Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 32

Bi Dilnizmî ji Yehowa re Xizmet Bike

Bi Dilnizmî ji Yehowa re Xizmet Bike

‘Bi dilnizmî bi Xwedayê xwe re bimeşe’ (MÎKA 6:8).

KILAM 31 Gura Xwedêda bin!

PÊŞGOTIN *

1. Dawid di heqê dilnizmiya Yehowa de çi got?

GELO Yehowa yekî dilnizm e? Belê! Zebûrbêj Dawid wisa nivîsî: “Nefsbiçûkiya te [dilnizmiya te] ez bilind kirim” (2. Sam. 22:36; Zeb. 18:35). Gava Dawid ev gotin dinivîsîn, wî belkî dianî bîra xwe ku Samûyêl pêxember çawa hatibû mala bavê wî ku padîşahekî nû tayîn bike. Ji 8 lawikan, ê herî biçûk Dawid bû. Dîsa jî, Yehowa ew hilbijart ku li şûna Saûl bibe padîşah (1. Sam. 16:1, 10-13).

2. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

2 Dawid padîşah bê guman bi van gotinên zebûrbêjekî din hemfikir bû, ê ku di heqê Yehowa de wisa got: “Xwe ditewîne, da ku erd û ezman bibîne. Ew yê ketî ji erdê radike, ... da ku ... bi mîrên gelê xwe re rûnê” (Zeb. 113:6-8). Li vê meqaleyê, emê ewilî bibînin ku Yehowa dilnizmiya xwe çawa eyan kiriye. Wekî din, emê ji serpêhatiyên Saûl Padîşah, Danîêl pêxember û Îsa Mesîh hin dersên muhîm ên di heqê dilnizmiyê de muhîm bistînin.

JI DILNIZMIYA YEHOWA DERSAN BIGIRE

3. Yehowa li me çawa dinêre, û ev yek çi îsbat dike?

3 Dilnizmiya Yehowa ji eleqeya wî ya bi însanên qisûrdar re eyan dibe. Ew hem îbadeta me qebûl dike hem jî me wek dostên xwe qebûl dike (Aqûb 4:8). Yehowa Kurê xwe wek qurbaneke ji bo gunehên me daye û bi vî awayî rê vekiriye ku em bibin dostên wî. Yehowa bi rastî jî pir dilovan û dilrehm e!

4. Yehowa çi daye me, û çima?

4 Yehowa dilnizmiya xwe bi awayekî din jî eyan dike. Yehowa dikaribû em bê îradeya azad biafirandana. Lê belê, wî em bi sûretê xwe çêkirine, û ew îznê dide ku em li gor dilê xwe qeraran bidin. Li gor Yehowa, em helbet pir biçûk in. Dîsa jî, ew dixwaze ku em ji dil ji wî re xizmet bikin ji ber ku em ji wî hez dikin û ji ber ku em fehm dikin ku rêberiya wî bifeyde ye (5. Mû. 10:12; Îşa. 48:17, 18). Ma em ne şikurdar in ku Yehowa ew qas dilnizm e?

Li ezmanan, Îsa Mesîh û hin hempadîşahên wî li melekan dinêrin. Hin melek ber bi dinyayê ve diçin ku wezîfeyên xwe bînin cih. Her kesê ku li vî resmî heye ji Yehowa hin mesûliyet stendine (Li paragrafa 5an binêre)

5. Ji aliyê dilnizmiyê ve, em dikarin ji Yehowa çi dersan bistînin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

5 Ji aliyê dilnizmiyê ve, Yehowa bi rastî jî emsaleke mezin e. Hîkmeta wî bêemsal e, lê ew fikir û nêrînên kesên din jî qebûl dike. Mesela, Yehowa îzin da ku Kurê wî di îşê afirandina her tiştî de alî wî bike (Mtl. 8:27-30; Kol. 1:15, 16). Wekî din, qudreta Yehowa çi qas mezin be jî, ew hin mesûliyetan dide kesên din jî. Mesela, wî Îsa Mesîh wek Padîşahê Padîşahiya xwe tayîn kiriye, û ew 144.000 kesî wek hempadîşahên Îsa hildibijêre (Lûqa 12:32). Berî ku Îsa Mesîh bû Padîşah û Serokkahîn, wî helbet ji Yehowa perwerde stendibû (Îbr. 5:8, 9). Hempadîşahên Îsa Mesîh jî ji aliyê Yehowa ve tên perwerde kirin ku mesûliyeta xwe bînin cih. Lê belê, Yehowa her gaveke wan kontrol nake, lê ew bawer e ku ewê daxwaza wî bînin cih (Pey. 5:10).

Gava em kesên din perwerde dikin û mesûliyetan didin wan, em Yehowa ji xwe re dikin emsal (Li paragrafên 6 û 7an binêre) *

6-7. Ev yek ku Xwedê mesûliyetan dide kesên din, çi rêyî me dide?

6 Madem ku Xwedê – yê ku hewceyî alîkariya tu kesî nîne – hin mesûliyetan dide kesên din, ma ne lazim e ku em jî wisa bikin? Mesela, eger tu serê malbatê yan kalekî civatê yî, wê baş be ku tu hin mesûliyetan bidî kesên din, û her gaveke wan kontrol nekî. Eger tu Yehowa ji xwe re bikî emsal, barê te wê siviktir bibe, û tuyê kesên din perwerde bikî û xwebaweriya wan zêde bikî (Îşa. 41:10). Gelo kesên biotorîte dikarin ji Yehowa çi dersên din bigirin?

7 Kitêba Pîroz nîşan dide ku Yehowa hazir e ku guh bide fikir û nêrîna melekan (1. Qra. 22:19-22). Dê û bavno, hûn çawa dikarin Yehowa di vî warî de ji xwe re emsal bigirin? Mesela, berî ku hûn qerarekê bidin, hûn belkî dikarin fikra zarokên xwe jî bipirsin. Eger minasib be, hûn dikarin li gor fikra wan hereket bikin.

8. Yehowa sebra xwe çawa ji Birahîm û Sarayê re eyan kir?

8 Dilnizmiya Yehowa ji sebra wî jî eyan dibe. Mesela, gava li xizmetkarên wî zor tê ku qerarên wî qebûl bikin, Yehowa sebir dike. Gava Birahîm pirsî ka wê adil be ku Yehowa bajarên Sodom û Gomorayê helak bike, Xwedê bi sebir guh da wî (1. Mû. 18:22-33). Wekî din, bîne bîra xwe ku Yehowa çawa dilovaniya xwe ji jina Birahîm Sarayê re eyan kir. Sara êdî pîr bû, û gava Xwedê soz da ku ewê bihemle bimîne, ew keniya. Dîsa jî, Yehowa hêrs neket û aciz nebû, lê wî dîsa jî qedrê Sarayê girt (1. Mû. 18:10-14).

9. Dê, bav û kalên civatê dikarin ji emsala Yehowa çi dersan bistînin?

9 Eger tu dê, bav yan kalê civatê yî, tu dikarî ji emsala Yehowa çi dersan bistînî? Gava li kesekî zor tê ku qerarên te qebûl bike, tu çi dikî? Gelo tu rasterast ji wî re dibêjî ku tu rast î û ew şaş e, yan gelo tu xîret dikî ku nêrîna wî fehm bikî? Gava kesên biotorîte Yehowa ji xwe re dikin emsal, ferdên malbat û civatê ji vê yekê feydeyê distînin. Heta niha, me bala xwe daye dersên ku em dikarin ji dilnizmiya Yehowa bistînin. Niha, emê bibînin ku di warê dilnizmiyê de, em dikarin ji hin serpêhatiyên din, ên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin, çi dersan bistînin.

JI SERPÊHATIYÊN KESÊN DIN DERSAN BISTÎNE

10. Yehowa me çawa perwerde dike?

10 Serpêhatiyên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin ji bo “perwerdebûna me” hatine nivîsandin (Rom. 15:4). Mesela, Kitêba Pîroz behsa hin kesên dilnizm dike, yên ku sînorên xwe dizanibûn. Wekî din, di Kitêba Pîroz de hin serpêhatiyên kesên qure jî hene. Em dikarin ji van serpêhatiyan gelek dersên muhîm bistînin (Zeb. 37:37; 1. Kor. 10:11).

11. Em dikarin ji serpêhatiya Saûl Padîşah çi dersan bistînin?

11 Mesela, bîne ber çavê xwe ku çi hatibû serê Saûl Padîşah. Di serî de, ew xortekî dilnizm bû. Wî sînorên xwe dizanibûn, û ew ditirsiya ku zêdetir mesûliyetan qebûl bike (1. Sam. 9:21; 10:20-22). Lê belê, piştî ku ew bû padîşah, Saûl bû mirovekî kustax. Carekê, Saûl li benda Samûyêl pêxember disekinî, yê ku wê qurbanek pêşkêş bikira. Lê gava pêxember dereng ma, Saûl sebra xwe winda kir, û wî xwe bi xwe qurbanek pêşkêş kir. Îzna wî tune bû ku vêya bike, loma Yehowa lê hêrs ket û qerar da ku kesekî din li şûna wî bike padîşahê miletê Îsraêl (1. Sam. 13:8-14). Wê baş be ku em ji vê serpêhatiyê dersan bistînin û sînorên xwe bizanin.

12. Danîêl pêxember dilnizmiya xwe çawa eyan dikir?

12 Danîêl pêxember ne yekî wisa bû. Ew temamiya emrê xwe ji Xwedê re bi dilnizmî xizmet dikir û li rêberiya wî digeriya. Mesela, gava Yehowa ew bi kar anî ku xewna Nebûkadnetsar şîrove bike, Danîêl pêxember pesnê xwe neda, lê bi dilnizmî hemû pesn dan Yehowa (Dan. 2:26-28). Dersa ji bo me çi ye? Eger xwişk û bira ji gotarên me kêfê distînin yan eger em di xizmetê de serkeftî ne, gerek em pesnê Yehowa bidin. Gerek em bi dilnizmî qebûl bikin ku bê alîkariya Yehowa, meyê nikaribûya ev tişt bikirana (Flp. 4:13). Di vî warî de, wê baş be ku nêrîna me wek nêrîna Îsa Mesîh be.

13. Dilnizmiya Îsa ji gotinên wî yên li Yûhenna 5:19, 30 çawa eyan dibe?

13 Îsa Mesîh her çi qas bêqisûr bû jî, wî xwe her tim dispart Bavê xwe Yehowa (Yûhenna 5:19, 30 bixwîne). Wî tu caran nedixwest otorîteya Bavê xwe bi dest bixe. Îsa Mesîh her tim guh dida Yehowa, wî sînorên xwe dizanibûn û wî qedrê otorîteya Bavê xwe digirt. Belê, wî qebûl dikir ku Bavê wî ji wî mezintir e (Yûh. 14:28).

Îsa Mesîh sînorên xwe dizanibûn (Li paragrafa 14an binêre)

14. Gava tiştekî ku ne di destê Îsa de bû ji wî hat xwestin, wî çi cewab da?

14 Carekê, Aqûb û Yûhennayê şandî tevî diya xwe çûn ba Îsa ku îmtiyazeke xisûsî bixwazin. Wê got: “Emir bike ku ev herdu kurên min, di Padîşahiya te de yek li milê te yê rastê, yê din li milê te yê çepê rûne.” Lê Îsa ji wê re got ku tenê Xwedê dikare qerarê bide ku kî wê li Padîşahiyê li milê Îsa yê rastê û çepê rûne (Met. 20:20-23). Îsa sînorên xwe bi dilnizmî qebûl dikirin. Ew tu caran ji gotinên Yehowa dernediket (Yûh. 12:49). Em çawa dikarin wek Îsa bin?

Em çawa dikarin wek Îsa dilnizm bin? (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15-16. Em çawa dikarin şîreta li 1. Korîntî 4:6 pêk bînin?

15 Ji bo ku em wek Îsa Mesîh bin, gerek em guh bidin vê şîreta Kitêba Pîroz: “Dernekevin derveyî ya nivîsandî” (1. Kor. 4:6). Loma, eger kesek bê ba me û şîretê bixwaze, gerek em rind bifikirin berî ku em şîretê bidin wî û zorê li wî nekin ku ew nêrîna me qebûl bike. Wê baş be ku em bala mirovan bikişînin ser şîretên Kitêba Pîroz û weşanên teşkîlatê. Bi vî awayî, em dikarin pesnê Yehowa bidin û nîşan bidin ku em sînorên xwe dizanin (Pey. 15:3, 4).

16 Ji xeynî vê ku gerek em pesnê Yehowa bidin, sebebên din jî hene ku em dilnizm bin. Niha emê bibînin ku dilnizmî çawa dikare dilşadiyê bide me û alî me bike ku em bi kesên din re di aştiyê de bin.

FEYDEYÊN DILNIZMIYÊ

17. Kesên dilnizm çima hê bextewartir in?

17 Kesên dilnizm hê bextewartir in. Gelo çima? Kesên ku sînorên xwe dizanin alîkariya kesên din bi şikurdarî qebûl dikin. Mesela, bîne bîra xwe ku gava Îsa 10 mirovên bicuzam qenc kirin, çi qewimî. Tenê yek ji wan vegeriya ku ji Îsa re şikur bike ji ber ku wî ew ji nexweşiyeke bêçare filitand. Ev zilamê dilnizm seba alîkariya Îsa şikurdar bû, û wî pesnê Xwedê da (Lûqa 17:11-19).

18. Dilnizmî çawa alî me dike ku em bi kesên din re di aştiyê de bin? (Romayî 12:10)

18 Li mirovên dilnizm hêsantir tê ku bi kesên din re hevaltiyê bikin û bi wan re di aştiyê de bimînin. Gelo çima? Ew ji dil qebûl dikin ku kesên din jî xwediyê sifat û hunerên baş in, û ew bi wan bawer in. Gava kesên din di îşê xwe de serkeftî ne, mirovên dilnizm şa dibin û pesnê wan didin (Romayî 12:10 bixwîne).

19. Hin netîceyên xerab ên quretiyê çi ne?

19 Lê belê, li mirovên qure zor tê ku pesnê kesên din bidin, çimkî ew her tim dixwazin pesnan bistînin. Ew xwe bi kesên din muqayese dikin û dixwazin ji wan baştir bin. Ew bawer nakin ku kesên din jî dikarin îşên baş bikin, loma ew her tim dixwazin her tiştî xwe bi xwe bikin (Gal. 5:26). Li mirovên qure zor tê ku dostaniya bi kesên din re xwedî bikin. Eger tu tê derxî ku di dilê te de quretî heye, dua bike ku Yehowa alî te bike ku tu karibî bi saya “nûbûna hişê xwe” ji vê sifatê xerab bifilitî (Rom. 12:2).

20. Çima muhîm e ku em dilnizm bin û sînorên xwe bizanin?

20 Em çi qas şikurdar in ku Bavê me Yehowa yekî dilnizm e! Ew dilnizmiya xwe ji kesên din re eyan dike, û wê baş be ku em jî wek wî bikin. Wekî din, wê baş be ku em mirovên ku bi dilnizmî ji Yehowa re xizmet dikir ji xwe re bikin emsal. Bila em her tim pesnê Yehowa bidin! (Pey. 4:11). Eger em wisa bikin, Xwedê wê xizmeta me qebûl bike, çimkî ew ji mirovên dilnizm hez dike.

KILAM 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

^ par. 5 Kesekî dilnizm, yekî dilovan û dilrehm e. Loma em dikarin bibêjin ku Yehowa dilnizm e. Ev meqale rêyî me dide ku em çawa dikarin dilnizmiya Yehowa ji xwe re bikin emsal. Wekî din, emê ji serpêhatiyên Saûl Padîşah, Danîêl pêxember û Îsa Mesîh hin dersên di heqê dilnizmiyê de bistînin.

^ par. 58 RESIM: Kalekî civatê îşê xerîteyên xizmetê nîşanî birayekî ciwantir dide. Paşê, ew her gaveke vî birayî kontrol nake, lê îznê dide ku ew îşê xwe bi tena serê xwe bike.

^ par. 62 RESIM: Xwişkek ji kalekî civatê dipirse ka ew dikare here daweteke ku wê li dêrekê derbas bibe. Kalê civatê nêrîna xwe nayne zimên, lê bala xwişkê dikişîne ser hin prensîpên Kitêba Pîroz.