Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 34

Di Civatê de Rola Te Heye!

Di Civatê de Rola Te Heye!

“Çawa ku beden yek e û gelek endamên wê hene û bi ser ku endamên bedenê gelek in jî, hemû yek beden in, Mesîh jî wisa ye” (1. KOR. 12:12).

KILAM 101 Bi Yektî Kar Bikin

PÊŞGOTIN *

1. Yehowa çi îmtiyaz daye me?

ÇI ÎMTIYAZEKE mezin e ku Yehowa em di civata xwe de qebûl kirine! Di civatê de aştî heye, û em bi dilşadî bi hev re ji Yehowa re îbadetê dikin. Lê gelo di civatê de rola te çi ye?

2. Pawlosê şandî di çend nameyên xwe de kîjan mîsal bi kar anî?

2 Mîsaleke ku Pawlosê şandî di çend nameyên xwe de bi kar anî alî me dike ku em rola xwe fehm bikin. Di van nameyan de, Pawlos civat dişiband bedenekê, û wî ferdên civatê dişibandin parên bedenê (Rom. 12:4-8; 1. Kor. 12:12-27; Ef. 4:16).

3. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

3 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin sê dersên muhîm, ên ku em dikarin ji mîsala Pawlosê şandî bistînin. A yekê, emê hîn bibin ku di civata Yehowa de, rola * her kesî heye. A diduyan, emê bibînin ku eger li me zor tê ku em rola xwe fehm bikin, em dikarin çi bikin. Û ya sisêyan, emê bibînin ku çima muhîm e ku em rola xwe her tim pêk bînin.

DI CIVATÊ DE ROLA HER KESÎ HEYE

4. Romayî 12:4, 5 çi rêyî me dide?

4 Dersa pêşîn ev e ku di malbata Yehowa de, cihê her kesî heye. Pawlosê şandî wisa got: “Wek ku di bedena me de gelek endam hene û karê hemû endaman cihê ye, wisa jî em ên ku gelek in, em bi Mesîh yek beden in û em hemû endamên hev in” (Rom. 12:4, 5). Pawlos dixwest çi bigota? Di civatê de, rola her kesî ji hev cuda ye, lê dîsa jî her kes biqîmet e.

Di civatê de rolên me her çi qas ji hev cuda bin jî, her yek ji me biqîmet e (Li paragrafên 5 heta 12an binêre) *

5. Yehowa çi hediye dane civatê?

5 Mesela, hin bira hatine tayîn kirin ku rêberiya civatê bikin (1. Sel. 5:12; Îbr. 13:17). Bi destê Îsa Mesîh, Yehowa ew wek hediye dane civata xwe (Ef. 4:8). Hin ji wan wek endamên Koma Rêberiyê, alîkarên Koma Rêberiyê, endamên Heyeta Temsîlkar, nazirên herêmê, mamosteyên kursên teokratîk, kalên civatê û alîkarên xizmetê îş dikin. Ev bira ji aliyê ruhê pîroz ve tên tayîn kirin ku miyên Yehowa xwedî bikin û bi hewcedariyên civatê eleqedar bibin (1. Ptr. 5:2, 3).

6. Li gor 1. Selanîkî 2:6-8, birayên ku ji aliyê ruhê pîroz ve tên tayîn kirin çi dikin?

6 Bira ji aliyê ruhê pîroz ve tên tayîn kirin ku cure cure mesûliyetan bînin cih. Çawa ku dest û pê û parên din ên bedenê ji bo kara bedenê hevkariyê dikin, birayên tayînkirî jî ji bo kara civatê hevkariyê dikin. Ew li pesnan nagerin, lê armanca wan ev e ku xwişk û birayan ji aliyê ruhî ve ava bikin û xurt bikin (1. Selanîkî 2:6-8 bixwîne). Ma em ji Yehowa re şikurdar nînin ku wî birayên ew qas fedakar û jîr û jêhatî dane me?

7. Xizmeta tamrojî çi bereketan tîne?

7 Hin xwişk û bira wek mizgînvanên wezîfedar, pêşengên xisûsî û pêşengên daîmî tên tayîn kirin. Li seranserê dinyayê, gelek xwişk û bira temamiya wexta xwe ji bo belavkirina mizgînê xerc dikin. Bi vî awayî, wan alî gelek kesan kiriye ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Mal û milkê wan her çi qas hindik be jî, Yehowa bereketên mezin dide wan (Mar. 10:29, 30). Em pir qîmetê didin xwişk û birayên wisa, û em şa ne ku ew para civatê ne.

8. Yehowa çima qîmetê dide hemû mizgînvanan?

8 Di civatê de, gelo tenê rola birayên tayînkirî û xizmetkarên tamrojî heye? Helbet na! Her mizgînvan ji bo Xwedê û ji bo civatê biqîmet e (Rom. 10:15; 1. Kor. 3:6-9). Yek ji armancên civatê ev e ku mirovan bike şagirtên Îsa Mesîh (Met. 28:19, 20; 1. Tîm. 2:4). Hemû ferdên civatê – hem mizgînvanên ku hatine bin av kirin hem jî ewên ku hê nehatine bin av kirin – vî îşî bi dil û can tînin cih (Met. 24:14).

9. Em çima qîmetê didin xwişkan?

9 Yehowa qedrê xwişkan jî digire û mesûliyetên muhîm dide wan. Ew qîmetê dide xwişkên zewicî, xwişkên ku zarokên wan hene, xwişkên bî û xwişkên azib, ên ku bi dilsozî ji wî re xizmet dikin. Kitêba Pîroz behsa gelek jinan dike, yên ku dilê Xwedê şa dikir. Ew bi kirinên qenc, hîkmet, bawerî, xîret, cesaret, comerdiya xwe ji me re bûn emsal (Lûqa 8:2, 3; Kar. 16:14, 15; Rom. 16:3, 6; Flp. 4:3; Îbr. 11:11, 31, 35). Ma em ji Yehowa re şikurdar nînin ku di civata me de xwişkên wisa hene?

10. Em çima qîmetê didin xwişk û birayên extiyar?

10 Wekî din, em ji xwişk û birayên extiyar jî pir hez dikin. Hin ji wan temamiya emrê xwe di xizmeta Yehowa de derbas kiriye. Hinek jî rastiya Kitêba Pîroz nû hîn bûne. Siheta gelek xwişk û birayên extiyar êdî ne baş e. Ji ber vê yekê, ew belkî nikarin di civatê de û di xizmetê de pir îş bikin. Dîsa jî, ew çi qas ji destê wan tê xizmet dikin, û ew kesên din teşwîq û perwerde dikin. Em ji tecrûbeya wan pir feydeyê distînin. Em bi rastî jî pir qîmetê didin wan, û Yehowa jî pir qîmetê dide wan (Mtl. 16:31).

11-12. Em çima qîmetê didin zarok û ciwanên li civatê?

11 Di civata şagirtên Îsa Mesîh de, zarok û ciwan jî pir biqîmet in. Ji ber ku dinya di bin destê Îblîs de ye û bi fikrên xerab ve tije ye, ew rastî gelek tengasiyan tên (1. Yûh. 5:19). Gava zarok û ciwan li civînan cewaban didin, diçin xizmetê û baweriya xwe bi mêrxasî diparêzin, em pir şa dibin. Belê, di civatê de rola zarok û ciwanan jî pir muhîm e! (Zeb. 8:2).

12 Dîsa jî, li hin xwişk û birayên me zor tê ku bawer bikin ku ew di civatê de bi rastî jî kêrhatî ne. Gelo çi dikare alî me bike ku em fehm bikin ku di civatê de rola her yek ji me heye? Niha emê cewaba vê pirsê bistînin.

ROLA XWE FEHM BIKE

13-14. Hin xwişk û bira xwe çima bêkêr hîs dikin?

13 Mîsala Pawlosê şandî bala me dikişîne ser derseke din. Li hinekan zor tê ku bawer bikin ku ew ji bo civatê biqîmet in. Pawlos wisa nivîsî: “Eger ling bêje: ‘Ji ber ku ez ne dest im, ez ne ji bedenê me,’ ew bi vê yekê ne li derveyî bedenê ye. Eger guh bêje: ‘Ji ber ku ez ne çav im, ez ne ji bedenê me,’ ew bi vê yekê ne li derveyî bedenê ye” (1. Kor. 12:15, 16). Bi van gotinan, Pawlos dixwest çi bigota?

14 Eger tu xwe bi kesên din muqayese bikî, dibe ku tu qîmeta xwe nebînî. Hin xwişk û bira belkî ji aliyê hînkirin, organîzekirin yan şivantiyê ve pir jîr û jêhatî ne. Tu belkî difikirî ku hunerên te bi qasî hunerên wan baş nînin. Bi eslê xwe, ev yek nîşan dide ku tu dilnizm î û sînorên xwe dizanî (Flp. 2:3). Lê belê, talûkeyek heye: Eger tu her tim xwe bi kesên bi hunerên mezin muqayese bikî, tuyê cesareta xwe winda bikî. Bi ser de, wek Pawlosê şandî gotibû, tuyê belkî bifikirî ku di civatê de cihê te tune. Gelo çi dikare alî te bike ku tu ji hîsên wisa bifilitî?

15. Li gor 1. Korîntî 12:4-11, gerek em di heqê hunerên xwe de çi ji bîr nekin?

15 Li sedsala yekê, hin şagirtên Îsa bi navgîniya ruhê pîroz hin hunerên xisûsî distendin, lê hunerên wan ne wek hev bûn (1. Korîntî 12:4-11 bixwîne). Hunerên wan her çi qas ji hev cuda bûn jî, Yehowa qîmet dida her yek ji xizmetkarên xwe. Îro em hunerên mucîzewî nastînin, lê prensîp dîsa jî eynî ye: Hunerên me ne wek hev bin jî, di çavê Yehowa de em gişt biqîmet in.

16. Gerek em guh bidin kîjan şîreta Pawlosê şandî?

16 Li şûna ku em xwe bi kesên din muqayese bikin, bila em guh bidin vê şîreta îlhamkirî ya Pawlosê şandî: “Bila her kes karê xwe biceribîne. Hingê mirov ne bi kirinên hinekên din, lê tenê bi kirinên xwe dikare pesnê xwe bide” (Gal. 6:4).

17. Wê çima baş be ku em guh bidin şîreta Pawlosê şandî?

17 Eger em guh bidin şîreta Pawlosê şandî û xwe analîz bikin, emê belkî bibînin ku hin hunerên me jî hene. Mesela, kalekî civatê belkî gotarvanekî hoste nîne, lê ew belkî di xizmetê de pir bihuner e. Yan jî, dibe ku ew nikare wek kalên din her tiştî rind organîze bike, lê ew belkî şivanekî pir dilgerm e, û ji ber vê yekê xwişk û bira bi rihetî dikarin herin ba wî û ji wî şîretê bixwazin. Yan jî, ew belkî birayekî pir mêvanperwer e (Îbr. 13:2, 16). Eger em hunerên xwe rind zanibin, emê baştir fehm bikin ku di civatê de rola me çi ye, û emê çavnebariya xwişk û birayên din nekin, ên ku hunerên wan ji yên me cuda ne.

18. Em çawa dikarin hunerên xwe zêde bikin?

18 Di civatê de rola me çi be jî, wê baş be ku em xîret bikin ku em di xizmetê de bi pêş ve herin û hunerên xwe zêde bikin. Di vî warî de, Yehowa me bi destê teşkîlata xwe perwerde dike. Mesela, li Civîna Jiyan û Xizmetê, em hîn dibin ku em çawa dikarin di xizmetê de hê serkeftîtir bin. Gelo tu tiştên ku tu di vê bernameyê de hîn dibî, rind bi kar tînî?

19. Eger tu dixwazî herî Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê, gerek tu çi bikî?

19 Di Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê de jî perwerdeyeke pir baş tê dayîn. Xwişk û birayên ku di xizmeta tamrojî de ne û emrê wan 23 heta 65 salî ye, dikarin herin vê kursê. Dibe ku tu difikirî ku tuyê tu caran nikaribî bigihîjî hedefeke wisa. Lê belê, li şûna ku tu sebebên ku tu çima hazir nînî bi rêz bikî, wê baştir be ku tu bala xwe bidî sebebên ku tu çima dixwazî herî vê kursê. Paşê, planekê çêke ji bo ku tu şertên ji bo kesên ku dixwazin herin vê kursê bînî cih. Bi alîkariya Yehowa û bi saya xîreta xwe, tu dikarî bigihîjî hedefa xwe.

HUNERÊN XWE JI BO AVAKIRINA CIVATÊ BI KAR BÎNE

20. Romayî 12:6-8 çi rêyî me dide?

20 Dersa sisêyan, a ku em dikarin ji mîsala Pawlosê şandî bistînin, li Romayî 12:6-8 derbas dibe (bixwîne). Li van ayetan, Pawlos dîsa nîşan dide ku di civatê de, hunerên her kesî ji hev cuda ne. Wekî din, ew dibêje ku gerek em hunerên xwe bi kar bînin ku civatê ji aliyê ruhî ve ava bikin û xurt bikin.

21-22. Serpêhatiyên du birayên me çi rêyî me didin?

21 Serpêhatiya birayekî bîne ber çavê xwe. Piştî ku wî li welatekî xerîb xizmet kiribû, teşkîlatê ew şand Beytela li welatê wî. Ji wî re gotin ku sebeba tayîna nû ne ev ku kêmasiya wî heye, lê birayê me dîsa jî ber xwe ket. Ew wisa dibêje: “Bi gelek mehan, min xwe bêkêr hîs dikir. Car caran, min dixwest dev ji xizmeta Beytelê berdim.” Gelo wî dilşadiya xwe çawa ji nû ve bi dest xist? Kalekî civatê ji wî re got ku perwerdeya ku me di tayînên xwe yên berê de ji Yehowa stendibû alî me dike ku em di tayîna xwe ya de hê kêrhatîtir bin. Birayê me fehm kir ku gerek ew bi zêdeyî li ser wexta çûyî nefikire, lê bala xwe bide tiştên ku ew niha dikare bike.

22 Birayekî bi navê Felice Episcopo jî rastî tengasiyeke wisa hat. Di sala 1956an de, birayê Felice tevî pîreka xwe Mekteba Gîleadê xelas kir û li Bolîvyayê bû nazirê herêmê. Di sala 1964an de, ji wan re zarokek çêbû. Felice wisa dibêje: “Me ji tayîna xwe pir hez dikir, loma li me zor hat ku em dev ji vê tayînê berdin. Rast bêjim, weke salekê, ez pir xemgîn bûm. Lê bi alîkariya Yehowa, min nêrîna xwe guherand, û min êdî bala xwe dida vê yekê ku ez çawa dikarim bibim bavekî baş.” Gelo tu jî carinan mîna van birayan hîs dikî? Gelo tu carinan xemgîn dibî ji ber ku te hin îmtiyazên berê winda kirine? Eger halê te wisa ye, wê baş be ku tu nêrîna xwe biguherînî û bifikirî ku tu niha çawa dikarî ji Yehowa re û ji xwişk û birayan re baştir xizmet bikî. Eger tu hunerên xwe bi devamî ji bo alîkariya kesên din bi kar bînî, tuyê dilxweş bibî û civatê ji aliyê ruhî ve ava bikî.

23. Wê baş be ku em çi bikin, û li meqaleya din emê çi bibînin?

23 Yehowa qîmetê dide her yek ji me. Ew dixwaze ku em bibin para malbata wî. Eger em kûr bifikirin ku em çawa dikarin xwişk û birayan ji aliyê ruhî ve ava bikin û paşê xîret bikin ku vêya bikin, emê nefikirin ku di civatê de cihê me tune. Lê gelo em li xwişk û birayên din çawa dinêrin? Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin wan? Li meqaleya din, emê li vê mijara muhîm binêrin.

KILAM 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

^ par. 5 Em hemû dixwazin ji bo Yehowa kêrhatî bin. Lê belê, em carinan belkî meraq dikin ka rola me çi ye. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku di civatê de rola her kesî heye.

^ par. 3 NOT: Ev yek ku di civatê de rola me heye tê maneya ku mesûliyeta me heye ku em civatê ji aliyê ruhî ve ava bikin û xurt bikin. Rola me bi milet, kok, mal û milk, halê civakî, kultur yan perwerdeya me ve girêdayî nîne.

^ par. 62 RESIM: Ev sê resim nîşan didin ku berî civînekê, li dema civînê û piştî civînê çi diqewime. Resim 1: Kalekî civatê silavê dide mêvanekî, birayekî ciwan sîstema deng hazir dike û xwişkek bi xwişkeke extiyar re sohbetê dike. Resim 2: Li dema Lêkolîna Birca Çavdêriyê, her kes xîret dike ku cewaban bide. Resim 3: Jin û mêrek Salona Îbadetê paqij dikin. Dayikek alî qîza xwe dike ku pere bavêje qutiya bexşan. Birayekî ciwan bi weşanan eleqedar dibe, û birayekî din xwişka extiyar teşwîq dike.