibîne ku ji bo te, ew ji wezîfeya te ya berê hê muhîmtir e. Bila zarokê te bizanibe ku tu wî wek “xelateke” ji Xwedê dibînî (Zeb. 127:3-5). Wekî din, ji zarokê xwe re behsa bereketên wezîfeya xwe bike. Eger tu wisa bikî, dibe ku zarokê te teşwîq bibe ku ew jî rojekê wek te bikeve xizmeta tamrojî.

KESÊN DIN ÇAWA DIKARIN ALÎKARIYÊ BIKIN?

12. (a) Em çawa dikarin alî xizmetkarên tamrojî bikin ku ew wezîfeya xwe berdewam bikin? (b) Em çawa dikarin alî wan bikin ku ew zû hînî wezîfeya xwe ya nû bibin?

12 Gelek civat û gelek xwişk û bira xwe bi xwe alî xizmetkarên tamrojî dikin ku ew karibin wezîfeya xwe berdewam bikin. Mesela, ew cesaretê didin xizmetkarên tamrojî yan ji aliyê madî ve piştgiriya wan dikin. Carinan jî, ji ber ku hin xizmetkarên tamrojî ji merivên xwe dûr in, xwişk û birayên wê derê alî merivên wan dikin (Gal. 6:2). Gava xizmetkarên tamrojî wezîfeyeke nû distînin, ev yek nayê maneya ku ew di wezîfeya xwe ya berê de serkeftî nebûn yan ku wan tiştekî xerab kir. * Alî wan bike ku ew zû hînî civata nû bibin. Wan bi dil û can qebûl bike. Eger ew seba nexweşiyê êdî nikarin bi qasî berê bixebitin jî, pesnê wan bide ji bo dilsoziya wan. Wan ji nêzik ve nas bike. Ji zanîn, perwerde û tecrûbeya wan îstifade bike.

13. Em çawa dikarin alî xwişk û birayên xwe bikin, ên ku wezîfeyeke nû distînin?

13 Gava xwişk yan birayek wezîfeyeke nû distîne, wê belkî lazim be ku em alî wan bikin ji bo ku ew ji xwe re mal, îş û hewcedariyên din bibînin. Wekî din, belkî ji wan re alîkarî lazim e ku ew hînî rê û dirban bibin û kaxizên resmî hazir bikin. A herî muhîm jî ev e, ne ku gunehê me bi wan bê, lê ku em şertên wan fehm bikin. Belkî ew yan jî merivekî wan nexweş e. Belkî ew xemgîn in ji ber ku hezkiriyekî wan miriye. * Ji xeynî vê, dilê wan belkî diêşe ji ber ku ew êdî ji hevalên xwe yên berê dûr in. Helbet wext lazim e ku ew serî bi van xeman re derxînin.

14. Mizgînvanên civatekê çawa alî xwişkekê kiribû ku ew hînî wezîfeya xwe ya nû bibe?

14 Gava xwişk yan birayên me tên şandin civata me, em dikarin bi gotin û kirinên xwe alî wan bikin ku ew hînî rewşa xwe ya nû bibin. Xwişkeke ku bi gelek salan li welateke xerîb xizmet kiribû, wisa dibêje: “Li dera ku min berê xizmet dikir, min her roj kursên Kitêba Pîroz îdare dikirin. Lê belê li dera nû, xizmet pir zor bû. Gelek caran fersend çênedibû ku ez Kitêba Pîroz vekim yan vîdeoyekê nîşan bidim. Lê belê mizgînvanên civata min ez dawet dikirim ku ez tevî wan herim ba xwendekarên wan. Gava min didît ku van xwişk û birayên bixîret çawa kursên Kitêba Pîroz îdare dikirin û xwendekarên wan çawa bi pêş ve diçûn, nêrîna min hê pozîtîftir dibû. Bi vî awayî, ez hîn bûm ku ez çawa dikarim dest bi sohbetan bikim. Bi saya van tiştan, dilê min dîsa şa bû.”

BI PÊŞ VE HERE

Li civata xwe ya nû xizmeta xwe berfirehtir bike (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15. Tu çawa dikarî di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî bibî?

15 Tu dikarî di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî bibî. Nefikire ku rewşa te ya nû tê maneya ku tu serkeftî nebûyî. Bîne bîra xwe ku Yehowa niha çawa alî te dike, û mizgînê bi xîret belav bike. Şagirtên Îsa, yên ku di sedsala yekê de dijiyan, ji xwe re bike emsal. Gava lazim bû ku ew herin cihên din, wan “Mizgînî didan her dera ku diçûnê” (Kar. 8:1, 4). Xizmeta te dikare netîceyên baş bîne meydanê. Mesela, hin pêşengên ku ji welatekî hatibûn derxistin çûn welatekî din, ê ku li wê derê di warê zimanê wan de hewcedariyeke mezin hebû. Di hundirê çend mehan de, çend komên bi zimanê wan hatin saz kirin û zû bi pêş ve çûn.

16. Em çawa dikarin ji wezîfeyeke nû kêfê bistînin?

16 “Şabûniya XUDAN, hêza we ew e” (Nhy. 8:10). Em ji wezîfeya xwe çi qas hez bikin jî, gerek em serê pêşîn ne bi wezîfeya xwe, lê bi Yehowa şa bin. Ji ber vê yekê, nêzikî Yehowa bimîne û li hîkmet, rêberî û desteka wî bigere. Ji bîr neke ku te ji wezîfeya xwe ya berê hez dikir ji ber ku te bi dil û can alîkariya mirovên wê derê dikir. Loma di wezîfeya xwe ya nû de jî bi dil û can bixebite. Bi alîkariya Yehowa, tuyê ji wezîfeya xwe ya nû jî hez bikî (Waiz 7:10).

17. Gerek em çi ji bîr nekin?

17 Gerek em ji bîr nekin ku wezîfeyên ku em niha distînin wê rojekê xelas bibin, lê xizmeta me ya ji bo Yehowa tu caran xelas nabe. Em nizanin ku li dinyaya nû, emê wezîfeyeke çawa bistînin. Birayê me Alêksêy bawer e ku serpêhatiyên wî alî wî dikin ku ew ji bo dinyaya nû hazir bibe. Ew wisa dibêje: “Min helbet baweriya xwe bi Yehowa û bi dinyaya nû dianî, lê ew ji dilê min hebek dûr bûn. Niha ez êdî Yehowa li ber çavê xwe dibînim, û ez hîs dikim ku dinyaya nû pir nêzik e” (Kar. 2:25). Wezîfeya me çi be jî, bila em nêzikî Yehowa bimînin. Ewê me tu caran tenê nehêle. Em li ku derê bin jî, eger em çi ji destê me tê bikin, ewê alî me bike ku em ji xizmetê kêfê bistînin (Îşa. 41:13).

KILAM 90 Hevdu Hêlan kin

^ par. 5 Carinan lazim dibe ku xwişk û birayên ku di xizmeta tamrojî de dixebitin dev ji wezîfeya xwe berdin yan wezîfeyeke nû bistînin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku ew rastî kîjan tengasiyan tên û çi dikare alî wan bike ku ew hînî rewşa xwe ya nû bibin. Wekî din, emê bibînin ku kesên din çawa dikarin destek û cesaretê bidin wan, û emê hin prensîpan bielimin, ên ku dikarin alî me hemûyan bikin ku em serî bi guhertinan re derxînin.

^ par. 4 Ji xeynî vê, gelek birayên ku êdî kal bûne mesûliyetên xwe dane birayên hê ciwantir. Li meqaleyên “Birayên Extiyar – Yehowa Qîmetê Dide Dilsoziya We” li Birca Çavdêriyê ya Îlon 2018 û “Li Hemberî Guhartinan Dilrihetiya Xwe Winda Neke” li Birca Çavdêriyê ya Cotmeh 2018 binêre.

^ par. 12 Wê baş be ku kalên civata wan a berê nameya danasînê zû bişînin civata nû, da ku ew dîsa karibin wek pêşeng, alîkarê xizmetê yan kalê civatê xizmet bikin.

^ par. 13 Li rêza meqaleyan a bi temaya “Alîkarî bona Wan, yên ku Merivên Xwe Unda Kirine” li kovara Hişyar Bin! № 3 ya sala 2018an binêre.

^ par. 57 RESIM: Xwişk û birayek gerek dev ji wezîfeya xwe ya li welatekî xerîb berdin û bi hêstiran xatirê civata xwe dixwazin.

^ par. 59 RESIM: Piştî ku ew vedigerin welatê xwe, ew dua dikin ku Yehowa alî wan bike ku ew serî bi tengasiyên xwe re derxînin.

^ par. 61 RESIM: Bi alîkariya Yehowa, ew dîsa dest bi pêşengiyê dikin. Gava ew mizgînvanên wezîfedar bûn, ew zimanekî din hîn bûbûn, û niha, ew bi vî zimanî mizgînê didin koçberên ku li warê civata wan a nû dijîn.