Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 35

Di Civatê de Qedrê Her Kesî Bigire

Di Civatê de Qedrê Her Kesî Bigire

“Çav nikare ji dest re bêje: ‘Hewcedariya min bi te tune!’ Serî jî nikare ji lingan re bêje: ‘Hewcedariya min bi we tune!’” (1. KOR. 12:21).

KILAM 124 Timê Amin in

PÊŞGOTIN *

1. Yehowa çi daye her xizmetkarê xwe?

YEHOWA bi dilovanî rolên cuda dane hemû xizmetkarê xwe. Rola me çi be jî, em gişt biqîmet in û hewceyî hevdû ne. Gotinên Pawlosê şandî alî me dikin ku em vê dersa muhîm fehm bikin. Gelo çawa?

2. Li gor Efesî 4:16, gerek em çima hevkariyê bikin û qîmetê bidin hev?

2 Wek ayeta sereke nîşan dide, tu kes nikare ji xwişk yan birayekî din re bibêje: “Hewcedariya min bi te tune!” (1. Kor. 12:21). Ji bo ku aştiya civatê xera nebe, gerek em qîmetê bidin hev û hevkariyê bikin (Efesî 4:16 bixwîne). Eger em di yekîtiyê de hevkariyê bikin, civat wê bi hezkirinê geş bibe.

3. Li vê meqaleyê, emê çi bibînin?

3 Li civatê, gerek em di kîjan waran de qedrê hev bigirin? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku kalên civatê çawa dikarin qedrê hev bigirin. Paşê, emê bibînin ku em çawa dikarin qîmetê bidin xwişk û birayên nezewicî. Di dawiyê de jî, emê bibînin ku em çawa dikarin qîmetê bidin kesên ku zimanê me baş nizanin.

KALÊN CIVATÊ GEREK QEDRÊ HEV BIGIRIN

4. Li gor Romayî 12:10, wê baş be ku kalên civatê çi bikin?

4 Hemû kalên civatê ji aliyê ruhê pîroz ve tên tayîn kirin, lê hunerên her yek ji wan ji hev cuda ne (1. Kor. 12:17, 18). Hin kalên civatê belkî nû hatine tayîn kirin, û tecrûbeya wan hindik e. Hinek belkî êdî extiyar bûne, û siheta wan ne baş e. Dîsa jî, tu kalê civatê ji bo kalekî din nikare bibêje: “Hewcedariya min bi te tune!” Wê baş be ku her kalê civatê guh bide şîreta ku Pawlos li Romayî 12:10 dabû (bixwîne).

Pir muhîm e ku kalên civatê guh bidin hevdû (Li paragrafên 5 û 6an binêre)

5. Kalên civatê çawa dikarin qedrê hev bigirin, û ev yek çima muhîm e?

5 Gelo kalên civatê çawa dikarin qedrê hev bigirin? Mesela, gerek ew rind guh bidin hevdû, bi xisûsî gava kalên civatê li hev top dibin ku di heqê mijarên cidî de xeber bidin. Gelo çima? Kovara The Watchtower a 1 Cotmeh 1988 wisa dibêje: “Kalên civatê gerek fehm bikin ku Îsa Mesîh dikare bi destê ruhê pîroz li ser yek ji kalên civatê tesîr bike ku ew behsa prensîpeke Kitêba Pîroz bike, ya ku ji bo safîkirina problemekê yan qerareke muhîm lazim e (Kar. 15:6-15). Di koma kalên civatê de, ruhê pîroz tu caran tenê li ser yek ji wan tesîr nake.”

6. Kalên civatê çawa dikarin di yekîtiyê de hevkariyê bikin, û ev yek çima ji bo civatê bifeyde ye?

6 Kalekî civatê, yê ku qedrê kalên din digire, nake ku civîna kalên civatê kontrol bike, û ew nafikire ku nêrîna wî her tim rast e. Ew fikrên xwe bi dilnizmî tîne zimên, û ew rind guh dide gotinên kalên din. Ew xîret dike ku bala wan bikişîne ser prensîpên Kitêba Pîroz, û ew hazir e ku rêberiya “xulamê dilsoz û şehreza” qebûl bike (Met. 24:45-47). Eger di nav kalên civatê de hezkirin û hurmet hebe, ruhê pîroz wê rêberiya wan bike ku ew qerarên baş bidin, ên ku wê ji bo civatê bifeyde bin (Aqûb 3:17, 18).

QEDRÊ XWIŞK Û BIRAYÊN AZIB BIGIRE

7. Îsa li azibbûnê çawa dinêrî?

7 Di civatên me de hem xwişk û birayên zewicî hem jî gelek xwişk û birayên nezewicî hene. Gerek em li kesên azib çawa binêrin? Bîne bîra xwe ku Îsa li azibbûnê çawa dinêrî. Gava Îsa li dinyayê bû, ew azib ma û bi temamî bala xwe dida wezîfeya xwe. Îsa Mesîh tu caran nedigot ku gerek şagirtên wî bizewicin yan na. Lê belê, wî got ku hinek wê xwe bi xwe bixwazin azib bimînin (Met. 19:11, 12). Îsa qedrê kesên azib digirt, û ew nedifikirî ku ew ji kesên zewicî nizmtir in yan ku di jiyana wan de tiştek kêm e.

8. Li gor 1. Korîntî 7:7-9, Pawlos dixwest ku şagirtên Îsa li ser çi bifikirin?

8 Wek Îsa Mesîh, Pawlosê şandî jî di oxira xizmeta xwe de nezewicî. Wî qebûl dikir ku ev yek qerareke şexsî ye. Dîsa jî, Pawlos got ku wê baş be ku xizmetkarên Xwedê bifikirin ka ew dikarin di oxira xizmetê de azib bimînin yan na (1. Korîntî 7:7-9 bixwîne). Pawlos xwişk û birayên azib biçûk nedidîtin. Mesela, wî xortekî azib ê bi navê Tîmotêyos hilbijart ku ew mesûliyetên mezin bistîne * (Flp. 2:19-22). Ev yek ku kesek ji bo mesûliyeteke teokratîk hazir e yan na, bi azibbûn yan zewicîbûna wî ve girêdayî nîne (1. Kor. 7:32-35, 38).

9. Gerek em li zewac û azibbûnê çawa binêrin?

9 Îsa Mesîh û Pawlosê şandî hîn nedikir ku gerek şagirtên Îsa bizewicin yan azib bimînin. Madem ku wisa ye, gerek nêrîna me ya li ser zewac û azibbûnê çi be? Kovara The Watchtower a 1 Cotmeh 2012 wisa gotibû: “Bi rastî, her du jî [zewac û azibbûn] hediyeyên ji Xwedê ne. ... Yehowa azibbûnê wek bêbextî yan tiştekî şerm nabîne.” Loma, gerek em qedrê xwişk û birayên azib bigirin.

Ji bo ku kesên azib aciz nebin, gerek em çi nekin? (Li paragrafa 10an binêre)

10. Em çawa dikarin qedrê xwişk û birayên azib bigirin?

10 Em çawa dikarin nîşan bidin ku em halê xwişk û birayên nezewicî fehm dikin? Gerek em ji bîr nekin ku hin xwişk û bira xwe bi xwe qerar daye ku azib bimînin. Hin kes jî belkî dixwazin bizewicin, lê heta niha, wan kesekî li gor dilê xwe nedîtiye. Wekî din, hin xwişk û birayên me bî mane. Ma wê li wan xweş bê ku em ji wan bipirsin ka ew çima nazewicin yan alîkariyê teklîf bikin ku ji wan re kesekî minasib bibînin? Dibe ku hin xwişk û birayên azib ji me bixwazin ku em alî wan bikin. Lê eger wan alîkariyeke wisa nexwestibe, ma teklîfeke wisa wê li wan xweş bê? (1. Tîm. 5:13). Ka em bibînin ku hin xwişk û birayên azib di heqê vê yekê de çi dibêjin.

11-12. Xwişk û birayên azib dikarin seba çi aciz bibin?

11 Nazirekî herêmê, yê ku wezîfeya xwe bi awayekî pir baş tîne cih, difikire ku gelek feydeyên azibbûnê hene. Lê belê, pirsên wek “Tu çima nazewicî?” her çi qas bi niyeteke qenc bên pirsîn jî, dikarin dilê mirov teng bikin. Birayekî azib, ê ku li Beytelê dixebite, wisa dibêje: “Hin xwişk û bira gunehê xwe bi kesên azib tînin. Ji ber vê yekê, azibbûn carinan ne wek hediye, lê wek barekî giran xuya dike.”

12 Xwişkeke azib, a ku li Beytelê dixebite, wisa dibêje: “Hin mizgînvan difikirin ku hemû kesên azib dixwazin ji xwe re kesekî bibînin yan jî ku ew hemû kêf û şahiyan wek fersendên ji bo hevnaskirinê dibînin. Carekê, gava ez seba îşê Beytelê çûm bajarekî din, ez li roja civînê gihîştim wê derê. Xwişka ku ez li mala wê dimam ji min re got ku di civatê de du birayên azib hene, yên ku hevsaliyên min in. Wê got ku armanca wê ne ev e ku min bi yekî re bide nas kirin. Lê gava em gihîştin Salona Îbadetê, wê ez kaş kirim ku min ji du birayan re bide nas kirin. Me her sê jî pir fedî kir.”

13. Xwişkeke azib ji emsala kê cesaret stend?

13 Xwişkeke din, a ku li Beytelê xizmet dike, li ser hin pêşengên extiyar, ên ku nezewicî ne, wisa dibêje: “Ew pir gihîştî, jêhatî, fedakar û bi xizmeta xwe razî ne û pir alîkariya civatê dikin. Nêrîna wan a li ser azibbûna wan maqûl e; ew xwe ne bilind dihesibînin ji ber ku ew azib mane, ne jî mehrûm hîs dikin ji ber ku ew zewicî nînin.” Civateke ku tê de her kes qedrê hev digire pir xweş e. Li civateke wisa, tu kes xwe belengaz hîs nake û çavnebariya hev nake. Tu kes nayê nizm yan bilind kirin. Her kes xwe aîdî civatê hîs dike.

14. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê kesên azib digirin?

14 Xwişk û birayên me yên azib wê dilxweş bin eger em bala xwe bidin, ne ser azibbûna wan, lê ser hunerên wan. Li şûna ku em gunehê xwe bi wan bînin, wê baş be ku em qedrê wan bigirin ji ber ku ew ji Yehowa re dilsoz dimînin. Eger em wisa bikin, xwişk û birayên me yên azib wê tu caran nefikirin ku em ji wan re dibêjin: “Hewcedariya min bi te tune!” (1. Kor. 12:21). Ewê bibînin ku em qedrê wan digirin û qîmetê didin wan.

QEDRÊ KESÊN KU ZIMANEKÎ NÛ HÎN DIBIN, BIGIRE

15. Hin mizgînvanan çi kir ku xizmeta xwe zêde bikin?

15 Li van salan, gelek mizgînvanan dest bi elimîna zimanekî nû kiriye ji bo ku ew xizmeta xwe zêde bikin. Ev yek ji bo wan ne hêsan e. Hin kesan dev ji civata xwe berdaye û derbasî civateke bi zimanekî xerîb bûne, ya ku zêdetir hewceyî mizgînvanan e (Kar. 16:9). Ev şagirtên Îsa vê qerara şexsî didin ji bo ku ew karibin zêdetir ji Yehowa re xizmet bikin. Dibe ku gelek sal derbas bin heta ku ew di zimanê nû de hoste bin, lê ew dîsa jî bi gelek awayan alîkariya civatê dikin. Tecrûbe û sifatên wan ên baş civatê ji aliyê ruhî ve ava dikin. Ma em qîmetê nadin van xwişk û birayên fedakar?

16. Gerek kalên civatê li gor çi qerarê bidin ka birayek hazir e ku îmtiyazekê bistîne yan na?

16 Ev yek ku birayek zimanê civatê baş nizane gerek nebe sebeb ku koma kalên civatê wî wek alîkarê xizmetê yan kalê civatê tewsiye neke. Gerek kalên civatê ne li gor vê ku birayek zimanê civatê çi qas baş dizane, lê li gor standardên Kitêba Pîroz qerarê bidin ka ew hazir e ku bibe alîkarê xizmetê yan kalê civatê (1. Tîm. 3:1-10, 12, 13; Tît. 1:5-9).

17. Hin malbatên ku derbasî welatekî din bûne ji xwe çi dipirsin?

17 Hin malbat seba probleman derbasî welatekî din bûne. Dibe ku zarokên wan êdî diçin mektebeke ku bi zimanê vî welatî perwerdeyê dide. Wekî din, dê û bav jî belkî xîret dikin ku zimanê nû hîn bibin ji bo ku ew karibin ji xwe re xebatekê bibînin. Lê eger civat yan komeke bi zimanê wan jî hebe, gelo gerek ew herin kîjan civatê? Gelo wê baştir be ku ew herin civateke bi zimanê herêmî yan civateke bi zimanê xwe?

18. Li gor Galatî 6:5, gerek em çi bikin?

18 Gerek serê malbatê qerarê bide ku malbat here kîjan civatê. Ev yek meseleyeke şexsî ye, û gerek ew bifikire ku ji bo malbata wî çi wê baştir be (Galatî 6:5 bixwîne). Qerara wî çi be jî, gerek em qedrê vê malbatê bigirin û wan bi dil û can di civata xwe de qebûl bikin (Rom. 15:7).

19. Gerek serên malbatê li ser çi bifikirin?

19 Hin malbat diçin civateke bi zimanê xwe, lê dibe ku zarokên wan vî zimanî rind nizanin, çimkî li mektebê ew ne zimanê dê û bavê xwe, lê zimanê herêmî bi kar tînin. Ji ber vê yekê, ew belkî bernameya civînan baş fehm nakin û ji aliyê ruhî ve bi pêş ve naçin. Eger hal wisa ye, gerek serê malbatê dua bike û rind bifikire ka gerek ew çi bikin ku zarokên wan nêziktirî Yehowa û civatê bibin. Wê baş be ku ew yan alî zarokan bikin ku ew zimanê xwe rindtir hîn bibin yan jî derbasî civateke bi zimanekî din bibin. Qerara serê malbatê çi be jî, gerek xwişk û birayên li civata ku ew hildibijêre qîmetê bide wî û malbata wî.

Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin kesên ku zimanê me nû hîn dibin? (Li paragrafa 20an binêre)

20. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê xwişk û birayên ku zimanekî nû hîn dibin, digirin?

20 Li gelek civatan, hin xwişk û birayên ku zimanê civatê baş nizanin, hene. Li wan belkî zor tê ku fikrên xwe bînin zimên. Lê eger em ne tenê li xeberdana wan binêrin, emê bibînin ku ew ji Yehowa çi qas hez dikin û dixwazin ji wî re xizmet bikin. Gava em van sifatên wan ên xweş dibînin, emê ji dil qîmetê bidin wan. Emê ji wan re nebêjin “Hewcedariya min bi we tune!” ji ber ku ew zimanê me baş nizanin.

YEHOWA QÎMETÊ DIDE ME

21-22. Em ji bo çi şikurdar in?

21 Em ji Yehowa re şikurdar in ji ber ku wî em di civata xwe de qebûl kirine. Ji bo Yehowa, qet ferq nake ku em mêr yan jin in, azib yan zewicî ne yan zimanekî baş dizanin yan na. Yehowa qîmetê dide me hemûyan, û gerek em jî qîmetê bidin hemû xwişk û birayan (Rom. 12:4, 5; Kol. 3:10, 11).

22 Mîsala Pawlosê şandî a di heqê parên bedenê de gelek dersên muhîm rêyî me dide. Bila em van dersan her tim di bîra xwe de xwedî bikin. Bi vî awayî, emê zêdetir qîmetê bidin hem rola xwe hem jî rola kesên din a di civata Yehowa de.

KILAM 90 Hevdu Hêlan kin

^ par. 5 Xizmetkarên Yehowa ji cure cure kok û kulturan tên, û di civatê de cure cure rolên wan hene. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku çima muhîm e ku em qedrê her ferdê malbata Yehowa bigirin.

^ par. 8 Em nizanin ku Tîmotêyos paşê zewicî yan na.