Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 31

Li Benda ‘Bajarê ku Bingeha Wî Saxlem e’ Bimîne

Li Benda ‘Bajarê ku Bingeha Wî Saxlem e’ Bimîne

“Ew li hêviya bajarê bingeha wî saxlem dima yê ku avakar û çêkerê wî Xwedê ye” (ÎBR. 11:10).

KILAM 22 Bira Padşatiya Te Bê!

PÊŞGOTIN *

1. Gelek xizmetkarên Xwedê çi fedakariyê dikin, û çima?

BI MILYONAN xizmetkarên Xwedê fedakariyên mezin kirine. Mesela, gelek xwişk û bira azib dimînin, û gelek cotên zewicî qerar daye ku zarokan neynin dinyayê. Hin malbat pey mal û milk nakevin. Sebeba van qeraran yek e: Ew dixwazin çi ji destê wan tê bikin ku ji Yehowa re zêdetir xizmet bikin. Ew bi halê xwe razî ne û bawer in ku Yehowa wê hemû hewcedariyên wan tedarek bike. Ew çima ew qas emîn in? Çimkî ew dizanin ku di demên berê de, Yehowa hewcedariyên xizmetkarên xwe tedarek dikirin. Mesela, Yehowa her tim alî Birahîm pêxember dikir, ê ku wek “bavê wan hemûyên ku ... baweriyê tînin” tê bi nav kirin (Rom. 4:11).

2. (a) Li gor Îbranî 11:8-10, 16, Birahîm çima bi dilxwazî ji bajarê Ûrê derket? (b) Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

2 Birahîm bi dilxwazî dev ji jiyaneke rihet a li bajarê Ûrê berda. Gelo çima? Çimkî ew li benda ‘bajarê ku bingeha wî saxlem e’ dima (Îbranî 11:8-10, 16 bixwîne). Ev çi “bajar” e? Gava Birahîm li bendê dima ku ev bajar bê ava kirin, ew rastî kîjan tengasiyan dihat? Em çawa dikarin sebra Birahîm û hin xwişk û birayên me yên îroyîn ji xwe re bikin emsal?

‘BAJARÊ KU BINGEHA WÎ SAXLEM E’ ÇI YE?

3. “Bajarê” ku Birahîm li benda wî bû, çi ye?

3 Bajarê ku Birahîm pêxember li benda wî dima, Padîşahiya Xwedê ye. Ev Padîşahî ji Îsa Mesîh û 144.000 kesên hilbijartî pêk tê. Pawlosê şandî ev Padîşahî wek “bajarê Xwedayê jîndar, yanî Orşelîma ezmanî” bi nav kir (Îbr. 12:22; Pey. 5:8-10; 14:1). Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku bila ew ji bo hatina vê Padîşahiyê dua bikin, da ku daxwaza Xwedê wek li ezmên, li rûyê erdê jî bê cih (Met. 6:10).

4. Li gor 1. Mûsa 17:1, 2, 6, Birahîm di heqê Padîşahiya sozdayî de çi dizanibû?

4 Gelo Birahîm dizanibû ku Padîşahiya Xwedê wê çawa bê saz kirin? Na. Bi gelek sedsalan, ev melûmat wek “sir” dima (Ef. 1:8-10; Kol. 1:26, 27). Lê belê, Birahîm dizanibû ku hin kesên ji zuriyeta wî wê bibin padîşah. Yehowa ev yek ji wî re soz dabû (1. Mûsa 17:1, 2, 6 bixwîne). Birahîm bi vê sozê ew qas bawer bû ku wî qey Mesîh didît, ê ku wê bibe Padîşahê Padîşahiya Xwedê. Ji ber vê yekê, gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî ji Cihûyan re wisa got: “Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bibîne gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû” (Yûh. 8:56). Belê, Birahîm dizanibû ku hin kesên ji zuriyeta wî wê bibin para Padîşahiya Xwedê, û ew hazir bû ku li bendê bimîne heta ku Yehowa vê soza xwe bîne cih.

Birahîm çawa baweriya xwe bi sozên Yehowa dianî? (Li paragrafa 5an binêre)

5. Em ji ku dizanin ku Birahîm li benda Padîşahiya Xwedê dima?

5 Gelo Birahîm çawa eyan dikir ku ew li benda “bajar” yan Padîşahiya Xwedê ye? Mesela, Birahîm nebû welatiyê tu padîşahiya vê dinyayê. Ew wek koçer ma, li konan dijiya û piştgiriya tu padîşahekî nedikir. Wekî din, wî ji xwe re padîşahiyek saz nekir, lê wî guh dida Yehowa û li bendê dima ku Yehowa soza xwe bîne cih. Bi vî awayî, Birahîm baweriyeke mezin eyan dikir. Niha emê bala xwe bidin hin tengasiyên ku ew rastî wan dihat, û emê bibînin ku em dikarin ji serpêhatiya wî çi dersan bigirin.

BIRAHÎM RASTÎ KÎJAN TENGASIYAN DIHAT?

6. Ûr bajarekî çawa bû?

6 Bajarê Ûrê bajarekî rihet, dewlemend û parastî bû. Li derdora Ûrê sûrên bilind hebûn, û li sê aliyên vî bajarî kanalên kûr hebûn. Xelkê Ûrê xwendî bûn, û li bermahiyên Ûrê gelek nivîsarên ticarî hatine dîtin, ên ku nîşan didin ku Ûr merkezeke ticaretê bû. Xaniyên mirovan ji kerpîç bûn, û dîwar sewaxkirî û boyaxkirî bûn. Di hin xaniyan de 13-14 ode û hewşên kevirkirî hebûn.

7. Çima lazim bû ku Birahîm xwe bispêre Yehowa?

7 Lazim bû ku Birahîm bawer be ku Yehowa wê wî û malbata wî biparêze. Gelo çima? Birahîm û Sara êdî ne di maleke rihet û parastî de, lê di nav çolê de li konan dijiyan. Birahîm û malbata wî êdî bi sûrên bilind û kanalên kûr nedihatin parastin. Di vî halî de, wê pir hêsan bûya ku dijmin hicûmî wan bikira.

8. Carekê, çi hat serê Birahîm?

8 Birahîm guh dida Xwedê, lê ew dîsa jî rastî hin tengasiyan dihat. Mesela, carekê, li welatê ku Yehowa ew şandibû, xelayekê dest pê kir. Xela ew qas mezin bû ku Birahîm tevî malbata xwe çû Misrê û ji bo demekê li wir ma. Li wê derê, Fîrawûn Sara bir mala xwe, da ku pê re bizewice. Heta ku Yehowa Fîrawûn ceza kir û Fîrawûn Sara vegerand ba zilamê wê, bîne ber çavê xwe ku Birahîm ji bo jina xwe çi qas ditirsiya! (1. Mû. 12:10-19).

9. Di malbata Birahîm de çi problem hebûn?

9 Di malbata Birahîm de jî hin problemên mezin hebûn. Jina wî Sara bêzarok bû. Bi gelek salan, ew seba vê pir xemgîn dibûn. Loma, Sarayê xizmetkara xwe Hacer da Birahîm, da ku ew li gor adetên wê demê ji bo Birahîm û Sarayê zarokan bîne. Lê piştî ku Hacer bihemle ma, wê Sara nizm didît. Problem ew qas mezin bû ku Sarayê Hacer qewirand (1. Mû. 16:1-6).

10. Baweriya Birahîm çawa hat ceribandin?

10 Bi zeman re, Sara bihemle ma û kurê xwe Îshaq anî dinyayê. Birahîm ji her du kurên xwe – hem ji Îshaq hem jî ji Îsmaîl – hez dikir. Lê belê, ji ber ku Îsmaîl qerfên xwe bi Îshaq dikirin, Birahîm mecbûr ma ku Îsmaîl û Hacerê ji malê bişîne (1. Mû. 21:9-14). Paşê, Yehowa ji Birahîm xwest ku ew Îshaq qurban bike (1. Mû. 22:1, 2; Îbr. 11:17-19). Her du caran jî, lazim bû ku Birahîm bawer be ku Yehowa wê sozên xwe yên di heqê Îsmaîl û Îshaq de bîne cih.

11. Çima lazim bû ku Birahîm bi sebir li benda Yehowa bimîne?

11 Her tim lazim bû ku Birahîm bi sebir li benda Yehowa bimîne. Gava ew tevî malbata xwe ji bajarê Ûrê derket, emrê wî bi îhtimaleke mezin ji 70 salî zêdetir bû (1. Mû. 11:31–12:4). Li welatê Kenanê, Birahîm weke 100 sal di konan de dijiya. Birahîm 175 sal emir kir, lê wî pêkhatina soza Yehowa ku ewê welatê Kenanê bide zuriyeta wî, nedît (1. Mû. 25:7). Wekî din, wî sazkirina bajêr, yanî sazkirina Padîşahiya Xwedê jî nedît. Belê, Birahîm her çi qas rastî gelek tengasiyan dihat jî, wî baweriya xwe xwedî dikir û ew bi dilxweşî li benda Yehowa dima. Gelo çi alî Birahîm dikir ku ew sebir bike? Yehowa ew her tim diparast û wek dostê xwe didît (1. Mû. 15:1; Îşa. 41:8; Aqûb 2:22, 23).

Xizmetkarên Xwedê çawa wek Birahîm û Sarayê sebir û baweriyê eyan dikin? (Li paragrafa 12an binêre) *

12. Em li benda çi ne, û emê niha li çi binêrin?

12 Wek Birahîm, em jî li benda Padîşahiya Xwedê ne. Ji ber ku Padîşahiya Xwedê di sala 1914an de jixwe hat saz kirin û ev Padîşahî niha li ezmanan hikum diajo, em êdî li bendê nînin ku ew bê saz kirin (Pey. 12:7-10). Lê belê, em hê li bendê ne ku Padîşahiya Xwedê bê ku li ser erdê jî hikum bajo. Heta wê rojê, emê jî wek Birahîm rastî gelek tengasiyan bên. Gelo hin xizmetkarên Yehowa çawa Birahîm ji xwe re kiriye emsal? Kovara Birca Çavdêriyê behsa gelek serpêhatiyên xwişk û birayan dike, yên ku wek Birahîm sebir û baweriya xwe eyan kiriye. Niha emê bala xwe bidin hin nuqteyên muhîm ên van serpêhatiyan.

BIRAHÎM JI XWE RE BIKE EMSAL

Bill Walden seba fedakariya xwe hat bibereket kirin

13. Tu ji serpêhatiya birayê Bill Walden çi dersan distînî?

13 Fedakar be. Eger em dixwazin Padîşahiya Xwedê di jiyana xwe de bikin cihê pêşîn û dilê Yehowa şa bikin, gerek em wek Birahîm fedakar bin (Met. 6:33; Mar. 10:28-30). Serpêhatiya birayê Bill Walden bîne ber çavê xwe. Di sala 1942an de, gava Bill nêzikî xelaskirina zanîngehê bû, wî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Yek ji profesorên Bill ji wî re got ku piştî mezûniyetê, ji bo wî xebateke baş heye. Lê belê, Bill teklîfa wî qebûl nekir û got ku hedefa wî ev e ku ji Xwedê re xizmet bike. Çendek bi şûn de, dewletê ji bo xizmeta leşkeriyê gazî Bill kir. Bill ev xizmet red kir û hem 10.000 dolar cezayê pereyan hem jî 5 sal cezayê hebsê stend. Lê belê 3 sal bi şûn de, Bill ji hebsê derket. Paşê, wî Mekteba Gîleadê xelas kir û li Afrîkayê bû mizgînvanê wezîfedar. Çend sal piştî vê, Bill bi xwişkeke bi navê Eva re zewicî, û wan herdû jî li Afrîkayê bi fedakarî xizmet dikir. Bi zeman re, ew vegeriyan Amerîkayê ku li diya Bill binêrin. Bill di heqê jiyana xwe de wisa dibêje: “Ji bo min qedrekî pir mezin e ku min zêdetirî 70 salî di xizmeta Yehowa de derbas kir. Ez gelek caran ji Yehowa re şikur dikim ku bi saya rêberiya wî, xizmeta wî bû kariyera min.” Gelo tu jî dikarî xizmeta tamrojî bikî kariyera xwe?

Arîstotelîs û Elenî Apostolîdîs ji Yehowa qewet distend

14-15. Serpêhatiya Arîstotelîs û Elenî çi rêyî te dide?

14 Nefikire ku jiyana te wê bêderd be. Jiyana Birahîm rêyî me dide ku kesên ku temamiya emrê xwe di xizmeta Yehowa de derbas dikin jî dikarin rastî probleman bên (Aqûb 1:2; 1. Ptr. 5:9). Mesela, serpêhatiya birayê me Arîstotelîs Apostolîdîs bîne ber çavê xwe. Birayê Arîstotelîs di sala 1946an de li Yewnanîstanê bin av bûbû û di sala 1952yan de xwişkeke bi navê Elenî nîşan kir. Wan dixwest bi hev re jiyana xwe di xizmeta Yehowa de derbas bikira. Lê belê, Elenî nexweş ket, û di mejiyê wê de tûmorek hat dîtin. Tûmor bi destê emeliyatekê hat girtin, lê çend sal piştî ku ew zewicîn, tûmor ji nû ve çêbû. Elenî dîsa hat emeliyat kirin, lê îcar, ew bi qismî felc ma, û wê êdî nikaribû rind xeber bidaya. Lê belê, li gel nexweşiya xwe û zilma dewletê, Elenî dev ji xîreta xwe berneda.

15 Arîstotelîs 30 sal li jina xwe nêrî. Di van salan de, wî wek kalê civatê xizmet dikir, di heyetên civînên mezin de kar dikir û di îşê avakirina saloneke ji bo civînên mezin de alîkarî dikir. Paşê, di sala 1987an de, carekê, gava Elenî mizgîn belav dikir, ew di qezayekê de birîndar bû. Ew sê sal di komayê de ma û paşê mir. Arîstotelîs wisa dibêje: “Bi salan, ez rastî gelek zehmet û problemên giran dihatim. Hin ji wan ji nişka ve derdiketin. Loma, lazim bû ku ez pir xîret bikim ku cesareta xwe winda nekim. Dîsa jî, Yehowa her tim alî min kiriye ku ez karibim li hemberî probleman sebir bikim” (Zeb. 94:18, 19). Belê, Yehowa ji kesên ku li gel tengasiyan bi dilsozî ji wî re xizmet dikin, pir hez dike!

Audrey Hyde bala xwe dida hêviya xwe

16. Birayê Knorr çi şîret dabû pîreka xwe?

16 Bala xwe bide hêviya xwe. Birahîm bala xwe dida xelatên ku Yehowa wê bide wî, û vê yekê alî wî dikir ku ew li hemberî probleman sebir bike. Xwişka me Audrey Hyde jî di vî warî de bû emsaleke baş. Zilamê wê yê pêşîn Nathan Knorr seba kanserê mir, û zilamê wê yê diduyan Glenn Hyde nexweşiya Alzheimer bû. Xwişka me dibêje ku tiştekî ku birayê Knorr çend hefte berî mirina xwe jê re gotibû, pir alî wê dikir: “Nathan anî bîra min: ‘Piştî mirinê, tu tişt êdî nikare hêviya me ji destê me bigire, û emê êdî tu caran êşê nekişînin.’ Paşê, wî got: ‘Bala xwe bide xelata xwe.’ ... Wekî din, wî got: ‘Bi tiştekî mijûl be – ji bo kesên din xêrê bike! Ev yek wê alî te bike ku tu dilşad bibî.’” Çi şîreteke baş e ku em ji bo kesên din xêrê bikin û “di hêviyê de şa bin”! (Rom. 12:12).

17. (a) Wê çima baş be ku em bala xwe bidin hêviya xwe? (b) Li gor Mîka 7:7, gerek em çi nêrînê xwedî bikin?

17 Îro gelek sebeb hene ku em bala xwe bidin hêviya xwe. Halê dinyayê bi zelalî nîşan dide ku em êdî gihîştine dawiya rojên dawîn a vê dinyaya xerab. Di demeke nêzik de, ‘bajarê ku bingeha wî saxlem e’ wê li ser temamiya erdê hikum bajo. Yek ji bereketên ku emê bistînin ev e ku hezkiriyên me wê ji mirinê rabin. Li wê demê, Yehowa wê Birahîm û malbata wî jî ji mirinê rake. Gelo tuyê jî wan bereketan bibînî? Eger tu hazir î ku wek Birahîm ji bo Padîşahiya Xwedê fedakariyê bikî, dilsoziya xwe li gel probleman xwedî bikî û bi sebir li benda Yehowa bimînî, tuyê wan bereketan bibînî! (Mîka 7:7 bixwîne).

KILAM 74 Bistirên Kilama Padşatiyê!

^ par. 5 Gava em li benda pêkhatina sozekê dimînin, ev yek dikare sebra me û baweriya me biceribîne. Em çawa dikarin wek Birahîm pêxember bi sebir li benda pêkhatina sozên Yehowa bimînin? Di rojên me de, hin xizmetkarên Yehowa ji aliyê sebrê ve çawa ji me re bûne emsal?

^ par. 53 RESIM: Jin û mêrekî extiyar li gel tengasiyan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin. Ji bo ku baweriya wan qewî bimîne, ew bala xwe didin sozên Yehowa.